Geşta li Gundê Abrê; Gundê bîst û heft goristan!

Berî dor salekê li ser daxwaza min û Cemîlê Elêwî serokl eşîra Cobira, digel du hevalan çûm gundê Abrê. Gundê Abrê li herêma Aliya, bakurî Çilaxa bi dor 5 km û 50 km bareşî Qamişlo û 40 km rojavayî bajarê Cizîra Botan dikeve. Gundekî mezin û ava ye, dor 150 malî têde heye. Sirûşta gund gelekî xweş e.. Gund li ser mitikekî û di nav sê mitikên kevin (Romanî) û heft guristanên mezin û dêrîn de hatiye avakirin. Ev yekemîn care ku vî gundî dibînim. Qet min bîr nedibir ku ev gund wiha dîrokî ye.

Piraniya xelkên gund ji eşîra (Cobira) ne. Axayên gund ji mêj ve malbata (Hemoyê Elêwî) ne, hem jî ji wan re dibêjin (Elêwiyê Xino). Mazûbanê min Axayê gund, wiha navê xwe û bapîrên xwe ji min re hildan: Ez Cemîlê Hesenê Elêwî, yê Silêmanê Elêwîyê Xino me.. Ji bav û kalên xwe ve em xwediyên vê gundî ne.. Em bi navê Xinoyê Elêwî jî di nav kurdan de naskirîne.. Û berdewam kir: Mela Beşîr digot “Ji sala 1540’î ve gund ava ye û di destê malbata Xino de ye.. ji xwe gundê Şebek ji gundê Abrê çêbûye.. Eşîra Cobira ji eşîra (Cibra) ya navdar ku Xalid Begê Cibrî jê ye hatiye veqetenadin..”

(Mela Beşîr, melayê wan bû.. Melayekî zana, xwedî pirtûk û bawerî bû, berî çend salan çûye ber dilovaniya Xwedê).

Sebaretî koka eşîra Cobira, ez jî dengê xwe tevî dengê Mela Beşîr dikim ku ew birekin ji eşîra (Cibra) ya bi nav û deng di bakurî Kurdistanê de. Ev eşîra ku lehengê kurd (Xalid Begê Cibrî) jê ye.

Bi demê re hin nefer ji vê malbatê, ji gundê Abrê çûne bajarê Cizîra Botan û bûne ji eşrafên Cizîrê wek malbata Hecî Dursen. Hem jî dibêjin ku malbata (Mela an Keye) yên ku di nav Kîkan de ye û paytexta wan gundê Til Êlûnê ye û çend gundên wan yên din jî hene ji eynî eşîrê ne. Û ewên dibêjin em Çomerî ne di çiyayê Bagokê de, ew jî xwe digihînin wan..

Sebaretî navê gundê (Abrê An Abra) û kevinbûna nav, di baweriya min de, ev gund berê şûnwarekî Cihûya bû. Ew Cihûyên ku (Nebûxuz Neser) Qeralê Aşûriyan, di sala (586 B.M) ew ji Orşelîm û Samera sirgûnî Kurdistanê û Mezopotamyayê kirine. Çesipandina vê yekê, gelek gor di nav her heft goristanên gundê Abrê de hene, ne wek gorên misilmana ne. Ser pişta wan bi kevirên şehkirî nixumandî ne, Hem jî kêlên hin goran wek wêne û xêzikan li ser wan neqişandî ne.. Ji xwe navê gund (Abrê) ne dûre ku navekî Ebrî be. Ji ber ku gundên li dorê bi van navan têne naskirin wek: (Girkê Cihûya), (Xirbê Cihûya), (Nebî Sadî) û gotina Sadî gotinek Ebrî ye. Ev nav baweriyê bi mirov re xurttir dike ku berê gundê Abrê gundekî Cihûyan bû. Erdnîgariya derdora gundê Abrê bi van şûnwaran naskiriye: Xanîkê Domamê, Olam (Şûna sûrekê ye ku berê bi birc û dergeh bû), Kevrê Zelqê, Kevirê Çêlekê, Erdê Çirin, Erdê Çîtikê, Kaniya Rîhanê, Girkê Arfo, Warê Finêtiş..

Wek ku diyar e di salên 1394-1401’ê zayînê de gundê Abrê jî wek tevayî gundên herêmê ji ber talanên Tîmor Ling ser û binî hev bûye, hatiye wêrankirin, kes têde nema ye.. Belê di pey Tîmor Ling re bi çend salekî careke din jiyan lê vegeriya ye û malbata Xino an Elêwî, li gor civaka Kurdî ya koçerî (Zozana Û Germiyana), ji eşîra xwe Cibra qut bûne û di sala (1540 z) de wek ku mela Beşîr gotiye de li gundê Abrê cîwar bûne.. Helbet mela Beşîr ev dîrok ji hin pirtûkan bihîstiye.. Bi rastî, ez ji her heft goristanên gundê Abrê mame ecêmayî.. Hin dibêjin ne heftin, 27 goristan in!

Dibêjin carekê Mîr Botan ji serokeşîran xwestiye, ku her yek sed zilamî bi xwe re bibe û here bajarê Cizîra Botan, Birca Belak. Dibêjin axayê eşîra Cobira bi yek zilamê xwe ve çûye. Mîr jê pirsiya min sed zilam xwestiye?! Wî li Mîr vegerandiye û goriye: Belê mirê min! Min yek zêde jî bi xwe re aniye! Mane tu ji min re dibêje: Tu bi sed zilamî ye.

Konê Reş

Qamişlo

Derbar Konê Reş

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply