Zimanê Min û Tiştên Ku Hatine Serî Min

Dema zarok bûm li gund dijiyam û min bi Tirkî peyvek jî nizanibûm. Piştî ku min mekteb xwend hêdî hêdî Tirkî kete zimanê min. Ew ên perwerdehî didan min jî ji Zimanê Kurdî hez nedikirin. Ku me bi hevalên xwe re bi Kurdî biaxiviya hişyarî didan û digotin yên Kurdî nizanin hene. Her kes bi Tirkî dizane ji ber vê yekê ne caîz e hûn bi Kurdî xeber bidin. Ev gotinên wan diket mejiyê me. Ji ber vê yekê min û hevalên xwe hêdî hêdî Kurdî jibîr kir. Meraqa me ji axaftin, nivisandin û xwendina Kurdî re nema.

Di sala 2010an de min meletî kar kir. Qadroya min dan Gundê Firdeysê. Gundî hemû Kurd bûn û zehfên wan bi teybetî yên kal bi Tirkî nizanibûn. Yên zanibûn jî nedixwestin û hez nedikirin ku ez bi Tirkî biaxivim. Min jî nikarîbû bi Kurdî peyamên Xwedê û Gotinên Pêxember (sxl) biwergerînim. Xutbe, nesîhet û şîretan bi Kurdî bikim. Wê demê çingînîjî ji serê min çû. Min ji xwe re got: Hay weylo! Wan çi anîye serê me. Em bêhiş kirine û kuştine lê hayê me ji me nemaye.

Ji wê demê pêve Kurdî ji min re bû meraq. 2012an de min ezmûna mamostetiyê kar kir. Ez hatim welatê xwe Misircê. Rojekê piştî limêjê li mizgeftê laqî seyda mamoste û helbestvanê hêja Birêz H. Ebdullah Celan hatim. Çend helbestên xwe yên destnivîs nîşanê min dan û min dengê mamoste li telefona xwe qeyd kir. Dema pirtûkên wî çap bûn (Helîz, Gotinên Pêşiyan û Sê Pirsê) pirtûkên xwe diyariyê bavê min Mele Hefzullah kir. Min jî bi vê wesîlê xwend û îşqa Zimanê Kurdî li min zêde kir.

Eva sê çar sal e ji serda not parvekirin û xebatên xwe bi Kurdî dikim. Belê ji bo Kurdewariyê, min ji derdora xwe zehf tehde dît. Gotin tu nijadperestî dikî. Min jî ji wan re digot: ”Nexêr ez bi vê yekê dixwazim nijada xwe ji nijadperestan biparêzim. Li dibistanan her hefte pênc ders dersên Tirkî didin zarokên we hûn ji wan re nabêjin nijadperest. Înca ku ez bi Kurdî biaxivim û binivîsim ez dibim nîjadperest!” Pêxemberê Xwedê (sxl) ferman kiriye: ”Yê tiştên ji xwe re dixwaze ji birayên xwe yên bawermend re jî nexwaze ne mumin e (jidil).” Hûn dixwazin li dewletan zimanê Tirkî bibe fermî û li dervayê welat dibistanên Tirkan vekin. Lê dema em bi Zimanê Kurdî biaxivin, binivîsin, bixwînin û bixwazin bibe fermî hûn dibêjin: “Tu ji rê derketiyî, tu nijadperestî; Ev tiştên hûn dibêjin ne li gor dîn û ne jî li gor wijdan nayê qebûlkirin.”

Şikir ji Xwedê re bi bersivên maqûl û qanî; min zehf putên di mejiyên hevalên xwe de şikandin. Ku nehatibûna şikandin min xwe ji wan dûr dikir. Ez vê yekê jî bibêjim: Hebûna miletek bi dîn, xwendin, ziman û xîret e. Yê zimanê xwe jibîr bike dê wunda bibe. Ku gelê Kurd serkeftin bixwaze divê li ola xwe û zimanê xwe xwedî derkeve. Hêvî dikim zarokên Selahedînê Eyûbî rabin ser xwe û li ser heqiyê bibin yek.

Sadullah Taşan
Ji pirtûka Hikmet Bi Hîkayet
(Weşanxaneya Nûbihar)

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *