Giştî

Nîsan, 2018

  • 26 Nîsan

    Hewara xelasiyê

    kela rojê bi rûbara dilê min hênik dibe dîcleya berdirêj li hemû cihên şax daye bê meylî dicoşe Heskîf abîdeya dîrokî ye li ser dicle şax vedaye ew hewara xelasiyê dike ji devên cinawiran bi tilisma xwe ya kevneşopî ew qîrîneke dengketî ye di vê havîna ku bi şewqa rojê zer li xwe kiriye de belê belê Heskîf di cama …

  • 20 Nîsan

    Hêsirên nirxecewherîn

    hew dibarin hêsir ji dilên qurifî fera çavan bi beza xemrevînê Cembeliyê kurê mîrê Hekaryan dilive dîroka evînên bêmiraz dide ber piyan dişîne nav dojehên bihuşta rengîn di ber cihokên sor de herikandine pêlên kirêtkirî ji ber xwe dane alî mebestên pîroz, vîna bêkêmasî li rûyê parşumanên nûhatî tîpên hêsirên nirxecewherîn dirêje yek bi yek bi bîr tên hemû pêhatiyên …

  • 15 Nîsan

    kubarê

    jiyan dibe jahr carên tu xwe ji min direvînî carên tu li bal min î û bi awirên coşane li min dinêrî bextewarî xwe li min digire bê pîvan e canê!   diçim nav zozanan li seyranê me digerim dilîzim ji xwe re û li ber şemala te radiwestim   maçan difirînim ji dil û hinavê xwe ve nav gerdûna …

  • 10 Nîsan

    kindirê celad

    carên ku dînîtî bi kindirê jiyanê xwe li min dipêçe li hêviya pihîna celadê xwe nasekinim û dimirim. lê dema celadê min digihe armancê û daleqayî dimînim li ser sêdarê û kes namîne li dor ez bixwe ve têm kindir ji ser stû dipekînim   hemû aferîdên sêdarê bi wê sêdara ku ji bo mirina min hatiye çêkirin çav bel, …

  • 5 Nîsan

    Dayik bê roj in

    bi zayînê re şewqa xwe bi çirûskên êgir avêt nav jiyana bêbext destekî kedkar bi ser laşê ji xwînê sor bûye ve bi dilekî hevrîşimî vedida parçeyek ji kezeba bi şewat wer bûbû nav şêniyên bê hejmar bi dilgermî ew didanî ser sîngên xwe yên vejînî bi hestên zindî diket xewa şêrîn bi hêviyên xeyalên duwerojên pêknehatî ve ji niha …

  • 4 Nîsan

    Kurdî Ne Ku Ne Têr E, Em Kêmmayî Ne!

    Rojek me li hewşa xanîya xwe ligel merivên me bi zimanê Erebî gotûbêjek xweş lidarxistibûn. Hingê min ji wan re qala xebatên xwe yên bi Kurdî dikir. Ji nîşka ve xalê min gotina min birî û wiha got; ‘’Ma bi Kurdî meriv dikare qala wêje bike! Niha ev cîranên me dikarin bi Kurdî fêrî dersên erdnîgarîyê, dîrokê, matematîkê bibin!’’ Min …

Adar, 2018

  • 23 Adar

    Pirtûka “Alfabêya Kurdî û Bingehên Gramera Kurdmancî” ya Celadet Elî Bedirxan

    Pêşgotin Mîr Celadet Alî Bedir-Xan (1893–1951) mîrê kirmanciya modern e. Bi xêra wî, kirmanciya îro, ta dereceyekê, gihaye qunaxekê ko mirov dikare jê re bibêje qunaxa wekêkiya kirmanciya nivîskî. Heger mîr Celadet Alî Bedir-Xanî di nîvê pêşiyê yê vê sedsalê de, bi zanîn û mahirî, elfabeyeka serast û lihevhatî danemezirandiya dê kir- manciya nivîskî di bin xeter û tevliheviyê de …

  • 12 Adar

    Leyla Cengîz çanda dengbêjiyê veduhegezîne roja îroyîn

    Li Bakurê Kurdistanê dengbêjî ku di kultûra Kurdî de çandeke girîng tê zanîn, zêdetir ji aliyê mêran ve hatiye gotin, lê kêm be jî jinên dengbêj jî hene ku stranên zemanên berê yên gelêrî bi şêwaz û awazên xwe didin strandin. Yek ji wan dengbêjên jin jî Leyla Cengîz a ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye ku ev 25 sal in …

Sibat, 2018

  • 10 Sibat

    Pirtûka nivîskar û rojnemevan Berhem Elî hat belavkirin

    Di merasîmekê de li bajarê Hewlêrê nûtirîn berhema nivîskar û rojnemevan Berhem Elî bi nave “Çîrokên taxa me” bi amadebûna hejmarek ji rewşenbîr û rojnamevan hate imzekirin û belavkirin. Di destpêka merasîma imzekirina pirtûkê de nivîskar û rojnamevan Nûrî Bêxal behsa çend xalên giring ên pirtûka “Çîrokên taxa me” û taybetmendiyên wê kir, herwiha da zanîn ku, ew pirtûk ji …

  • 9 Sibat

    Diljen Ronî: Huner û bijîşkî her du jî derman in

    Hunermendê Kurd Diljen Ronî li, aliyekî bijişkiyê dike li aliyê din jî stranan dibêje. Heftya raborî albûmeke wî “Klasîkên Kurdî” li ser platforêm dijîtal hate weşandin. Ew dibêje hem bijîşkî û hem hunermendî heman tiştin her du pîşe jî ji başiya rihê mirovan in. Hunermendê Kurd Diljen Ronî di sala 1981an de li Cizîrê ji dayîk bûye. Di deh saliya …