Tag Archives: Dîrok

Tebax, 2016

  • 9 Tebax

    Kurdistan û Şaristanî

    Rastîyeke dîrokî:  Şaristanî li seranserê dinyayê, ji axa bakûrê Mezopotamyayê, anku ji Kurdistanê belav bûye XERZÎ XERZAN “ Heya şêr dîroka xwe nenivsînin, helbet nêçîrvan wê nivsandina dîroka xwe bidomînin…” (Ji gotinên pêşîyên Afrîkî)  Dîroka mirovahîyê çawa hatîye nivsandin? Bi gotineke din, metodên nivsandina dîrokê çi ne ? Gelo dîrokzan, dema dîrokê nivsandine, bi tenê rastiyan tomar kirine? An jî anegorî …

Hezîran, 2016

  • 24 Hezîran

    PDF-Gor Bîzansiyan Kurdên Merwanî û Med

    Kerema xwe PDF î bixwînin:       Beşa yekem a vê gotarê de, li gel çavkanîyên Bîzansî û Îslamî yên wê demê,  me piştrast kir ku artêşa li hember Bîzansîyan, artêşa hevkar a Merwanî û Selçûqîyan bû û sedema mezin a têkçûna Romîyan  û dîlgirtina  împeretorê wan Romen Dîyojenî jî , ji ber beşdarbûna siwarîyên Merwanîyan a li şer …

  • 20 Hezîran

    PDF-Ehlaqê Zanistê û Bêehlaqîya Mêtîngerî

    Kerema xwe PDF î bixwînin:       Berîya vê nivîse de me gelek caran behsa mijara “ berovajîkirina dîroka  gelê kurd ji hêla biyanî û dagirker-mêtîngeran ve “ kiribû û her diçe, li gel bidestxistina çavkanî û agahîyên balkêş û kêrhatî, baş e ku mafdarbûna  me a bikaranîna vê gotinê dertê meydanê. Lewra, biyanî û bi taybetî dagirkerên axa …

Gulan, 2016

  • 1 Gulan

    Peydabûna navê Kurd di kûraniya dîrokê da

    Peydabûna navên gelan: Derbarê peydabûna navên gelan ti rêzikeka rasterast nîne. Pir şert û mercên cuda û têvel ji bo peydabûna van navan hene. Hin caran gel bi navên ku bi xwe li xwe kirine hatine naskirin, lê hin caran jî ew bi navên ku gelên din li wan kirine hatine naskirin. Di vî warî da mînak û nimûne pirin. …

Nîsan, 2016

  • 22 Nîsan

    Roja Rojnamegeriya Kurdî

    22Ê NÎSANA 1898AN YEKEM ROJNAMEYA KURDÎ HATIBÛ WEŞANDIN 118 SAL BERÊ LI PAYTEXTÊ MISRÊ QAHÎREYÊ BI NAVÊ KURDISTANÊ ROJNAMEYEK HATE WEŞANDIN. EV ROJNAME 4 RÛPEL BÛ Û TENÊ BI KURDÎ BÛ. JI BER KU EV XEBAT, ROJNAMEYA PÊŞÎ YA BI KURDÎ YE ROJA WEŞANDINA WÊ ROJNAMEYÊ YANÎ 22YÊ NÎSANÊ WEK ROJA ROJNAMEGERIYA KURDÎ TÊ PÎROZKIRIN. ROJA WE YA ROJNAMEGERIYA KURDÎ …

  • 18 Nîsan

    Li Xwe Gerîn: Tenêtî

    Gelo jiyaneke sedî sed azad û serbixwe heye an na? Mirov çiqas li gor xwezaya xwe û xwestekê xwe tevdigerin û bê ku di bin bandora tiştekî din de bimînin, jiyana xwe didomînin? Gava ku em li fikra hebûnparêza (egzîstansiyalîst) dinêrin em vî tiştê dibînin: “xwezaya mirov tuneye û mirov bi dest û keda xwe, xwe diafirîne û xwe destnîşan …

  • 16 Nîsan

    Dibistan

    Hejmar / 3 / HAWAR  / 1932 / DIBISTAN Dibistan ew dere ko em tê de dixwînin. Wek dibistana gundê me.Di dibistanê de mamhoste û zarowên gundî hene.Ji zarowên dibistanê re şagirt dibêjin. Ez jî şagirtek im . Lewra ko diçim dibistanê û dixwînim.Her rûj subehî şagirtan kitêb, defter û qelemên xwe didin hev û diçin dibistanê.Mamhoste dersa şagirtan dibêjit,şagirt guhdar dibin, …

  • 13 Nîsan

    Dersxane

    HEJMAR \ 17 \   HAWAR 1933 DERSXANE Me hemî dil dikir û dixwest ko kovareke me hebit. Dîsan herkesî lê yek bûbû, elfabeya kurdî a nû divêt bête belav kirin û herçî xortên kurd hînî wê bibin. Bi sed renc û dijwariyê û paş xebatek e şeşmehîn, me destûra kovareke bi navê Hawarê sitand. Hawar di nav me de daket. …

  • 9 Nîsan

    Derdê Sado

    HEJMAR \ 13 \   HAWAR 1932 DERDÊ SADO Di wextê şerê mezin de bû. Em bi malîtî di Girê Mîran de bûn. Girê Mîran gundek ji gundên me ye. Tê de heftê heştê mal hebûn. Bavê min li Xarpûtê di hepsa tirko de bû. Hingê ez zaro bûm. Gundekî me ê din jî hebû, jê re digotin Qenter. Qederê deh …

  • 6 Nîsan

    Derdê Milletê Me

    HEJMAR \30\     HAWAR \1941\ DERDÊ MILETÊ ME ( Ez dibêjim ) , ( Nema dikim ) Berî ko ez dest bi meqseda xwe bikim , ez dê çend pirsan ji bo brayên xwe yên ko li Sûriyê rûniştî bikim . Gelî biran Hawar derket, gaziya miletê kurd. Heya kari be li Kurdistanê derkeve mehvanê we ye . Divê kurdên ko li Sûriyê …