Pençşem , Kewçêr 18 2018
Malper / Wêje / Çîrok / Donald Trump Ji Nisêbînê Ye (Henekbêjî)

Donald Trump Ji Nisêbînê Ye (Henekbêjî)

Hemşariyê me Trump eşkere û vekirî dibêje ku kêfa wî ji kurda re tê. Ew heyrana çavên me ye û em Nisêbînî bi hesreta dîtina wî ne. Peyvek ku kurda heq kiriye, ji dil û bi zimanekî xweş dihêne zimên. Merdî, lehengî û fedekariya kurda tê zanîn, lê bi derengî be jî, dema ji hêla rêvebirekî nasdar û bihêz bê gotin, ji bilî dilxweşiyê û nêzîkbûna ji dil, bingeha pirên dostanî û biratiyê li Qamişlo, Mehabad, Hewlêr û Nisêbînê datîne û bi hîsên hevbeş dirêjî bajarê New Yorkê, kûçeyên lê zaroktiya xwe derbas kiriye û dilê dinyê, Washingtonê dike.

 

Dilê min divê ye, îro. Daxwaziya min ji Rebê jorîn, Yezdanê dilovan e, carekî be jî mekeve eksiyê û ji a min bike, Trump bike mêvanê me li Nisêbinê. Jê re li perava çemê Bûnisra, baraja xopan, sifreyekî ji dilê xwe raxînim. Nigên xwe, bê gore û devlingên lê qûlîpî heta kabokan, bi honkaniya ava spî û xîza hur re bikin yek, ez ê kêfxweş bibim.

 

Na, bawer bikin ez ê mast û penêrê ”Malê Dala” dameynim ser sifrê. Ez carekî pê zikêşî û virikî bûm, bila Trump nebe. Divê bitlek şaraba Suryaniyan, ji ên ku li dêra Gundikşikro bi duayên ezîzan pîr bûye, dilan şa û ciwan dike, tam bike. Ez ê Mîr Trumpê Nisêbînî, ji mal û kûtilkên meta xwe Hesîna, ku mirov piştî sê gepan nagihêje navika wê, dûr bigrim. Bila nanek ardê xas, tenik û qemirî ji nanpêjiya Cemîl Xencero bi serûpêyên jinapa min Selîma, ku bi huner û zanînek bilind dide ser êgirê êzingan, bixwe. Di ber de, ew pîvazterk û tivirên min beçeya Nafido dizî ne, bike kirte-kirt, dewek cemidî ji destê meta min Ferha, kaniya hezkirinê, vexwe û li stirana Hesenê Qûtê ”ax û eman wa Eyhanê, memik hinguvê nîsanê, weke heyva li çardeha..de wernê..”, guhdarî bike dê yesker Nisêbînê were bîra wî û li xwe vegere, welatê xwe ê berê û nû şên bike. Bi saya sohbeta Hemed Emînê mala Xensikê dê bi kêf û devlikenî pêşwaziya jiyanê bike. Bi şîretên Ehmedî Xanî me fêm bike, derdê dilê me re bibe derman û reşahiya feleka xayîn bi ser me ve aniye, bi rojên xweş bide guherîn.

 

Qet şikên we nebe, Trump Nisêbînî ye. Fersendekî bidinê ku li dengbêj û çîrokbêjên Torê guhdarî bike, kurahî û bilindiya kurdî bibe bahoz û wî ji kokê ve bihejîne. Pêrgî çavxezaleke ji taxa fila anku bajariyan bibe. Bila zeriya bedew bi awir, meşa şîn werdeka û bêhna jinantiyê, wî gêj û sermest bike. Dilê ji evînên qelp westiyayî û tîbûna salan diqijile, bi şaraba ji lêvên wê bişkîne. Du demsalan, yek li zozanên Bedlîsê û ê din li beriya Nisêbînê derbas bike dê baştir fêrî kurdî bibe, pê hizir bike, li zimanê xwe î zikmakî bizîvire û axavtina zimanên din li xwe heram bike.

 

Qûrbana serê we, xwe hêrs mekin, serê xwe li hêt û dîwara mexînin, hinekî guhdarî bikin. Mijara Nisêbînî ye an na, ne spekulasyon e. Erê lêkolîn e lê tixûbê îdîayê derbas nekirî ye. Hesenê Eloka nikare înkar bike. Emer pinê, ne dûri aqilan e, dibêje. Derdo di ber min de sûnd dixwe ku rast e. Ger Trump ji min bawer bike, an neke, qet ne xem e, pirsgirêka wî ye. Em Nisêbîniyen ji serê xwe seqet, Trump efendî ji taxa Qijlê dipejirînin.

 

Heyran, ger hûn hinekî bi sebir bin, ez ê mijarê ji we re bi sedem û delîlan, ronî bikim û serpêhatiya windabûna lawikê sê salî, Sersoro, ku îro jî tê qalkirin, girê bidim.

 

Dema taxa Qijlê ava dibû, hosteyekî sîwax û lêkirinê, ne kêmî mihendîsên îro, mala xwe barkiribû kuçeya ”Xezebo”. Piştî çend salan, Xwedê Teala lawek dabû wan. Rojekê kurikê sê salî bi emrê îlahî nebedî û winda bû. Ew sir, ji hêla muxtarê taxa Qijlê, Hecî Cemîlê Darî ve dihate zanîn, lê wî qet eşkere nekir.

 

Lawê muxtêr ê biçûk, Çavkesko, ku serê xwe bi hecitiya bavê xwe nadihêşand, ji dilê xwe Ezdî, sunda xwe bi Lalişa pîroz bû, nîverojê dibû ortodoksekî Suryanî û ji Îsayê Meryemayê bawer dikir û berî razanê bi Mihemedê nûranî re li hev dikir û tenê ji bo nimêja eşa berê xwe dide Xudê, sira bavê xwe derdixîne holê. Serpêhatiya Sersoro a bi efsûn wiha dihanî zimên:

 

– Nisêbînê bajarek kevnare ye. Li gorî dîrokzaneyan, bajar cihê ilm û perwerdê bûye û kevntirîn zanîngeha pêşî li wir ava bûye. Bi xan, hemam û navendên olî û dîrokî nasdar e. Ne tenê ji bo mirovan bûye cihê ilm, zanîn û pêşketinê. Peytextê cinan e Nisêbînê û di kitêbên pîroz, çîrok, hedîs û serpêhatiyan de qala cinên li bajêr tên kirin. Evîndarî û eşqa nav keçên mîrên cinan û xortên Nisêbînî navdar in.

 

Ew hosteyê sîwax û avakirinê, têra xwe jîr û şareza bû. Wî nêzî Qijlê xaniyek ji xwe re ava dikir. Dixwest esasekî qewîn û tekûz jê re deyne, anku qeboyek ku havînan xênî honik bike, çêbike. Bi rojan zemîna wê kola, kur û fireh kir. Rojek ji rojan, piştî nimêja sibê, duayên ku keçek e şîr helal û bedew bibe nesîbê wî, fatîheyek li ser miriya xwend û berê xwe da avahiyê. Daket jêrzemîna kolandî. Bi carekê aliyek jê herifî û kûçeyek reş tê de vebû. Hosteyê min û we, matmayî berê xwe da kûçê. Hesteyê xwe pêxist û di riya teng re meşiya. Ji dûr ve ronahiyek dît û xwe lê girt. Odeyek xuyanî kir û derbasî hundir bû. Keçek bedew, bejinzirav û kezîsor li ser dîwanê rûniştî bala wî kişand. Bi awirên xwe axivîn pêşî, peyv ji wan çênebûn. Herdu ne bi dilekî lê bi hezar dilan, dilketin hev. Dîlbera çavbelek keçek ji ên mîrê cinan bû. Qewlê xwe kirin yek, xetera kûştin û mirinê pejirandin ku çi hêz û kes nikarîbe wan ji hev veqetîne. Çend rojan di wê odê de man û bi hev şa bûn, tenê Xwedê zane. Dawiyê zewicîn û gihiştin miradê xwe.

 

Hûn jî zanin, heçî cin in, dema wefat dikin, rûhê wan derbasî mirov, an cinekî din dibe. Cinejina hostê hemîle dimîne ji wan re lawik, ku por serûçavên xwe sorik bû, çêdibe. Sersoro binavkirin, destpêkê.

 

Heman wextê de, ji cîranê wan, Qûtê xatûnê, mîra mitirbên Nisêbînê re jî lawik çêbibû û navê wî kiribûn Dolmîşo. Dema Dolmîşo çêbû, mînîbûs, anku dolmîş nû hatibûn bajêr. Bi sûd û nirx bûn. Deûbavê Dolmîşo çûn daira hikumetê, ji nifuse xwestin ku navê lawê xwe bikin Dolmîşo. Lê turka navê Dolmîşo qebûl nekirin. ”Çi kes navê timobîla li mirovan nake”, gotin û navê Durmuş lê kirin. Ji malbata Sivuk û Qûtê Xan re, Dolmîş an Durmuş zede ferq nedikir û nave wî ma Dolmîşo. Nisêbînî, Dolmîşo baş nas dikin. Ew, mîrê dahol û zurnê ye, maqûl û mezinê malbata giran a Sivuk e.
”Sersoro ne tu nave. Divê em navekî li lawê xwe bikin ku ji ê Dolmîşo xweştir û nirxtir be”, gotibû bavê wî. Wê demê qemyona Hemedokê li jêrherêma Tora Evdînê nasdar bû. Barê tevayê Omeriya û taxa Qijlê li ser pişta wê bû. ”Qemyono navek baş e, lê ne layiqî me ye”, bersivand dayika lawik. Şêwirîn û niqaşa wan dirêj ajot, dawiyê navê wî kirin TRUMPêlo.

 

Adet e li taxa Qijlê, ji bilî navê orjînal, her kesek bi dilê xwe an bê dilî wan, kodenavek xwe heye. Bêhtir bajarî, an çavbelên taxê li wan dikin. Heçikçiko, Nafido û Werqîlo tev kodnavên Qijleyiyan in. Her navek serpêhatiya xwe heye. Ji bo Trumpêlo jî wiha bû. Hinekan wî bi Trumpêlo û ên din Sersoro binav dikirin.

 

Rojek înê bû, Trumpêlê me ê salî derket devê deriyê hewşê ku bilîze, çû û nema hat. Bi rojan lê geriyan, lê çi şop peyde nebûn, bi emrê îlahî ji holê winda bibû. Kes nizanê bê çi pê hat. Dibe ku ji hêla cinan ve hatibe revandin. Hinekan qala wefata wî kirin. Lê heta niha jî çi salox jê nehat hilanîn.

 

Roja min navê Donald Trump bihîst, min serê xwe bi siyaseta wî nehêşand, kêfa min ji navê wî re hat. Ji ber ku wî navê TRUMPêlo û Dolmîşo dihanî bîra min. Paşê ez fikirîm û min li wêneyên Trump nerî. Trump bi ingilîzî dihate wateya mêrê çê, zîrek û lîstikvanekî xurt. Trumpêt jî instrumentek muzîkê ye û mîna zurnê ye.

 

Min çavên xwe li rûpelên dîroka kurda û lehengên me gerand. Trump, bi bejn û bala xwe dişîbe betlekî û ne kêmî Rusteme Zal ê di xeyalan de ye. Bi heybet e. Bi mêraniya xwe li Ehmedê mala Qetfo û Guro zêde kiriye. Bi jîrbûn û giraniya xwe li maqûl, nivîskar û helbetsvanên Nisêbînê hatiye.
Şik tune ye ku, trumpêt birayê zurnê ye. Hejmara zurnevanên li taxa Qijlê, derûdor, xizm û nasên mala Sivûk nikare bê hejmartin, sê caran ji ên New Yorkê zêdetir in. Dîroka zirnê li Nisêbînê, taxa Qijlê dest pê dike. Mala Sivûk û dayika Qûtê afirenêrên herî mezin ên wan in û tu hunermend nikarin nigên xwe li ên wan bidin. Dema dahol û zirneya Şemdîn û Dolmîşo lê dide, bi sedan kes dikevin dora kişandina reqs û dîlanê. Erê dengê Sorê û Dolmîşo ne xweş in, stiranbêjiya wan nayê kişandin, lê bi telaq, bi hunera xwe Mayqil Ceksin derbas kirine.

Bala xwe bidinê de, Trump bi hemû awayên xwe Nisêbînî ye. Serê wî jî hinekî renge sore ye. Ez wiha bawer dikim ku, Sersoroyê winda bi xwe ye. Tu şik tune ye ku, rûhê Sersoro, anku TRUMPêloyê mirî, îro li Emerîkayê ye û di bedena Donald Trump de bi cîh bûye û dijî. Trump li Emerîkayê hatibe dinyê jî, bi eslê xwe Nisêbînî ye, ji taxa Qijlê ye, ji kuçeya Şêxo Bêzo, Sofî İncas û Gozelê ye.

Hûn bawer bikin an nekin, ji min re ne derd e. Ji xwe derdê we nayê kişandin! Hûn çi bikin û bêjin jî, ez û birakên Dîk, Qunciro û Keftaro pê bawer in û ji îdia xwe nayên xwarê.

Hemşariyê me Nisêbîniyan, Donald Trump bû serokê Emerîkayê. Ez wî pîroz dikim. Trump dixwaze kurd û turka nezî êkûdu bike û bibin mutefîk. Aliyên erênî û berjewendiyên hevbeş ku kurd û turk rojbiroj jê dur dikevin û naxwazin bibînin, dibîne û dixwaze bi cîh bihêne.

 

Nisebînî zanin çi dikin. Aqilmend ne pewîst in.

Gabar Çiyan-Çandname

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Efsaneya Çiyayê Agirî

Ji alî efsaneyan ve Grekî û Kurd gelek dewlemend in. Gelek efsaneyên Kurdan heye ku …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir