Temaşe – eKovara Hunerî ya Sînemayê

Temaşe, ekovara hunerî ya sînemayê bi serkêşiya Mahmud Beyto û Cîhan Ulus di 7ê temuza 2020an de dest bi weşana xwe kir.

e-Kovara Temaşê

  • Edîtor: Mahmud Beyto, Cîhan Ulus
  • Navnîşan: Stenbol
  • Telefon:-
  • E-Peyam: kovaratemase@gmail.com
  • Malper: www.kovaratemase.com
  • Facebook: @kovaratemase
  • Twîtter: @kovaratemase
  • Instagram:
  • Linkedin: /company/kovara-temaşe
  • Dîroka Destpêkê: 07.07.2020
  • Çend Jimar: 2 heb (01.11.2020)
  • Rewş: Kovareke li ser sînemayê ye. Dewamî weşana xwe dike.

Nûçeya Jimara 2. a eKovara Temaşeyê

Bi jimara duyem e-Kovara Temaşeyê li ser malpera xwe ya fermî hate weşandin. E-Kovara Temaşeyê piştî sê mehan bi hejmara xwe ya payizê derket.. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê daxistin.

Hedef û armanca mezin ya Kovarê ew e ku pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya Kurdî, sermiyana kurd û kurdewariyê; ax, ziman û çanda kurdan bi nêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ya mezin û domdar bi hemû coş û xweşiya xwe li dûrî Kurdistanê, cara 10em meşiya. Di nav şert û mercên Kovid-19yê de sînema, diyaspora, sînemaya Kurdî, bi kuratora bernameyê Leyla Toprak û derhêna hunerê Lea Drescher ra roportajeke berfireh heye.

Edîtorên e-Kovara Temaşeyê Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus diyar dikin ku di vê jimarê de xuyabûna zaravayên Kirmanckî û Soranî zêde bûye. Beşa Kurmancî jî bi Yilmaz Guney derketiye pêş. Him sînemaya Kurdî him jî sinemaya Ewropayê li ser kesayeta Yilmaz Guneyî hatiye niqaşkirin.

Sînemaya Kurdî û sînemaya ku kurd lê temaşe dikin dixe nav mijarên xwe; ji ber wê jî gelek cureyên sînemayê di nav da cih girtine. Sînemaya populer û sînemaya serbixwe di nav hev da cih girtine.

Sînema bixwe di nav têkiliyeke berfireh ya li gel huner û disîplênên din e ji ber wê jî  babetên wekî felsefe, tenduristî û desthilatdarî hatiye lêkolandin.

Kovara Temaşeyê fîlmên ro û rojeva me jî dane nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar dê peyvên nû lê bêne zêdekirin.

Kovara Temaşeyê bi sermiyaniya kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala kurdan û sînemaya kurdî dide guftugokirin.

Nivîsa Edîtoryayê ya Jimara 2. a eKovara Temaşeyê

Silav sînemahezên delal. Bi hevîya xweşbûn û tendurîstîya we.

Dibêjin: “Payîz demsala xwendevan û nivîskaran e.” Gelo demsala sînemahez û sînemakaran kengî ye? Bi me, demsala me sal bi xwe ye. Sînema bêwelat û bêwext e; cih, dem, dewlet û sînor jê ra nîne. Me jî sînorên dem û cihan ji ser xwe rakir, bi nivîskarên ji her çar perçêyên Kurdistanê, bo sînemakar û sînemahezên bê wext û bê sînor ra rêyek vekir.

Pêvajoya Kovîd-19yê bandor li ser her derên jiyana mirovî kir. Her wisa bandorek mezin da ser sînemayê jî. Lê ji ber dîjîtalîzasyona sînemayê ya bi salan e ku berdewam dike, mirovan helbet ji sînemayê neqetand û heta bînerên wê zêdetir, nivîsên li ser wê geştir û xwendinên li ser wê pirtir bûn. Em jî bi navê Kovara Temaşeyê, ev yek hîs kir û me nivîs û mijarên xwe zêdetir kir. Her wisa di nav mijarên me yên curbicur da sînemaya dinê, Sînemaya Kurdî, analîzên fîlman bi kitekit, rêzefîlm, xêzefîlm û meseleyên din yê sînemayê di kovarê da cih girtin.

Li vir di serî da em spasiyên xwe ji hemû kurdên kurdîhez û hunerhez bikin ku bi xweşî û şahî li benda Kovara Temaşeyê ne. Herweha hevalên me yên ku ked û teb di ber da dan; Kerem Arî, Bayram Sezgin, Bariş Ozdemir û Remzi Şener spasiyên me bo wan gelek in.

Di rewşeke weha nedîtî û nebînayî da em balê dikşînin ser Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê û me sohbetek li gel Kuratora Bernameyê Leyla Toprak û Derhêna Hunerê Lea Drescher ra kir ku bi giştîi li ser festîval û sînameyê herweha diyasporaya kurdan û xebatên hunerî yên ku li ser kurd û Kurdistanê ne, babetên girîng yên roportaja me ne.

Li ser Yilmaz Guney du nivîs di vê hejmarê de hene; yek jê bi nivîskariya Fatoş Yildiz, di Sînemaya Yilmaz Guney û Jean-Luc Godard da Mijara Netewperweriyê û ya din jî bi nivîskariya Mehmud Beyto Sînemaya Kurdî II Yılmaz Guney e.

Kulîlk, rexneya pirtûka Soner Sertî bi sernavê Sînemaya Neteweke Bêdewlet nivisandiye ku demekê rexne li ser pirtûkê hatibûn kirin.

Welat Ramînazad bi du nivîsên xwe hatiye Temaşeyê; Kompleksa Parsekiya Hezê û Eleqeya Sînemaya Kurdî û ya din jî bi kirmanckî li ser fîlmê Pulp Fictionê bi sernavê Mudaxelekerîya Fîlmê Pulp Fıctıonî nivisandiye.

Amed Hesen li ser fîlma Milos Formanî Amadeusê, nirxandineke berfireh kiriye û Özal Sürmeli jî li ser rêzefîlma Black Mirrorê rexneya dîlemmaya teknolojiyê kiriye.

Mutlu Can bi nivîsa xwe ya li ser derhêner Çayan Demîrel di beşa kirmanckî da ye. Bi giştî ji soranî û kirmanckî her yek ji van sê nivîs gihaştine Kovara Temaşeyê. Ev şanazî ye û gihaştina xewnek ji xewnên Zimanê Kurdî ye.

Li hember hemû nexweşîyên jiyanê, bila ev bibe derîyek ji derîyên perdeya sînemayê ku yê herî li ber dilê we xweş e…

Naveroka Jimara 2. a eKovara Temaşeyê

NAVEROKA JIMARA DUYEM

Hevpeyvîn derbarê 10.Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê
Temaşe

Sînemaya Kurdî II – Yilmaz Güney
Mehmud Beyto

Di Sînemaya Yilmaz Guney û Jean-Luc Godard Da Mijara Netewperwerîyê
Fatoş Yildiz

Derketina Sînemayê II
Dawid Jikevir

Sînemaya Neteweke Bêdewlet
Kulilk

Kompleksa Parsekîya Hezê û Eleqeya Sînemaya Kurdî
Welat Raminazad

Şikefta Eflatûn û Efsûna Ronahîyê
Adem Warnas

Di Fîlmê Dema Hespên Serxweş Da Têgehên Sereke
Dilazad Art

Endamên Cinekurdîyê Fîlma Zarê û Sînemaya Netewî Ya Kurdan Şîrove Dike
Amadekar: Armanc Gever

Li Dor û Bera Fîlmê Amadeusê Xwedêdayî û Xwedêjêstendî
Amed Hesen

Li Gel Black Mirror Tirs û Zewqên Teknolojîyê
Özal Sürmeli

Tenduristî û Sînema
Serhat Aktaş

Desu Noto Bîrnameya Mirinê
Mehmud Beyto

Fîlmên Temaşeyê
Jaro

Sînemakarê Rastîye: Çayan Demîrel
Mutlu Can

Kabûsê Domanîya Serranê Newayî; Hewno Bêreng
Pınar Yıldız

Mudaxelekerîya Fîlmê Pulp Fictionî
Welat Ramînazad

تێڕامان لە جیهان لە چاوی کوبریکەوە
Azad Azizyan      73

چەند سەرنجێک سەربارەت بە کورتەفیلمی“باری گران”
Bawer Maorofî  76

تێگەیشتن پێش تەماشەكردن! وانەیەك لە كتێبی (فیكری شاراوە: چەند نموونەیەك لە فیلمە سینەماییەكان)ەوە
Osamah Muhammed

Termên Sînemayê

Nûçeya Jimara 1. a ekovara Temaşeyê

Kovara Temaşeyê li ser malpera xwe ya fermî hate weşandin. Piştî vê pêngavê, êdî her demsal ango 3 mehan carekê dê bê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê ye, bi awayekî PDF tê daxistin.

Xwedî û berpirs Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus in. Ji bilî kar û barên xwe wekî hezkiriyên sînemayê dest avêtine vî karî.

Armanca mezin a kovarê ew e ku pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya kurdî, sermiyana kurd û kurdewariyê; ax, ziman û çanda kurdan bi nêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan.

Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil ya Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, Pêlen nû yên sînemayê, sînemayên netewî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî tê de cîh digire.

Sînema heta ku giha rojama di gelek dewr û qonaxan de derbas bû, ji bo wê jî gelek alî û hêlên sînemayê di kovarê de cîh girtine. Fîlmên bêdeng, fîlmên kult, rêzefîlm û anîme tê de ne.

Ji bo destpêkê û hejmara yekem, mijarên li gor wê derketine pêş. Nivîsên li ser destpêka sînemayê û destpêka Sînemaya Kurdî hene, paşê ji mijarên roja me serpêhatiyeke biçûk û rewşa Netfliksê, wekî gelek cureyan mîzaha di nav sînemayê de hatiye nirxandin.

Ji aliyê din ve derhênerên mezin Charlie Chaplin, Steven Spielberg, Thedoros Angelopoulos û Milos Forman bi fîlmên xwe hatine nivisandin.

Derhênerê kurd yê navdar Ali Kemal Çinar roportajeke têr û tije daye kovarê û him fîlmê xwe him jî rewşa sînemayê diaxive.

Rexneya pirtûka Mizgin Arslan ya ku bi tirkî hatiye nivisandin “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin” di kovarê cih girtiye.

Ji bilî van fîlmên kult yê bi navê “12 Zilamên Hêrsok” û fîlmê “Bêkas” di kovarê de ye.

Rêzefîlma Mindhunter ji aliyê sûc û tawanê ve hatiye lêkolan. Herwiha anîmeya kult ya bi navê Sîmyagerê Pola: Biratî jî hatiye nirxandin.

Kovara Temaşeyê fîlmên ro û rojeva me jî daye nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar dê peyvên nû lê bêne zêdekirin.

Ji bo fîlm amûra sereke kamera jî bi tevger û hereketên sereke hatiye nasandin.

Kovara Temaşeyê bi sermiyaniya kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala kurdan û sînemaya kurdî dide temaşekirin.

Win dikarin vê e-kovarê ji ser navnîşana http://www.kovaratemase.com dabar bikin.

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply