Serpêhatiyên Sofî Remo

Nivîskar û zimanzanê kurd Mela Beşîr, gelek pirtûkên hêja li kurdî wergerandiye. Çîrokên folklorîk yên gelêrî berhev kiriye û romaneke bi nave “Sofî Remo” nivîsiye.

Beşîr ji hêla nivîs nivîsînê de gelek jîr e. Di weşan û malperên kurdî de gotar – meqale – û şîroveyên wî bi navê wî û nasnavekî wî ê din têne weşandinê.

Di sala 1999-an de bi navê ”Sofî Remo” romaneke wî derket. Piştê vê romanê êdî romaneke wî a din derneket, lêbelê pirtûkên wî yên kurteçîrokan û yên wergerê hatin weşandin.

Beşîr nivîskarekî zimanzan e. Ji hêla îlmî / zanistî ya zimên, rastnivîsîn û gramerê ve zana ye, şareza ye. Ew bi pênc zimanan û du zaravayên kurdî (kurmancî û soranî) zanê.

Di romana “Sofî Remo” de, serpêhatiya kurdekî bi navê Sofî Remo hatiye qalkirin. Bûyer di salên 1914 ta 1960î li Kurdistanê derbas dibe. Nivîskar divê berhema xwe de jiyana gelê kurd ya wê demê bi sêweyeke edebî daye zanîn. Berhemeke berferehe li ser malbat û eşîrên kurdan û rola beg, axa û sêxan. Di nav civakê de bawerî û mîtolojiyên kurdan di romanê de bi hawake balkês hatiye hunandin.

 

 

Di romanê de dema şerê cîhanê ê yekem û wê demê rewşa kurdan ya wê wextê tê qalkirin. Di wexta dewleta împaratoriya Osmanî de kirinên karmendên girêdayiyê dewletê yên li Kurdistanê bi şêweyeke vekirî hatiye ravekirin. Karmendên hesûd ji kîjan kurd nexweşin, li dijê kîjan kurd bûne wan ji bo şiyandina herba Uris (rus) destnîşan kirine û wan şiyandine şer. Sofî Remo jî yek ji wan kesane ku diçe şer û dîl – êsîr dikeve. Paşê di dema soreşa Oktobirê de tê berdanê. Serborî û serpêhatiya Sofî Remo ya berê û piştî dîlketinê-êsîrbûnê – bi herikbar2î tê qalkirin.

Di wextê herba cihana yekem de gelê Kurdistanê ji aliyê aborî ve di rewşeke nexweş de bû. Nexweşînên giran, bê dermanî û xela nanî bi hev re pêşbirk dikirin. Rus û Elamaniya di cengê de bûn. Her yekî ji wan dixwest di cengê de biser keve. Dewleta Osmaniyan di wê cengê de bûbû hevalbendê Elamaniya. Dewletê kelûpelên leşkerî ji Elamaniya distandin. Elamaniya alîkariya serbazan ji Osmaniyan xwest. Hevalbendên wan li herêmê hebûn. Kurdan ji wan re digotin: KIZÎR. Kizîr ji şêx û axan pêkdihatin. Wan di fermana ermenî û filan de jî gelekî alîkariya Osmaniyan dikirin. Ermeniyên ku ji ser xaka xwe diçûn cihê wan didan kizîran.

Di herêmê de li her gundekî dubandî hebû. Wextê dewletê serbaz ji kizîran xwestin wan jî firseta xwe bikar anîn. Wan zilamên dijî xwe kom kirin û teslîmî KOMSORÊ romê kirin. Sofî Remo jî yek ji gundiyan bû û şandin herbê. Herba giran di herêma Serhedê de dihate kirin. Beşek ji riya geliyê Betlîsê ve kete herbê û yek ji geliyê Taluliyê ve kete cengê. Sofî Remo di serê geliyê Taluliyê de birîndar bû û kete destê leşkerê Uris. Ew gelî cihê ermeniyan bû lê piraniya wan hatibûn qirkirin û beşek bi xêra nasên xwe xelas bûn. Di wê eniyê de Osmanî şikestin. Eskerê Uris hate heta Kevrêbiqul. Kurd ji herêmê reviyan. Hemû hatin derdorên Mêrdîn û Diyarbakirê. Gelê Serhedê fêrî germa havîna Mêrdîn û Amedê nebûbûn û gelek ji wan bi êşa zerekê ketin û mirin. Xela bû û nan tunebû. Xelkê keçên xama liber xelkê herêmê digerandin ji bo gezek nan. Remoyê keçel bi elbek genim Gulê ji bavê wê kirî û li xwe mahir kir. Serpêhatiya wê hetanî vê gavê jî li ser zimana ye.

Eskerê Rus Sofî Remo birin bajarê Gumriyê, ew dermankirin. Gelek ermenî jî ji welat reviyabûn û li wê herêmê diman. Yên ku keysa ermeniyan li wan dihat, wan ew dikuştin. Yekî ermenî xwe li ber kuştina Sofî Remo xweş kiribû. Rojekê wî keys lê anî ku bikuje lê wî Sofî Remo naskir. Malbata wî gelekî alîkariya ermeniyan kiribûn û ew şandibûn Suriyê. Zilamê ermenî dostanî bi sofî Remo re danî û çi ji destê wî hat wî jî alîkarî jê re kir. Dewletê Sofî Remo û hevalên wî bi tirên û keştiyan ji sinor durxistin. Sofî Remo û gelek hevalên wî birin Fînlandiya. Wê demê ewder di bin hikmê Uris de bû.  Gelek zilamên wan di herbê de hatibûn kuştin. Sofî Remo û hevalên xwe heta şoreşa Lenîn li wir man. Gelek ji wan zawicîbûn û bûbûn xwedî zarok, lê Sofî Remo ne zewicî bû. Wî karê jineke bêmêr dikir û weke diya xwe lê meyze dikire. Piştî şer rawestiya dewleta Uris ew azadkirin û yên ku xwestin herin welatê xwe, dewletê ew dişandin cihê wan.

Lê Sofî Remo demeke dirêj hewil da ku dewlet wî bixwaza lê çênebû. Dewletê ew kuştî dabûn nîşandan û pereyê /dirafê/xwîna wan ji Elamaniya standibû. Di wî halê xerîbiyê de Sofî Remo gelek ji kurdên nav Uris naskirin û li malên wan dima. Dawî Sofî Remo di dawiya zivistanê de bi serperistiya ermenî û kurdan giha ber ava Arasê li hemberî Ixdirê. Ava çem bûbû cemed. Kurd û ermeniyan ew di ser cemedê re derbasî gundê herêmê kirin. Ew bi peyatî kete rê û hate ber ava çemê Dîclê.

Mele Beşîr romana Sofî Remo bi rengekî amatorî weke ku serpêhatî ji devê gel hatibû bihîstin, nivîsandiye. Wî  bi navê ”Smaîlê Dîn” Romanek nivîsandiye lê hêj nehatiye çapkirin. Bi hêviya ku ev roman di demeke nêzik de bê weşandin.

Wî çîroka ”Kejê û Heso” jî nivîsindiye û li ber çapê ye..

Gelek nivîsandinên wî yên din jî  hene.

 

* – Sofî Remo – Mella Beşîr – Weşanên Medya -. Stockholm – Sweden

Lokman Polat

www.candname.com

Derbar Lokman Polat

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply