Yearly Archives: 2018

Rêbendan, 2018

  • 22 Rêbendan

    Çîroka beqên tirsonek û serketina beqê kerr

    Dibêjin rojekê beq li hev civiyan û pêşbirkeke(musabeqeyeke) bezê çêkirin. Hêniya wan li ser qotê çiyayekî bilind bû. Dibê derketana serê wî çiyayê bilind. Gelek beq jî wek temaşevan hatibûn ciyê pêşbirkê.Beqên ewê tevî pêşbirkê bibûna ketin rêzê û pêşbirkê dest pê kir. Temaşevanan bawer nedikir kes bikanibe xwe bigihîne hêniyê. Çimkî çiyê pir bilind xuya dikir. Her kesî ji …

  • 21 Rêbendan

    Alfabeya Xelîl Xeyalî

    Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modka ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Seîdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî de maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stenbolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî xebat kiriye. Di sala 1908an de li Stenbolê di damezirandina komeleyên bi navên “Kurd Te’avun û …

  • 21 Rêbendan

    Kûçikê Trole

    Roviyê ku wê gavê li der dorê digeriya jî dibîne ku kûçik berî wî gihaşt ser laş û ji dûrî ve temaşe dike, ku kûçik têr bixwe û here, da ku ew jî çend parçe goşt jê bixwe. Kûçik jî rovî dibîne, ji qeşmerî hêdî hêdî dixwe. Di wê navberê de keftarek tê. Berê li Kurdistanê keftar pir bûn, bi …

  • 20 Rêbendan

    Nivîskar Abdulkadîr Bîngol: Kurdan qedir nedan Melayê Cizirî

    Nivîskar û Lêkolîner Abdulkadîr Bîngol di derbarê bandora melayê Cizirî ya li ser Edebîyata Kurdî, cudahiya di navbera edebîyata klasîk û modern, rewşa Edebîyata Kurdî û herwiha di derbarê kar û xebat û berhemên xwede bersiva pirsên BasNewsê dan. 1- Tu dikarî hinek behsa xebatên xwe yên edebî bikî? Te kengî û çawa dest bi nivîsandinê kir? Xebatên min sala …

  • 20 Rêbendan

    Hokerên dariştî

    Hokerên dariştî dikarin bi alîkariya pêşgir an paşgiran bên sazkirin. Ew herwiha dikarin bi rêya dubarekirinê jî peyda bibin.   Bi pêşgirên ”bi” û ”bê”   Awayê herî berbelav ê çêkirina hokeran di kurdî de bi alîkariya navdêran li gel peyvika “bi” ye:   bi roj (daily), bi şev (at night), bi xweşî (joyfully), bi şadî (happily), bi rehetî (calmly, …

  • 19 Rêbendan

    Kurtenêrînek: ”Dîroknasî” an xençera bi jahr li ser pişta gelê kurd?

    Zewatê bi navê Bahoz Şavata li ser navê kurdan û bi zanebûn dîroka kurd serûbinê hev dike. Ne tesaduf e ku ev pirtûka xizmeta dagirkerên kurd dike ji aliyê Weqfa Beşîkçî ve hatiye çapkirin Antropolog, arkeolog û nivîskarê amerîkî Andrew Colins, ji bo pirtûka xwe ya bi nave “Ji xweliya ferişteyan – Zarokên ji nîjadeka gunehkar / FROM THE ASHES …

  • 19 Rêbendan

    Keko Osman: Şîna Dostekî

    Ez vê helbestê bi boneya helkeftina çalakiyên çilrojiya nemir helebestvan û parêzer Xelîl SASÛNÎ diyaî giyanê wî dikim. Şikarta me her sal bi xwêdan av dida Çaxê serma ket û bihar hat, sinbil da Me çinî me kom kir ne tenê, me tevda Bahoza te rakir, ji kîna te tev da Me dêra me hêra, kir hevîr û lêda Te …

  • 18 Rêbendan

    Kurteyek leser Lur

    Pêşekî Lurekan weku beşêkî gewre le pêkhatey komelgey Kurdewarî‌ u danîştwanî zincîre çiyaî dirêj ‌u pan‌ u berînî zagros, her le seretay destpêkirdnî jiyan‌u mêjuy nûsrawî şarstanîyet le dawênî şax‌u daxekan‌u deşt‌u dolekanî em cugrafiyayye jiyan ‌u be parastnî zewî ‌u kultur‌u zimanekeyan w…htd, rolêkî yekcar berçawyan heye le hemû biwarekanda nek tenha le nawçekanî dêrînî nêştecîbûnî xoyan, bigre le …

  • 18 Rêbendan

    Enwer Karahan

    Gava tu ne li vir bî Bi tenê me Sebra min li tu kesî nayê Li ber pencereyê li rêya te dinerim Li şopên te digerim li vî hundirî Li tayên porê te, li destmal û guharên te, li boçikên cixareyên te digerim di binê xwelîdankê de; li êlim û bîhna te digerim di binê lihêfê de, balîfa li ber …

  • 17 Rêbendan

    Yekemîn rêzefîlma înternetê ya bi kurdî “Zarê Me’ dest pê kir

    Yekemîn rêzefîlma înternetê ya bi kurdî ku li Stenbolê tê kişandin dest bi nîşandana xwe kir. Di rêzefîlmê de ku ewê li ser înternetê bê pere bê weşandin, jiyana ciwanên kurd ên ku li Stenbolê dijîn û pêwendiyên wan ên bi hevûdin re tê nirxandin.   Rêzefîlma bi navê ‘Zarên Me’ ya ku ku ji aliyê komek ciwanên kurd ve …