Bi kurdî nivîsîna ceribandinan gelek kêm e. Pirtûkên xwerû bi kurdî ên ceribandinan hindikin. Hinek nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin, ceribandin û kurteçîrokê tevlîhev dikin. Ceribandin û kurteçîrok eynê-heman- tişt nînin. Dema me li ser navê weşanên Helwestê xwest ku pirtûkek ji kurteçîrokên nivîskarên kurd, kurteçîrokên helbijartî amade bikin, hinek nivîs her wekî kurteçîrokê ji me hatin şiyandin. Me lê …