Nivîskar Abdulkadîr Bîngol: Kurdan qedir nedan Melayê Cizirî

Nivîskar û Lêkolîner Abdulkadîr Bîngol di derbarê bandora melayê Cizirî ya li ser Edebîyata Kurdî, cudahiya di navbera edebîyata klasîk û modern, rewşa Edebîyata Kurdî û herwiha di derbarê kar û xebat û berhemên xwede bersiva pirsên BasNewsê dan.

1- Tu dikarî hinek behsa xebatên xwe yên edebî bikî? Te kengî û çawa dest bi nivîsandinê kir?

Xebatên min sala 2002an dest pê kir. Pêşiyê min romana Ebdilahê Minyeyî ji tirkî wergerande Kurdî. Ev roman sala 2003ê di Nûbiharê de hatibû çapkirin. Li pey wê jî min dest bi komkirina gotinên pêşiyan û biwêjan kir. Di sala 2005an de bi navê “Gotinên Pêşiyan û Biwêjê Herêma Botan” min kitêbek amade kir. Ew kitêb jî bi alîkariyê şaredarê berê yê Cizîra Botan birêz Aydin Budak, di Nûbiharê de hat çapkirin. Lê dema min dest bi vê xebatê kir min tenê gotinên û pêşiyan û biwêjên ku li herêma Botanê tên bi kar anîn ji xwe re kire armanc. Min di pêşgotina wê kitêbê de jî anibû ziman ku ez dixwazim tenê yên li Botanê berhev bikim. Ew kitêb jî min hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî amade kiribû. Yanî ewilî gotin bi Kurdî bû, paşê ew gotin bi Tirkî dihate wergerandin. Piştî wê jî dîsa hem bi Kurdîi hem bi Tirkî ew gotin dihate şîrovekirin. Ango ka ew gotin dixwaze ji civakê re çi bêje, çi dersê bide.

Piştî wê min dest bi berhevkirina kenokên li Botanê kir. Ew kenokên, ango pêkenînên ku di civatan de dihatin gotin û xelk pê dikeniyan. Piştî ku ew pêkenîn têrî nekirin ku bibe kitêbek, min hin yên Tirkî jî wergerandin Kurdî. Min Temel kire Çeto, Dursun jî kire Heydo. Min ew kitêb jî bi navê “De Were Nekene” da çapkirin.

Piştî wê dor hate kitêba min a mezin a “Nûbihara Mezinan.” Wek çawa berhema bêhempa ya Şêxê Xanî Nûbihara Biçûkan Kurdî-Erebî ye, ya min jî Kurdî-Tirkî ye. Her wiha ew jî helbest e û erûz e. Ji deh hezaran zêde peyvên Kurdî bi yên Tirkî re hatine wergerandin. Ev kitêb jî Nûbiharê çap kiriye.

Piştî wê min kitêba Siyabend û Xecê amade kir. Ev kitêb jî helbest e û erûz e. Çîroka Siyabend û Xecê ji serî heta binî bi helbestî hatiye vegotin.

Piştî wê min kitêba Mela Seîdê Kurdî ya bi Navê Mektûbatê wergerande Kurdî. Ev kitêb jî ji aliyê Weqfa Zehrayê ve hatiye çapkirin.

2- Tu cudahiya di navbera edebîyata Klasîk û ya moden de çawa dibinî?

Wek tê zanîn ji ber ku gelê Kurd, nemaze êl û eşîr ji nivîsandinê dûr bûn zêde berê xwe dane edebiyata devkî. Bûyerên mezin, bûyerên girîng, xasma şer û pevçûnên di nav bera xwe de bi stranan muhafeze kirine û ji nifşê pey xwe re diyarî kirine.

Lê Kurd ji edebiyata klasîk jî ne bêpar in. Ebedebiyata Kurdî ya klasîk li ser çar ruknan hatiye avakirin: Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Feqiyê Teyran.

Ev her çar lehengên edebiyata Kurdî ji ber ku ehlê dînî bûn, bêhna dînî ji berhemên wan tê. Van di ber hemên xwe de wek çawa hewl dane ku zimanê Kurdî biparêzin her wiha di dilê gelê Kurd ê dîndar de jî hestên dînî gur kirine.

3-Te gelek xebat li ser dîwana melayê Cizirî kiriye? Di edebîyata klasîk de ciyê Melayê Cizirî çiye?

Bi rastî cihekî girîng ê Melayê Cizîrî di edebiyata Kurdî de heye. Derketina Melayê Cizîrî ya ji Cizîrê û ji Botanê di serî de ji bo deverê, ji temamiya gelê Kurd re şanazeke mezin e. Eger em Melê ji edebiyata Kurdî derxînîn wê edebiyata Kurdî wisa qels bibe ku êdî mirov nikare pesnê xwe pê bide. Sed heyf mixabin gelê Kurd ew qedr û qîmeta ku diviya dabûyayê nedane Melayê Cizîrî. Ji ber ku du aliyên vî lehengî hene, yek niştimanperwerî ye, yek jî Xudaperestî ye.

Welatperweriya wî di qesîdeyên wî de xwe dide pêş. Wek çawa dema mîrê Botan Xanşeref Cizîr ji destê dijmin azad kir, Seyda kêfxweşiya xwe bi qesîdeya;

“Xanê xanan lami’ê necma te her pirnûr-i bî

Xanê xanan lami’ê necma te her pirnûr-i bî

Keştiya bextê te ez bayê muxalif dûr-i bî

Kewkeba se’da Şeref tali’ di nêv birca te bit

Da tinê j’ çerxê bela şubhê mehê menzûr-i bî

Encûmê çerxê muheddeb her ji zatê tey şerîf

Kesbê enwarê bikin hetta ku nefxa sûr-i bî

anî ziman. Her wiha Seyda kêfxweşiya xwe ji Botanê re aniyê zimên û pesnê xwe bi wê daye

Gulê baxê Iremê Bohtan im

Şebçiraxê şebê Kurdistan im

4-Edebîyata Kurdî di roja me de gihiştiye çi astê?

Sed heyf û mixabin gelê Kurd bi giştî li ser edebiyata xwe û zimanê xwe nasekine. Di demên dawîn de hin pêşketin hebin jî bi rastî têrî nake. Eger kitêb neyên xwendin, weşanxane nikarin çap bikin. Eger neyên çapkirin morala nivîskarî jî namîne ku kitêban binivîse û dema xwe bide wê.

Di vê mijarê de bar diket ser milê şaredariyên Kurdistanê, diviya wan piştgirî bidana nivîskaran ku kitêbên xwe bidin çapkirin. Her wiha ji xwîneran re derfet peyda kiribana. Mixabin wan ev çend salên bihûrîn ên wek zêrîn di vê mijarê de bê feyde borandin.

 

5- Berhemên nû yên li ber çapê hene? Li ser çi ne?

Kitêbeke min li ber çapê ye. Ew kitêb jî Lem’elera Mela Seîdê Kurdî ye. Min ji Tirkî wergerande Kurdî.

Kitêbên min ên neçapkirî

1- We Çawa Qiymişê Me Kir (Bize Nasıl Kıydınız-Emîne Şenlîkoglu-Roman) Min wergerandiye Kurdî

2- Mirovê Ku Lixwe Digere (Kendini Arayan Adam-Roman) Min wergerande Kurdî

3- Dîwana Seyîd Muhemed Qedrî (ji tîpê Erebî wergerande tîpên Latînî)

4- Dîwana min (Helbestên evînî, welatparêzî, çandî)

 

Kitêbên Nîvco

1- Şerha dîwana Melayê Cizîrî,

2- Tirkmancî (Ev kitêb biwêjên Tirkî û Kurdî datîne ber hev)

3- Bi Helbest Cizîr

4- Bi helbest Gotinên Pêşiyan

Hêjayî gotinê ye ku kitêba min a Gotinên Pêşiyan cara duduyan hatiye çapkirin.

Abdulkadîr Bîngol Kî Ye?

Abdulkadîr Bîngol di sala 1953 an de li navçeya Cizîrê ji dayik bûye. Di sala 1977 an de wek karmendê dewlêtê dest bi kar kir û 1996an de jê teqawît bûye. Di zanîngeha Anadolîyê de beşa zanista civakî xilas kiriye.

Sevda Kaplan-basnews.com

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply