Yekşem , Tirmeh 22 2018
Malper / Dîrok / Rengên Civaka Silîvan -1-

Rengên Civaka Silîvan -1-

Bajarên kevin û bajarên ku serdemekê navendî an jî paytextî kirine; bi taybet jî bajarên ku him xwedî dîrokeka kevnare ne û di heman demê de paytextî an jî navendî kirine, xwedî çand, kevneşopî, folklor û kodên taybet û dewlemend in.

 

Ekbatan, Waşokanî, Erdalan, Meya Farqîn (Silîvan), Amed, Silêmanî, Colemêrg, Cizîr û Wan çend ji van bajarên Kurdistanê ne ku di dem û serdemên cuda yên dîroka kurd û Kurdistanê de rolên grîng lîstine, paytextî û navendî kirine.

 

Ev bajar, ji ber rol û navendbûna xwe her tim balê kişandine û ji gelek deverên cuda gel hatine lê bi cî bûne. Loma jî ev bajar li gor bajarên din bêtir kozmopolît in. Ji ber vê yekê jî xwedî reng, çand û folkloreka dewlemend in. Dewlemendiya wan ji ber kevnarî, navendî û kozmopolîtiya wan te. Ev taybetî, di nav herikîna dîrokê de dibine kodên civaka wî bajarî û ziman, têkilî, dan û stendin, bazirganî, rabûn û rûniştin, bawerî, tirs, reaksiyon, dînamîzm, şîn, şahî û heya bi muzîk û xwarina wî bajarî ve êdî li gor van kodan teşe û reng digirin. Loma ku dema mirov cizîriyekî dibîne, eger mirov hinekî bi kodên wî bajarî zanibe, dizane ew kes ji Cizîrê ye. Ango heman tişt ji bo farqîniyekî jî derbas dibe. Ewçendî ku Silîvan demeke dirêj e li ser Amedê ye, lê di navbera amediyekî û farqîniyekî de jî mirov bi hêsanî dikare hin cudahiyên berbiçav bibîne. Reaksiyonên ku farqîniyekî nîşan dide û yê ku amediyekî nîşan dide bi hêsanî dikare ji hev cuda be.

 

Silîvan (Meya Farqîn) Li gor hin çavkaniyan Beriya Zayînê di sala 80yî de ji aliyê Tîgranê Mezin ve bi navê Tîgranokerta hatiye avakirin, lê bermayiyên keleha Silîvan û derdora wê nîşan didin ku bajar ji wê dîrokê bi qasî 400 salî jî kevintir e. Ango dîroka wê digihêje heya 2500 salî. Lê mijara me ya niha ne dîrok e, lê reng û dengên civaka Silîvan in.

 

Li Silîvanê bi qasî ez dizanim, ji bilî Mala Mîra û ji gundên bi ser Silîva ne, ne têde, kesekî bêje ez bi koka xwe ji Farqînê me hema bêje tuneye. Em bi xwe jî ji aliyê Xerzan, ji gundê Sasonê ji Teraş koçberî Farqînê bûne. Kalê min hatiye li Farqînê bi cî bûye. Lê ji min pirs bikin ez nabêjim ez sasonî me, lê ez dibêjim ez Farqînî me. Lewra li wir û bi wê çandê, bi wê giyanê mezin bûme. Bavê min jî nabêje ez sasonî me. Îcar ev ji bo hema bêje hemû “Farqînî”yan derbas dibe. Lewra Silîvan jî ji ber kevnarî û navendiya xwe, bajarekî kozmopolît e. Ji bilî kurdan, ermen, yahûdî, suryanî, ereb û heya tirk hebûne. Heya ciwaniya min jî hebûn. Piştî salên 1990î koçberiyeke mezin bû li Silîvan ku sedemên wê têne zanîn û niha êdî ew rengên berê pir kêm mane. Lê kurdên li Silîvanê hebûn jî bi koka xwe ne silîvanî bûn. qersî, mûşî, bilîsî, sêrtî, xerzî, dimilî, licêyî, bîngolî, paloyî, qulpî, hezroyî, colemêrgî, heya dema min, salên 1990î jî hebûn. Lê hemû jî farqînî bûn, lewra gelekên wan li Silîvan ji dayîk bûbûn, heya bavê wan, bavê bavê wan li wir çê bûbû û êdî Silîvanî bûn.

 

Di nav vê dewlemendiya kevnare ya Silîvanê de kesayetiyên pir grîng ku mora xwe li serdemekê, heya li dîroka gelê kurd xistine, derketin. Dr. Yusuf Azîzoglu, Seyda Mele Evdilkerîm Ceyhan, Mahsûm Korkmaz çend ji van kesayetan in. Silîvan her çendî hinekî bi paş ketibe jî, lê heya niha jî bi kurdiya xwe ya zelal û herikbar û bi îsrar, bi welatparêziya xwe ya bilind û pêşeng û bi bedêlên ku di vê rêyê de dane tê naskirin.

 

Lê ne tenê bi van û gelek tiştên din ku rojekê derfet bibin ez ê wan jî binivîsim; bi Sîracê xwe, bi Eloyê Feyoyê xwe, bi Wedoyê xwe, bi Îboyê xwe jî tê nasîn.

 

Kî ne ev?

 

Sîracê Lalik:

Sîrac, dema min ew dît ez zarok bûm. Bi zimanê xwe lalik bû, nedikarî baş biaxive, lê di demên ku televizyon tunebûn û radyo jî di mal û dikanên kêm kesan hebûn de Sîrac beriya herkesekî nûçeyên ji çar aliyên cîhanê li nav çarşiya Silîva belav dikir. Pirê caran nûçeyên ku hîn di radyo û rojnameyan de derneketibûn, farqîniyan ji Sîrac dibihîstin û piştre ji rojnameyan, an jî ji radyoyan. Tu kesekî nizanibû ka Sîrac van nûçeyên ji welat û ji çar aliyên cîhanê ji ku derê tîne, çewa dibihîze, çavkaniya wî çiye. Ez bawer im hîn jî kesek nizane, lê hemû nûçeyên wî jî rast bûn, ango ji ber xwe ve tiştekî çê nedikir. Rengekî xweşikî Farqînê bû û bi derba mozeqirtikê çû. Mozeqirtik bi zimanê wî yê lalik vedide û pê çû ber dilovaniya Xweda.

 

Eliyê Feyo: 

Eliyê Feyo (Eloyê Feyo) yek ji zîrekên Farqînê bû. Rewşa wî ya aborî pir ne baş bû. Bi zorê debara xwe dikir. Lê hewl dida kurê xwe bide xwendin. Rengekî xweşikî Farqînê bû. Mirov dema Farqînê bide naskirin, ji çend kesên divê qala wan bê kirin yek jî, Eliyê Feyo ye, lewra bêyî wî aliyekî Farqînê kêm dimîne.

Piştî 12ê îlonê cuntaya faşîst, dewletê çekên nav gel bi îşkence û darê zorê berhev dikir. Eliyê Feyo rojekê rewtek dide ser milê xwe û di nav çarşiya Silîva re derbas dibe. Jê pirs dikin ka ew çiye li ser milê wî û bi ku ve dibe? Ew dibêje; “Ev jî çeka min e. Wele namûse jî, lê ez ê bibim radestî dewletê bikim.” Peyama wî ji gel re ew e ku çek namûs e, nebin radestî dewletê nekin.

Diçû ber aşxaneya Hemê Cazê, di ber kesên xwarin dixun re derbas dibû û digot; “Erê, bira Elo jî gû bixo.” Êdî nema xwarin di qirika kesekî re biçûna û yan xwediyê aşxanê yan jî muşteriyek gazî dikirê û xwarinek didayê.

 

Rojekî, di ber civata Mahmût Kepolî (axayê eşîrê û parlamenterê partiya APê bû) re derbas dibe û dibêje; “Ker di diya me zengîna ne”. Xwe jî dike navê ku tiştek ne li rê here, bêje min ji xwe re gotiye. Îcar kesî jî tiştekî jê re nedigot jixwe. Axa xulamekî xwe dişîne hinek peran didê, tenê ji bo xwe ji bela wî rizgar bike, ne ji bo başiyek bike. Lewra dizanîbû ku dest bide Eliyê Feyo wê yek farqîniyekî jî qîma xwe neyne. Û bi sedan çîrokên wî yên bi vî rengî.

 

Wedoyê Dîn: 

Wedat, Wedo, an jî Wedoyê Dîn: Ya rastî ew jî yek ji zîrekên Farqînê bû, lê alkolîk bû. Di encama trajediyeke malbatî de xwe dide alkolê û piranî li derve radiza, ango bêmal bû. Merivên wî, apê wî hebûn, lê xwe li kesekî nedigirt, ji xwe û şûşeya xwe ya araqê pêştir. Evîndarekî mezinî Farqînê bû. Welatparêz û dilsozekî kurd bû. Bi xîret û wêrek bû. Wedo gula Farqînê, êş û şahiya li dilê her farqîniyekî bû. Herî zêde jî zarok jê hez dikirin, lewra wî jî ji zarokan pir hez dikir.

Di dema 12ê îlona sala 1980yî cuntaya faşîst de Wedo komekî zarok berhev dike, her yekî darekê dide destê wan, paçek lê girê dide wekî alê û li ber avahiyên leşkerî meşek li dar dixe û diqîrin; “bimire mîlîtarîzm”.

Çîrokên wî jî pir in, lê ji bo wan jî gotareke taybet divê.

Wedat di qezayeka trafîkê ya li nava bajêr de koçê xwe ji Silîva û ji vê jiyanê bar kir. Jixwe bi tenê mirin dikaribû wî ji Farqînê veqetîne.  Lê li gel çîrokên jîyana xwe, bişirîna xwe û nêrîna xwe ya ku giyana mirovan dixwend jî, wekî rengekî xemla civaka xwe, li dû xwe hişt.

 

Îbo: 

Îbo xwedî nexweşîna sendroma downê ye. Yek ji evîna Farqîniyan û evîndarekî farqînê ye. Ne şîn û ne jî şahî bêyî Îbo nabin. Di fam û feraseta Îbo de Silîvana kevnar veşarî ye, li gel hemû rengên xwe yên bedew ve. Ew her tim sergovend, yek ji nexşên herî balkêş ên li ser jîyana civakî ya Silîva ye. Şanoger e, govendger e, serkêşê xortan e. Îbo kena Farqînê ye. Ew bişirîna li ruyê her farqîniyekî ye.

 

Ev kesayetên ku me li jor qala wan kir kesên wisan in ku bi tenê dikarin di nav civaka xwe de cî bibînin û bijîn. Mirov wan li deverekî din deyne, di nav civakeka din de wê bimirin. Eger fizîkî nebe jî wê wekî giyan û kesayet bimirin û bibine tiştekî din. Loma ku ew taybetiyên civakî li ba kesên wiha xurttir in. Lewra bi wan taybetiyan dikarin di nav civakê de jixwe re cî bibînin, yan na kêm dimînin û ew vê rastiyê ji herkesekî baştir dibînin û dizanin.

Ew, kodên civakî yên di nav sedê salan, heya bi hezarê salan de çê bûne, li hev hatine, li gel hemû taybetiyên civaka xwe, di kesayetî û jîyana xwe de baştir û pirtir dihewînin û wan diparêzin, dewrî nifşên nû dikin. Bixwazî civakekî nas bikî, li Îbo û Wedoyên wê civakê binêre.

 

Evîndariya bajar û civakê; xwedîlêderketina li bajêr; hewandina ziman, çand, folklor û kevneşopiyên civaka xwe di kesayet û awayê jiyana xwe de, sedemên hebûn û şahiya van kesan in. Loma jî ku ew nexş û rengên xweşik ên civaka xwe ne. Loma ku ew wekî me gelekan nikarin dev ji axa xwe berdin û ji derveyê bajarê xwe bijîn. Û loma ku ew ji hemû farqîniyan bêtir farqînî ne!

 

Mahabad Felat-Amîda Kurd

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Roşinbîr û têkoşerekî evîndarê welat: KEMAL FEWZÎ (1891/92-1925)

Dilo bêje Kemal Fewzî tu kanî?/Tu dilxweş be, bi van rojên ciwanî Dizanim ku di …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir