Pirr Dengî, Pirr Rengî û Dadmendî

Bi namê Xwedayê ku pirr dengî, pirr rengî û pirr zimanî gerandiye ji nîşanê mezinahiya Xwe û gotiye: “Afirandina asîmanan û erdê,(ji hev) cudabûna ziman û rengên we, ji nîşanên (Mezinahiya Qudreta) Xweda ye. Bêguman di vê de ji bo zanayan ders û îbret hene. 30/22”

Hemd, spas û pesindarî ji Xweda re be ku da em bêne vê temtêla xwe yî nûha ya bêhemta, em di çend qonaxan re derbas kir.

Selat û selam li pêxemberê me Muhemmed Mistefa be ku gotiye; “Yê me bixapîne ne ji me ye û qencê mirovan yê bi kêra mirovan bê ye.”

Xweda, him rûmet daye insanan û him jî bar li wan kiriye. Divê insan wî barî li gorî wê rûmetê hilbigire, an na dê bibe berpirs!

Rûmeta herî mezin ew e ku Xweda, bi destê (Qudreta) Xwe insan afirandiye û digel ferişteyan emrê şeytanî jî kiriye ku ji bavê insanan Ademî re temene bikin!

Xweda, insan afirandiye da ku Wî nas bike.

Çima?

Ferişte û ji bilî insanan giyanewerên ku hebûn, ne mîna insanan bûn: Li himber emr û fermana Xweda bê helwest bûn. İnsan ji naskirin û nenaskirinê re musaid hate afirandin û jixwe ev yek bûye sedama afirandin û rûmetgirtina insan. Tişka ku insan kiriye berpirs jî ew e. İnsan, dema bi fermana Xweda bike û zora nefsa xwe bibe derdikeve asta ferişteyan heta ji wan jî bi rûmetir dibe. Lê dema bi ya nefsa xwe bike û li dijî fermana Xweda tevbigere ango Xweda nasneke, wê gavê dadikeve asta ajalan heta hê nizmtir jî dibe. Çawa ku Xweda jî gotiye: “Ma ji te were ku pirrên wan dibihîzin an jî hişê xwe dixebitînin (ya ku tu ji wan re dibêjî fehm dikin)? Birastî ew mîna ajalan in (dewêr in). Jixwe ji ajalan jî (dewêr jî) rêşaştir in. 25/44 (Lewra ajal ji xwediyê xwe re stûxwar e, lê ev; ji Xwedayê xwe re hîç stoxwar nabin).

Ez dixwazim, li gorî ku Quranê vegotiye bi qonaxê afirandina mirovan dest bi mijarê bikim: Xweda, piştî qonaxa: “Afirandina ji heriyê, di qonaxa bûyina nutfeyê de (dilopa ava meniyê) ew daniye cihekî ewle û saxlem (malzarokê). Piştre ew dilopava han kir xwîneke hişk; û di peyre ew xwîna hişk kir (pişikek) goşt. Piştî ew pişika goştî kire hestî (îskelêt) û ew hestiyan bi goştî nixumand, paşîkê aferîdeyekî nû pêkanîn. 23/12-14” Xweda, bi diyarkirina qonaxê afirandina insanan rûmetgirtina insanan jî diyar kiriye û gotiye: “Me, insan di şekl û awayê herî sipehî de afirandiye. 95/4”.

Di ayeteke din de Xweda gotiye ku: “Xweda, her tiştî aferandiye, sipehî çêkiriye û di serê pêşîn de insan ji heriyê afirandiye. Piştre zuriyeta insan, ji (encama) dilopek ava lawaz afirandiye. Piştre awa-şekil daye insanî, ji giyanê Xwe puf kiriye wî. (Gelî mirovan!) Ji we re guhan, çavan û dilan aferandiye. Çi qasî hûn hindikî spas dikin! 32/8-9” Ango Xweda dibêje ku; di qonaxa paşîn de jî, Min ji giyanê xwe giyan daye insan!

Digel van qonaxana Xweda dibêje ku: “Piştre, bêşiwar e ku, hûn ê di pey vê (qonaxê) de hemin bimrin. 23/15” Lê mirin ne tunebûn e. Çimkî Xweda wiha jî gotiye: “Piştre jî bêguman e ku hûnê, roja qiyametê dîsan bêne saxkirin. 23/16” Ji vê ayatê jî tête fêm kirin ku divê kesê bawermend ne tenê ji bo berpirsiyariya vê cihanê, li gorî berpirsiyariya her du cihanan tevbigere.

Xweda, di navbera qedirgirtin û berpirsiyariya mirovan de ahengiyeke gelek sipehî, bê hemta û pêwist destnîşan kiriye û gotiye belê: “Me, insan di şekl û awayê herî sipehî de afirandiye. 95/4” Lê di heman gavê de wiha jî gotiye: “Piştre me ew, li nizmtirînê nizman vegerandiye. Lêbelê ji bo wan kesên ku baweriyê bînin û karê qenciyan (emelê salih) bikin perûyeke (xelateke) ku naye birrîn heye.95/6-7”

Belê, mebest ji vê afirandina insanan û nasîna Xweda çiye?

Bi naskirina Xweda; divê em rûmetgirtin û mafên hev jî nasbikin, an na dê nakokî, fesadî, şer û kujtin derkeve holê… Çawa ku dema me jî ji vê re mestere û mînakeke zelal e.

Weke ku Xweda jî ev yek vegotiye: “Ji ber tiştên ku mirovan bi destên xwe kirine li bejî û behrê xirabûnî xuya bûye. Xweda, dê (cizayê) hinekî ji wan tiştên ku kirine (li dinyayê) bi wan bide çêj (tem) kirin; da ew li xwe vegerin (ji gunehên xwe vegerin û tobe bikin). 30/41”

Ev cihana ku nuha em têde dijîn û ev gerdûna bê hemta beriya insanan jî hebû. Piştî insan hate afirandin tiştek wek xwezaya xwe nema! Insanan bi guhertina xwestek û rewiştên xwe re xweza û amûrên di gerdûnê de jî guhert!

Kesê Xweda nasbike û bi pêxember îmanê bînê dibe momin û momin jî birayên hev in.

Xweda wiha ferman kiriye. “Çi jin çi mêr momin birayên hev in. Alîkariya hevûdû dikin û ew dostên hev in. Fermana qenciyê li hev dikin û hevûdû ji (Riya) kirêtiyê bi dûr dixin. Nimêjê bi rastîn dikin û zikatê didin. Bi ya Xweda û pêxember dikin. Dê Xewda rehmê li ê wiha bike. 9/71 Ger em li gorî vê ayetê bimeşin: Heke yê zalim birayê me be jî divê em wî hişyar bike û bi rê û rêbazin hêsan vexwîne riya rast û heq. Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin ku: Em, “islama” li gorî berjewendiya çend birayan saz bûye û biratiyeke werengî li dar dixe naxwazin, em biratiya islamê dixwazin. Lewra çawa ku insana bi xwezayê dileyze, xirab dike û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne, car caran bi olan jî dileyzin û dixwazin azînan li gorî berjewendiyên xwe deynin. Divê merivê momin serweqt û hişyar be, nexape!

Beriya insanan jî di vê cihana me de ajal û hin giyanewer hebûn û cihan bê arîşe û guhertina xwezayê dimeşiya. Dar, agir hesin û risas ji mêj ve hebû. Lê piştî afirandina insanan ev jî bûn amûrên xirabiyê!

İnsanan ji daran tîr û kevan, ji hesin çek û ji risasê jî gule û fîşek çêkirin!

Divê helwest parastin be!

Mafê insanê her welatî heye ku bi Xweda bawer bikin û li gorî azîn û dadiya Xweda bimeşin û ji bo ku welatê xwe ji destê dagirkeran azad bikin bixebitin, prensîbên rûmet û îzetê di dilê gelê xwe de biçînin û serxwebûna di her warî de bi dest bixin.

Çimkî Xweda gotiye: “Îzzet, ya Xweda, pêxemberê Wî û ya bawermendan e. Lê minafiq (vê rastiyê) nizanin. 63/8”

Her wiha mafê rêber, rêzan û rewşenbîrên her welatî heye ku mirovên welatê xwe bike yek, peywendiya wan bi hev re saxlem û xurt bike. Ji bona bi hêz bibin û wê hêza wan ji bona berjewendiya wan bide xebatê jixwe ev yek merc e.

Li gorî fermana ku Xweda daye, mafê tu kesî û tu milletî nîne ku pevneşop û adetê cahiliyetê sax bike. Dîsa jî mafê tu kesî nîne ku milletekî ji ola wan vegerîne û bi navê rehperestiyê miletekî bi miletekî din bide kuştin. Divê hebûna rengên ji bilî meriv nebe sedam kêmkirin û piçûk dîtine. Divê neyête jibîrva kirin ku dîtineke wiha û meşeke bi vî awayî dê bibe sedama lêdana dahola felaketê. Lêbelê li gorî çarçûveya “(Pêşî) Eşîra xwe ya nêzîk hişyar bike… 26/214”

Li gorî vê ayeta pîroz jî me piştrast dike ku; mafê êl û eşîra mirovî li ser mirovî heye û pêşdetire. Rast e, ji curbecur aferandina mirovan armanc ev e ku; her millet û êl mafê dîgerê xwe nas bike û rêz û hurmeta mafê wan bigre. Divê tu kes û tu milet destdirêjî mafê tu kesî û tu miletî neke û di tevna mirovatiyê de tev bigerin da li dinyayê biratî, wekhevî, dadmendî û aştiya rastîn bibe serdest/hakim…

Xweda, rê û rêbaz wiha destnîşan kiriye: “Pêxember, ji bo bawermendan ji nefsa wan bixwe jî çêtir û li pêştir e. Xanimên Pêxemberî jî, dayîkên bawermendan e. Li gorî kitêba Xweda, kesên ku, xizmên hev û dû ne (di warê mîratxwerî û malpêmanê de) ji bawermendên ensarî û muhaciran li pêştir û nêzîktirê hev û dû ne lêbelê; ku hûn ji dostên xwe re tiştekî wesiyet bikin ew cuda ye (û caiz e). 33/7; 8/75 ”

Bêguman Xweda, fermana dadmendiyê (edaletê), qenciyê û arîkariya xizman (merivan) dike… 16/90” “(Hey mirov!) Mafê xizm (meriv), xizan (feqîr) û rêwî bide û li cihê nepêdivî destbelaviyê (îsrafê) neke. 17/26” “Naxwe tu, mafê xizmî û rêwiyê (di rê de maye) bide. Ji bo yên ku li razîbûna Xweda bigerin ev, ya herî rind e. Ha ew in, ên ku (li dinya û axretê)serfiraz bibin. 30/38”

Pêxember (s.), gotiye ku; “Kî ku dixwaze rizqê wî pirr/fireh û temenê wî dirêj bibe, bila li merivê xwe binêre.” Li gorî van ayet û hedîsan divê yek berê qenciyê bi merivên xwe bike.

Çimkî dema Xweda musteheqê laneta xwe jî vedibêje wiha ferman dide: “Heçîka ew kesên ku piştî peymana asê dane Xweda,(wê) peymana xwe bişkînin, peywendiya merivan (xizmtiyê, ya) ku Xweda bi pêgeha wê ferman kiriye bibirrin û li sererdê fesadiyê derînin ha lanet (dûrbûna ji rehma) Xwedê, ji wan re ye û dojeh jî ji wan re ye. 13/25”

Xweda, pirr dengî û pirr rengî ji bona ahengî û dadiyê afirand, lê me ew kir amûrê xirabkirin û bêdadiyê!

Divê insan li gorî pîvan û azînên teqwayê bimeşin an na aramî û bextewarî bi dest nakeve û dê maneya pirr dengî û pirr rengiyê jî nemîne û jixwe dibe ku deng û reng bêne qedexekirin!

Gelî mirovan! Bêguman Me we ji mêrekî (ango; Ademî) û jinekê (ango; Hewayê) afirandiye. Û me we kiriye milet milet, êl êl da ku hûn (mafên) hev û du nas bikin. Bêguman çêtirînê we li nik Xweda muteqîtirînê we ne. Bêşiwar e ku Xweda, Zana û Agahdar e. 49/13”

Digel ev ayeta pîroz ji bo biratiya mirovan û domandina biratiyê hîmekî pir saxlem e, pîvanên biratî û çêtirînbûnê jî destnîşan dike. Divê her kes vê rastiyê li ber çavê xwe bigre. Divê bihêta zanîn ku; ji bilî bilindiya di asta teqwayê de tu kes û tu milet ne di ser tu kesî û tu miletî re ye. Heke hin kes an milet ji bilî pîvana teqwayê, çêtiriya xwe bi eslê xwe an bi netew an bi pîvaneke din îdîa bike ev nerast e. Çimkî eslê mirovan tevan ji Hz. Adem e û Adem jî ji axê ye.

Lê digel vê heqîqetê jî mafê her kesî heye ku; ji welatê xwe hez bike, bêriya wî bike û ji bo pêşveçûn û dewlemendiya wî bixebite.

Lewra gava ku Pêxemberê Xweda (s.), wesfê Mekkeyê ji hevalê xwe yê bi navê “ ESÎL” bihîstiye, bêriya wê derê kiriye, ji çavê wî yên mubarek hêstir barîne û wiha gotiyê: “ Ya Esîl, bihêle bila dilê me sakin bibe!” Her wiha mafê xelkê her welatî heye ku ji bona jiyaneke azad bixebite û prensîbên rûmet û îzzetê di dilê gelê xwe de biçînin!

Dema hin arîşe û tevgerên tund û nakokî derketin holê, divê kesê bawermend li aliyê mafdar raweste. Çimkî Xweda gotiye ku: “Heke Xweda, hin mirovan bi hinan ranegirta û neanîba rê. Helbet risteya ser erdê dê xirabûba. 2/251”

Xweda, hişyariyeke li gorî azîna xwe bike nesîbê me!

Bûrhan Hedbî-ufkumuz

Derbar Rêvebir

Check Also

AGIR DI BAWERÎ Û ZARGOTINA KURDAN DE

Destpêk Bêguman em dikarin hilbêrîna êgir, destkeftîyên mirovan ya herî giring û pêwîst bihesibînin. Li …

Leave a Reply