Roja Rojnamegeriya Kurdî

22Ê NÎSANA 1898AN YEKEM ROJNAMEYA KURDÎ HATIBÛ WEŞANDIN

118 SAL BERÊ LI PAYTEXTÊ MISRÊ QAHÎREYÊ BI NAVÊ KURDISTANÊ ROJNAMEYEK HATE WEŞANDIN. EV ROJNAME 4 RÛPEL BÛ Û TENÊ BI KURDÎ BÛ. JI BER KU EV XEBAT, ROJNAMEYA PÊŞÎ YA BI KURDÎ YE ROJA WEŞANDINA WÊ ROJNAMEYÊ YANÎ 22YÊ NÎSANÊ WEK ROJA ROJNAMEGERIYA KURDÎ TÊ PÎROZKIRIN. ROJA WE YA ROJNAMEGERIYA KURDÎ PÎROZ BE.

Di 22yê nîsana sala 1898an de yekem rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistanê, li qahireya Misrê ji aliyê Mîqdat Midhat Bedirxan hat weşandin ku wê demê di sirgunê de bû.

Ji ber vê yekê her 22ê nîsanê wek roja rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin.

Mîqdat Midhat Bedirxan, di nivîsa xwe ya yekem de, sedem û wazifeya weşandina rojnameya kurdistanê tînê ziman.

“Di dema me a îroyîn de, êdî her tiştên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivîsandin û ragihandin. Gelek tiştan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurd, ên ku hew çend wêrek, agîd û merd in, ji tiştekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û merîfetê nîşanê we bidim û we teşwîqê nivîsandin û xwendina kurdî bikim…”

Rojnameya kurdistanê di nav şertên zor û zahmet de derdiket.

Rojnameya yekem a kurdi pişti hejmara xwe ya 5. Ku li Qahireyê derdikeve tê qedexekirin.

Pîştî vê bûyerê jî revebirên wê ji bo weşanê berê xwe didin ewropayê.

Pişti 26 hêjmarên wê jî li ewropayê tên weşandin an jî piştî hêjmara wê ya 31emin, ji ber ku derfet kêm in rojname tê girtin.

Rojnameya Kurdistanê di dîroka çapemeniya kurdî de xwedî cihekî taybet û giring e .

Lewra rojnameya yekem a bi kurdî ye.

Wek Mîqdat Midhat Bedirxan Beg gotiye, mebesta wê agahdarkirina kurdan ji qewimînên dinyayê ye, nîşandayîna reyên zanistî û merîfetê ye, û teşwîqkirina nivîsandin û xwendina bi kurdî ye.

Em îro jî dibînin û dizanin ku, mebesta 118 sal berê çi be, îro jî ew e.

Roja rojnamegeriya kurdî, li me û hemû kedkarên çapemeniya kurdî re Pîroz be…

Ev nûçe û vîdeo di 22yê nîsana 2016an de ji aliyê Ridwan Xelîl ve hatiye amadekirin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply