Xewnereşk /Kabûs- Paşa Amedî

Ji zaroktiya xwe ve heya niha ji cihê teng eciz dibûm û ji cihê teng dûr diketim. Ez bi salbûna xwe hînbûm ku ev nexweşî ye lê ez ji wê tu car xelas nebûm. Halbûkî ez bixwazim an nexwazim jî ez têketima cihê teng.

Min pêçane û di tabûtê de bi cihkirine. Dengên li der û dora min tev dibhîzim û çavên min girtîbûn lê bi çi awayî be min wan didît. Digotin: “ Rebeno di ciwaniya xwe de mir, halbûkî çi qas karên wî hebûn.”

Bi rastî gelek karên min hebûn. Mesela, hê min ji kurê xwe re kareke baş nedîtibû, hîna teqsîdên televizyona min mabûn. Min ê fîrmayek mezin çê bikira, min ê hevalên xwe li wir bicivandina. Di ser de jî ji zivistanê re hindik mabû; min amadehiya hêzing û komirên xwe nekiribû û arkên serbanê min hê çê nekiribû. Karên nivçoyî hê min rêz dikir dengek bi kerika gohê min ket û ez şiyar bûm. Dengeke wekî bi mîkrofonê di mejiyê min de deng vedida û digot:

“Êdî derbas bû!”

Min di hundurê xwe de digot: “Xwesika derbas nebûba!” Nizanim ev qaza çawa hate serê min? Halbûkî çawa bi xweşik min erebe diajot.

Tiştên ku qewimîbûn min dianî bîra xwe, hevalên min dora min girtibûn û tabûta ku têdabûm min ferq kir ku devgirtê tabûtê digirtin. Min dixwest ku ji wan re asteng bibim lê heya ku ji min hebû min hewl dida ku qêrîn bikim lê li cihê xwe nedileqiyam û ne jî deng ji min dihat. Bistekî din di tariyê de mabûm û çavên min li tirêjên ku di navbera textê tabûtê de ketibûn hundir ket, bi dehşet, min got:

“Eman, Xwedayê min! Niha wê halê min çi bibe?”

 

Ji tirsana tu tiştek nedifikiriyam. Di wê gavê de min dabûn ser milan û min dibirin. Bi xûşîna barana ji derve min zanîbû ku baran dibare û dengên dilopan û dengên qêjîna tabûta min tevlihev dibûn.

Xuyabû ku em ji bo nimêja cenazeyê diçûn mizgeftê. Min got mizgeft lê hate bîra min. Li nêzê me bû û her roj pênc dana min vedixwend nimêjê jî min tu carî wexta xwe jê re venediqetand û neçûm mizgeftê. Lê her tim min ji xwe re digot ku salê min pênce bibe ez ê dest bi nimêjê bikim û min ê dest ji karên nebaş berdana.

Erê, erê, ku ne ji vê qezayê biba, ez ê di pêşerojê de bibima mirovekê qenc û baş.

Dengê ku min bihîstibû û nizanim ku ji ku ve dihat ew denga dîsa dubare bû,  got:

“Êdî derbas bû. Êdî qediya!”

Gavek din şûnda nimêja min kiribûn û car jî min dabûn ser milan. Li pêşiya qehweya taxê de ku derbas dibûm, kêf û şameta hevalên ku min bi wan re leystika Îskambilê dilîst dihate min û ez fikirîm ku “ Her hal bi mirin a min nizanin.” Bi dûrketîna dengan re û tabuta min xwar bû êdî min zanîbû ku em bi pala gorîstanê ve hildikşên. Min ferq kir ku bi barîna barana bi şîd ve qelîştekên tabûtê re kefena min şil dibû. Min guhê xwe da qiseyan. Hinek hevalên min behsa piyasê dikirin hinek jî behsa tîmên millî dikir; leystika sporê dipesinandin. Hevalê ku bi tabûta min girtibû jî di gohê hevalê xwe de pisepist dikir:

“Teresiya rehmetî bi îro re xuya ye, ya em şilopilo bûn li ber baranê.”

Qisên ku min dibhîztin gelo rast bû, yê ku digotin qey ne hevalê min ê ku min ji bo wan xew û canê xwe feda dikir qey ne ew bûn.

Rêwîtiya min hêdî qediya bû, tabûtê min dabûn erdê. Devikê tabûtê dîsa vebû, bi destan bi laşa mina bê ruh girtin min xistin bin çala gorê ya ku ev tê de kom bibû.

Li cihê dirêjkirî min li dora xwe mêze kir.

Eman Xwedayê min! Ev ne gor e?

Heya niha qet ez nefikirîme, ku ez ê têkevim vê gorê!

Tu kesek bi qîrîna min a bêdeng nedihisiya û min hîs dikir ku hevalên min ketine pêşbaziyê; ax û heriyê davêtên ser min ku ji min dûr bikevin.

Dîsa ketime tariya reş,  ji eciziyê min dest bi duayê kir, mi digot:

“Ya Rebbî, fersendeke din tune, li gor daxwaza te ez bibim evd, û ez gora xwe vegerînim wekî bexçeyên cennetê”

Ew denga dîsa ji dengê berê bi şîdetir dîsa dubare kir û got:

“Êdî derbas bû, êdî her tişt qediya!”

Dengên texteyên ku ser min digirtin û axa ku davêtin ser min dengê wan weka hurrîna ewran deng dida û nava hundirê min dihejand.

Bi hewla dawî li cihê xwe hilor bûm û min çavên xwe vekir, min dît ku ez li ser doşeka xwe me lê xewnereşkî xofdar dibînim, ciranê me yê li daîra nêzik min şîyar dike û bi qîr dibêje:

“Êdî derbas bû, derbas bû, mêzeke derbas bû, tu tiştekî te tune!”

Li ser doşeka xwe rabûm rûniştim, ji xudanê şil û şilope bûme qey min bîst kîlo daye. Li derve barana bi şîd dibare, ji dengên ewr û brûskan tevahiya xanî dihejand.

Yên li dora min tev şaşmayî mane û li ber çavên wan min xwe da hev û min got:

“Ya Rebbî. Bi mîsqalên canê xwe ji te re şikir dikim ku ez ji vir şûnda ez ê bibim evdek qenc, ya ku te fersend nedaba min?”

 

Cûneyd SUAVÎ

Wergêr: Paşa Amedî

ÇANDNAME

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply