Ti mal û milk, dewlemendî û cade
Bi her sondê wek te şahiyê nade
Tenê demek bi çêra te şahî me
Ji bilî wê ti tişt xweşiyê nade
Bi dengê te coş û mest im dangiyan
Ti amûr vê sewt û sedayê nade
Guher guher dê bigerim şev û roj
Şivan gera xwe bi dinyayê nade
Kes bi te û evîna te nizane
Diljar xeber ji felekbayê nade
Zêrê zer e her li ber e kar û berx
Roja li jor wek wê roniyê nade
Şîn û zom e, kir û bel e kurî kel
Bi her hawê rind e wek av û zad e
Mustafa Rêzan
21.05.2025 – Şemrex
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…