Bîrhatinek Xemgîn

Em îro 13.3.2016 salvegera yekemîn  wegera dawî ya rojnamevan û serokê sandîkeya rojnamevanên Kurdistana Sûrî, xwedê jê razî:  Ciwan Mîranî bi dilek xemgîn bi  bîr tînin. Em îro li pêşberî kesayetiyek kurdistanî radiwestin, yê ko jiyana xwe kiribû mûmek ji bo serkeftina gelê xwe, feqîr û maldar,  rewşenbîr û cotkar, kal û ciwan bê cudahî heskirinek bê hempa ji her kesî re.

Rojekê zikreşî û çavnebarî derbasî dilê wî nebûye û kesek jê aciz nebûye!.

Ev kesayetiya kurdistanî: Elî Şeref di sala 1971ê li gundê sewêdiyê navçeya dêrikê hatiye dinê, bi navê Ciwan Mîranî hate naskirin weko pêşmerge, rewşenbîr û rojnamevan.

Di salên ciwaniya pêşîde di pazdehsaliya xwede tevlî hêza netewiya kurdî bû, di destpêka serhildana 1991ê hestên wî yên kurdewarî hişt ko di şevek tarî de li ava mezin bide û tevlî hêzên pêşmergeyên kurdistanê bibe û li hemberî leşkerên Sedamê faşist çekan hilgire û dema aramî kete Kurdistanê vegeriya herêma dêrikê.

Di sala 2003 an de careke din derbasî başûrê kurdistanê bû û di warê rojnamevaniyê de karkir.

Di sala 2013an de, weko serokê sandîkeya rojnamevanê Kurdistana Sûrî hate hilbijartin. Xemxwarê mirovatiyê û kurdewariyê bû, piştgir û alîkarê penaberên kurd bû, damezrêner û endamê kovara Sewt al axer bû, ji jimara 1 – 522.

Hezar silav li giyanê te be Ciwan Mîranî, te ji nav me barkir, lê bîrhatinek pîroz di dilê mede hişt.

Reşad Şeref – Swêsr

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply