Asîda deoksîrîbonukleyî, an jî bi kurtenav ADN (bi înglîzî: deoxyribonucleic acid(DNA)) molekulek aloz e, di nav xaneyên zîndeweran de embarkarina zanyariyên bomaweyî dike. Hemû xaneyên navikseretayî (prokaryotî) û navikrasteqîn(êkaryotî) ADN lixwe digirin.Herwisa gellek corên vîrusan jî ADNyê lixwe digirin, ji van vîrusan re tê gotin vîrusên ADNyî ADN ji bo du erkê serekî kar dike 1.ADN çavkaniya zanyariyê ye ji …
Sermawêz, 2022
-
21 Sermawêz
Geşebûn û Peresîn di qonaxa pêşzayînê de
Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin. Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951) Di malzarokê de geşebûn û peresîna weçeyê wekî ducanî tê navkirin. Ji pîtîna xaneya hêkê, heta jidayikbûnê di pêvajoya ducaniyê de …
Cotmeh, 2022
-
31 Cotmeh
Oksîtosîn
Oksîtosîn di laşê nêr û mê yan de di demarexaneyên derdanî (bi înglîzî:neurosecretory cells) yên hîpotalamusê de tê berhemkirin, di hîpofîza paş de tê embarkirin û derdan. Herwisa li gel demaxê, li gun, malzarok û plasentayê de jî oksîtosîn tê berhemkirin û derdan. Oksîtosîn hormonek pepetîdî ye û ji neh asîdên amînî pêk tê.Temenê nîvbûnê ya oksîtosînê bi qasî 6 …
Îlon, 2022
-
26 Îlon
Navikebendik
Navikebendik, an jî navikepetik (bi înglîzî: umbilical cord) pêkhateyek lûleyî ye di navbera korpele û plasentayê de. Di dirêjiya ducaniyê de hema hemû şane, endam û koendamên embriyoyê di nav malzaroke diperisin û geşe dibin. Hinek endam û koendam hê ko embriyo an jî korpele di nav malzarokê ye, çalak dibin. Lê hinek endam û koendam piştî ji dayikbûnê …
-
6 Îlon
Perdeyên derveyî embriyoyê
Perdeyên derveyî embriyoyê (bi înglîzî: extraembryonic membranes), navê gelemperî ye ji bo çar perdeyên ko kar dikin bo dabînkirina xurek, parastin û destekkirina peresîna embriyoyên xişok, balînde û memikdaran. Ji ber ko evan perdeyan di qonaxa embriyoyî de li aliyê derveyî embriyoyê de tên çêkirin, wekî perdeyên derveyî embriyoyê tên navkirin. Hin caran bi kurtî wekî “perdeyên embriyoyî”(bi înglîzî: …
Tebax, 2022
-
20 Tebax
Çeqîn
Peresîna weçeyê ya ji pîtîna xaneya hêkê heta dawiya çeqînê, wekî peresîna pêşembriyoyî tê navkirin. Piştî hekdananê, eger hêkexane di nav 24 seatan de di coga hêkê de raste spermê were, pîtîn rû dide. Hêka pîtandî wekî zîgot tê navkirin. Zîgot ji coga hêkê ber bi malzarokê ve tê şandin. Dema zîgot di nav coga hêkê de ye, bo xwedîkirina …
Nîsan, 2022
-
19 Nîsan
Li Ser Bedena Mirovan Nêrînekê Giştî
Her şane mîna fabrîkeyeke piçûk e. Pêdiviyên jiyanê an jî bedenê li vir dest pê dikin, tên cih. Şane bi çavên tazî nayên dîtin. Tenê meriv dikare bi mîkroskobê lê binihêre û lê bikole. Me di serî de got ku her şaneyek wekî fabrîkeyekê ye. Belê wisa ye. Mînakeke piçûk a jiyanê ye, nimuneyeke mîkro ya organîzmayê ye. Bi organelên …
Hezîran, 2021
-
3 Hezîran
Mû
Mû, qij, pirç an jî pûrt beşekî ji poşerekoendama (bi îngilîzî: integumentary system) laşê mirov e. Mû bi eslê xwe taya proteîna keratînê ye ko ji epîdermîsê dirêjê derva dibe. Heke ev tayên keratînî li ser çîp, zend, dest, mil an jî li ser zik û pişta mirov be, navê wî mû ye. Lê li hin deverên Kurdîstanê, ji boy …
Sermawêz, 2021
-
9 Sermawêz
Pirbûna zayendî
Pirbûna zayendî, (bi înglîzî: sexual reproduction) yek ji du corên sereke ya pirbûna zîndeweran e. Ji zîndewerek, çêbûna zîndewerek nû wekî pirbûn (bi înglîzî:reproduction) tê navkirin. Pirbûn yek ji taybetmendiyên serekî yên zîndeweran e. Zîndewer bi kirdara pirbûnê zindewerên mina xwe çê dikin. Ango bi pirbûnê hejmara zîndewer zêde dibê. Bi vî awayê gava zîndewer dimire, yên nû çêbûyî cihê …
Cotmeh, 2021
-
14 Cotmeh
Hestîbûn
Kiryara guherîna kirkirkê bo hestî wekî hestîbûn an jî çêbûna hestî (bi înglîzî: Ossification) tê navkirin. Hemû kirkirkê laş naguhere bo hestî, hinek beşên laşê mirov bi temenê pêgehiştiyê jî her dimîne kirkirk. Di qonaxên destpêkê yên geşedana korpeleyê de, laşê korpeleyê ji perdeyên rîşalî û kirkirka ron (hîalîn) pêk tê. Di laşê korpeleyê de hestîbûn bi temenê 8-12 hefteyî …