Xutbe I Îslam

Dîrok:10.04.2026

Gelî Musulmana!

Heq Te’ala, bona em him dunya xwe him axîreta xwe şên bikin hiş û îrade daye me, ji me ra pêxember şandine, pirtûk daxistine û bi vê fermana xwe: “Li cem Xwedê dîn/ayin her İslam e.[1] heyanî roja Qiyametê herçî kesê werin bona wan, İslam vebijartiye, gerandiye qanûn û pergal.

İslam ew dîna ye merûyan vedixwûne balî aram û bextyariyê va. Ew dîna ye zêhnan ji fikrên xiraw, nefsan ji xwedbîniyê û ji çavçiliyê paqij dike û rêya xilasiyê nîşanî merûyan dide. Ew dîna ye rê nîşan dide bona duristiyê û heqbîniyê û rindiyê û xweşiyê li rûyê zemîn hakim bikin.   

Gelî Musulmana!

Kakilê İslamê tewhîd e. Tewhîd, î’lan û îqrara wê hindê ye biweku mezinatî bes ya Xwedê ye; teslîmbûn e ji xwedanê hebûnê ra û azadbûn e ji hesîrtiya hewes û arezûyê nefsanî ra. Tewhîd ew e; ji bilî Xweda serî ji ti kesî ra netewînî û di rêya heq û heqîqetê da seknek bi şeref nîşan bidî. Heq Te’ala ewha difermê: “Ellah, xwedayê we ye. Xêncî wî xwedakî we tune. Ew e yê her tiştî diafirîne. Wekî wer ji wî ra bendetiyê bikin. Her ew e yê miqateyi her tiştî.”[2]

Gelî Musulmana!

Rengê İslamê yê li jiyana civakî dixe wehdet e. Wehdet; yekrêzî ye, yekdestî ye, destebiratî ye. Wehdet ew e; ew musulmanên welatê wan, zimanê wan ji hev cuda lê Xwedayê wan yek, pêxemberê wan yek, kitêva wan yek, qîbla wan yek di her halî da gotî li pişta hev bin, rê nedin zaliman; cudatiyên xwe zengîniya xwe bizanin; wan bigerînin wesîle bona yekdestiyê û yekrêziya xwe, ne ku wan cudatiayan bixin behan e bona ji hevdakevin û belavbin. Gotina Heq Te’ala li ser vê yekê xayet zelal e: “Birastî ummeta we ummetek bi tenê ye, Ez jî Xwedayê we me, wekî wer ji min ra bendetiyê bikin.”[3]

Gelî Musulmana!

İro, tişta beşeriyetê ji buhrana ketiye navda rizgar bike, peyamên İslamê yê rêya rast in. Dunya hana ku dixwazin bigerînin hêtûna agir, dîsan bi xêra prensîbên heyatbexşê Qur’an a Pîroz ewê bigere warê aram û hizûrê. Yê dilan bi hev xweş bike û merûyan bi hev şîrin bike, her ew exlaqê nişmiyê Cenabê Pêxember e.  

Gelî Musulmana!

Xweda ye xwediyê İslamê. Yê ew hinartiye jî, yê heyanî roja qiyametê dê wî biparêze dîsan her ew e.[4] Kitêba vî dîn ê ‘ezîz Qur’an a Pîroz e. Pêxemberî wî, Mûhemmed Mûstefa ye ku bi jiyana xwe xweşiya İslamê nîşandaye. Loma jî ti kes yan jî ti komek nikare İslamê ji xwe tenê ra bibîne. Tewhîda ku wesfa bingehîna İslamê ye kes nikare bi behana berevaniya wê fitnan tevra bike, ziyanê bide yekrêziya ummetê û war û welat tevlîhevke. Ji bîr nekin İslam; dînekî ew hinde mezin e di sînorê coğrafykî tenê da hilnayê û di hin qalibên tengolek da nabe were hepiskirin,

Heq Te’ala, me ji yekrêziyê, ji yekdestiyê û ji biratiyê cuda neke. Xutba xwe bi vî dû’ayê Cenabê Pêxember diqedînim: “Xwedaya! Ji xirawkariyê û ji durûtiyê û ji xwû yê nebaş xwe dispêrim te.”[5]  

[1] Alê ‘İmran, 3/19.

[2] En’am, 6/102.

[3] Enbiya, 21/92.

[4] Hîcr, 15/9.

[5] Ebû Dawûd, Wîtr, 32.

Seyda Mella ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *