Cînavkên xwedîtiyê bi veqetandekên binavkirî ‘’-a’’, ‘’-ê’’ û ‘’-ên’’ pêk tên. Lê ev veqetandek bi tena serê xwe nikarin bibin cînavk. Di kurdî de veqetandekên binavikirî bi cînavkên kesane yên tewandî; ‘’min, te, wî/wê, me, we, wan’’, cînavkên şanîdanê; ‘’vî, vê, van’’, cînavka ‘’xwe’’ û bi cînavkên berbihevîn; ‘’hev û êk’’ pêk tên. Li vir ji cînavkan zêdetir ez dixwazim balê bikişînim ser mijara piştî qedandina peyvekê …