Çarşem , 21 Cotmeh 2020

Komkujî û Berxwedana Dêrsimê

Dêrsim, ji bo hikûmeta komarê kînorekî ye. Ji bo aştiya welat divê ev kînor bê jêkirin. Vekirina dibistanan, çêkirina rêyan, avakirina fabrîqayan, mijûliyên sanayî, dabûna erd an jî cûreyên din yên medenîkirinê ji bo islahkirina Dêrsimê bê feyde ye û ji bilî xeyalekî vala tiştekî nîne.’‘
Hamdi Begê Mufetîşê Wezareta Navxweyî di sala 1926’an de derbarê Dêrsimê  de raporekî amadekiribû û ‘ji bo çareserkirina pirsgirêka Dêrsimê’ nêrinên xwe wiha anîbû ziman. Li gor wî Dêrsim divê ji holê bihata rakirin. Helbet wî rêyên jiholêrakirina Dêrsimê jî dûrîdirêj nirxandibû û ji hikûmetê re gelek pêşniyazan kiribû. Bi vî awayî pîlana, ‘‘jiholêrakirina Dêrsimê‘‘ di rojeva dewleta Tirk de cîhgirt û pêkanîna vê pîlanê bû yek ji karên sereke ji bo Kemalîstan.
Ber bi salên 1935’an êdî pençeyên rejima Tirk li erdîma Bakûrê Kurdistanê lefiya bû. Serhildana dawîn 5 sal berê li quntarê Araradê şikiyabû û bi sedhezaran sirgûniyên Kurd li Anadol û welatên cîran belavbûbûn. Li Kurdistanê berxwedan nema bû. Tenê li herema Sasonê çend şerwanên malbata Eliyê Unis li dijî leşkerê Tirk berxwedidan û ji bo warê xwe neterikînin li çiya şerê partîzanî dikirin. Tenê çiyayên Dêrsimê ji aliyê rejima Tirk ve nehatibû dagirkirin. Rayedarên rejimê pelixandina Dêrsimê hiştibûn herî dawiyê. Piştî tefandina serhildanên Şêx Seîd û Araradê, dora Dêrsimê hatibû pêçan. Artêşa Tirk ji bo tevgera ser Dêrsimê li Elezîz û Erzinganê bargehên mezin û balafirxaneyan avakiribûn. Bi dehan hezar leşker li van baregehan dihatin komkirin. Xeleka dawîn ya dagirkirina Kurdistanê wê bi Dêrsimê bihata temamkirin. Ji bo vê yekê amadekariyên leşkerî û stratejiya êrişê dihat pîlankirin.
Di pêvajoya ku li asîmanên Dêrsimê ewrên reş digeriyan, Kurdistan ketibû nav bêdengiyeke kûr. Di heman salan de cîhan ber bi serpêhatiyên nûh ve dimeşiya. Li Ewropa rejima Nazist ya Alman amadekariya şerêkî mezin û pîlana fetihkirina hemû Ewropayê dikir. Dengê şerê cîhanê yê dûyem dihat.
Ji bo hikûmeta Tirk hedefa dawîn êrişa nihayî ya li ser Kurdistanê bû. Bi vî awayî wê li ser hemû xaka ku wek ‘Tirkiye’ dihat binavkirin rejima Kemalîst bihata damezirandin. Kemalîstan ji bo serkeftina dawîn hemû bala xwe dabûn Dêrsimê. Ger pêwîst bûya wê Dêrsim ji nexşeyê bihata kolandin û zindiyên ser vê xakê bihatana qelandin.
Ji îdeologên Kemalîst Hasan Reşit Tankut, beriya êrişa ser Dêrsimê bi fermana Mustafa Kemal li ser heremê lêkolînekî kiribû. Di ‘‘Lêkolînên Civakî di Derbarê Zazayan‘‘ de li ser Dêrsîmiyan wiha digot: ‘‘Dêrsîmî welatparêz in. Ji bo vê xaka bê kêr ya Dêrsîmê dikarîn gelek tiştan bikin. Karin bimrin, karin bikujin, lê dev ji Dêrsimê bernadin.”
Li aliyê din sedemeke taybetî ya amadekariyên leşkerî yê dûrîdirêj jî hebû. Bapîrên Tirkan jî tû car nikaribûne bikevin Dêrsimê. Di dema Osmaniyan de jî herçend gelek car hewldabûn jî nikaribûne Dêrsimê dagir bikine. Kemalîstan vê carê dixwestin heyfa dîrokê jî bistînin û Dêrsimê seza bidin.
DÊRSÎM: LÛTKE YA KURDİSTANÊ
Erdîma Dêrsimê nêzîkî 10 hezar kîlometreqare fireh e. Ev deriyê zîv, derbenda sîm, welatê çiyayên bilind û xwedî geliyên kûr û çemên har li bakûrê Kurdistanê di nav eyaletên Amed, Serhed û Koçgirî de cîh digre. Dêrsim ku di hawza ya Firadê de, ji alî sînorên xwezayî ve hatiye dorpêçan, devereke bilind e. Herem ji bakûr ve ji aliyê çiyayê Mûnzir, ji rojava ve ji aliyê Geliyê Avareş, ji başûr ve ji aliyê gola Kebanê û ji rojhilat ve jî ji alî geliyê Periyê va hatiye pêçan. Xaka Dêrsimê bi pirranî ji bilindahiyan pêk tê. Çiyayên Dêrsimê ku bi gelemperî wek Mûnziran tên naskirin, berdewama sîlsîleyên Torosên rojhilatê ne. Lûtkeyên Mûnziran 3 hezar metreyî bilind in. Serê çiyayan havîn u zivistanan berf in. Zivistanan derbendên Mûnziran tên girtin û çiya her sal 8 meh di bin berfê de dimîne. Ev rêzeçiya heta Pilemorî 130 kîlometre dirêj dibin. Firehiya wê jî bi qasî 25 kîlometre ye. Mûnzir li hin deveran ji alî geliyên kûr ve tên birrîn. Çem û avên biçoş bi taybetî rojhilatê Mûnziran bi geliyên kûr perçe kirine. Di erdnîgara Dêrsimê de çiyayên navdar yên wek Mircan, Zel, Dûzgin, Gurgur, Egîn, Xidir, Tûjik, Babasiltan, Bilgeşê, Sowgenê û Goşê hene.
Seranserên geliyên Dêrsîmê bi daristan, mesîre û bi sedan şikeftan ve xemilandî ne. Daristanên Mûnzirê ê wek Zarkawît, Halvorî Wank, Belgeş, Mixsor û Sofke jî navdayî ne. Ji sedî 12’ê xaka Dêrsîmê ji daristanan pêk tê. Ev erdnîgara bihûştî ji alî madenên binerdê ve jî dewlemend e. Di bin xaka Dêrsimê de sifir, qrom, magnez, asbest û çavkaniyên xwey jî hene.
Çiyayên Dêrsimê bi geliyên kûr ji hev vediqetin. Di nav wan de Geliyê Mûnzir ya herî girîng e. Gelî ji Girê Ziyaretê destpêdike û heta nêzî navenda bajêr dirêj dibe û li wir digîje Geliyê Pilemorî. Ev herdû geliyê asê û kûr bihevre digîjin gola Kebanê. Dîsa Geliyê Perî jî ku li keviyên ava Perî dirêj dibe, yek ji geliyên navdar e. Rêyên ku ji bajarên cîran ber bi nav xaka Dêrsimê ve dirêj dibin, ji ser derbendên van geliyan ve digîjin heremê. Derbendên girîng ê Dêrsimê jî evin: Ziyaret, Nêrdewan, Avager, Mircan, û Mahmunûtê.  Çiyayên Dêrsimê seranser bi av û kanî û rûbaran ve xemilandîne. Di erdnîgara bajêr de sê çemên mezin yên wek Mûnzir, Perî û Ava Pilomer diherike. Mûnzir hem di xaka Dêrsimê de, hem di dîroka wê de û hem jî di efsane û çîrokên bajêr de cîhekî girîng digre. Li gor baweriyên kevn, Ava Mûnzir ji pêsîrên yezdan Anahît dizê. Ji ber vê yekê di çareserkirina pirsgirekên civakî de vexwarina ava Mûnzir wek sondekî tê qebûl kirin. Mûnzir ji bakûrê Zerenîkê ji Girê Ziyaretê ji Çilkanî dizê û ji serbejêrên Zerenîkê bi hêzekî mezin diherike û li deverên rast ber bi rojava û rojhilat ve dibe dû mil. Çemên wek Xaçor, Mamikan, Şamikan, Nanîkan, Mercan û Merho ku ji deşta Zerenîkê dizên, tevlî çemê Mûnzirê dibin tev bihevre li nêzî Dêrsimê tevlî Ava Pilemorê dibin û paşê jî berê xwe didin başûr û li sînorê Elezîzê digîjin Firadê.
Li Dêrsimê deştekî tenê heye. Deşta Zerenîk li başûrê quntarên Mûnziran cîh digre û 85 kîlometreqare fireh e. Deşt ji çar alî ve bi gir û lûtkeyên bilind hatiye pêçan.
Dêrsim di salên 1926’an de li gor pergala rêvebiriya rejima Tirk wek wîlayet hatibû rêxistin. Bi navên Pilûr, Pilemorî, Malkişî, Xozat, Mamikan, Pêrtax, Mazgêrd û Nazmiye heşt navçe, 20 xopan û nêzîkî 500 gund û gelek mezra û komikên wîlayetê hebûn. Cîranên Dêrsîmê ji bakûr ve Erzingan û Sîwas, ji başûr ve Elezîz û ji rojhilat ve jî Çewlik e. Dêrsim ji rojhilat ve jî cîranê Meletî ye.
Bi giştî hemû şêniya Dêrsimê Kurd in. Tenê li herema Çemîşgezek û Pertekê çend malbatên Tirk di dema Osmaniyan de hatine bicîhkirin hene. Dêrsîmî bi giştî Elewî ne. Tenê hin malbatên Eşîra Şavak Sunî ne. Kurdên Dêrsimê li navçeyên Mazgêrd, Pêrtax û li Malkişî bi giranî zarava Kurmancî, li navçeyên Xozat, Pilûr, Nazmiye û Pilemorî jî bi zarava Kirmanckî (Dimilkî) diaxifin.
Li gor nivîsarên dîrokî yên Yûnanî, Dêrsim berî zayînê wek Daranîs, di çavkaniyên Persî de jî wek Zûza tê binavkirin. Navenda bajarê Dêrsîmê di sala 1937’an de wek baregeheke leşkerî hat damezirandin û ji aliyê Tirkan ve wek ‘Tunceli’ hat binavkirin. Heta van deman navenda rêvebiriya herema Dêrsimê li navçeya Xozatê bû. Devera ku bajêr lê hatiye damezirandin bi navê Kalan tê naskirin. Ji ber ku navenda bajêr li nêzî gundê Mamikan hatiye avakirin, bi vî navî jî tê naskirin.
Li gor nîvasar û belgeyên dîrokî li herema Dêrsimê jiyana şaristanî 3 hezar sal berî zayînê destpêkiriye. Berî zayinê di salên 2000’an de li heremê hikumdariya İşûwayiyan û paşê jî ya Mûşkiyan destpêdike. Di salên 600’an de li Dêrsimê hikumdariya Medan ku 150 sal dajo, destpêdike. Piştî Persiyan, İskenderê Mekedonî di salên 330’an de dikeve Kurdistanê û Dêrsimê ji Persiyan distîne. Paşê dema Bîzansiyan tê. Di van salan de Dêrsim di nav artêşên Ereb û Bizansan de dibe dika şer. Piştî salên 1100’an Selçûkî dikevin heremê.  Dêrsim di sala 1243’an de ji alî Mongolan û di sala 1387’an de jî ji alî Artêşa Tîmûr ve tê talankirin. Piştî 1500’an li Dêrsimê desthilatiya Osmaniyan destpêdike. Di dema hikumdariya Osmaniyan de, di nav Dêrsimî û dagirkeran de tû car aştî çênabe. Dêrsimî her tim dagirkeran dûrî welatê xwe digrin.
Dema behsa Dêrsimê tê kirin, bêguman taybetiya wê heremê ya olî tê bîra mirov ku Dêrsim di nav xaka Kurdistanê de seranser wek giraveke ola Alewitiyê ye. Di dîroka belavbûna ola Alewitiyê û koçberiya eşîrên Dêrsîmî yên Elewî de, Xûresen cîhekî girîng digre. Gelek eşîrên Elewî ku niha li Dêrsimê dijîn, di pêvajoya dîrokî de çûne Xûresanê li wir demêkî jiyane û ji wir dîsa berê xwe dane Dêrsimê. Hîn jî gelek eşîrên ku ji yek kokî ne nivî li Dêrsimê nîvê jî li Xûresanê dijîn.
KULA DESTHİLATDARİYA TİRKAN
Dêrsim herçend di nav sînorê Osmanî de bû jî, nehatibû dagirkirin û rêvebiriya Osmanî qebûl nedikir. Piştî ku Dêrsim di dema Yavûz de ket destê Osmaniyan, Yavûz heremê ji bo Mîrê Pertekê hiştiye û herwiha Dêrsim heta dema komarê ji alî beg û mîrên Kurd ve hatiye birêvebîn. Herçend di navbera Dêrsim û Osmaniyan de têkiliyekî şeklî hebû jî, Dêrsimiyan bac û leşker nedidan dewletê. Di dema desthilatiya Osmaniyan de Dêrsimiyan çiqas firsend dîtine ji bo serxwebûna xwe li dijî dewleta Osmanî ketine tevgerê. Di salên 1828’an de di dema Siltan Mûradê 2’em de Osmanî cara yekem xwestine têkevin Dêrsimê jî, di encama berxwedana Kurdan de biserneketine û paş ve zivirîne. Wê demê Kurdên Dêrsimê bi giştî di bin serokatiya Mîrê Pilêmorê Şah Husên de tevgeriyane. Di dema şerê Rûs de jî Artêşa Osmanî di bin fermandariya Artêşa Erzinganê Muşir Mehmet Paşa de êrişê Dêrsimê kirine. Osmaniyan herçend di nav Dêrsimê de xirabî kiribin jî biserneketine. Di mehên havînê de gelek pevçûn qewîmine û Osmanî neçar mane ku zivistanê paşvebikşên. Di navbera salên 1908 û 1911’an de di dema rejima İttihat û Terakî de jî Arteşa Osmanî sê caran erişê Dêrsîmê kiriye. Lê ev seferên wan jî biserneketine.
Ji ber ku rejima Osmanî di armancên xwe yên ser Dêrsîmê de biserneketiye, dev ji êrişên giştî yên giran berdaye. Ji delve tevgerên giran yên leşkerî di navbera eşîrên Kurd de nakokî derxistine û wan berî hevda ne. Li aliyê din jî carcaran ji bo hissandina hêza dewletê tevgerên biçûk kirine û bi wî awayî wan mijûl kirine û nehiştine ku Dêrsim ji bo wan bibe xetereke mezin. Ev rewş û siyaseta dewletê heta êrişa mezîn ya sala 1937’an berdevam kiriye.
Bi destpêka salên 1900’an ve Dewleta Osmanî ketibû pêvajoya belavbûnê. Di nav gelên bindest de tevgera netewî û dewletbûnê destpêkiribû. Di vê pêvajoyê de rewşenbîrên Kurd jî dest bi xebatên netewî kirine. Kurdên Dêrsimê jî di nav xebatan netewî de cîh girtine. Di sala 1912’an de Mele Xidirê Dêrsîmî li İstenbolê, bi navê Kurdistan Muhiban Cemiyeti, rêxistinekî dizî didamezirîne. Cemiyet demeke şûnde ji layê polisê Osmanî ve hatiye girtin.
Di salên Şerê Cîhanê yê Yekem de hin yekîneyên Artêşa Osmanî heta ber derê Dêrsimê hatiye. Dewleta Osmanî xwestiye eşîrên Dêrsimê li dijî Artêşa Rûs û Ermeniyan bikarbîne. Lê ev pîlanê wan bi ser neketiye. Di sala 1916’an de li Dêrsimê li dijî Osmaniyan serhildaneke mezin derketiye. Mazgêrd, Nazimiye, Çarsancak û Pêrtax ji Osmaniyan hatiye pakijkirin. Di van salan de herem wek Dêrsim hatiye binavkirin û wek sancaxekî bi wîlayeta Mamuret-ul Ezîz yanê bi Mazrayê ve girêdayîbûye. Heta salên 1922’an jî bi vî awayî hatiye birêvebirin. U piştî serhildana Koçgiriyê wek wîlayetekî bi serê xwe birêvebirine.
Di sala 1919’an de ku Dewleta Osmani piştî şerê cîhanê têkçû ji bo bidestxistina mafên netewî Kurdan jî hin rêxistinan damezirandin. Yek ji wan rêxistinan Kurdistan Tealî Cemiyetî bûye. Ev cemiyet wek gelek deverên Kurdistanê, li Dêrsim û Xozatê jî dû şaxan vekiriye. Di nav damezrênerên Kurdistan Tealî Cemiyetî de ji Dêrsîmê; Mehmet Nuri Dêrsîmi, Huseyîn Husnî, Huzniyê Dêrsîmî, Hesen Begê Dêrsimî, Şêx İbrahimê Pilemorî, Mîralay Xelîl Beg, Necîbê Dêrsimî û Mîralay Mustafa Beg jî hebûne.
 
 
SERHİLDANA KOÇGÎRÎ
Yek ji berhemên xebata Kurdistan Tealî Cemiyetî, Serhildana Koçgirî bûye. Ev serhildana ku di sala 1921’an de destpêkiriye û çend mehan ajotiye, ji Zara’yê heta sînorê Dêrsimê belavbûye û ji alî hin eşîr û şerwanên rojavayê Dêrsimê ve jî piştgiriya wê hatiye kirin. Ev serhildan bi têkiliya xwe ya bi Dêrsîm û bi Dêrsimiyan re, bi awayekî serhildaneke Dêrsimê ye jî.
Koçgirî di serê sedsala 20’an de di nav sînorê Dêrsimê de bû. Di sala 1935’an de piştî ku ’’Zagona Tunceli’’ hat derxistin, sînorên Dêrsimê hatin tengkirin û parêzgeha ‘Tuncelî’ hat avakirin. Bi vî awayî Koçgîrî û derûdorê li dervayê parêzgeha Tuncelî ma. Ji ber vê yekê tevgerên heremê yên heta sala 1935’an li ser Dêrsimê tên binavkirin, ku di nav wan de Serhildana Koçgîrî jî heye. Herema Koçgirî li rojava bakûrê Dêrsimê ye. Li vê heremê herçend eşîra sereke Koçgîrî be jî, çend eşîrên din jî hene. Erdîma Koçgîri ya îro di navbera Sêwas û Erzinganê de hatiye dabeşkirin. Li Koçgîrî hin eşîrên ku ji bakurê Dêrsimê hatine, bicîhbûne. Li derûdora Refahiyê eşîra Lolan, ber bi Erziromê ve eşîrên Xormekan û Çarikan Dêrsimî ne û bi zarava Dimilkî diaxifin.
Kurdistan Tealî Cemiyetî di sala 1918’an de piştî Agirbesta Mondrosê li İstenbolê ji alî rewşenbîrên Kurd ve hatibû damezrandin. Ji Koçgîrî Elîşan Beg, Heyder Beg û Nûrî Dêrsimî û Elîşêr jî endamê cemiyetê bûn û li Dêrsim û Koçgîrî gelek şaxwên vê rêxêstinê vekiribûn.
Piştî morkirina Peymana Sewrê Kurdên Dêrsim û Koçgiriyê ji Dewleta Osmanî û Kemalîstan doza mafên netewî dikirin. Peymana Sewrê li bakûrê Kurdistanê hin mafên Kurdan naskiribû. Rewşenbîrên Kurd ji bo pêkanîna vê peymanê gelek hewldidin. Lê rayedarên Osmanî tû gav navêjin. Eşirên Dêrsim û Koçgîrî di sala 1920’an de li navçeya Kangalê li Ocaxa Husên Evdal civînekî mezin lidardixin. Ev ocax di nav Elewiyan de meqameke pîroz e. Di civînê de biryara serxwebûnê û serhildanê tê girtin.
Serokatiya serhildanê; wê ji alî Elîşan Begê Cîgirê Qeymeqamê Refahiyê, Heyder Begê Mudûrê Nahiya Maciran, serekê eşîrên Dêrsimê Elîşêr û Seyîd Riza, Beytarê heremê Nûrî Dêrsimî û ji Xozatê Diyab û Meço Axa ve bê kirin.  Bi vî awayî di sala 1920’an de serhildan destpêdike. Hêzên Kurd davêjin ser qereqol û bargehên leşkerî. Wê demê hêzên Kemalîst jî li dijî Yûnaniyan şerdikin û zêde guh nadin heremê. Serhildêr dixwazin peşiyê Xozatê bidestbixin. Evder navenda rêvebiriya Dêrsimê ye. Paşê jî tevî eşîrên Çemîşgezek û Koçgîrî bajon ser Sîwasê. Piştî ku Sîwasê bidestxistin wê bajon ser Enqerê û daxwazên xwe bi Enqerê bidin qebulkirin. Li gor vê pîlanê piştî ku serhildan destpêkir wê hemû Kurdên Dêrsimê jî rabin û piştgirya wan bikin.
Wê demê hikûmeta Siltan ya İstenbolê behsa otonomiya Kurdistanê dikir. Lê piştî Peymana Çekberdana Mondorsê Siltan lewaz bû û hukmê wî nemabû. Li Anadolê hêzên Kemalîst derketibûn pêş. Li ser teqîna Serhildana Koçgîrî Kemalîst vediciniqin. Ger ku Koçgirî biserkeve wê di serî de Dêrsim, Kurdên din jî serhildin û wê nikaribin ber li Kurdistnaê bigrin. Kemalîstan duxwestin Kurdistan di destê wan de bimîne. Ji bo vê yekê li hember Kurdan argumentên olî derdixistin pêş û behsa yekitiya Kurd û Tirkan û bratiya İslamê dikirin. Herwiha digotin ku Anadolê ji dagirkeran paqijbikin wê hikûmetekî hembeş ya Kurd û Tirkan damezrînin. Ji bo Kurdan bikşînin cem xwe jî tehdîda Ermeniyan bikardianîn.
Mustafa Kemal ji bo ber li tevgera netewî ya Kurdan bigre, ji mêj ve di nav hewldanan de bû. Di civînên Erzirom û Sîwasê de xwestibû van pîlanên xwe pêk bîne. Behsa bratiya Kurdan û mafên wan dikir. Di têlgrafên dizî de ku ji fermandarên Kurdistanê rê dişand de jî berewajiyê vê yekê dikir. Di têlgirafên xwe de ji fermandaran duxwest ku ew, serekên Kurdan bişopînin û îcab bike hinekan ji wan bukujin. Kemal, ji bo Kurdan bikşîne alî xwe hin awayên din jî bikardianî. Bi tayabetî bi rêya îltîmas û mezinkirinê hin serekeşîran wek mebûs tayîn dikir. Herwiha wî duxwest Elîşan, Heyder Beg û Nûrî Dêrsimî jî wek mebûs bişîne Meclîsa Anqerê. Lê ev serokên Koçgîrî û Dêrsimê vê yekê qebûl nakirin.
Helbet hemû serekeşîr û rewşenbîrên Kurd wek hev tevnedigeriyan. Diyab û Meço Axa ku ji Rojavayê Dêrsimê serokên eşîrên Xozatê bûn û bi salan li dijî Osmaniyan şerkiribûn, li ser daxwaza Mustafa Kemal, wek Mebûsên Dêrsimê çûbûn Enqerê. Bi saya van hêza Kurdan perçe bûbû. Mustafa Kemal piştî van tedbîran berê artêşê dide Koçgîrî. Artêşa ku di bin fermandariya Nûreddin Paşa de ye tevî çeteyên Topal Osman êrişê heremê dike. Şerê Koçgîrî di serê Adarê de destpêdike û heta dawiya meha Hezîranê didome. Serhildan ji Zara’yê heta sînorê Dêrsimê belavbûbû.
Di pêvajoya serhildanê de Elîşêr ji herema Dêrsimê desteyên şerwanan komdike û di serhildanê de roleke girîng dilîze. Hijmara şerwanên Dêrsimî yên li Koçgîrî nêzî 2 hezarî ne. Di serhildanê de hêzên Elîşêr bajarên herema Koçgîrî yên wek Refahiye, İmraniye, Diwrîxî û Kemahê dagirkiribûn û li heremê êrişê hedefên leşkerî dikirin. Di encam de Artêşa Tirk berê xwe dabû sivîlan û gelek gund hatibûn wêrankirin û bihezeran gundî hatibûn kuştin. Piştî ku hêza Tirkan dajo ser koma Heyder Beg, ew paşve dikşên û dixwazin ji ser Pilomurê derbasî Dêrsimê bibin. Lê eşîrên Dêrsimî yên deverê, yên wek Qureyşan, Balaban û Balan ku di bin tesîra Generalê Tirk Kazım Karabekir de ne, li dijî hatina Heyder Beg disekinin. Li ser vê yekê Heyder Beg naxwaze xwîna Kurdan birjê û dizivire Koçgîrî. Alîkariya sozê eşîrên Dêrsimê pêk nayê. Bi vî awayî serhildan têkdiçe. Piştî ku Heyder Beg teslîm dibe, Elîşêr û Nûrî Dêrsimî jî derbasî Dêrsimê dibin. Di dadgehên de ji bo 90 kesî cezayê îdamê tê birîn. Eşîrên Dêrsimê bi telgrafan li hikûmeta Enqerê tehdîdan dikin û dibêjin ger ew Kurdan îdam bikin, wê Dêrsim jî serhilde. Li ser vê yekê Kemalîst dev ji îdaman berdidin û di nav de Heyder Beg gelek kesan dişînin sirgûnê. Mustafa Kemal piştî ku serhildan tê tefandin û darizandin jî diqedin, ji bilî Elîşêr û Nûrî Dêrsimî ji hemûyan re efûyekî giştî derdixe. Elîşêr û Nûrî Dêrsimi wê di sala 1937’an de di berxwedana Dêrsimê de jî rolên sereke bilîzin.
Piştî tefandina Serhildana Koçgîriyê, li Dêrsimê bêdengiyekî peyda dibe. Hêzên rejimê herçend tevlî Dêrsimê nabin jî heremê ji nêz ve dişopînin. Di ve navberê de Kemalîst, li dijî Yûnaniyan biserketine û li Enqerê komara xwe ragehandine.
Piştî ku rejima Kemalîst di sala 1923’an de bi saya Peymana Lozanê sînorê Tirkiyê diyar kirine êdî pêdiviya wan bi piştgiriya Kurdan jî nema ye. Ji ber vê yekê soz û bextên ku ji bo mafên Kurdan dane, tên jibîrkirin. Li ser vê helwesta Kemalîstan, rewşenbîr û welatparêzên Kurd di sala 1923’an de Rêxistina Azadî didamezrînin û di encam de di sala 1925’an de Serhildana Şêx Seîd diteqe. Beriya ku Serhildana 1925’an destpêbike, ji bo têkilî danîna bi Dêrsimiyan re hin hewldanên Şêx Seîd û Rêxistina Azadî çêdibe.
Serokê Azadî Xalid Begê Cibrî di sala 1921’an de wek zabitê Osmanî li herema Dêrsimê xebitiye û di nav serekeşirên heremê de sempatiyekî peyda kiriye. Di dema amadekariyên serhildanê de Xalid Begê Hesenî jî diçe Dêrsimê. Lê eşîrên Elewî yên Dêrsimê bi serekên Azadî baweriya xwe naynin. Lewra eşîra Cibran ya ku serokê Azadî, Xalid Beg jî endamê wê ye jî mêj ve bi eşîrên Elewî yên wek Xormek û Lolan re di nav nakokiyê de ye.
Piştî ku serekên Azadî di sala 1924’an de tên girtin û Şêx Seîd derbasî fermandariya serhildanê dibe jî hin hewldanên temînkirina piştgiriya Dêrsimê çêdibe, lê ew jî bisernakeve. Li gor hin çavkaniyan Şêx Seîd bixwe jî diçe herema Dêrsimê û Seyîd Riza jî di nav de bi hin serekeşîr û oldarên Dêrsimê re diaxife. Lê ji van hevdîtinan jî encamekî dernakeve. Li gor encama hevdîtinan wê Dêrsimî li dijî serhildanê jî tevnegerin.
Piştî ku serhildan di Sibata 1925’an de destpêdike û Elezîz dikeve destê serhildêran, Dêrsim bi bêdengî pêşveçûnan dişopîne. Li Elezîzê fermandarê cepheyê Şêx Şerîf û Yado bi Hesen Xeyrî yê Dêrsimî re têkilî datînin. Hêzên Şêx Seîd heta sînorê Dêrsimê hatine. Piştî ku rûdanên leşkerî li dijî hêzên Kurd vedigere, li herema Mazgêrdê hin eşîrên hevkarên dewletê ji pişt ve êrişên serhildêran dikin. Li hember vê helwesta beşekî Dêrsimiyan, Kemalîst ji bo bêdengiya wan peyda bikin, di bin serokatiya Orgeneral Kazım İnanç de heyetekî dişînin Xozatê û ji wan re spas dikin.
Lê çavên Kemalîstan li ser Dêrsimê ye. Wezareta karê navxweyî di dawiya sala 1926’an de Mufetîş Hemdî Beg dişîne Dêrsimê. Hemdî Beg di raporta xwe de dibêje ku; ’’Dêrsim her ber bi Kurdayetî ye ve diçe û ji bo komarê bûye kînorekî û divê ev kînor were jêkirin.’’
Ber bi salên 1926’an piştî şikesta Serhildana Şêx Seîd, Kemalîstan ji bo dorpêçan û xapandina eşîrên Dêrsimê dest bi xebatan kirin. Bi rêbaz û hîleyên taybetî di nav eşirên Dêrsimî de nakokî derdixistin û wan berî hevûdû dan. Herwiha duxwestin ku li Dêrsimê li çend hereman baregehên leşkerî deynin û çek û sîlehên eşîran ji dest wan bistînin. Di vê navberê de car caran aliyan ji bo hevûdû bipîvin û pîlanên hevûdû fahmbikin, şerên biçûk derdixisitin. Rejima Kemalîst ji bo êrişeke xurt ya ser Dêrsimê amadekariyan dikirin.
 
QETLİAMA KOÇAN
Ji Dêrsimê jî xeberên amadekariyên serhildanê belavdibû. Di heman salî de Waliyê Amedê Alî Cemal jî diçe Dêrsimê û bi seyîd û serekeşîran re civînan lidardixe. Ali Cemal ku bixwe jî Elewî ye dixwaze niyeta Dêrsimiyan fahmbike. Di encama gera xwe de ji hikûmetê re raportekî dinivsîne û pêşniyaz dike ku li Dêrsimê reforman pêk bînin û bi vî awayî Dêrsimê bi komarê re girêbidin.  Di raporta Alî Cemal de bi giranî behsa Eşîra Koçan jî tê kirin. Li gor raportê; Eşîra Koçan li heremê tevî hin kesên ku piştî serhildana Koçgîrî hatibûn deverê, talanan dike û êrişê alî Çemîşgezek, Kemah, Arabgîr û Kemaliyê dike. Ji ber vê yekê divê li ser vê eşîrê tevgereke leşkerî bê meşandin û bi vî awayî wê eşîrên din jî bên tirsandin. Di vê navberê de Alî Cemal ji bo di dema tevgera ser Eşîra Koçan de bêdeng bimînin serekeşîrên din qayil dike. Bi vî awayî wê karibûna eşîrên Xozat û Pilûr ku pirsgirêkan derdixin bêtesîr bikrana. Başûr û Rojhilatê Dêrsimê ji xwe li dijî dewletê bêdeng bûn. Waliyê Amedê Ali Cemal bi vê yekê jî têr nabe û di nav de Nûrî Dêrsimî, heyetekî ji Dêrsimiyan dibe Enqerê û wan bi Orgeneral Kazım Karabekir re tîne cem hev. Piştî ku artêş amadekariyên xwe bicîh tîne, Walî Alî Cemal careke din jî eşîrên Beytan, Pezgewran, Maqsûdan û Aslan li keviya Mûnzirê komdike û ji wan dixwaze ku ew jî di vê tevgera li dijî Koçanan de alîkariya arteşê bikin. Di civînê de Nûrî Dêrsimî jî amade ye. Di civînê de Ali Cemal bi ava Mûnzirê sond dixwe ku Mustafa Kemal jî Elewî ye û soz daye ku piştî tevgera ser Eşîra Koçan Dêrsimê îhya bike. Bi vî awayî di 19’ê İlona 1926’an de tevgera leşkerî destpêdike. Artêşa Tirk ji derûdorê jî milîsan komdike û tevî piştgiriya hin eşîran dest bi êrişê dike. 6 balafir û bi hezaran leşker avêtine ser herema Koçan. Eşîrên Reşkan û Şemkan jî hedefa dewletê ne û bi Koçanan re hevkarî dikin. Di pevçûnan de Eşîra Koçan li herema Amûtka gelek zirarên mezin dide artêşê û cepxane bidestdixe. Di 8’ê Cotmehê de Koçanî doza aştiyê dikin û jin û zarokên xwe dişînin herema Pejgar û Maqsûdan. Paşê dîsa pevçûn destpêdikin.
Di serê ewil de herçend hin eşîren Dêrsimî alikariya artêşê dikin jî piştre di binî de bi Eşîra Koçan re têkili datînin. Li ser vê helwesta eşîrên Dêrsimê, Dewleta Tirk ji Erzinganê 3 alayên piyade tîne û mîlîsên eşîran ji heremê dikşîne. Di vê navberê de şerwanên Koçan hêdî hêdî ji herema şer vedikşin û hedefa artêşê lewaz dibe. Ji ber ku zivistan jî tê, artêş bi perîşanî paşve dikşê Elezîzê û tevgera Koçanan bi vî awayî bidawî dibe. Rayedarên leşkerî têkçûna xwe ya vê tevgerê bi refguhertina eşîran îzah dikin. Di encama vê tevgerê de bi dehan gundên Koçanan tên şewitandin. Bi sedan gundî tên kuştin û jin û zarokên ku bidest hêzên dewlete dikevîn, veredikin sirgûnê.
Tevgera Koçan di navbera eşîrên Dêrsimê de dibe sedemê bê aqûbetî û bê baweriyê. Ji ber vê yekê ev eşîra serhildêr jî di berxwedana 1937’an de bêdeng dimîne. Li aliyê din herçend di binî de bi Koçanan re hevkarî kiribin jî serekên heremî yên wek Nûrî Dêrsimî û Seyîd Riza jî di vê tevgerê de li alî dewletê tên xuyakirin û ev yek jî dibe sedemê bê bawerî û nakokiyên navxweyî.
Dema ku li Dêrsimê van bûyeran diqewimin li Araradê jî serhildan destpêkiriye. Rejima Kemalîst vê carê bala xwe dayê Araradê. Piştî ku li Araradê jî serhildan destpêdike, rejima Kemalîst li Kurdistanê pergala rêvebiriyeke nûh didamezrîne. Navê rejima nûh ya Kurdistanê ‘Mufetişiya Umumî’ ye. Li gor vê pergalê li Kurdistanê dû mufetîşî tên damezrandin. Navenda Mufetîşiya yekem li Amedê û ya sêyem jî li Erziromê tê bicîhkirin. Elezîz, Dêrsim, Amed, Wan, Bedlîs Hekkarî û Sêrt bi vê mufetişiyê ve girêdayîne.
Mufetîşê Amedê İbrahim Tali ye. Ev hevalê Mustafa Kemal e û bi eslê xwe Ereb e. Mufetîş bi selahiyetên mezin hatiye wezîfedarkirin. İbrahim Tali jî li ser Dêrsimê raportekî amade dike û pêşniyaz dike ku pêşiyê li heremê çek bên komkirin, paşê sereokeşîr û seyit werin sirgûnkirin. Piştî vê yekê jî gund û kom bikin yek, rêyan çêkin, bargehên leşkerî avabikin û dibistanên Tirkî vekin. Herwiha İbrahim Tali zilma ku li Dêrsimê hatibû kirin jî dixe stûyê Alî Cemal û bi vî awayî dixwaze Dêrsimiyan kaşi alî xwe bike.
Di vê navberê de heta sala 1929’an li Dêrsimê bêdengî dajo û di nav aliyan de heyet diçin û tên. İbrahim Tali ji bo serkeftina pîlanê jî li benda tefandina serhildana Araradê ye. Ger ku serhildana Araradê li Dêrsimê jî belavbibe wê ji bo komarê xetereke mezin derkeve holê. Herwiha lazim e êrişeke ser Dêrsimê bi hêzên xurt bê kirin an jî wê wek yên berê bê encam bimîne û pirsgirêk her berdewam bike. Ji bo vê yekê li benda firsendekî ye.
Rejima Kemalîst di vê navberê de bi navê Deli Fahri kesekî wek waliyê Elezîzê tayîn kiriye. Walî rêvebirê herema Dêrsimê ye jî. Wî sond xwariye an wê pirsgirêka Dêrsimê ji kokê safî bike an jî li Dêrsimê can bide!
Di ve navberê de li Dêrsimê car caran di navbera hêzên rejimê û eşîran de ji pevçûnên biçûk diqewimin. Li gor bîranînên Nûrî Dêrsimî, di sala 1930’an de eşîra Seyîd Riza û eşîra Keçelan ji bo piştgiriya Araradê êrişê bargehên Erzingan û Erziromê dikin. Di pêvajoya êrişa mezîn ya ser Araradê de, rejima Kemalîst hin leşkeran jî di bin fermandariya Mîralay Rüşdü Beg de dişîne ser Pilomurê. Alaya Piyade ya 11’em, 4 topên giran û filoyekî balafiran tevlî sefera Pilomurê dibe. Di 24’ê Cotmeha 1930’an de tevgera leşkerî destpêdike. Li heremên Danzîk, Harsî, Gunelî, Aşkîrik Cencigeye di navbera aliyan de pevçûnên xwîni diqewimin. Gelek gund tên sotandin û gundî tên kuştin. Artêş jî gelek leşker wenda dike. Di vê tevgerê de Balan, Lolan, Arilan Kalan, Abassan Heyderan û Deneman li dijî artêşê berxwedidin. Hin eşirên Mazgêrdê, çend gundên Pilomurê û eşîrên İrbolan, Kancan, Şadlan û Şartekan nêzi dewletê disekinin.
Di vê tevgerê de rêvebiriya hêzên Tirk bi giştî ji alî waliyê Elezîzê Deli Fehri ve tê meşandin. Walî dema ku diçê Dêrsimê dibêje ’’Heta ku ez li Dêrsiê nemrim, ezê venegerim Elezîzê.’’ Di dema pevçûnan de dora yekîneya wî ji alî şerwanên Eşîra Yûsifan ve tê pêçan û ji wî dixwazin ku teslîm bibe. Deli Fahri bi zorê ji destê Kurdan xelasdibe û xwe davêje Mazgêrdê. Lê çend roj şûnde felç derbasdike û dimire. Di encam de ev tevger herdû aliyan jî dibetilîne û artêşa Tirk careke din vedikşe Elezîzê. Bi vî awayî gotina fermandarekî Osmanî ku gelek caran tevlî tevgerên Dêrsimê bûbû careke din dihat bîra rayedarên Tirk: ’’Li ser Dêrsimê sefer dibe, lê serkeftin nabe.’’
Bi vî awayî Artêşa Tirk heta dorpêçana mezin ya sala 1937’an li Dêrsimê dev ji tevgerên leşkerî berdide. Mufetîş İbrahim Tali ku piştî vê tevgerê raporekî dinivsîne wiha dibêje: ’’Di van 30 salên dawîn de li Dêrsimê hîç eşîrekî nemaye ku nehatibe tedîbkirin, lê encam neguheriye û tû netîce bidest neketiye.’’ Ev tevgera bêncam serê İbrahim Tali jî duxwe û ji dêlva wî ve Waliyê Sîwasê Wehbî Beg, wek mufetîşê nûh tê wezîfedarkirin.
TUNCELİ KANUNU!
Pirsgirêka Dêrsimê ji bo rejimê wek pirsgirêka esasî li meydanê mabû. Serfermandar Feyzî Çakmak, Fermandarê artêşa 3em Xalis Paşa, Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Şükrü Kaya û gelek rayedarên heremi li ser Dêrsimê raporan amadedikin da ku rejim karibê vê meselê ji kokê çareser bike.
Di encama van raporan de rayedarên rejimê digîjin wê qenêtê ku ji bo îslahkirina Dêrsimê pîlanên dûrdirêj û bisebir lazim e. Dewlet wê Dêrsimê demekî li halê xwe bihelê û piştî ku li heremên din aramî pêkanî wê bajo ser Dêrsimê. Di vê navberê de jî wê di binî de amadekariya dagirkirina Dêrsimê bên kirin.  Yek ji amadekariyan rejimê ‘’Tunceli Kanunu’’ yanê Zagona Dêrsimê bû. Di 25’ê kanûna 1935’an de li Meclîsa Tirk bi navê ‘‘Zagona Tunceli‘‘ qanûnekî taybetî hat derxistin. Li gor vê zagonê valî û fermandarên herema Dêrsimê karibûn hemû selahiyet û erkên wezîran bikarbînin. Qeymeqam û şaredarên heremê ji zabitan bihatana wezîfedarkirin. Fermandarê arteşa heremê karibû navenda bajar û navçeyan biguhurîne û kesên dixwaze sirgûnê dervayê heremê bike. Dîsa xalekî girîng ya vê zagonê darezandinên taybetî bûn. Li gor vê xala zagonê darezandinên dadgehan wê bi metodên taybetî bihatana kirin. Yanê fermandarê Artêşa Dêrsimê kesê bixwesta karibû bi kuştinê cezabikira.
Li gor vê zagonê navê Dêrsimê jî wek Tuncelî hatibû guhertin û li heremê mufetişiyeke taybetî bi navê Mufetişiya Giştî ya 4’em hatibû damezrandin. Ev qanûna ku wek ‘fermana Dêrsimê’ bû wê heta sala 1947’an di rojevê de bimana û Dêrsim bi awayên awertê bihata birêvebirin.
Di dawiya sala 1936’an de êdî amadekariyên dagir û êrişa ser Dêrsîmê temam bûbû. Di sala 1936’an de Mustafa Kemal di axaftineke Meclisê de Dêrsimê wek ‘‘kînore‘‘ binavkir û fermana birrîna vê kînorê dida. Li ser fermana Kemal, Artêşa Tirk ket nav tevgerê û dor li Dêrsimê girt. Fermandarê vê carê General Abdullah Alpdoğan bû. General Alpdoğan, ji Dêrsimiyan 200 hezar tifingên Martînî û teslîmiyetê duxwest. Ev şertê yekem bû. Eşîrên Dêrsimê ku serokatiya wan Seyit Riza dikir, daxwazên teslîmbûna Tirkan û destberdana çekan qebûlnekirin. Bi vî awayî di bihara 1937’an de êrişa Tirka ya ser Dêrsimê destpêkir.
DORPÊÇA DERSİMÊ
 
Zivistana Dêrsimê ya sala 1936 û 37’an di bin dorpêçanê de derbasbû. Artêşa Tirk çar aliyê Dêrsimê tahqîm kiribû û ketibû pişt sengeran. Bi vî awayî çûnûhatina heremê hatibû qedexekirin, şandina alîkariya ji derve jî hatibû astengkirin. Artêş ji bo êrişê li benda helîna berfê bûn. Dêrsim beriya tevgera leşkerî bi Mufetişiya Giştî ya 4’em ve hatibû girêdan. Herçend, Dêrsim di bin navê Tûnceli de wek wîlayet hatibû rêxistin jî, di warê rêvebiriyê de ji Elezîzê ve dihat îdarekirin. Navenda wîlayetê, beregeha leşkerî û ya îdarî li vî Elezîzê hatibû bicîhkirin. Walî û fermandarê vê carê General Abdûllah Alpdoğan wê bi kiryarên  xwe yên qirêj li Dêrsimê bihata naskirin.
Alpdoğan zavayê General Sakallı Nureddîn Paşa bû. Nureddîn Paşa di dema Serhildana Koçgîrî de fermandariya hêzên Tirk kiribû û bi hezaran gundiyên Kurd kuştibû. Zilma ku Nuredîn Paşa li Koçgîri kiribû, herçend li Meclîsa Tirk hatibû mahkûmkirin jî, ew ji alî Mustafa Kemal ve hatibû parastin. Alpdoğan bi biryar bû ku li Dêrsimê, wê ji zilma xezûrê xwe, ya Koçgirî xirabtir zilmê bike.
Rejima Tirk piştî ku di dawiya salên 1930’an de biryara îmhakirina Dêrsimê dabû, ji bo tevgera leşkerî jî dest bi amadekariyan kiribû. Artêşê heta sala 1937’an li navçe û gundên wek; Deşt, Pilemorî, Azvat, Danzîg, Tahsînî, Hakîs, İresî, Nazimiye, Moxindî, Pax, Mêzgir, Lerman Pêrî, Paşwank, Pêrtag, Şawaq, Kurmeş, Rumrî, Malkîşî, Gaxmût, Sîn, Merxo, Goma Xidir, Kurkî, Xozat, Amûtka, Zeranîk, Wartînik, Vaskovan, Kirmîl, Pilûr û Tûncelî yanê Mamekî bargehên leşkerî û qereqolan avakiribûn. Li her qereqoleki bi dehan, bi sedan leşker hatibû bicîhkirin.
Artêşê ji bo avakirina qereqolan û bicîhkirin leşkeran, rêyan jî çêkiribûn. Rayedarên rejimê, çêkirina van avahiyên leşkerî dabûn destên mutahîtên Kurd. Ev mutahît serokeşîrên heremê bûn. Jiber ku gundî jî di çêkirina van avahiyan de dixebitîn û hinek pere qezencdikirin, li hember avakirina baregehan bê deng mabûn. Rayedarên dewletê demeke dirêj mebesta avakirina van bînayan ji gel veşartibûn û wan wek dibistan, nexweşxane an jî avahiyên din yên xizmetê dabûn nasandin. Lê piştî ku armanca wan diyar bû û leşker li van deveran bicîh bûn li heremên wek Deman û Nazimiyê şerwanên eşîran, ev qereqolên herema xwe xerakiribûn û nobedaran wan dîl girtibûn. Bi vî awayî herdiçû ji bo sefera ser Dêrsimê vext teng dibû. Beriya destpêka tevgera leşkerî, Seyîd Riza li Elezîzê bi General Alpdoğan re rûniştibû. Serokê Kurd ji General xwestibû ku Zagona Tûncelî bê betalkirin, mafên netewî û derfetên heremî ji bo Dêrsimê bên naskirin. Serokê Kurd duxwest niyeta dewletê fahmbike. Piştî hevdîtinê Seyit Riza zivirîbû Dêrsîmê û ji derudora xwe re gotibû, ‘niyeta Tirka xirab e, wê êrişbikin.’
General Alpdoğan jî piştî vê hevdîtinê, herroj ji Amedê 10 balafir radikir û dişîne ser Dêrsimê. Alpdoğan ji bilî teslîmiyetê tiştekî qebûlnake. Nifûsa hemû Dêrsimê 200 hezar e û Alpdoğan ji Dêrsimiyan 200 hezar tifingên Martînî duxwaze.
 
 
DESTPÊKA KOMKUJÎ Û BERXWEDANÊ
Bi wî awayî, Berxwedana Dêrsimê di Newroza 1937’an destpêdike. Di şeva 20’ê Adarê de pira ser Çemê Xarçikê ku Xopana Paxê û Kaxmûtê bihevre girêdida, tê şewitandin.  Ev pir, bi sedemên leşkerî çend meh berê ji ali artêşê ve hatibû avakirin. Di avakirina pirê de gundiyên Dêrsimî bi zorê hatibûn xebitandin û kesên di xebatê de sistayî dikirin, bi qamçiyan hatibûn cezakirin. Ev pir şewa Newrozê ji alî şerwanên eşîra Yûsifan ve hatibû sabotekirin. Çirîska Pira Xarçikê di demekî kin de liderûdorê belavbûbû, Dêrsim li dijî artêşê dest bi berxwedanê kiribû. Piştî ku pir hat şewitandin, leşkerên Tirk jî avêtibûn ser Eşîra Yûsifan û li sivîlan zilmê kiribûn. Li ser vê yekê şerwanên Yûsifan jî êrişî leşkeran kiribûn û wan ji heremê derkiribûn. Di şer de fermandarê artêşê Yüzbaşı İsmaîl Hakki jî hatibû kuştin. Bi vî awayî pevçûn destpêkiribûn.
Di vê navberê de kurrê Seyîd Riza, Bra İbrahîm li Xozatê bi rayedarên Tirk re rûniştibû û di vegerê de li herema Eşîra Qirgan çûbû Gundê Deştê. Bra İbrahîm bişev di xwewde ji alî mêrkujên Qirganan ku bi zabitê Tirk yê saloxdariyê Mîralay Şevket re dixebitîn, hatibû kuştin. Li ser vê yekê hêzên Seyîd Riza dora gundê Sînê ku navenda Eşîra Qirgan bû, pêçabû û ji wan teslîmkirina qatîlan dikir. Ev eşîr bi giştî derbasî alî dewletê bûbûn. Şeva 26’ê Adarê şerwanên Seyîd Riza eriş kirin û qereqola gund ruxandin.
Di heman demê de li herema Amedê jî di fermandariya Fesîhê Hesenî de desteyên Kurd êrişê meqerên leşkerî kirin. Dewletê vê bûyerê jî bi Dêrsimê re eleqedar nîşandabû û Milartêşa Diyarbekir jî şandibû ser Eşîra Yûsifan. Dema ku hêzên Seyîd Riza çûbûn herema Qirganan, yekîneyên artêşê jî di bin fermandariya İsmaîl Hakki de êrişî gundê Seyit Riza kiribûn.
Piştî ku Pira Xarçikê tê şewitandin û pevçûnenen din jî destpêdikin, balafirê Tirkan, di serê meha Gulana 1937’an de li ser Dêrsimê bombe û belavokan bihevre dibarînin. Di belavokan de wiha tê gotin; “Divê kesên berxweder teslim bibin. Çar aliyê Dêrsimê hatiye pêçan. Ger teslîm nebin wê artêşên komarê yên xedar we hemûyan mehûbikin.”
13 eşîrên Dêrsimê; Ebasên Jorîn, Ferhedan, Qerebalyan, Bexteran, Yûsifan, Demnan, Heyderan, Lolan, Kewan, Keçelan, Koçan, Koçgîrî û Kalan di navbera xwe de ji bo berxwedanê hevkarî kiribûn. Serekên van eşîran di bin rêberiya Seyîd Riza de di navbera Xalbûrî û Wanqê de li keviya Mûnzir û Çemê Zaxê komdibin û ji bo hevkariyê sond dixwun. Li gor peymana hevkariya pîroz û qewl û qerarê wan; wê her eşîrek, li herema xwe êrişê hêzên dewletê bike. Eşîrên Kurd ji alî Seyîd Riza ve dihat birêvebirin. Koordînayona leşkerî ya Kurdan jî ji aliyê Elîşêr ve dihat kirin.
Eşîrên; Pilûr, Koçan, Şemkan, Mezgêrd, Pilûmorî û Nazimiye bê alî mabûn. Eşîrên Xozatê jî teslîm bûbûn. Lê Alpdoğan girîngî nedida teslîmbûna Xozatiyan û ji wan Seyit Riza duxwest. Bi vî awayî di carekî de çar aliyê Dêrsimê di nav agir de mabû. Artêşê girani dabû ser herema eşîrên Ebbasên Jorîn, Ferhedan, Qerebalyan, Bexteran, Yûsifan, Demnan, Heyderan, Lolan, Kewan, Keçelan, Koçan, Koçgîrî û Kalan. Artêşa Tirk di demên pêşîn de nediçû ser eşîrên bê alî yan jî yên teslîmbûyî.
Dewleta Tirk, yekîneyên Diyarbekir, Elezîz, Erzirom û Erzincanê jî şandibû heremê. Bi dehan hezar hemû cûreyên leşkerên Tirk bi çekên giran û nûjen yên demê ketibûn tevgerê. Li Elezîzê çend fîloyên balafiran jî hatibûn bicîhanîn. Di demên pêş de wê ev yekîne ji Enqere û Eskişehirê ve jî bihata taqwiyekirin.
Di tevgera ser Dêrsimê de çend cepheyên esasî vebûbûn. Enî ya yekem li alî Demenan, li Çiyayê Ezîz Evdal bû. Pevçûnên evil li vê heremê qewimîn. Serekên vê bereyê İbîş, Seyid Elî, Hesê, Genê, Memê, Xidirê Kek, Qemerê Hesê, Hemê Ziwîqêj û Husên Axayê Qemer bûn. Enî ya dûyem alî Nazimiye û Çewlikê bû. Navenda vê heremê Çemê Qûdî, Çiyayê Zêl, Çiyayê Bûyer û Mêrgeçeker bû. Li vê heremê jî şerwanên Kurd ji alî Qemerê Sor, Qemerê Qilç, Eliyê Mistefa û Hemedê Xidir Axa dihatin birêvebirin. Enî ya sêyem, li dijî Kalan, Heyderan, Lolan û Ebbasan vebûbû. Navenda vê cepheyê Mûnzir, Pilûr û Erzingan bû. Şerwanên vira ji alî Hemedê Elî ve dihatin birêvebirin. Eşîra Seyîd Riza jî li vê heremê bû. Enî ya çarem herama Xozatê bû. Navenda vê derê Axdat û Deşt bû. Di dema şer de Seyîd Riza tevî hêzên xwe li vir bicîh bûbû. Şahîn Axayê Bexteran jî li heremê bû. Piştî ku ev cephê têk çû, Artêşa Tirk êdî li hemû Dêrsimê belavbû.
Piştî ku şer destpêkir, di hefteyên pêşîn de balafirên Tirkan li ser eşîran bombe barandin. Di bombardimanê de hedefa pîlotan gund û gom bûn. Balafiran bombeyên kîmyewî jî bikar dianîn. Di êrişa balafiran de qîza manewî ya Mustafa Kemal, keça Ermenî ya sêwî Sabîha Gökçen a pîlot jî cîh digirt. Di weşanên serfermandariya Tirk de peznê Gökçen dihat dayîn ku bombeyên wê bi balafira xwe diavêt ser eşîran, gelek zayîat dida Kurdan. Bi destpêka tevgerê re Serokwezîr İsmet İnönü ü serfermandar Fevzi Çakmak jî hatibûn Kurdistanê. Wan temsîla Mustafa Kemal dikir. Bi vî awayî dewletê bibiryarbûna xwe nîşanî Kurdan dida.
Piştî ku artêş ket heremê û pevçûnên pêşîn qewimîn, gelek leşker û zabitên Tirk jî ji alî hêzên Kurdan ve dîl hatibûn girtin. Her ku pevçûn belavbûn, Seyîd Riza careke din ji General Alpdoğan re xeber şand. Wî ji Alpdoğan duxwest ku dewlet mafê Kurdan nasbike û qatîlên kurrê wî derxe hember dadgehê. Bi vî awayî ewê jî leşkerên dîl yên destê xwe serbest berdana. Li hember daxwazên serokê Kurdan, Generalê Tirk, ji eşîrên berxwedêr dehhezaran tifing û teslîmbûna şerwanan duxwest.
Şerê ku di Adarê de destpêkiribû, pekiyabû çar aliyê Dêrsimê. Artêşê cîhê ku wê êrişbikra, pêşiyê dida ber bombeyên balafiran û paşê tevgera suwarî û piyadeyan dibir serê. Armanca tevgera leşkerî; valakirina Dêrsimê, koçberkirin an jî kuştina hemû şêniya heremê, kuştina şerwanan û komkirina sîlehên Dêrsimiyan bû. Ji ber vê yekê hedefên esasî ji bo leşkeran kesên sivîl û gundên wan bûn. Bi vî armancî hemû gundên herema operasyonê dişewitandin. Gundiyên ku bidest diketin jî dihatin kuştin. Di destpêka tevgerê de kêm kes bi saxî ji herema pevçûnan difilitî.
Şer bi vî awayî bi mehan ajot. Şerê mezin yê dawîn di nav aliyan de li herema Koçan qewimîbû. Eşira koçan dî sala 1926’an de serhildabû. Wê demê hemû eşîrên Dêrsimê, li hember Tirkan wan tenê hiştibûn. Vê carê jî Koçan bê alî mabû nû li dijî rejimê şer nedikir. Seyîd Riza piştî pevçûnên giran tevî hêzên xwe li herama Koçan bicîh bûbû. Artêşa Tirk piştî bombardimanên hewayî, ji bejayê ve jî li heremê bombardimanên giran kiribûn. Bi hezaran leşker li dijî hêzên Seyîd Riza ketibûn tevgerê. Di encama şerên xwînî de Seyîd Riza ji dorpêçana artêşê xelasbûbû. Lê xesarên Kurdan mezin bû. Hevjîna Seyîd Riza, Besê Xanim, kurê wî yê mezin Şêx Hesen, sê torinê wî û nezî hezar heval û şerwanên wî di şerê Qozlîce de jiyana xwe jidest dabûn.
Artêşa Tirk bi awayekî hovane li dijî sivîlan tevdigeriya. Piştî ku piyadeyên leşkerî di çiyayan de bi şerwanên Kurd re ketin pevçûnê û wendayiyên wan çêbûn, artêşê taktîka xwe guhert û berê xwe da gundiyan. Gund û xaniyê heremên berxwedanê û zindiyên van deveran çi însan çi jî heywan ji bo wan bûbû hedef.
Li Geliyê İksor ku li quntara Çiyayê Tûjik dikeve, gelek şikeftên mezin hebûn. Sivîlên ku ji ber leşkerên Tirk direviyan xwe di van şikeftan de vedişartin. Leşkeran devê van şikeftan bi kevir û çîmento digirt û bi hezaran însanên sivîl bi vî awayî dukuştin. Şikeftên ku nedihatin rîsandin jî, li devê wan ji pûş û giya agir dihat dadan û kesên hindirê şikeftan bi dûmanê dihatin fetisandin. Kesên ku jî dûmanê bazdidan derve jî bi singûyan dihatin kuştin. Bi taybetî li herama Bextiyar û Qureyşan ku leşkeran, li jinan zilmê dikir, bi sedan keç û jin ji bo nekevin destên wan, xwe ji zinnarên bilind diavêtin ava Mûnzir û Parçikê û jiyana xwe ji dest didan.
Artêşa Tirk piştî ku berxwedana hêzên Kurd şikiya berê xwe da eşîrên hevkar û yên bê alî mabûn. Wek mînak Eşîra Qirgan di şer de alîkariya dewletê kiribû û bi daxwaza General Alpdoğan, kurê Seyîd Riza, Bra İbrahîm kuştibûn.  Piştî ku hêzên Bextiyar û Ebbesan ji heremê vedikişin ji bo artêşê, qîmeta dostaniya Eşîra Qirgan jî namîne û berê xwe didin wan. Di nav de serokeşîr Salman Axa, jina wî Xecê û gelek xizmên wan bi giranî tên îşkencekirin û paşê jî bi guleyan tên kuştin. Ewçend xortên Qirgan ku di nav artêşê de li dijî qewmê xwe şer dikin jî tên neqandin û ew jî didin ber gulleyan. Jin û zarokên vê eşîrê jî, di nav kadîndan de tên şewitandin û fetisandin. Artêşa Tirk li seranserê Dêrsimê li dijî sivîlan qetlîamên mezin pêkanîbû. Bi hezaran gundî hatibûn kuştin. Hemû gundên Dêrsimê hatibûn şewitandin û valakirin. Bi dehhezaran Dêrsimî reviyabûn heremên cîran. Kesên ketibûn dest û sax mabûn, li Elezîzê li trênê siwardikirin û wan dişandin sirgûna Anadolê.
Ji generalên navdar yê Artêşa Tirk Muhsin Batur, di bîranînên xwe yên ku di sala 1985’an de nivîsandibû de karesata Dêrsimê wiha bibîr dianî: “Rojek ferman dan me û berê me dan Dêrsimê. Em li trênan siwarbûn û li quntqarên Xarpûtê me konên ordîgeha xwe danî. Hedefa me ya pêşîn Pertek bû. Ji dû mehan zêdetir me erkên taybetî pêkanî. Ez ji xwendevanên xwe lêborînê dixwazim û ev serpêhatiyên jiyana xwe ji xwe re vedişêrim.” Bîranînên Muhsin Batûr ewçend qirêj bûn ku, wî, ewana ji xwe re vedişart.
Bi vî awayî heta meha îlonê şer û komelkujî bê rawestan domdike. Seyîd Riza tevî şerwanên xwe li lûtkeyên Mûnzirê yê. Şiliyê jî destpêkirye. Serma û seqem li ser Dêrsimê digere. Artêşa Tirk zivistanê nikare tevbigere. Jiber vê yekê ew neçar vedikişin. Vê carê dixwazin di dema şerrawestinê de dek û dolaban bikin. General Alpdoğan ji Seyîd Riza re bangekî dike. Li gor banga wî, wan şer rawestandiye û daxwazên Dêrsimiyan qebûl dikin. Wê ji niha û pêve li dijî eşîrên din nekevin tevgerê û zirara Dêrsimiyan jî tanzîm bikin. Ji bo li ser van mijaran biaxifin, Seyîd Riza veduxwîne Erzincanê! Seyîd Riza neçar e. Artêşa Tirk hîç rêbazekî însanî nasnake. Bi hezaran sivîl kuştine. Dêrsim qirkirine. Hêz û berxwedana Kurdan têr nake ku vê qirkirinê bidin sekinandin. Seyîd Riza jî li rêya aştiyê digere. Eşîrên ku berxwedabûn gelek xesarên mezin dîtibûn. Sala pêşiyê wê artêş bi hêzeke xurttir û zîndetir bajotana ser Dêrsima brîndar.
Seyîd Riza ji ber vê yekê bersîva Alpdoğan da û berê xwe da Erzincanê. Di 5’ê İlonê de gihîşt bajêr. Lê rayedarên dewletê ew xapandibûn. Li bajêr ev tevî hevalên wî girtibûn. Seyîd Riza herçend li ber derê Qonaxa Hukûmetê diqiriya û digot ‘’hikûmeta derewker û bê şeref’’ jî ew êdî girtî bû. Piştî girtinê berê wî didin Elezîzê. Wê Seyîd Riza tevî hevalên xwe li Dîwana Herbê bihata darezandin.
Seyîd Riza piştî ku hezên Kurd lewaz ketibûn û cepxane û fîşekên wan kêm bûbûn, biryar dabû ku here Erzinganê. Wî hêvî dikir ku beriya Tirk li Dêrsimê komkujiyên xirabtir bikin, belkî çareseriyekî bê dîtin. Seyîd, berî ku ji Dêrsimê derkeve, serdana Kela Gogane kiribû. Qebristana bapîrên wî li wir bû. Ji rihê wan xatir xwestibû û bi rê ketibû. Di roja 10’ê İlona 1937’an li Erzinganê tevî dû hevalên xwe Husên û Rizoyê Bertal hatibû girtin. Ev qaşo li ser banga waliyê Erzinganê, ji bo axaftina şertên aştiyê çûbûn Erzinganê. Baweriya Seyîd Riza bi general Alpdoğan nîn bû, ji ber vê yekê neçûbû Elezîzê. Wî waliyê Erzinganê ji mêjve nasdikir. Bi walî baweriya wî hebû. Di dema şerê cîhanê de li dijî Rûsan hevkarî kîrbûn. Walî bext dabû ku wê Seyîd Riza bibe Anqerê cem Mustafa Kemal û ew kare derdê xwe ji serrokkomar re bibêje. Lê ev soz û qewl tev nexşên dafikê bûn. Piştî ku Seyîd û hevalên wî li wir, bi bêbextî hatin girtin, ji bo darezandinê roja 14’ê İlonê berê wan dan Elezîzê.
Seyîd Riza ji Xozatê, ji xopana Sînê ji Gundê Axdatê ye. Seyîdê Dêrsimê û serokê Eşîra Ebbasanê Jorîn e. Seyîd ji bo karên eşaîrî li Gundê Sesenqelê, ji bo karên olî jî li Gundê Viyalikê dima. Hevalekî wî behsa Seyîd Riza dike: “Ew herçend gelek pîr bûbû jî şerwanekî baş bû. Çavên wî wek yên qertelan bû. Di dema berxwedanê de bi tivinga xwe, ji sedan metre dûrî ve hedefa xwe dianî xwarê.”
Di dema şerên li herema Malkîşê de hevjîna wî ya biçûk Besê, kurrê wî Seyîd Husên, dû torinên wî, keçên wî, zavayên wî 47 kes ji malbata Seyîd Riza di berxwedanê de hatibûn kuştin. Kurrê biçûk Reşik Husên jî tevî bavê xwe wê li Elezîzê bihata dardekirin. Hevalên wî Elîşêr û Şahan jî ji alî xayinan ve hatibûn kuştin.
NAME YA SEYİD RİZA
Mehekî beriya ku Seyîd Riza herê Erzinganê, ji rayedarên dewletên mezin re telgrafan şandibû û ji wan duxwest ku ew qetlîama li Kurdistanê bidin sekinandin. Yek ji telgrafên Seyîd Riza ku di arşîva İngîlîzan de hatibû veşartin wiha bû:
Ji Seyîd Riza yê Generalê Dêrsimê, ji bo Wezareta Karê Derve ya Brîtanya
Dêrsim – Kurdistan
30 Tîrmeh 1937
Wêzîrê hêja,
ji salan vir ve hikûmeta Tirk hewldide ku Kurdan asîmile bike. Weşanên bi zimanê Kurdî qedexedike. Li kesên ku bi zimamê xwe diaxife zilmê dike û weşan û rojnameyên Kurdî qedexedike. Kurdan ji xaka bixwêrûbêr ya Kurdistanê ber bir Anadola ziwa ve sirgûn dike. Di rêyan de gelek însanên me telef dike û li ser wan zilmeke nedîtî dimeşîne.
Herçend di navbera me û Dewleta Tirk de peyman hebû jî, niha jî êrişê Dêrsimê dike û dixwaze tekeve xaka me. Li ser vê yekê ji bo Kurd di rêyên sirgûnê de can nedin, xwe û xaka xwe biparêzin, wek sala 1930‘an li Çiyayê Araradê, li Geliyê Zîlan û li Deşta Bazîdê, dîsa dest avêtin çekan.
Ji sê mehan vir ve li welatê me şerekî nedîtî destpêkiriye. Herçend di navbera derfetên hêzen me de ferqên mezin hebin jî, Artêşa Tirk, balafirên şer, bombeyên şewatê û gazên fetisandinê bikarbîne jî, min û hemwelatiyên min, Artêşa Tirk têkbir.
Li dijî berxwedana me, balafirên Tirk, gund û bajarên me didin ber bombeyan û dişewtînin. Zindanên wan tijî Kurd in, rewşenbîren me gulebaran dikin an jî dardedikin. Kesên bi saxî difilitin, dişînin heremên dûr yên Tirkiyê.
Ekselans, sê milyon Kurd bi dengên min bang li we dikin û ji we rica dikin ku, ji bandora manewî ya bilind a hikûmeta we sûd vergirin. Wezîrê hêja, bi ricaya qebûlkirina rêzên min.
Generale Dêrsîmê
Seyîd Riza
DADGEHA ELEZÎZÊ
Di lêpirsîna dadgeha Elezîzê de, Seyîd Riza gelek kêm axifî. Wî bi awayekî bê hêvî ji Tirkan xwest ku li sozê xwe xwedî derkevin. Lê bersîva Tirkan di îddîanameya dozger Hatemi Şahanoğlu de hatibû dayîn. Wî di derheqê Seyîd de cezayê darvekirinê duxwest. Li gor dozger, Seyîd Riza doza Kurdistana serbixwe dikir û ji bo vê yekê serhildabû. Dozger digot; “Li Dêrsimê Kurd nîn bûn û ew hemû Tirk in” û navê Dêrsimê danîbû; ‘‘hêlina rêbiran.‘‘
Seyîd Riza di dadgehê de wiha digot; “Fermana Anqerê heye, hûnê me dardebikin, lewra ne hewceyê van formaliteya ye. Hûn tev dizanin ku li Dêrsimê çi qewimî? Hûn dizanin me serhilneda, em leqayê êrişa mirinê hatin û me welat û şerefa xwe parast.”
Seyîd, li dadgeha Elêzîzê tevî 71 hevalên xwe dihat darezandin.
Piştî darezandineke nedîtî, li Seyîd Riza, kurê wî Reşik û 5 hevalên wî sezayê mirinê hatibû birrîn. Ji bilî bav û kurr, kesên ku ji alî dadgehê ve bi mirinê hatibûn sezakirin ev bûn: Serokê Eşîra Yûsifan Qemer, kurê wî Findiq, Seyîd Husênê Qureyşan, Serokeşîrê Heyderan Qemer û Serokeşîrê Deneman Cebraîl.
Dema darezandinê de kurrê Seyîd yê biçûk Reşik Hûsên 17 salî bû. Dadgerê Tirk ji bo vî daleqînin temenê wî 21 nivîsandibû. Seyîd Riza nêzikî 75 salî bû. Li gor qanûnan kesên ji 65’an mezintir, nedihatin dardekirin. Dadger temenê Seyîd Riza jî 58 nivîsandibû.
Mustafa Kemal wê di 19’ê Mijdarê de bihata Elezîzê. Li gor fermana wî berî ku ew bigîje bajêr, divê serokên Kurd bihatana dardekirin. Ji bo vê yekê ji Enqerê şefê saloxdariyê İhsan Sabrî Çağlayangîl û çend karmendên din şandibûn Elezîzê. Wezîfa wan berî ku Atatürk, bigîje Elezîzê, kuştina Seyîd Riza bû. Lê hê darezandin neqediya bû û biryar nehatibû dayîn. Roja yekşemê bû. Rûniştin nedibûn. Dozger tiştên bê usûl qebûl nedikir. Li ser daxwaza İhsan Sabrî, cîgirê dozger ketibû dewrê û roja yekşemê nîvê şevê Seyîd Riza û hevalên wî derxistibûn ber dadgehê. Sêpêyên dardekirinê ji zûve hatibûn danîn. Biryar li Enqerê hatibû nivîsandin. Salona dadgehê bi lembeyên otomobîlan hatibû ronîkirin. Piştî ku biryarê li rûyê serokên Kurdan xwendin, berê wan dan sêdareyan.
İhsan Sabrî di bîranînên xwe de şeva dardekirina Seyîd Riza wiha dinivsîne: “Ew şev di bîranînên min de neqşbûye. Nikarim ji bîr ve bikim. Seyit Riza li min nihêrt û keniya: ‘Tû ji bo dardekirina me ji Enqerê hatî?‘ Cara yekem ez bi mahkûmekî mirinê re rûbirû bûm. Dinya sar bû. Me Seyîd Riza derxist meydanê. Li meydanê kes nînbû. Lê wî wek ku meydan tijiye bang kir: ‘Em ewladê Kerbela ne, ev zilm e, ew cînayet e.‘ Helwesa wî li min gelek tesîr kir. Pirçên min hildan. Ev zilamê pîr rep rep meşiya, celladê xwe wirde tanda, ben xist stûyê xwe û pihînekî li kursî xist û înfaza xwe bixwe kir. Li hember egîdiya wî ez matmam. Gelek acis bûm, asabê min xera bû. Çûm otêlê û min nîvîsek liqelam da. Navê nîvîsa min wiha bû: ‘Em ewladê Kerbela ne, ev zilm e, cînayet e.‘
İhsan Sabrî di dema dardekirinê de fotografên Seyîd Riza jî kişandibû. Lê roja din Mustafa Kemal wan fotografan jê stendibû û şewitandibû. Celladê dewletê İhsan Sabrî herçend van tiştan eşkere dike jî, hemû rastiyan nabêje.
Seyîd Riza û hevalên wî li zindana bajarê Elezîzê girtîbûn. Zindan li nav Meydana Genim bû. Şeva 18’ê Mijdara 1937’an serokên Kurd, ji hucreyan derxistin. Gelek girtiyên Kurd bûn şahidên dardekirinê. Girtiyên mirinê bihevre girêdabûn. Li gor yasayan daxwaza dawîn ya mahkûmên mirinê bicîh dihat anîn. Seyîd Riza û Qemerê Yûsif wek daxwaza dawîn ji Tirka tiştek xwestibûn. Wan duxwest ku ew berî kurrên xwe bên dardekirin. Lê celladan, vê daxwaza wan pêk neanî û herdû kurran, berî bavan li ber çavê wan dardekirin.
Seyîd Riza, ji Reşik gelek hezdikir. Serweta wî ew bû. Zirav û dirêj, delal û çavreş bû. Hîn simbêlên wî derneketibûn. Li ber çavên Seyîd, kurê wî dardekirin. Gora neqişandî ya ku diya wî Elê jê re rîsandibû, kişandibû ser şalwarê xwe.
Dema ku ben xistin stûyê Reşik Hûsên, wî li bavê xwe deng kir: “Bavo, bila netewa Kurd sax be!”
Seyîd Riza li kêlaka Reşik Husên dardekiribûn. Berê wan li hev bû. Di dema dardekirina Findiqê kurê Qemer Axa de dû car ben qetiyabû. Qemer Axa, demek dirêj, kuştina kurê xwe temaşe kiribû. Cesedê serokên Kurda, rojekî li meydana zindanê daleqandî ma. Paşê li ser wan sotemenî reşandin û ew şewitandin. Ariya cesêdê Seyîd Riza û hevalên wî li çemê Firadê rijandibûn.
Piştî ku Seyîd Riza û hevalên wî hatin dardekirin, Serokwezîrê Tirk, İsmet İnönü wiha digot: ‘‘Me pirsgirêka Dêrsimê çareser kir. Em ji vî derdî xelas bûn. Me Dêrsimê bi hemû cûre tevgerên leşkerî paqij kir.‘‘ Lê İnönü rast ne digot. Tofana mezîn hîn mabû.
Di vê navberê de Nûrî Dêrsimî, li Lubnanê, li Sûrî, li Misrê, li ûjdanê dinyaya medenî hawarê dikir. Lê cîhan kerr bû. Dengê xwîna ku ji Kurdistanê diherikî, nedibîhîst.
 
 
 
KOMKUJÎ Û BERXWEDAN DİDOME
Li Dêrsimê zivistan destpêkiribû û berf ketibû çiyayan. Berxwedana Kurdan herçend lewazbûbû jî didomiya. Artêşa Tirk zivistanê nikaribû li çiyayan bimîne. Yekineyên leşkerî ber bi bargehên xwe yên Elêzîzê ve kişiyabûn. Seyîd Riza, Elîşêr û Şahan hatibûn kuştin, eşîren ku berxwedidan hatibûn qelandin. Dêrsimiyan bawerdikirin ku tofan qediya bû. Serokwezîr jî wiha gotibû. Dewleta Tirk wê edî doza çi bikra? Gundî careke din zivirîbûn ser zeviyên xwe, xaniyên şewitandî careke din avadikirin. Li lûtke û çeman de cesedên xwe komdikirin û vedişartin. Dêrsimê brînên xwe dermandikîr.
Di vê navberê de rayedarên Tirk li gel pîlanên nû amadekariya êrişa biharê dikirin. Sala borî zêdetir êrişê hin eşîrên Rojavayê Dêrsimê kiribûn. Vê carê wê hemû zewiyên Dêrsimê biqelandana. Navê vê êrişê danîbûn, ‘sefera lehiyê.‘ Vê di sala 1938’an de li Dêrsimê vê carê lehiya zilmê rakirana û herem ebeden bihata kerrkirin.  Di heman rojan de Qonsolosê Awûsturya yê İstenbolê Winter, ji Wezîrê Derve Dr. Guindo Schmidt re telgirafekî şandibû û wiha digot: “Li gor çavkaniyên bi ewlê yên Tirk, wê li Kurdistanê qetlîamekî ku di dîrokê de nehatiye dîtin were kirin. Ji vê yekê ditirsim.”
Bi dêstpêka bihara sala 1938’an, bidehhezarn leşker careke din ketibûn Dêrsimê. Dewletê, li Dêrsimê ji eşîren Tirk û hin hevkarên Kurd, alayekî mîlîsan jî damezrandibû. Van milîsan, ji bo kuştina gundiyekî 25 quruş, ji bo serê şerwanekî jî 50 quruş xelat digirtin. Gelek ji van milîsên Kurd, jiber dozên xwînê, nakokiyên eşaîrî, pirsgirêkên arazî, temahiya pera an jî ji tirsa artêşê, derbasî refên dewletê bûbûn. Milîsan ji leşkeran re rêberî, vergerî, saloxdarî û xizmetên din dikirin. Bi taybetî gundiyên ku bê alî mabûn, yên çekên xwe teslîm kiribûn, alîkariya arteşê kiribûn an jî milîsî kiribûn, bê ku gumanan bikin li leşkeran temaşe dikirin.
Hedefa yekem Gundê Merxo ya Eşîra Kalan bû. Artêşê gund dabû ber topan û paşê yên sax mayî bi sungiyan kuştibûn. Ev eşîr sala borî alikariya artêşê kiribû. Piştî ku niyeta dewletê hat fahmkirin, hevkarên wan yên kevn xeletiya xwe fahmkiribûn, lê êdî feyde nedikir. Xwarziyê Seyit Riza, Zeynelê Topî ku bi xayintî Elîşêr kuştibû, poşman bûbû û li dijî dewletê dest avêtibû çek. Zeynelê xayinê sala 1937an, di sala 1938an de bûbû yek ji serokên berxwedanê. Heremên Kalan, Keçelan, Şêxhesenan û Deneman ketibû nav agir. Çend roj şûnde leşkeran ajot ser herema Koçan. Ev eşîr jî di berxwedana sala borî de bêdeng mabû. Balafir û topên artêşê di serî de Gundê Amûtka, hemû kom û gundên Koçanan kiribû hedef. Kesên bi destê wan diket, bê îstîsma dihatin kuştin. Paşê dora herema Heyderan hat. Ew jî bêdengên berxwedana sala borî bûn.
Bi dehhezaran jin, zarok û pîrên Dêrsimê xwe avêtibûn şikeft û newalên Geliyê Laçê, Geliyê Xarçik û Çemê Qutiyê. Xwarin, av, zexîre nînbû. Zarok û nexweş dimirin. Leşkeran peravê Mûnzirê girtibûn. Şerwanên Kurd li Çiyayên Baba Duzgûn, Baba Tûjik, Koyê Sor, Çiyayê Zêl û Tengava Elî ber li artêşê girtibûn û nedihiştin leşker têkeve Geliyê Laçê. Ger Laç biketa destê leşkeran, wê bihezaran sivîl bihatana kuştin.
Serfermandariya Tirk jî, berê artêşê dabû Geliyê Laçê. Bi vî awayî Dêrsim vê carê seranser bûbû qada şer. Enî 100 kilometre dirêj bû. Hêza Kurdan nema bû. Cepxane, fîşek û sîlehê wan gelek kêm bû. Ewçend jî şerwanên Dêrsimê zirarên mezin didan artêşê. Gelek car çend şerwanan tenê, bi sedan leşker didan ber xwe û wan ji hev belavdikirin. Di encama gelek pevçûnên xwînî de artêşa Tirk gihîştibû Geliyê Laçê. U berê topên xwe dabûn şikeftan. Bi sedan kes dihatin kuştin. Kesên ji şikeftan derdiketin bi gulleyan can didan. Kesên ji êrişa Tirkan xwe xelas dikirin, xwe diavêtin ava Mûnzirê!
Di vê navberê de fermandarên Kurd yên wek İvîsê Seykalî, Zeynelê Topî, Hesê Gewê, Hemê Ciwê Kej, Eliyê Qiz, Silê Pet, Hesê Kalê Goncî, Qemerê Hesenî û Mirzoyê Silê Hemê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn. Di nav eşîran de têkilî nemabû. Fermandariyekî hevbeş nîn bû. Stratejiya berxwedanê şikestibû.
Di 24’ê Tebaxê de Serokwezîr Celal Bayar, Serfermandar Feyzî Çakmak û Wezîrê Derve Tevfîk Rüştü ji bo temaşekirina komkujiyê hatin Dêrsimê. Celal Bayar bi xwe tevlî operasyonan dibû. Serokê Eşîra Alan, Sulu Axa tevî hemû malbata xwe li gundê Çuxûrê li ber çavên Serokwezîrê Tirk hatibû gulebarankirin. Celal Bayar qaşo li Çuxûrê mêvanê Sulu Axa bû!
Artêşa Tirk heta dawiya meha Tebaxê bê navber wek makîne ya mirinê li Dêrsimê bi hezaran sivîl qetilkir. Tenê kesên ku karibûn xwe li nav zinarên çiyayan veşêrin, ji tertele yê filitîbûn. Dêrsim hatibû wêrankirin.
Mustafa Kemal roja 30’ê Tebaxê bi mebesta Cejna Serfektinê ji Serfermandarê Arteşê General Feyzî Çakmak re telgirafekî pîrozbahiyê şandibû û ji ber serkeftina artêşe ya Dêrsimê, peznê wan dida û memnûniyeta xwe dianî ziman.
SIRGÛN
Piştî meha İlonê artêşê dest bi tevgereke din kir. Xaka Dêrsimê wek ‘‘herema qedexe‘‘ hatibû îlankirin. Leşkerên ku li çiya, gelî û daristanan digeriyan kesên bidest dixistin, li hev komdikirin û berê wan didan Elezîz û Erzinganê. Li wir wan li wagonên trenan siwardikirin û dişandin sirgûna Anadolê. Hijmara sirgûniyan digîşt dehhezaran. Bi sedan kesî li rêyên sirgûnê jiyana xwe wendakirin. Malbat perçebûbûn. Dê û zarok hev wendakiribûn. Her malbatek, her kesek li sirgûnê şandibûn gundekî cida. Hevdîtina wan, têkilî danîna wan jî hatibû qedexekirin. Dewletê li sirgûnê jî cezayê asîmîlebûnê dabû Dêrsimiyan.
Ber bi salên 1950’an li Tirkiyê dawî li dîktatoriya Partiya Komarxwaz a Kemalîst hat. Sirgûniyên Dêrsimê heta salên 1950’an li xeribiyê man. Paşê hêdî hêdî zivirîn ser xaka xwe. Kesên xwe sipartibûn çiyayan jî êdî daketibûn deştan. Gund ji nû ve hatibûn avakirin. Lê li Dêrsimê rejima awarte hîn jî domdikir. Vê carê qetlîama spî dihat meşandin.
Konsolosekî Brîtanî ji bajarê Trabzonê di roja 27’ê İlona 1938’an de ji Londinê re di derbarê rewşa Kurdistanê de telegramekî şandibû. Telegrama ku hijmara 35’an di nav belgeyên Wezareta Karê derve de hatibû qeydkirin, di derbarê encama Tertele ya Dêrsimê de wiha digot: “Li Dêrsimê di nav de gelek jin û zarok jî bi hezaran kes hatin kuştin. Gelek kes avêtin avê çeman. Bihezaran gundiyên ku ji mirinê filitîn, sirgûnê Anadolê bûn. Helbet mal û heywanên wan ji wan stendibûn. Rayedarên Tirk êdî wiha dibêjin: Li Tirkiyê pirsgirêka Kurdan qediyaye.”
Bi vî awayî li Dêrsima ku li gor hejmarên sala 1935’an de şêniya wê nêzîkî 110 hezar bû, li gor daneyên fermî nêzîkî 13 hezar 806 hezar kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes hatin sirgûn kirin. Li gor daneyên meydanî jî 72 hezar Kurd hatin kuştin û sirgûnkirin. Piştî komkujiyê li Dêrsîmê tenê çend hezar kes mabûn.
Dİ BERXWEDANÊ DE HEVKARÊN DEWLETA TİRK
Di şikestina berxwedana Dêrsimê de û di kuştina hin serokên Kurd de rola xiyanetê gelek balkêş e. Bi taybetî hadîseya Rêberê xwarziyê Seyîd Riza wek lekeyekî rûreşiyê di dîroka Dêrsimê de cîh girtiye. General Alpdoğan, bi rêya Mîralay Şevki di nav Dêrsimiyan de şebekeyekî saloxdariyê sazkiribû. Şevki bi rêya bertîl û pereyan hin serekeşîran kişandibû gel xwe û wan li dijî berxwedêran bikardianî.
Yek ji hevkarên saloxdariya Tirk, Rêber bû. Rêber xwarziyê Seyîd Riza bû. Li Gundê Xaçilî dima. Di navbera wî û Seyîd Riza de ji ber sedemên arazî û hin nakokiyên din dijmintî hebû.  Mîralay Şevki, Rêber, bi General Alpdoğan ve dabû naskirin. Bi vî awayî Rêber û Alpdoğan di binî de lihevkiribûn. Saloxdariya Tirk bi saya Rêber di nav eşîrên Dêrsimê de bicîh bûbû. Rêber li qahvexaneyên Elezîzê digot ku Mîralay Şevki, bi hezaran lîrayê Tirk dide wî. Rêber di sûret de jî li kêleka hêzên netewî dihat xuyakirin û bi Elîşêr re têkilî danîbû. Piştî ku li Dêrsimê pevçûn destpêkirin, Rêber li Gundê Pexamî bicîhbûbû û xwe bê alî dida xuyakirin. Rayedarên rejimê ji bo di nav Kurdan de îtîbara wî çêbibe, di derbarê Rêber de nûçeyên derew digerandin. Di daxuyaniyên fermî de digotin Rêber ji Xozatê reviyaye, derketiye çiya û bi eşîrên berxwedêr re hevkarî dike. Rêber tevî çend hevalên xwe derbasî herema Bexteran bûbû. Di vê navberê de ji apê xwe Seyîd Riza re jî xeber dişand û digot ew dixwaze bi wî re lihev were. Lê Seyîd Riza jê bawer nedikir û guh nedida gotinên wî. Nûçeyên ku di derbarê hêzên Kurd de diketin destên wî, rojane dişand ji zabitên Tirk re. General Alpdoğan, di nav Kurdan de casûsekî zîrek bicîhkiribû.
Koordînasyona hêzên Kurd ji alî Elîşêr ve dihat kîrin. Piştî ku ev yek derket meydanê, General Alpdoğan, berê Rêber da berbi Elîşêr ve. Hedefa wî kuştina  fermandarê Kurd bû. Elîşêr li Gundê Axdatê dima. Ji bo baweriya Elîşêr bidest bixe, Rêber çend roj li keleka wî ketibû şer. Bi saya nêzîkbûna Elîşêr, Rêber hemû pîlanên Kurdan dizanibû û bê navber van agahiyan digihand General Alpdoğan. Rêber, rojekî tevî 8 hevalên xwe diçe mala Elîşêr. Elîşer û hevjîna wî, ji mêvanên xwe re xwarin amade dikin. Di vê navberê de Rêber bi xayintî,, ji pişt ve bi tivingê Elîşêr dukuje. Li ser vê yekê Zarîfe Xanim gule direşîne ser casûsê Tirkan û Efendi yê hevalê Rêber dikuje û paşê ev jî tê kuştin. Rêber serê Zarîfe û Elîşer dibe Elezîzê û davêje ber lingên General Alpdoğan. Ew êdî xiyaneta xwe venaşêre. Piştî ku berxwedana Dêrsimê têk çû û karê dewletê bi Rêber nema, ew jî hat kuştin. Bi fermana General Alpdoğan, Rêber tevî kurê xwe li herama Teştakê hat kuştin û mala wi ya Gundê Pêxamî hat şewitadin. Jina wî piştî îşkenceyên giran hat sirgûnkirin û perê ku dewletê dabû Rêber, jê sitendin. Piştî xiyaneta Rêber, li Dêrsimê navê wî hat lanetkirin û careke din hîç kesekî wî navî li zarokên xwe dananîn.
Xiyaneta di berxwedana Dêrsimê de, ne tenê bi kiryarên Rêber mabû. Serokeşîrê Bexteran Şahîn Ağa jî di dema şer de ji aliyê Kurdekî bi navê Xidirê Pirço ve bi xayintî hatibû kuştin. Xidir jî ji alî Rêber ve hatibû xapandin. Wî piştî ku Şahîn Axa kuşt, serê wi biribû teslîmê Tirka kiribû û efûkirina xwe xwestibû. Lê Xidir, li ser vê xiyanetê pir nejiya û ji aliyê şerwanên Bexteran ve çend roj şûnde hatibû kuştin. Mirina Şahin Axa li ser hêzen berxweder tesîrekî neyênî kiribû. Berxwedana eşîrê şikiyabû. Şerwanên Bexterî yên sax mabûn xwe avêtibûn herema Ebassan. Gundiyên Bexterî ku dîl ketibûn destê leşkeran, hatibûn kuştin.
Ji bilî van mînakan, hin bûyerên din yên balkêş jî di dema berxwedanê de qewimîbûn. Di dema pevçûnan de kurrê biçûk yê Seyîd Riza, Reşik Husên brîndar bûbû. Saloxdariya Tirk ji bo kurrê xwe teslîm bike, dayika wî Elîf Xanim xapandibûn. Bi sozê tedawî û rakirina nexweşxanê, Elîf Xanim cîhê Reşik Husênê brîndar ji Tirkan re gotibû.
Saloxdarê Tirk, Mîralay Şevket, piştî ku Reşik Husên bidest xist, ji bo pîlanên bavê wî pê bide gotin, li wî eziyetên xedar kiribû. Di encam de Reşik Husên jî hatibû îdamkirin. Ev bûyer wek mînaka bê ûcdaniya dewletê ji Dêrsimiyan re wek şîretekî mabû.

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Şîreta Qazî Mihemmed

“…şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.