Celadet Elî Bedirxan û Hawar – Rûken SARILI

Gelê kurd; çavkaniya serhildan û berxwedanê ye. Lewre kurdbûn û kurdmayîn di her şert û mercî de têkoşînê dixwaze. Kurdbûn tiştekî ji rêzê ye, ya girîng kurdmayîn e.

Ji ber vê yekê carinan hewce ye ku mirov bi xwe re jî têbikoşe…

A rast divê her kurd bi berpirsiyariyeke jidil tevbigere û ji bo nifşên nû xizmeta çand û zimanê xwe, her wiha xizmeta neteweya xwe bike. Di vî warî de Malbata Bedirxaniyan xizmetên giranbuha kirine û di wan şert û mercên giran de, bi xizmetên xwe pêşiya gelek tiştan vekirine. Malbata Bedirxaniyan, bêyî hesta dudiliyê, di dîroka gelê kurd de xwedî rûpeleke gelek girîng e.

Nifşê sêyemîn ê Malbata Bedirxaniyan, bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan dest pê dike. Ew, neviyên Mîr Bedirxan in û bavê wan jî Emîn Elî Bedirxan e.

Celadet, di 26’ê Nîsana sala 1893’yan de dema ku malbat li Stenbolê demên sirgûniyê jiyaye, ji dayîk bûye.

Celadet Elî Bedirxan, dibistana seretayî û dibistana navîn li Stenbolê dixwîne.

Di sala 1923’yan de digel birayên xwe Kamûran, Safter, Tewfîq û biraziyê xwe Heqî, derbasî Elmanyayê dibe û ew li wê derê dest bi xwendina zanîngehê dikin.

Birayê Celadet ê biçûk Safter, li Elmanyayê ji ber nexweşînê jiyana xwe ji dest dide.

Celadet Elî Bedirxan, di sala 1925’an de derbasî Kahîreyê dibe û dûre jî li Sûriyeyê bi cih dibe. Dema ku kemalîst dibin hikumdar û Stenbolê bi dest dixin, ji bo rêberên kurdan ku di nav wan de Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê didin. Lê tu pêkutî nikare rê li pêşiya daxwaza xizmetê bigire û di vê pêvajoyê de Celadet Elî Bedirxan, Heco Axa û pêşengên din ên kurdan, li Sûriyeyê di damezirandina Rêxistina Xoybûnê de xebateke girîng dikin. Ew, di nav vê rêxistinê de xwedî ristên gelek girîng in.

Digel xebatên rizgariya neteweyî, diviyabû ku hîmê bingehîn bihatana avêtin. Hîmê netewebûnê jî bê guman çand û ziman e. Celadet, di sala 1931’ê de ji Dewleta Fransayê destûrê digire ku kovarekê çap bike. Armanca vê kovarê, gihîştina hawara zimanê kurdî ye ku dem bi dem bi fetisînê re rû bi rû maye.

HAWAR

Di hejmara yekemîn a Kovara Hawarê de hevoka ji rêzên pêşîn a ji aliyê Celadet ve hatiye nivîsandin, ev e;

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê ye.”

Kovara Hawarê ya ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hatiye derxistin, kovara yekemîn a bi tîpên latînî ye. Ango Hawar di dîroka kurdî û kurdan de berhema yekemîn a bi kurdî û tîpên latînî ye. Lewre Hawar, di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de xwedî cihekî taybet e.

Hejmara 1’emîn a Kovara Hawarê, di 15’ê Gulana sala 1932’yan de derketiye û heta 15’ê Gelawêja sala 1943’yan domiyaye. Kovar, bi pergala dumehane hatiye weşandin û di navbera salên 1932-1943’yan de bi giştî 57 hejmar hatine derxistin.

Cihê xebat û weşandina kovarê, paytexta Sûriyeyê Şam e. Kovara Hawarê, kovareke polîtîk û wêjeyî ye. Hawarê, di weşangeriya kurdî de ji bo zimanê kurdî alîgirî û alîkariyên taybet kirine. Di kovarê de bi giranî mijarên lêkolînê, çîrok û helbestên bi kurdî û ji wêjeya kurdî nivîsên bijare hatine weşandin. Bi vi awayî; Hawar di wêje û mijara zimên de dibe ekolek…

Digel kurdî di her hejmarê de 3-4 rûpelên fransî jî hene. Heta hejmara 23’yemîn, nivîsên kurdî ên kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derketine. Piştî vê hejmarê, êdî tenê bi tîpên latîni hatine weşandin. Naveroka hemû hejmaran nêzîkî 808 rûpelan e. Di hejmarên pêşîn de nivîsên Celadet û birayê wî, Kamûran Elî Bedirxan zêdetir cih girtine. Piştî hejmara 4’emîn, gelek navên din jî tevlî xebatên nivîsan bûne û gelek ji wan kesan di demên dawîn de wekî wêjevanên kurd ên navdar, hebûna xwe diyariyê wêjeya kurdî kirine.

Celadet Elî ku bi dotmama xwe Rewşen Xanimê re zewicandî bû, bavê du zarokan ên bi navê Cemşîd û Sînemxan bû. Piştî demekê digel malbata xwe li Gundê Hecanê yê nêzîkî Şamê bi cih dibe. Her çiqas hevalên wî dixwazin alîkariyê bikin jî, ew alîkariya kesî/ê napejirîne û debara xwe bi ajotina pemûyî dike. Ji bo ku zeviyên pemûyî av bide, bîrekê vedide, ji Rewşen Xanimê re dibêje; “Yan ev bîr dê me dewlemend bike, yan jî xizan bike.”

Û navê bîra xwe BÎRA QEDERÊ datîne…

Rojeke ku li nav zeviyê pemûyî karê avdanê dike, dikeve bîrê. Tevî hemû hewldanan, nayê xilaskin û jiyana xwe ji dest dide. Bîra ku bi destê xwe vedide, di 15’ê Tîrmeha sala 1951’ê de dibe qedera wî.

Romana Mehmet ÛZÛN a bi navê “Bîra Qederê” li ser jiyana Mîr Celadet ango Celadet Elî Bedirxan e. Gora wî li Goristana Mewlana Xalid a Nexşîbendî ya li Şamê, li Taxa Kurdan e.

Kesekî ku bi xizmetên bêhempa tevkariya neteweya xwe kiriye, mixabin bi qedera xwe re rû bi rû hatiye hiştin. Bila ev jî ji bo me kurdan rexneyeke xatirnenasiyê be!..

mamosteruken_farqin@hotmail.com
Rûken SARILI
hurbakis.net
18 Rêbendan 2016

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply