Lê Yarê” Dîrok û Çîroka Dîlgirtina Keçên Kurdan

“Lê Yarê“ straneke xemgîn a Kurdên Xorasanê ye ku behsa bûyerekê ji dîroka Kurdistana Xorasan dike, li gor tê zanîn çîroka wê stranê bo sala 1905’an vedigere û behsa çîroka evîniyê ya kurê Kurd “Behmen” û evîndara wî “Gulnar“ dike.

Roja 11 Mijdara sala 1905’an 36 keç û jinên Kurd ji hoza Baçiyanlû ya Xorasanê ji aliyê Turkmenên navçeya “Cenge Şîrwan“ ve tên girtin, di wî şerî de Turkmenan her çi zilamê Kurd hebûn ew di kuştin û agir diberdan konên wan.

Piştre hinek ji wan jinan tên kirîn û azad dibin, lê yên ku man dibine jinên zilamên Turkmanî û neçar dibin wek kole jiyan ligel wan zilaman, dûrî malbat û warê xwe, hilbijêrin. Strana “Lê Yarê” ku bi zarava Kurmancî tê gotin, çîroka yek ji wan keçan e, ku heta niha ji aliyê hunermendên Fars û Kurd ve tê gotin. Stran ji helbesta xortekî Kurmanc e ku yara wî di nava wî şerî de tê girtin û piştre li nava bazara “Buxare“ tê firotin.

Behmen Şiwanî ku şivanê hoza Baçiyanlû ye, piştî du rojan ji wê bûyerê nûçeya dîlgirtina xuşka wî digihiyê de, ew pez li nava erd bi cî dihêle û vedgere nav konan. Ti kesî li warê xwe nabîne. Hemû tişt hatiya şewitandin, hildikşe bi ser çiyayekî bilind de da ku yara xwe bibîne, lê dagîrkeran bi hezaran metir dûrketine û kesî nabîne. Li wê derê bi dengekî girî û çavên tijî rondik dest bi gotina stranekê li ser yara xwe dike û piştre strana wî bi navê “Lê Yarê’‘ tê naskirin.” Ew stran ji aliyê hunermenda Fars “Şekîle” û hunermenda Kurd a Xorasanê “Yelda Ebasî” bi heman stîlê hunermednên kevin hatiye gotin.

Çawa ew êrîş pêkhat?

Piştî derbaskirina karêza “Xertût” û gihiştin derbenda “Qitlîş” li bakurê sînorê “Bicnord”, Turkmenên dagîrker gihîştin navçeya “Cenge Zeiferanlû”, di tariya şevê de êrîş dikin ser konên Kurdên hoza Başqanlû “Baçiyanû” ku ser bi êla mezin a Zeifranlûyî Quçan ve ne, zilam û xortên wan dikujin û keç û jinên wan jî bi kelemçeyan ligel xwe dibin. Du ji wan jinên biwêr di dema veguhestina wan de li “Kindrif”, di tariya şevê de ji pişta hêstiran xwe diavêjin xwar û direvin û xwe dighînin xaka Rûsyayê.

Hevdîtina dawî ya Behmen û Gulnar

Behmen şivanekî aşiq bû, rojekê piştî nîvro ligel seyê xwe ber bi konên gund ve tê da ku xwarinê bo xwe û hevalên xwe yên şivan bîne, ew kon bi kon digere û çavê xwe li Gulnar digerîne, lê wê nabîne. Xemgîn dibe û ligel seyê xwe ji konên gund dûr dikeve û ber bi daristanan ve diçe.

Bi bêhêviyeke mezin li daristana “Cenge“ bangî evîndara xwe dike, ji nîşkê ve Gulnar bi dengekî zelal bersiva wî dide. Gulnar digihe Behmen û dest dideynê ser mile wî û jê re dibêje ku eva borî di xew de didît ku êdî ew hev nabînin, lewma wê berê xwe dabû daristanan da ku bi çi awayî be wî bibîne. Di himber de Behmen lê vedigerînê ku dê di werzê Biharê de bi hev  re bizewicin û “Êdî em ji hev cuda nabin.”

Roj diçe ava û her du evîndaran xatir ji hev xwestin, Gulnar ber bi konên gund ve vegeriya û Behmen jî vegeriya ber pezê xwe, lê wan nedizanî ku dê hevdîtina daristanê hevdîtina dawî be di navbera wan de.

Piştî ku Turkmen êrîşî gund dikin û Gulnar û 10 jin û keçên din dîl digirin, ew li yek ji bazarên Turkmenistanê tê firotin û dema ku li bazarê ye Hêmin wê dibîne û wek kesên dîn strana “Lê Yarê” li ser Gulnara evîndara xwe digot û bi kolanan de diçû û dihat.

Ezîz Muradî

Derbar Rêvebir

Check Also

Perestgeha Herî Kevin a Cîhanê «Li nêzîkî navê vî cihî wê li tevaya cîhanê belav be.»

Ez dîsan hatim ew Diyarbekra li biniya Çavkaniya Çemê Dîclê û li binê quntara Çiyayê Qerec’î, ku şûnewarê …

Leave a Reply