Meselok – Şûrê Şamê

-Ji gotinan- Wextê şer şerê şûr û mertalan, şerê tîr kebanan bû, şûrên herî meşhûr ên Şamê bûn.. Ji van şûran re digotin “dimişkî” an jî “Şûrê Şamê”..

Qalîteya van şûran bibû wek dastanek û di nav milet de digeriya.. Wisa zexm bûn ku miro bi wan dikaribû şûrê reqîbê xwe qet bikira, mertala wî şeq bikira û dîsa jî tiştek bi wan nedibû.. Încar wisa û tîj bûn jî; miro bi destek bigirta pê û alê tîj bida jor û bi destê dî desmalekê hevrîşim berda bi serî ve tê desmal bibûya du şeq û biketa erdê..

Bi rastî şûrên Şamê vî şohreta xwe deyndarê seferên Xaçparêzan in.. Xaçparêz gava hatin Rojhilata Navîn wan şûran dîtin.. Piştî vegeriyan Ewropa derbarê wan de zehf çîrok û hîkayetan gotin û ev hikayet li wir belav bûn û wisa wisa şûrên Şamê li Ewropa bûn efsane..

Înca hosteyên Ewropî didan û nedidan nikaribûn wan şûrên ku ji Şamê anîbûn kopya bikirana û şûrên weke wan zexm çêkirana.. Û sedemê vî Ewropî bi sedsalan li pey sirrê van şûran geriyan..

Dibêjin; Carekê Richardê Dilşêr ji Seleheddînê Eyyûbî re dibêje: “Teslîm bibin û ji bo qeweta xwe nîşan bide jî bi şûrê xwe şivekê hesin dike du perçe.. ” Seleheddîn jî şûrê xwe ji kalanê derdixe û şerpeyekê hevrîşim li hewa dike du qet bi wî şûr î û dibêjî asas hûn divê teslîm bibin..

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply