Dil bi kulê Şevînê Kaniya hêvî, evînê Perîyê xemrevînê Rêça hêviyê dijwar e Hêvî bi te hêvîn e Şahî bi te şahîn e Xwezî bê te sêwîn e Jiyan, bê te xemwar e Kevoka bask şikestî Xunava dil û hestî Çavwara jîna mestî Dil bi qîr û hawar e Gulçîçekê Nisrînê Bejin bilind,şîrînê Hêviyan re mizgînê Evîndar her bendewar e …