Ezbenî! Serma û Seqema Welatê Min!

Ezbenî! Serma û seqemeke bê deng dibare. Bejna xwe li dîwarê mala min dipêçe.. Kaxet û maxetên ku ji ber ba û bahozê reviyane, li bin guhê hev ketine, di cadê û kolanên Qamişlo de kom û belawela bûne, xuya dikin.. Ew jî bi navê mêraniyê dikarin bang kin û mikur neyên ku ji têkçûnan, revyane..

Ezbenî! Dara çinarê, eva bejin bilind ya ku bahoz wê ji qurim ve dihejîne, ew jî dikare bibêje, ku ez ji kêfa hatina biharê re diraqisim..!

Belê Ezbenî! Te wek kewekî gozel, xwe di nav pelên dara çinarê de, li hev pêçaye, çavên xwe beloq kirine, guhên xwe miç kirine û bi lewlewî dixwînî..!

Tu dikarî bibêje, ku tu bi gotinan, sebra xwe, bi vê dara kevnar re tînî..?! Ev dara ku bi sedê bahozan di sere derbas bûne û ji cihê ne livya ye..

Hem jî tu dikarî bibêje, ku ew dar veşartokên jiyanê ji te re dibêje.. û tev çûk û çivîkên ku li ser datînin ji bo te hatine, ne ji bo dara çinarê..! Daristana di orta bajêrê Qamişlo de jî, dikare bibêje, ku serma û seqem newêrin nêzîkî bedena min bibin..!!

Di vî heyamî de her tişt dibe.. tiştekî ecêb nebîne..! Ji ber ku ev heyam, heyamê derew, xap, vir û guhertina ye.. Tu dikarî di xewin û xeyalên xwe de, her tiştî ava bike û bibêje restî ye..!

Erê Ezbenî! Serma zor e û bahoz hin caran bîranînan di ser hev re diqulipîne.. Gelo! Tê ji gur bawer bike dema postê berxikê li xwe bike, ku bûye berxik..?!

Rojekê bîranîn bi gel re qelp derneketine.. Bîrdanka gelan di ser guhan re nehatiye avêtin.. Her ew bîrdanik, warê lêvegerê ye.

Gel bi bîranînên xwe dara çinarê û dara derewan ji hev nas dike..
Vêca, bela tev kaxet û maxetên sikakan, di quncikên kolanên Qamişlo de kom bibin û çendî ba û bahoz radibe, bela rabe..
Ne cara yekemîn e ku tûmê stiriyê Çavbeloqê dibêje, Ez Nefel û Endeko me..!

Belê, bi tenê ji bo bîranînê em dibêjin ku, dîrok tu carî namire, bi dawî nabe, ne diqele û ne ji nû ve şîn dibe..

Her tişt li maka xwe vedigere, (Çox nabe pox û pox nabe çox)..   Baranê! Bibar bibar.. Bayo! Bike guvîn.. Bahozê! Bike gurîn.. Belkî bîranînên me bilivin û şiyar bibin.. Tevî vê rewşê, min têra xwe êzing û ardû ji serma zivistana welatê re amade kiriye..

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply