Romana tehcîra/sirgûniya Ermeniyan: KENDAL

Dema ez pirtûkek kurdî a nivîskarekî ji Semsurê dibînim gelek keyfa min tê. Nivîskarên kurdên ji bajarên Riha, Antab/Dilok, Meletî, Sêwas, Erzîncan, û Meraşê hindik in, bi tilîyan têne jimartin. Bi milyonan kurdên li wan bajaran asîmîle bûne, bi kurdî nizanin û piraniya wan xwe wek tirk dibînin. Gelek Alewiyên kurd ên van bajaran jî xwe wek tirkmenên ji Xoresanê hatine dibînin. Nivîskarên van bajaran jî bi tirkî dinivîsin û gelekên wan nabêjine ku ew bi eslê xwe kurd in.

 

Nivîskarê/romannivîserê kurd birêz Mehmed Akar nivîskarekî kurd î ji bajarê Semsurê ye. Kurteromana wî a bi navê ”Kendal” ji nav weşanên ”Do” li Stenbolê derketiye. Kurteroman 80 rûpel e. Mijara kurteromanê yan jî vê çîroka dirêj li ser komkujî û tehcîrkirina/sirgûnkirina ermeniyan e. Nivîskar berhema xwe ji bo 100 saliya komkujiya/jenosîta ermeniyan pêşkêş dike.

 

Nivîskarê kurd Mehmet Akar di pêşgotinê de dibêje : ”Min demeke dirêj di dibistana seretayî de seydatî kir. Ez jî mîna gelek rêhevalan ketim ber tofana dewletê û ji seydatiyê derketim.” Binêrin seydayekî kurd î oldar derbarê komkujiya/jenosîta ermeniyan de  roman dinivîse, bal dikşîne ser tehcîra/sirkûnkirina wan. Ez nizanim gelo papazek, keşîşek ermenî yan jî nivîskarekî/romannivîserekî ermen li ser komkujiyên, qetlîamên kurdan û tehcîra/sirgûnkirina gelek eşîr û malbatên kurdan roman nivîsiye?

 

Hinek ermenî ji bo komkujiya ermenan digel tirkan kurdan jî tawanbar dikin û dijayetiya kurdan dikin. Qetlîama ermeniyan bi fermana dewleta Osmanî ku ew dem partiya Îtîhat û teraqî li ser hikum bû pêk hat. Heta ku fermana dewleta Osmanî derneket kurd û ermen li bakurê Kurdistanê di heman gund, navçe û bajaran de bi hevre di nav aşîtî û aramiyê de wek biran dijiyan. Çima beriya fermana dewletê, kurdan ermenî nedikuşt? Ji xwe kurdên Amedê, Mêrdînê piştî fermanê jî ermenî nekuştin. Li wir hêza alayiyên suwarê hemîdî jî tunebû. Ermeniyên ku li wan herdu heremên Kurdistanê hatin kuştin tevahî bi destê leşkerên  dewletê ên fermî hatin kuştin. Li Serhedê hinek leşkerên alayiyên hemîdî ku ji zilamên aşîrên kurd pêk hartibûn wan bi fermana dewletê bi leşkerên dewletê re hinek ermenî kuştin. Ji xwe ew hêzeke dewleta Osmanî a fermî bû û bi fermî hatibûn damezrandin lewre jî ew li gor fermana dewletê tevdigeriya. Belê, leşkerên alayiyên hemîdî û leşkerên tirk ên artêşa dewletê bi hevre li Serhedê ermenî kuştin, lêbelê ermeniyan jî gelek kurdên Serhedê kuştin. Hinek kilam û stranên kurdî ji ber bûyerên rastîn hatine gotin. Di kilama Îbobegê Pasînê de zilma ermeniyan li kurdan û drama malbateke kurd ku ji alî ermeniyan ve têne kuştin di kilamê de tê qal kirin.

 

Niha em werine naveroka romanê. Li gundeke bakurê Kurdistanê Xanim, Anî, Arto û Xelef du jin û du mêrên dostên hev, cîranên hev in. Arto ermene û bi ermenkî û kurdî zane. Di kurteromanê de jiyana gund, têkilî û cure cure danustendinên gundiyan bi hevûdu re, aramiya li gund, wek bira jiyana ermenî û kurdan di gund de baş û xweş tê ravekirin.

 

Di gund de gundiyên kurd û ermenî di nav aşîtî û aramiyê de bi hevre dijîn, di keyf û şahiyan de, di dawet û dîlanan de bi hevre govend digrin. Bijîjka gund jî jinika ermenî ku navê wê Horê ye, nexweşan bi derman rehet dike.

 

Rojeke leşkerên dewleta Osmanî têne gund û dibêjin fermana ermeniyan derketiye. Di destê wan de lîsteya navên malbatên ermenî heye. Hemû malbatên ermenî di nav gund de dicivînin û fermandarê/qumandarê leşkeran ji wan re fermana dewletê  dixwîne. ”Dewletê nefiya we derxist. Ev fermana dewletê ye. Tu heqê we yê ku li hemberî vê fermana dewletê derkevin tuneye. Yên ku li hemberî vê fermanê derkevin wê bêne kuştin” Binêrin rûpel 16.

 

Li ser biryara dewletê û li gor pêkanîna fermanê gelek ermenî dikujin, hinekan koçber dikin, hinek keş û jinên wan li xwe mar dikin, hinekan dikine misilman. Keça Arto a 10 salî jî ji wan distînin didine gundiyekî dewlemend.

 

Di gund de bi navê Sîno kesekî qaçaxger heye. Ew diçe binxetê, diçe bajarê Helebê, navçeya Kobaniyê û tê. Rojeke ew Artoyê ermenî li Helebê dibîne û tê di gund de ji Xelef re dibêje ku wî ew dîtiye.

 

Di ser nefîkirina/sirgûnkirina ermenan de 30 sal derbas bûye. Arto ji Sîno re behsa serboriyên xwe, bûyerên ku hatine serê wan dike. Di rê de leşkerên artêşa tirk zêr û pereyên li ser wan ji wan distînin û li xwe belav dikin. Keça Arto a deh salî jê distînin û didine yekî kalepîr ê dewlemend. Ji gelek gund, navçe û bajaran qufle bi qufle ermenî dicivînin û gelekan dukijin, hinek di rê de dimrin û hinek tehcîr dibin. Di rêwîtiyê de gelek tişt tê serê wan. Qalkirina cihê ku keça deh salî ji dê û bavî vediqetînin drama ye. Dil û kezeba mirov dişewite. Di cîhanê de, bi taybetî jî di rojhilata navîn de sê netewe di dîrokê de gelek zilm û zordarî, kuştin û lêdan dîtine û bi şêweya komkujiyê li hemberê wan jenosîd hatiye pêkanîn. Ev hersê netewe kurd, ermenî û cihu/yahudî ne. Ermenî û cihuyan dewletên xwe damezrandin û xwe xilas kirin, welatê xwe rizgar kirin, gelê xwe azad kirin. Mane kurd. Kurd hêj jî zilm û zordariyê dibînin, têne kuştin. Bêdewlet in, neazad in.

 

Li gor qalkirina Arto ji Sîno re, leşkerên dewleta Osmanî di rê de tecawizê keç û jinên ermen dikin û hinekan dikujin. Leşker jina Arto Anî jî dikujin. Leşkerên tirk komek ermenî ku Arto jî di nav de ye dibine binxetê û li wir fermandar ji wan re dibêje ”Êdî hûn serbest in. Ev xeta trênê ye, hûn alî jor ve neyên, alî jêr ve her in.”

 

Li bin xetê anku li rojavayê Kurdistanê Şahîn Beg î kurd bi wan ermeniyan re gelek dibe alîkar. Xwarin dide wan û wan bi cih û war dike.

 

Di komkujî û koçkirina ermeniya de, gelek mirin, hatin kuştin. Lêbelê gelekên wan bi xêra kurdan re ango bi alîkariya kurdan xilas bun. Ermeniyên ku niha li bakurê Kurdistanê û li rojavayê Kurdistanê dijîn bi xêra kurdan re dijîn. Divê ermenî vê çeyî, başî û qenciya kurdan ji bîr nekin. Lêbelê çi heyf ku hêj jî hinek ermenî û dewleta wan, akademîsyenên wan dijayetiya kurdan dikin. Di dema desthilatdariya sazûmana Sovyetê de hinek heqên ku dabûn kurdan, piştî têkçûna sazûmana Sovyetê ji paşve girtin. Niha şerê wan û azerîyan jî li ser axa kurdan e. Ew axa ku azerî û ermenî dibêjin a me ye û li ser şer dikin a wan nîn e, axa kurdan e. Li ser wê axê di dîrokê de dewleta Şedadî a kurdan hatibû damezrandin. Li wir, li ser wê axê di dema sazûmana Sovyetê de xweseriya kurdan bi navê ”Kurdistana Sor“ herêma xweserî hatibû damezrandin. Niha azerî dibêjin ew der ê me ye û ermenî dibêjin ê me ye, lêbelê runiştvanên wir kurd in û kurd têne kuştin. Di wan gund, bajar û navçeyan de hêj jî piranî kurd in.

 

Di romanê de derbarê Şahîn Beg û Bozan Begê eşîra Berazan û nakokiyên ku di navbera Bozan Beg /ku di meclîsa Ankarê a 1920 î d cih girtibû/ û herweha dijayetiya Mistefa Kemal Atatirkê dijminê kurdan ku dixwaze li hemberê Bozan Begê komployek pêk bîne û wî bide kuştin tê qal kirin.

 

Pirtûka Mehmet Akar a bi navê ”Kendal” ji destpêkê heta navê/nîvî weke roman hatiye hunandin. Lêbelê ji nîvî pê ve êdî dibe wek ravekirina çîrokê. Serpêhatî û serboriyên Artoyê file bi devê Sînoyê qaçaxger weke çîrokê tê qal kirin. Ne tiştekî eqilane ye ku Sîno ewqas tiştên Arto jê re gotibe bikaribe ezber bike, bi bîr bîne û were ji Xelef re û gundiyan re behs bike.

 

Min di seriya vê gotarê de gotibû ku ev kurteroman e, lêbelê dema min xwendina pirtûkê bi tevahî xwend û qedand, ez gihîştim vê qeneetê ku ev berhem kurteroman, roman nîn e, novel e, çîroka dirêj e. Ji xwe nivîskar jî pêşgotinê de dibêje; ”Ev çîroka min î dirêj ya bi navê Kendal..” Diyare weşanxaneya ”Do” li ser berga wê roman nivîsiye. Xwediyê weşanxaneyê bi kurdî/kurmancî nizane û şirîkê wî jî ji wêjeyê zêde fêm nake.

 

Çîrok çawa dawî dibe? Xelef û jina xwe diçine keça Arto Mariya fileh dibînin yan na? Marî ji malbata xwe xeber digre, nagre? Marî ku bûye bûka kurdan û navî bûye Meryem, kurd li wê û li ermeniyên ku ji kuştinê xilas kirine çawa dinêrin? Ez ê behsa encama çîrokê ku çawa dawî dibe nekim, bila ew jî wek meraq ji bo xwendevanan bimîne ku kesê meraq bike, pirtûkê bikire û bixwîne.

 

Wek gotina dawî; ez dixwazim ji bo ermeniyan çend gotin bibêjim. Divê ermenî dijminahiya kurdan nekin, ew spasdarê kurdan bin. Nivîskarên kurd di gelek romanên kurdî de behsa komkujiya ermeniyan û herweha zilm û zordariya ku li wan hatine kirin di romanên xwe de anîne zimên. Bila ermenî romanên kurdî wergerînin ermenkî û bila xwendevanên ermenî van romanên kurdî bi wergêra ermenkî bixwînin.

 

Û gotineke min a taybetî jî ji bo dîrektorê Unîversîteya/zankoya Ermenî û rusan a li Erîwanê Profesor Garnîg Asatrîan û jina wî ye. Bila ew dev ji dijminahiya li hemberê kurdan berdin. Herî dawî Vî profesorê ermenî Garnîg Asatrîan got ”divê tercîh a dewleta ermenî cîrantiya bi kurdan re nebe, cirantiya bi tirkan re be… “ Ev prof û jina wî propanganda ku Zaza û Alewî kurd nîn in jî dikin. Wan konferansa li ser zazan çêkirin û gotin zaza û alewî kurd nîn in. Ew û dewleta ermenî ji bo Êzîdiyan jî dibêjin ew kurd nîn in.

Ev zilam û jina xwe pêşkêşiya siyaseta li hemberê kurdan dikin. Divê ew dev ji vê helwesta xwe a dijminahiya kurdan berdin. Dostên ermeniyan kurd in, dewleta dagirker a Kemalîst a komara Tirkiyê nîn e.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply