20 Pirs – 20 Bersiv
Pirs 1. Peyva ku herî jê hez dikî?
Nezir Gümüş: Jiyan
Pirs 2. Van rojan kîjan stranê guhdarî dikî?
Nezir Gümüş: Li qamîşlo
Pirs 3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Nezir Gümüş: Îman
Pirs 4. Tu ji bo çi dijî?
Nezir Gümüş: Ji bo jîyaneke birûmet.
Pirs 5. Ji kurdan re ya pêşî çi lazim e?
Nezir Gümüş: Piştî îmanê zimanê kurdî
Pirs 6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Nezir Gümüş: Rastî, welat, û xwenasî
Pirs 7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Nezir Gümüş: Bila zerara te negihe ti kesî.
Pirs 8. Egîdê te kî ye?
Nezir Gümüş: Qazî Mihemed, Mele Mistefa Berzanî
Pirs 9. Tu dixwazî li ku derê bijî?
Nezir Gümüş: Di welatê xwe de.
Pirs 10. Kîjan pirtûkê dixwînî?
Nezir Gümüş: Jînenîgarîya min (Cegerxwîn)
Pirs 11. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Nezir Gümüş: Parêzerî
Pirs 12. Çi te kelecanî dike?
Nezir Gümüş: Wegera welêt
Pirs 13. Çi kelecana te dişikîne?
Nezir Gümüş: Piştî hêvîyeke mezin encameke piçûk.
Pirs 14. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
Nezir Gümüş: Qedrnedana zimên e.
Pirs 15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweş dike?
Nezir Gümüş: Berî her tiştî Kurdî, piştre jî Îngilîzî û Erebî.
Pirs 16. Kîjan fîlm xweşîya te tê û zêde tesir li ser te çêkiriye?
Nezir Gümüş: Welatparêz (The patriot) û Mêrxas (Brave heart)
Pirs 17. Xewna bextewariya te çi ye?
Nezir Gümüş: Rojekê di derbarê serpêhatîyên kurdan de çêkirina fîlmekî.
Pirs 18. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Nezir Gümüş: Sînema
Pirs 19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Nezir Gümüş: Mixabin her êş û elem.
Pirs 20. Te dixwest xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bûbayî?
Nezir Gümüş: Min dixwest ku qeweta min pir zêdebana. Wî wextî zaliman wê gelekî ji destên min kişandibana.
ji bo alikarîya M.Samî Çinar spas dikin…
Bi kurtî jîyana Nezir Gümüş
Di sala 1980’yî de li Kerborana Mêrdînê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe ji gundê Xelîla ye ku ji gundekî Eşîra ‘Erebîyan e û bi Kerboran ve girêdayî ye. Navê bavê wî Emîn e. Zaroktîya wî li Kerboranê derbas bûye. Di sala 1986’an de dest bi dibistana seretayî kirîye. Perwerdehîya xwe ya navîn di sala 1997’an de li Kerboranê temam kirîye. Piştre di sala 1998’an zanîngeha Celal Bayar beşa “Ziman û Edebîyata Tirkî” qezenc kirîye.
Di sala 2002’yan de zanîngeh xilas kirîye û di ‘eynî salê de li Cizîrê di dersxaneyan de dest bi mamostetîya Tirkî kirîye. Di van salan de li Cizîr û Şernexê dersa Tirkî daye. Pişt re jî di sala 2006’an li Batmanê heman wezîfe domandîye.
Di sala 2010’an de li Entabê di “Dunya Tv”yê de dest bi xebatê kirîye. Di “Dunya Tv”yê de bi zimanê Kurdî karê çêkerî, pêşkêşvanî, wergerî hwd. kirîye. Sê bername bi zimanê Kurdî (Helbestên Nemir, Kurdî Hîn Dibim, Hûn Çi Dibêjin?) amade û pêşkêş kirine. Di vê demê de dersa Kurdî jî daye xwendevanan. Piştî ku Dunya Tv hate girtin ji Dunya Tv’yê derketiye. Di dawîya sala 2015’an de dest bi şêwirmendîtîya Altan Tan kirîye û heta niha vê wezîfeyê didomîne.