Gava ku em rast hatin
Li nas û dost û hevalan
Berê peyv û axaftin
Divê bidin silavan
Dû re merheba bike
Kêf û şadî li dil ke
Ev şênaya mirovan
Rind û baş û xweşik e
Bêmerheba û silav
Derbas nebe ti her gav
Li malê din ti zeman
Ey roniya dê û bav
Tu silavan li-dar û ber
Ta ajalên kor û ķer
Bike ji dil ez heyran
Ji bo şadî be her der
Silav destpêka me ye
Ew hezkirin bi xwe ye
Der(î)yê xêrê li dilan
Vedike bi te re ye
01.06.2017 AMED
Mustafa RÊZAN