Sitraneke Kurdî Ya 3400 Salî Hate Dîtin

Sitraneke Kurdî li ser tableteke ku bi nivîsa bizmarî hatiye nivîsandin û xwediyê demboriyeke dîrokî ya 3400 salî hate dîtin.

Sitrana Mala Hurî bi gotina zanayan xwedî dîrokeke 3400 salî ye û di wê demê de ji aliyê Kral Ugarît we hatiye nivîsandin.

Malpera ugarît di vê derbarê de nivîsîye ku cara dawiyê zanayan karî sitraneke kevin li ser awayê notayên mûzîkê hatiye nivîsandin bibînin û di encama lêkolînê de aşkere bûye ku ev sitrana berî sitrana Yewnanan hatiye nivîsandin.

Malpera navborî behsa zanayekî lêkolînvanêkî Frensî yê mirasên kevin dike ku li sala 1950 yê de li ser wî parçeyê tabletê lêkolîn kirîye û di vê lêkolînê de aşkere bûye ku dîroka tabletê diçe berîya zayînê sedsala 14an.

Herwiha li gor heman malperê ji ber ku nave sitranê Mala Huriye dikarê bê gotin ku naha sitrana herî kevin ya cîhanê sitrana bi zimanê Kurdî hatiye nivîsn. Ji ber ku heta niha ti sitraneke din ê bi vî awayî kevin nehatiye dîtin.

Li ser Huriyan çavkaniyên cuda hene ku li ser niştecihbûna wan dikin. Lê piranî dîrokzan li ser vê yêkêne ku Hurî li Mezopotamya û Zagrosê niştecihbûne û li vê derê jî dewleta xwe avakirine.

Aryen Tehsîn
BasNews

Derbar Rêvebir

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply