
Dil bi kulê Şevînê
Kaniya hêvî, evînê
Perîyê xemrevînê
Rêça hêviyê dijwar e
Hêvî bi te hêvîn e
Şahî bi te şahîn e
Xwezî bê te sêwîn e
Jiyan, bê te xemwar e
Kevoka bask şikestî
Xunava dil û hestî
Çavwara jîna mestî
Dil bi qîr û hawar e
Gulçîçekê Nisrînê
Bejin bilind,şîrînê
Hêviyan re mizgînê
Evîndar her bendewar e
Firîşteyê warvînê
Dilbirînê, dilvînê
Bîna çavan Şevînê
Sêwî hîştim, berdîwar e
Mihemed Hesko (birasoz)
Almanya. Duşem. 25.11.2019
Gotara berê: Min Dît Dîlberek | Bawer Yekta
Gotara piştî: Genc Xelîl û Dotmama Wî – 1
Gotarên Têkildar
Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

