Du Romanên Bextiyar Elî

Du romanên Bextiyar Elî

1 – ROMANA CEMŞÎD XAN

Nivîskarê kurd Bextiyar Elî ji başurê Kurdistanê ye. Ew berhemên xwe bi zaravayê soranî dinivîse. Du romanên wî ji soranî kirine kurmancî. Herdu romanên wî yên ku kirine kurmancî ‘Êvara Pervaneyê’ û ‘ Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir’ e.

Ez ê di vê gotara xwe de bi kurtahî behsa van herdu romanan bikim.

Romana ‘Cemşîd Xan’ 128 rûpel e. Navê romanê gelek dirêje. Di romanan de navên weha ewqas dirêj nebaşe. Navên kin heta navekî ku ji yek yan du peyvan pêk bê hîn baştire. Lê dibe ku romannivîserê kurd Bextiyar Elî di bin bandora ekola ‘realîzma efsûnî’ de bimîne û weke Gabriel Garcia Marquez navên romanên xwe ewqas dirêj dayne. Ji xwe di romanên B. Elî de bandor û şopa ekola realîzma efsûnî têt dîtin.

Cemşîd Xan zilamekî çepe, komunîste, tê girtin, li girtîxaneyî sivik dibe û difre ezmanan.. Xwedanê romanan nivîskarin. Ew bixwazin dikarin her şikil bidine romanê û lehengên romanan bixine hezar şiklî..wan bikin tirsonek, leheng, kesên xeybane, yên ku difirin û hwd. Bextiyar Elî jî lehengê xwe dike zilamekî ku difire ezmanan û bi devê wî van gotinan rave dike : ‘“Ez Cemşîd xan kurê Hisam xan kurê Zulfeqar xan kurê Emîn xan im, ku koka min vedigere ser mîr û şahên Zend, di filan roj û mehê de, min ji ezmanan ev tiştên li jêr dîtin…”

Di dema şerê Îran û Iraqê de muxaberata artêşa Iraqê dixwazin ku qabilîyeta wî ji bo xwe bikar bînin. Cemşîd Xan dema difire û dikeve erdê mejiyê wî bi gotineke gelêrî çeqilmas dibe û ji blî zimanê kurdî hertiş ji bîr dike. Cemşîd li ezman li ser hemû welatan digere û di nav wan de Kurdistanê hildibijêre û vedigere Kurdistanê.

Naveroka romanê ji hêla ravekirina bûyeran ve dewlemende û herweha romaneke herikbare. Alegorî, sembol û metaforên di berhemê de hene wê hîn baştir kiriye û asta wê ya edebî bilind kiriye.

2 – ÊVARA PERWANEYÊ

Romana Bextiyar Elî ‘Êvara Pervaneyê’ Besam Mistefa ji soranî kiriye kurmancî. Roman 304 rûpele. Roman li Stenbolê di nav weşanên ‘Avesta’ de derketiye.

Serrlehengên romana ‘Êvara Perwaneyê’ Perwane û hevala wê Medya ne. di nav kurdan de ‘Medya’ navê keç û jinane. Lêbelê min qet nebihîstiye ku navê keçek kurd perwane be. Lêbelê di soranî de bi mana pinpinîk tê bikaranîn.

Jiyan û serpêhatiyên Perwane û Medyayê bi zimanê edebî ê romanê tê qalkirin. Ew xwe li gundekî li cihekî ewle vedişêrin, lê pişt re ji aliyê sîxurên Mela Kewser tên dîtin, têne girtin û di êvareke bi berf de kuştina wan pêk tê.

Kuştina herduyan a trajîk di romanê de bi westatî -hostatî- tê ravekirin. Ew ‘ di kombûneke mezin a mirovên oldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe ve tên kuştin.’

Di romanên ekola realîzma efsûnî de û herweha di romanên Bextiyar Elî de gelek referansên civakî, dîrokî û siyasî, hene . romannivîserê kurd referansên dîrokî, civakî û siyasî bi realîteya referansên Kurdistanê ve hunandiye.

Herdu romanên Bextiyar Elî başin, hêjayê xwendinê ne.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply