
Gelî Musulmana!
Vaye em dîsan nêzîngî Cejneka dina Qurbanê dibin. Qurban ku şî’arkî İslamê ye û ‘îbadetek e ku nîşana yekrêzî û biratiya me ye bona edakirina wê bes çend roj mane. Xelkê, destpêkiriye boraqê xwe dikirin. Hîviya me ji Xweda ew e; me bi xweşî û silametî bigîhîne Cejna Qurbanan.
Gelî Musulmana!
Qurban ew e; musulmankî fahmberî xwe bûyi û îmkanê xwe yê maddî hene, di rojê Cejnê da, ji tarişên ku şertê xwe li cîh, bona riza Xwedê serjêke. Qurban ‘ibadetkî kevnare ye, beramberî bi dîroka beşeriyetê va ye û ji berê da hebûye; Qurban, şukr û spasiya wan nî’metan e ku Xwedê dane me; Qurban, î’lana hezkirina me ya ji Xwedê ye, nîşan dide biweku em riza wî ser her tiştî ra digrin. El-hasil qurban; nîşanek e dide zanînê biweku em amade ne can û malê xwe di rêya wî da xerckin.
Gelî Musulmana!
Qurban, ne tenê ew e sewalkî serjêkin û ji goştê wî faydekî bibînin! Naxêr! Belkî qurban me’neka xwe ya kûrtir û gelek hîkmetên hene.
Qurban; teqwadarî ye; qurban, ew e ji dil û can teslîmê fermanê Xweda bin, ji çikûsiya nefsê, ji hewesê demdemiya dunê, ji gunehên ku nahêlin bibin naîlê riza Xwedê dûrkevin.
Xwedayê Jorîn, vê rastiyê ewha tîne bîra me: لَنْ يَنَالَ اللّٰهَ لُحُومُهَا وَلَا دِمَٓاؤُ۬هَا وَلٰكِنْ يَنَالُهُ التَّقْوٰى مِنْكُمْۜ “Ne goştê wan (qurbanan) ne jî xwîna wan digîhîjin Xwedê; bes teqwadariya we ye ya digîhîje wî…”(1)
Qurban yekîtî ye; qurban, ew e; ferqê nexî navbera reng û dengê kesî û bi hemî ummeta mûhemmedî ra werin cem hev û şahî û şînê xwe li hev bêşkin, ji nav mala xwe da destpêkin hezkirin û dilbêşiyê derxînin kuçe û kolanan, gund û bajaran û li hemî cîhanê serdestkin.
Qurban dûa ye; qurban ew e; rûyê sêwî û bêkes û bêxwediyan bibişire; kêfxweşiyê û evînê bixin malê hewcedaran; him bi xwe şabin him kesê din bidin şakirin.
Gelî Musulmana!
Xwedê çawa ferman kiribe û Cenabê Pêxember çawa tetbîq kiribe gotî ‘îbadet wisa werin bi cîh anînê. Loma jî dêleva qurbankî da herî bedela wê bidî feqîrkî yan bidî sazûmanekî alîkariyê ew nakeve şûna ‘îbadetê qurbanê.
Pez pêş yek merûkî va dibe qurban. Dewar pêş heft kesan va jî dibe qurban. Dewara hat qurbankirin; eger hîssedarê wê hebin ewê nav wan da hisse bi hesse were parvekirin; loma ne durist e di parekî da çend merû bibin şirîgê hev. Him ne durist e ewa ku hin komele û rêxistin dikin; tînin qurbanan serjê dikin, goştê wan dixin nav hev, dûwra bi kîloyan li hîssedaran parve dikin.
Qurban gotî piştî nimêja eydiyê were serjêkirin. Qurbana ku beriya nimêja eydiyê hatibe serjêkirin, ew nabe qurban. Ewa ku hin kes dikin biweku radibin bona hîssekî ji çend merûyan peran didin hev û pê qurbanan dikirin û li ser navê Resûlê Xweda serjêdikin, di şerî’etê da tiştkî wer tune, bîd’e ye, şuxulandina dîn û ‘îbadetan e bona menfe’etê.
Gelî Musulmana!
Di qurbanê da esil ew e; merû qurbana xwe li ku derê be li wir serjêke yan bide serjêkirin. Çawa ku Qasidê Xwedê, piştî ku fermana serjêkirina qurbanan hat êdî bi xwe her sal qurban serjêkiriye û han li ummeta xwe daye bona ew jî serjêkin. Qasidê Xweda difermê: “Tu kes, roja eydiya heciyan da ji serjêkirina Qurbanê bi Xwedê şîrintir tiştkî nake…”(2) digel vê qasê jî kesê neqedîne qurbana xwe li welatê xwe, li cîh û warê xwe serjêke yan jî bixwaze qurbankî din bide, dikare li nav welat yan dervayê welatê xwe bi wekaletî qurbana xwe bide serjêkirin.
Gelî Musulmana!
Hemd ji Xweda ra gelek dam û dezgehên musulmana hene her sal qurbanê ku li wan tê emanetkirinê bi duristî dibin digîhînin hewcedaran. İsal dîsan kesên bixwazin qurbanê xwe bi wekaletî bidin serjêkirin, dikarin teslîmî wan bikin, ew jî him bigîhînin xelkê me yê mezlûm û xelkê Xezzê û mezlûm û muhtacê din ên cîhanê. Werin vê cejnê da jî jar û feqîrê çarnikalê cîhanê ji bîr nekin wan jî bikin şirîgê vê şahiya xwe û bibin mezherê dûayê wan belengazan.
Hîviya me ji Xwedayê Mihreban ew e; ‘îbadet û ta’etê me ji lutf û kerema xwe va qebûlke. Xutba xwe bi meala vê ayeta Sûreyê Hecc diqedînim: “Me ji her ummetkî ra serjêkirina qurbanan (wek qanûn û şerîetkî) danî daku li ser wan tarişê ku ji wan ra bi riziqtî hatine dayinê navê Xwedê yad bikin. Xwedayê we bes yek xwedakî bi tenê ye, xwe teslîmê wî kin. Tu mizgîniya xêra bide wanê teslîm bûne.” (3)
1.Hecc, 22/37.
2.Tirmizî, Edahî, 1.
3.Hecc, 22/34.
Mella ‘Ebdûsselamê ŞADÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…