Sêşem , Tîrmeh 23 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane / Ez Û Bilbilê Çiyayê Botan (Mihemed Arif Cizîrî)

Ez Û Bilbilê Çiyayê Botan (Mihemed Arif Cizîrî)

Sebaretî min û Mihemed Arif Cizrawî; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawara Mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pê re jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim..

Bi wiha xwendin û guhdarîkirinê re bêhna min derdikeve û ew tenêtî û valahiya ku ez têde, ji hev belwela dibe. Erê, eger bi xwendina Hawarê re ez sexletên nû di nivîsandinên pêşengên toreya kurdî ya nûjen de dibînim û bi xwendina Melayê Cizîrî re kûr û dûr diçim û pê re ala hezkirina Selmayê bilind dikim.

Lê bêguman ez bi guhdariya deng, awaz û gotinên stranên Mihemed Arif Cizîrî re li gelî, zozan û çiyayên Kurdistanê digerim û wiha bîna min fireh dibe, canê min rehet dibe û careke din li normaliya xwe vedigerim.

Bêguman her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser pişta navdaran tê nivîsandin, çi di warê şer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye. Di heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez kurd im, wî, li seranserî 50 salî, jiyana xwe ji bo gotin û awazên strana kurdî a orjînal terxan kir û di wê navê re gelek ji folklorê me ji talanê parast..

Ew bû yê ku di mercên dijwar de, bi dûv gotina kurdî ya resen de dibeziya, ew gotin di tûrêkê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de belav dikir. Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî: Di havîna 1912’an de, li bajarê Cizîra Botan, taxa Mîr Elî, çav bi gewrika dinyê ketiye û di roja 17/12/1986’an de li Kurdistana başûr, bajarê Duhokê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Dilşad û kêfxweş im ku, wî bi van çend gotinan bibîr tînim û dilê xwendevanên zimanê kurdî û evîndarên stranên wî xweş û geş dikim. Evin çend firdik ji strana (Bavê Seyro) ya ku ji Mihemed Arif Cizîrî fêr bûme û carna ji xwe re dinihirînim:

Li min lo lo li min lo lo li min lo lo..
Li min lo lo Bavê Seyro..!
Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê
Kum û kolozê xwe xwar kiriye
Pala xwe daye cencerê
Ez terka Bavê Seyrana xwe nakim
Heta li ser sînga min karê, karxezalê
Bibe zîqîna vê xincerê
Li min lo lo Li min lo lo..
Li min lo lo.. Bavê Seyro..
Neqeba min û bavê Seyro tak dîware
Pînkê lêxe bîne xware
Sîng û berê min karê, karxezalê
Tiberka mala bavê Kale..
Li min lo lo li min lo lo..
Li min lo lo Bavê Seyro..
Wêne: Ez û dengbêjê gelêrî yê navdar rehmetî (Ezîzê Temo).

Konê Reş

 

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye, Ne li Botan û Ermenistanê ye

Ji berî 25 salan ve, dema ku min (Dîwana Kurmancî/1970), ev pirtûka Ebdulreqîb Yûsif bi …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *