Sêşem , 22 Îlon. 2020

Elî Herîrî kî ye ?

ELÎ HERÎRÎ

(1010-1077)

Yek ji helbestvanên Kurd ên klasîk û kevn, ELÎ HERÎRÎ ye.

Elî Heîrî sala 1010an de li gundê Herîra ku li Deşta Herîrê ye û wê demê girêdayê bi Colemêrga Şemzînanê ve bû, hatiye dinyayê

Herîrî di sala 1077an de jî çûye ber dilovaniya Xwedê. Mixabin gora wî ne diyar e ku li kurê ye, lê guman tê kirin ku li Şamê ye.

Nîqaş li ser piraniya zanayên Kurd ên klasî heye. Ji ber ku ev e 200 sal in berhemên kurdî têne şewitandin. Ji ber hindê pir kêm belge di destên me de hene.

Li gor çavkaniyeke dî, Elî Heîrî di 1425an de ji dayik bûye û sala 1495an jî çûye ber dilovaniya Xwedê.

Dema Elî Herîrî di kemîna xwe ya zanistiyê de bûye, Dewleta Kurdên Merwanî hebûye. Piraniya vê axa ku jê re Kurdistan tê gotin heta bajarê Şam û çarnikalê wê jî, di binê desthelatiya Qiralê dewletê Alî Merwan de bûne. Tê gotin ku Elî Herîrî şair û nivîskarê Dewleta Kurd a Merwanî bûye.

Bavê Elî Herîrî bi xwe şêxekî mezin bûye û xwedanê Medreseya Kurdî bûye. Elî Herîrî jî pêşî li cem bavê xwe xwendiye û di medreseya wî de li xwendinê donamdiye. Piştre çûye li gelek medreseyan geriyaye weke medreseya Hewlêr, Bexdad, Cizîra Botan û piştre çûye li Şamê û li wirê xwendiye.

Li Şamê Elî Herîrî bi Şêxê navdar Ebû Elî Mexribî re ketiye hevberiya zanistiyê û serkeftî bûye. Ji ber hindê ye ku Elî Herîrî di nava Kurdan de, xasma jî di nêv peyrewên Medreseya Kurdî de weke zanayekî bêhempa hatiye pejirandin.

Ji ber hindê ye ku ji bo Elî Herîrî ŞÊX ELÎ HERÎRÎ tê gotin.

Di dema Elî Herîrî de li her deverê Zimanê Kurdî bi awayekî fermî hatiye bikaranîn.

Lê ne diyar e ku Elî Herîrî kengê dest bi nivîsandina bi Zimanê Kurdî kiriye. Lê belê di hin çavkaniyan de dîyar bûye ku Herîrî pirtûka xwe ya bi navê MEQAMAT li Cizîra Botanê nivîsiye.

Berî Elî Herîrî, neh-deh kesên dî jî bi kurdiya kurmancî divîsîne. Berî Îsa Pêxember jî kurdiya kurmancî hatiye nivîsandin.

Weke mînak:

a) 300 sal B.Z. helbestvanekî Kurd bi navê Bodraboz bi kurdî nivîsiye. Niha jî helbesteke wî di destê Kurdan de heye.

b) Piştî Îslamiyetê, berî Elî Herîrî jî zanayekî Kurd bi navê Baba Rax û yekî din bi navê Behlulê Mahî (Sedsala 8an) bi kurdî helbest nivîsîne.

c) Di Sedsala Nehan de zanayekî Kurd bi navê Basam Kurdî û Xalid Axa Zehar (905–974) bi kurdî nivîsîne.

d) Zanayekî Kurd bi navê Ebdusemed Babek (972-1020)  bi kurdî nivîsiye. Niha jî di nava Kurdan de navûdengê Babekî heye.

Berhemên Elî herîrî niha pir zêde li holê nayên dîtin. Tenê pênc-şeş helbestên wî hene, wekî din ew jî di nêv gerîneka mêjû de nixro bûne.

Bêguman helbestên Elî Herîrî ne tenê ev in û gelekên dî jî hene. Weke helbestên Feqiyê Teyran ku gotiye, wî 1000 helbest nivîsîne, lê îro 20-25 helbestên wî li holê têne dîtin.

Melayê Cizîrî jî 114 helbest di Dîwana xwe de nivîsîne, lê dema me dîwana wî veguhazt latênî, me yazdeh helbestên wî yên dî jî dîtine û xistin nava dîwanê çapa xwe.

Nivîskar Tehsîn Dostkî, du sal berê jî helbesteke Melayê Cizîrî di deftereke Mele xelîlê Sêrtî de dîtiye û di kovara NÛPELDAyê de li Wanê daye weşandin.

Helbestên Elî herîrî bi piranî behsa evîn û bade û meya îlajhî dikin. Lê belê xwedênasî û tesewuf jî di wan de aliyekî giran wergirtine.

Helbestên Herîrî pir dewlemend in. Min bi tecrûbeyên xwe derxistiye holê ku ev helbestên ji aliyê zanayên Medreseya Kurdî ve ku hatine nivîsandin, hem ji aliyê vêjeyî ve û hem ji aliyê dewlemendiya bêjeyan ve gelek berepêş ve çûne.

Tê gotin ku berhema “Qewlê Hespê Reş” ya Elî Herîrî ye.

Li gor agahdariya ku gorbihişt Mîr Celadet daye û di programa WIKIPEDIAyê de jî eynî heye, pirtûka Qewlê Hespê Reş ya Feqiyê Teyran e.

Divê rewşenbîrên Kurd lêkolîneke berfireh li ser Elî Herîrî bikin û akademisyenên Kurd jî li ser Elî Heîrî û kesên wisa xebat bikin, da ew agahdariyên nixumandî eşkere bibin.

Erkê mezin ev e ku divê sazî û dezgehên kurdî perpirsyariya xwe bi cih bînin, piştre divê rewşenbîrên Kurd jî bibin alîkar. Eger meriv bi rêk û pêk xebat bike, tiştekî ku zelal nebe, namîne.

Navûdengê Elî Herîrî li Kurdistanê xasma di nava peyrewên Medreseya Kurdî de, gelek belav e û hertim Kurd pê şanazî dikin. Niha jî çi kesê ku di zanîn û zanistiyê de zîrek û zana be, tê gotin ku “Bûye wek Elî Herîrî.” Yan jî dema kesek pesnê xwe bide, xelk dibêje: “Meriv dibê belkî bûye Elî Herîrî.”

HELBEST


Dilê mehzûn kefaret bêt ke im şeb taze mihman têt
Be mizgînî beşaret bit ke mihman canê canan têt

Ke mihman canê canan e, le ser cavê me mihman e
Be mala cumleyê Xan e, ke şahê cumleyê xan têt

Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dilêxsîr in
Be can menzilgehê mîr in telebkar î ke sultan têt

Telebkar in dilara yîm med îm yarin bûyî şaîm
Le bejna er’erîn daîm sîyehmar lê be colan têt

Sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran
Ku xas û am bibûn heyran le cîran enberefşan têt

Du zulfên enberefşan in du le’lên şekeristan in
Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt

Ecêb bir ke mirarî tê le seddê qewsê tarî tê
Sîyehpenc in xumarî tê, ji mexmûran du eslan têt

Ji mexmûran tu mexmûr î, be cî hişt eqreba jûrî
Tewafa Beyti Me’murî le burcan xûn be sîran têt

Eqarib hat û bê hed hat, le wê burca zeberced hat
Vebala qewsê eswed hat, le tilbey mahî taban têt

Le heyva kewçêr in kamil ve ehlan ra nehiştin dil
Û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt

Gulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xiste
Binefş û nêrgiza mest e, cinisrê le’l û reyhan têt

Reyahîn sosin û werd in, le Şêx Elyê xerîb ferd in
Weristê ehmer û zerd in hero sed car bi efxan têt

Ji efxanan nemayim têr du’agoyê te ez bê vir
Bebête şer du esleh dîr heta vî qasidê can tê

Bebîne rû şemalînê were hindava balînê
Ji dest ahan û nalînê çi reng feryad ji esman têt

Bi feryad û bi hewar e, ji dest ahan min ew kar e
Me lazim bendeyê jar e, ji seyidê çi ferman têt

Seyidê heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra
Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt.

NARÊ EŞQÊ

Ger hûn bibînin narê eşq

Tênê li bom zarî diken

Herkes bizanit halê eşq

Bexîlî dijwarî diken

Bexîlê eşq bexîl bibûm

Herdem bi dem zelîl dibûm

Bêrah û bêdelîl dibûm

Her kes bi xemxwarî diken

Hûn bar mekin gel min di zor

Li hesreta werdên di sor

Çavê di reş bisk têne dor

Enya bi nûr tarî diken

Enya bi nûr zulf têne ser

Rengîn dibin şems û qemer

Reşmar ji perd anîne der

Li er´era yarî diken

Xweş ere’ra şemsa di qed

Teşmîn rewa sebr û xîred

Ah û meded, ah û meded

Çeşmên çu gumarî diken

Çavê li rojê bûne kom

Cama meyê anî ji bom

Emro wê kir lazim vexom

Mestî li min carî diken

Mest û şerabê qan divê

Esîr û bendêt vê şevê

Ger wesfêt yarê ez bibêm

Hûn terkî hişyarî diken.

Zeynelabidin Zinar/Rojevakurd

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.