Êş – Bawer Agirî

êş
zarokên şengalê ne
êş
kenên ku li qiblegeha
pîroz mane ne
êş
rûxandina warê
bav û kalan e
êş
wêrankirina dîrokê li pêş çavan e
êş
qedexekirina jiyanê ye
êş
koçberî ye terk kirin e
êş
temaşekirina li êşan e
êş
pêxasên welatê min e
êş
ez im tu yî em in
êş
şevên kesernak ên nabin sibe ne
êş
di nava du lêvan de qîrîn û hawar e
êş
gazîkirina were were ye
êş
bangkirina neçe neçe ye
êş
çavên bi hêsir ên li rûxandinê dinhêrin ne
êş
kurd e kurdistan e…

About Rêvebir

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *