Du Sepenên Kurdî Yê Nû: Kî Zane? Û O-Biwêj û Gotin

 

Bi derketina telefonên Androîdê ragihandin û têkilî gelek pêş ve diçe. Hatek astekî lê niha di bi her ziman û warî de gelek şax û kategoriyên sepanê  derketin. Lê ji bo kurdan jî bi zimanê gel roj bi roj pirr dibin.
Niha du sepanên nû di Google Play Storeyê de hatiye weşandin, em van ji we re bidine nasîn: ev sepanan ji alê mamoste Osman Aslanoğlu ve hatiye çêkirin.
1-Kî Zane?
“Ev lîstika hêja ji kurdî re ser xêrê be. Ferhenga kurdî bi saya vê lîstikê dê baştir û bi kelecantir were dîtin. Di lîstikê de nêzî 100.00 bêje bene. Ji ber vê bêjeyên zor jî derdikevin. Wateyên bêjeyan bi Tirkî li binî tê dayîn û divê hûn Kurdîya wê texmîn bikin. An na dê cama we bişikê. Çima cam bişikê? çîroka vê jî wiha ye. Di serî de min lîstika hangman an darxistina mirovekî dixwest. Lê ez fikiram ku kuştin û lîstik nav hev de qet nabe. Lîstika me ya zaroktîyê “çetik” hat bîra min. Min bixwe anîmasyon beş beş, yek yek amade kir. Hêvîdar im kêfa we bîne. ”
Amadekar Osman Aslanoğlu, li ser vê lîstikê wiha dibêje:
Niha bêjeyan sererast dikim. Ji ber ku niha ferhengeke giştî tê de ye û beşa hêsan jî dikare zor be. Niha li ser jimara tîpan hetiye dabeşkirin. Lê di ferhenga lîstîkê, van rojan dê nû be. Asta hêsan dê hêsan be û tê de 2700 bêje dê hebin. Di asta normal de dê 20.000 bêjeyên girîng hebin û di asta zor de 40.000 bêje dê hebin û kesên jêhatî dê ferhenzanîna xwe nîşan bidin.
————————
 2-O-Biwêj
“O-Biwêj, Ferhenga Biwêj û Gotinên Pêşîyan e. Dora 20.000 gotin tê de hene.
Bi hêsanî dikarin li bêjeyan bigerin û gotinan peyda kin. “ Ji bo ku zû karibin bigêjin çanda xwe ev bername ê alîkar be.
Di derheqê van sepanan de rexne û pêşniyarê we hebin hûn karin ji Osman Aslanoğlu re
bişînin.

Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêbazên Pêşxistina Xwendekaran

Perwerdeya ku li dibistan û di nava malbatê de tê dayîn, du rewşên ku pir …

Leave a Reply