Tag Archives: Lîstik

Tebax, 2017

  • 27 Tebax

    Du Sepenên Kurdî Yê Nû: Kî Zane? Û O-Biwêj û Gotin

      Bi derketina telefonên Androîdê ragihandin û têkilî gelek pêş ve diçe. Hatek astekî lê niha di bi her ziman û warî de gelek şax û kategoriyên sepanê  derketin. Lê ji bo kurdan jî bi zimanê gel roj bi roj pirr dibin. Niha du sepanên nû di Google Play Storeyê de hatiye weşandin, em van ji we re bidine nasîn: …

Rêbendan, 2017

  • 23 Rêbendan

    Lengo-(Lîstik)

    Lengo yek ji cureyên leyîstikên zarokên Kurd e. Pirranî bi dorê tê leyîstin. Zarok li cihekê bi girêt (tebeşîr) an kevirekê hin dirûvên geometrîk ên nasdar xêz dikin û bi dorê yan hin caran bi komî dileyîzin. Lengo wekî ji navê wê kivşe ye, bi lengoyê ango li ser yek lingê tê leyîstin. Li hin deveran herdû ling jî tên …

Adar, 2016

  • 18 Adar

    Tasika Zêra

    Tasika Zera leyîstika di 2009’an de li Mêrdînê û di mîhrîcaneke navnetewî de li Stenbolê hatiye pêşandin dramatûrjî û derhênertiya leyîstikê Ubeydullah Olam kiribû. Tasika Zêra, leyîstika zaroka ne û ji du çîrokên gelerî pêk tê. Bi awayêkî muzîkal bi temeşavanan re hevûdû dîtibû. Tasika Zera leyîstika di 2009’an de li Mêrdînê û di mîhrîcaneke navnetewî de li Stenbolê hatiye …

  • 9 Adar

    Lîstikên Herêma Kerboranê An Lîstikên Herêma Torê

    1 –  LÎSTİKA XARAN Lîstikan xaran lîstikeke di nav çanda kurdan de pir kevnar e. Di hiş û mejiyê her kurdekî de her dem jîndar e. Li hemû bajarên Kurdistanê lîstika sereke ye. Her zarê kurd miheqeq di emre de, di jiyana xwe de, wextekî xwe bi vê lîstikê borandiye û pê mijû bûye û pê lêyistiye. Tu ji kîjan …

  • 6 Adar

    Zûgotinok

    Zarokno, de werin em bilîzin:   Fêsê fêsasê bê dînê bê kirasê heqlîn deqlîn çerik çumul bisk û umil lolê yasîn gurçik *  *  * Derziya min qul, derziya te qul Derziya min di qula Derziya te de. *   *   * Suwar bû kerê Çû bêderê Avê vexwar Neda kerê *  *  * Dar û de Mişk û maran …

Sibat, 2016

  • 29 Sibat

    Zûgotinok

    Çivîkê kir çîwçîw nav lê kirin çûk Kir çîweçîw çivîk im got çima kirin çûk. *  *  * Şîv kundir, paşîv kundir, ez a rinttir naxwim kundir *  *  * Rovî li rê livî, rê li rovî livî. *  *  * Şemo şemo, sê sêşeman, sê şo sabûn şabaş daye. *   *  * O mo mushkula ket bêrîka Evdila Evdila …

  • 18 Sibat

    Pêşbaziya Lîstikên Gelerî

    Li Agiriyê peşbaziya listikên gelerî hat li darxistin. Di çarçoveya pêşbaziyê de dibistanên seretayî û navîn, digel ekîbên xwe beşdar bûn. Timên foklorê ji bo yekemîntiyê hewleke mezin da. Li Agiriyê di çarçoveya çalakiyên sporê yên di navbera dibistanan de pêşbaziya lîstikên gelerî hat lidarxistin. Dibistanên Seretayî û Navîn, digel ekîbên xwe yên foklorîk beşdarî pêşbaziyê bûn. Lîstikvanan bi cilûbergên …

  • 17 Sibat

    Zûgotinok çi ye?

    ZAROK Û ZÛGOTINOK Di nav kurdan da edebîyata kurdî ya devkî gelekî pêşda çû ye. Dewlemendiya edebiyata devkî ya kurdan xweşiyeke gelekî balkêş dide zimanê kurdî. Di vê nivîsê da ez dixwezim behsa zûgotinên kurdî bikim. Zûgotin beşeke ji edebîyata kurdî ya devkî ye. Zûgotin bi lihevanîna peyvên biqafîye û biaheng hatine çêkirin. Di bîngeha zûgotinan da carinan meselokên biwate …

  • 14 Sibat

    Lîstik ( Zûgotinok)

    Kurm qurm qul kir. Heft teşt mist nîsk. Rûvî li rê zivirî, rê li rûvî zivirî. Pişk û mişkê di kolê de. Min pişk xwar û mişk ma tê de. Min tiliya xwe da qijikê, got “qij”. Qijikê berê xwe da min, min got “qij”. Beran borî di malê de, min beran xwar, beraz ma di malê de. Çêçik û …

  • 10 Sibat

    Hûn dikarin bi zarokên xwe re li malê van lîstikan bilîzin

    Niha em di betlaneyê de ne. Di vê zivistana hanê de hûn ê li malê nikaribin zarokên xwe bidin sekinandin. Lêbelê heke hûn bi wan re planeke çêkin, ew ê zarokên we demên bextewar bijîn. * Çavên zarokên xwe bidin girtin, tişt û alavan bidin destê wî û jê bipirsin “Ka ew çi ne?” * Bi hev re wêneyan çêkin …