XEBATÊN WERGERA RÎSALEYÊN NÛR JI DO HETA ÎRO

XEBATÊN WERGERA RÎSALEYÊN NÛR JI DO HETA ÎRO[1]

 

Me divê, di vê gotrarê de çavê xwe li serguzeşta xebatên wergera Rîsaleyên Nûr bigerînin, wergerên çapbûyî yên rîsaleyan wekî lîste raxin ber çavan, ber û bereketa karê wergerê û çi weşanxane çi wergêr hilgirên vî karûbarê hêja û pirxwedî lê neqedîyayî nîşan bidin. Gotara me tevî ku bi taybetî li ser wergerên Kurmancî ye lê belê em ê bêyî ku behsa serpêhatîya wan bikin tenê lîsteya wergerên Soranî û Kirdkî/Zazakî jî bidin. Serê pêşî wekî destpêkekê em ê ji alîyê wê yê tefsîrî û metnê edebî behsa Rîsaleyên Nûr bikin û piştre jî li ser xebatên wergerê, egerên nîvcomayînê û arîşeyên taybet ên wergera R. Nûr û erênayên wergêran bisekinin û xebatên li ber destan bi tabloyekê û wek lîste raxin ber çavan.

 

Rîsaleyên Nûr Ku Heta Niha Dora 60 Zimanî Hatine Wergerandin

Rîsaleyên Nûr wek tefsîreke hevçax û metneke edebî

Seîdê Kurdî, ji bo rê û rêbaza Rîsaleyên Nûr ku tevî gelek tehdehî û astengiyên fermî yên serdemê jî bûye sebebê belavbûn, lêxwedîderketin û zêdexwendinê wisa dibêje: Rîsaleyên Nûr hem nîşan dide[2] ku li vê dunyayê, di rêya dalaletê de cehennemeke manewî heye hem jî isbat dike ku li vê dinyayê, di îmanê de cenneteke manewî heye. Di nav guneh û xirabiyan de û di lezzetên heram de azarên têr-êş nîşan dide; û îsbat dike ku di nav xêr û xêratan de, di kar û barên qenc de û emilandina heqîqetên şerîetê de lezzetên manewî yên mîna lezzetên bihuştê hene. Her wiha ehlê sefahetê û yên ketine riya dalaletê bi wî awayî -yên aqil di serî de ne- xelas dike.[3]

Bedîuzzeman ji ber pirsekê, dibêje tefsîr du beş in û Rîsaleya Nûrê dixe beşa duyemîn û wê beşê wisa pênase dike: “…Tefsîrên din (beşa duyemîn) heqîqetên Quranê yên derbarê îmanê de bi delîlên zexm beyan û îsbat û rave dikin. Gelekî girîngiya vê beşê heye. Rîsaleya Nûrê tefsîreke manewî ye ku rasterast vê beşa duyemîn wekî esas girtiye û bi awayekî bêhempa feylesofên rikdar disetimîne.[4]

Şagirdên Nûrsî yên xwendevanê zanîngehan jî di daxuyaniyekê da, ku ji bo danasîna rîsaleyan û bersivdana bangeşeyên neyînî hatîye weşandin, wisa dibêjin: “Rîsaleyên Nûr bi bicihkirina nûrê, taritiyê belawela dikin, tune dikin. Bi hînkirina qenciyê, xirabiyê pê didin derxistin herwiha mirovan dûr dixin. Bi dersdana heqîqetê ji batilê xelas dikin û ji batilê diparêzin.”[5] Ji ber ku ev beş bi tena serê xwe mijareke berfireh a lêkolînan e em qîma xwe bi van tînin.

Ji alîyê edebî yê Rîsaleyên Nûr ve, di wê daxuyanê de rîwayeteke wisan tê neqilkirin: “Wêjenasek gotiye: Eqlê min bênûr bû lê qelbê min bawer dikir. Rîsaleyên Nûr hem eqlê min hem qelbê min bi nûr kir û nefsa min setimand. Ez ji ezabeke dojehî xelas kirim. Ji ber teher û rêbaza vegotin û naveroka îmanî ya wan, ji aliyê her cure mirovan ve tên xwendin û dahûrandin.”[6]

Wekî din, edîbê navdar Ali Ulvi Kurucu ku pêşgotina Tarîxçeya Heyatê nivîsandîye, di beşa “Alîyê wî yê Edebî” de dibêje ku “Ji berê ve edîb û şair, ramangir û zana ji alîyê lefz û mana, şêwaz û naverokê ve wekî du beş hatine pênasekirin: Hinek ji van tenê giringî daye şêwaz û vegotinê, wezn û qafiyeyê. Ango wate, ji vegotinê re kirine feda. Koma din jî zêdetir giringî daye wate û naverokê û wan kakil ji bo qalikê nerizandiye.” Piştî vê, Seîdê Kurdî jî di koma duyem de dijmêre û alîyê wî yê edebî wisa tarîf dike:

“Lewra Ustad dahiyekî wisa ye ku wî temenê xwe yê hêja û bibereket ji bo tenzîm û tertîpkirina gotinên ku bes di guhên merivan de dimînin mijûl nabe, berevajiyê vê, ew bi telqîna hestên dînî, hişmendiya îmanê û têgihên exleq û havênê mijûl e, yên ku di dil, ruh, wicdan û ramanan de, dê wek îdealeke pîroz digel mirovahiyê bijîn û di dewran û nifşan de bicîh bibin. Tenê ji bo vê dixebite. Lê digel vê jî Ustad ji hêla zîziya zewqê, hesasiyeta dilî, kûrahiya fikir û berfirehiya xeyalê ve bi awayekî nûwaze xwedî meleke û qudreteke edebî ye. Lewma şêwaz û vegotina wî li gor mijarê diguhere. Mesela, di mijarên ilmî û felsefî de çaxa ku bi delîlên mantiqî û riyazî aqil qani’ dike, bêtir qalib û terkîbên kurt û rewanbêj bi kar tîne. Lê belê dema ku dê dil mest bike û ruh bilind bike êdî vegotin wisa zelal dibe, nabe ku bê tarîfkirin.  Bo nimûne, wexta behsa asîman, roj, stêrk, heyveronan û nemaze alema biharê dike û çaxa ku qudret û ezameta Cenabê Heq a ku li wan aleman tecellî dike, dibe hevokên taswîrî şêwaza wî dikeve rewşeke ewqas letîf û xweşik êdî her teşbih lewheyekê xweşik dihizirîne, ya ku bi rengên herî munasib hatiye xemilandin û her taswîr sûretê alemeke herî harîqe tîne ber çavên xwîneran.”[7]

Di konferansekê de, ku li Zanîngeha Ankarayê hatiye lidarxistin, şagirdekî Bedîuzzemanî Zubeyir Gunduzalp, riwayeteke wisa biîddîa neqil dike: “Helbestvanê me yê mezin, sebebekî şanaziya wêjeya me, Mehmed Akîfê rehmetî, di civateke wêjenasan de gotiye: Vîctor Hugo, Şekspir, Dekart; di wêje û felsefeyê de ancax dikarin bibin şagirdekî Bedîuzzemanî.”[8]

Li ser Bedîuzzeman û Rîsaleyên Nûr, bi hezaran berhemên xweser, werger û gotar û nivîsên akademîk hatine nivîsandin, bi sedan sempozyûm, panel, konferans û hwd. hatine lidarxistin. Lê belê li gorî mijarê ez ê tenê çend mînakan bidim xebatên derbarê ziman û wêjeya Rîsaleyên Nûr de hatine kirin.[9]

Ji ber van taybetiyên wan û egerên din, Rîsaleyên Nûr zêde tê xwendin û li gelek zimanan tê wergerandin. Kurd jî demeke dûrûdirêj e bi kelecanekê li ser wergera rîsaleyan hewl didin.

 

Raborîya Xebatên Wergerê

Heyama ku hê Seîdê Kurdî di heyatê de bû hin rîsale li Erebî, Ûrduyî, Îngilîzî û Hîndî hatine wergerandin.[10] Hindek niyet û hewlên bi rîya wergerê belavkirina rîsaleyan rû dane. Ji wan niyet û peyanan yek jê wergerandina ji bo Kurdî ye. Li gorî agahiyên berdest em dikarin behsa du xebatên pêşîn ên wergera rîsaleyan bikin, yên ku hê Bedîuzzeman xweş bû: Necatê Zivingî, di xebata xwe ya bi navê Dîwana Mele ‘Elî Ilmiyê de nameyeke bi Tirkî ya Bedîuzzemanî ya ku ji Mele Elî re şandiye wekî teberuk digel wergera wê xistiye dawiya pirtûkê. Ji wê nameyê diyar dibe ku Mele ‘Elî bi karê wergera rîsaleyan mijûl bûye û Nukteya Şeşemîn (a kîjan rîsaleyê ye ne diyar e) wergerandiye û Bedîuzzeman jî wergera wî ecibandiye.[11] Ya din, Ebdulqadir Badillî jî ji bo wergera Kurmancî di 1954an de “bi daxwaza”[12] ‘Ebdullah Yegîn sê çar rojan li ser mijûl bûye û du sê peyvên pêşî yên ji Peyvên Biçûk wergerandine, Yegînê rehmetî jî, bi tirkî li ser nivîsîye “‘Ebdilqadir wer­gerandiye.” û şandîye Seîdê Kurdî. Lê mixabin wî nekariye bixwîne ji ber nivîsa bêperwerî ya Ebdulqadir Badillî ya wê demê…

Piştre herçiqas nîyet, xîret û xebatên şexsî yên wekî din hebin[13] jî, ji bo wergerên destpêkî yên çapkirî diviya salên notî bihatana, ku serdemeke mîladî ya bi awayekî fermî rakirin û betalkirina qedexeya li ser Kurdî ye; û ji bo geşbûn û zêdebûna wergeran jî diviya salên “prosesa çareserîyê” û piçek berîyê wê bihata payîn.

Di sala 1992yan de Weşanxaneya Nûbiharê ji ber mîrata Seîdê Kurdî û şagirdiya[14] wî, wergerên destpêkî yên rîsaleyan hilgirtin ser milên xwe û hem di her hejmara kovarê de beş û mijarên ji rîsaleyan dihatin wergerandin hem jî li ser navê weşanxaneyê sê rîsaleyên biçûk ên werger hatin çapkirin û weşandin. (bnr: li tabloyê) Di heman salê da Ebdulqadir Badillî bi herfên Erebî Peyvên Biçûk wergerand û ji weşanxaneya Enwarê derçû.

Berîya ku em behsa qonaxa duyem bikin li vê derê dixwazin sê-çar pirsnîşanan daynin: Li gorî pêşgotina pêşî ya Nûbıharê[15] wergera berhemên Seîdê Kurdî wekî armanceke bingehîn hatîye qebûlkirin û behsa nîyeta berdewamiya wergerê hatîye kirin[16] lê belê tevî ku gelek beşên rîsaleyan –hema bêje di her hejmarî de- dihatin wergerandin û li gorî weşangerîya serkeftî ya Nûbiharê ku gellek berhem li lîteratura kurdî zêde kirin, çima nekarî / nebû qismet ku Kullîyatê jî dîyarî pirtûkxaneya kurdî bike? Û çima gelo weşanxaneya Tenwîrê ya civata Med-Zehraya ku ciyê wê yê destpêkî yê di nûrcîtîya[17] kurdan / kurdên nûrcî de ne hewceyî gotinê ye û her wiha weşanên Hîvdaya nêzî wê tu wergereke rîsaleyan neweşandin û hetta tevî ku ji ber “Kird”bûna pêşrewên xuyanî û peyrewên hejmareke zêde yên wê, çima li ser wergerên Zazakî jî tu xebat nehatin kirin? Û gelo çima kurdên din ((ên civatine din (ên tirkan) de)) yan bi handayîna Badillî dewama wergeran neanîn yan jî wan bixwe li ser vî karî serê xwe neêşandin û bo çi wekî li jorê derbas bûbû hin xizmetkarên Bedîuzzemanî tevî ku berê teşwîqa wergerê kiribû rewşa kurdên di civatên wan de ne li gorî wê nêrîna teşwîqî de bû û li hember werger û dersên Kurdî kêfxweşîyeke giştî û eşkera nehat nîşandan? Û çima gelo ji nav weşanxaneyên din ên kurdî –bi taybetî yên çepgir û sekuler- qe nebe berhemên mîna Munazerat (ku navekî wê yê din “Reçeteya Kurdan” e) û Dîwana Herbê ku (navê resen û tam “Dîwana Herba Urfî û Seîdê Kurdî ye) ji alîyê Kurd, Kurdî û Kurdistanê li gorî polîtîkaya wan a weşanê guncav in jî derneketin? Û ji ber ku ew gelek kitêbên tirkî jî diweşînin çima ev berhemên navborî jî naweşînin yan bo çi li ser vê yekê jî hewl û projeyên wan nîn e?

Bila pirsên jorîn li vir li benda bersivan bimînin niha em berê xwe bidin pêl û êwra duyem ku piştî bêdengîyeke dirêj a 16-17 salî destpê kir. Belê, wekî navê weşanxaneyê cihêrengî xuya be jî, handêr û hilgirên vî karê wergerê kêm zêde heman nûrcîyên kurd bûn. Ango Weşanxaneya Zehrayê şûna Nûbiharê girt wekî guherîna nobetê ya di hevkarî û karbeşîyê de û di 2009an da dest bi weşandina wergeran kir, hê jî berdewam e. Her wiha di wan salên geş ên ku Kurdan kêfa prosesê derdixist û li her alî lêborîn dibarîn û wek lêborînên kiryarî jî dengê peyan û pêngavan dihatin û hêdî hêdî weşanxaneyên civatine cihê jî xuya dibûn di asoyê de:  Weşanên Hizmet Vakfi[18], Weşanxaneya RNK û ya Banga Heq. Lê belê ji van stêrkên nû-hilhatî du hebên dawî bi -nimûne wergerekê xuricîn. (Tablo: hejmar 17-33) Îca ya pêşî dema ku di 2012an de bi du kitêbên piçûk dest bi weşana rîsaleyên kurdî kir -û piştre gelek werger weşandin- di eynî salê de ji Weşanxaneya Zehrayê re jî siûda weşandina yekemîn kitêba bergîn bû nesîb: Mesnewîya Nûriye

Di wan rojan de digel van hewildanan, mizgîneke kêfa dilan û nûçeyeke dîlan û halanan digerîya: “Temamê Kulliyatê hatîye wergerandin.!” Mele Zahidê Melezgirtî ku serê salên 80î de çûbûye Bêrûta Lubnanê, dema xwe ji wergeran re terxan kiriye û Kullîyat wergerandîye (Kullîyat bi temamî wergerandîye Erebî jî) Lê belê beramberî wê kêf û xweşîyê encameke xiyalşikên rû da, dema ku Koma Gotinan tevî Ferhenga Koma Gotinan a fasîkulî bi sernavê “Ji Hemîşkên Nivîsoka Ronahîyê!” weşîya. Herçiqas zimanê wergera Seyda belkî “ji bo ferhengsazîya kurdî dikare bibe çavkanîyek” lê belê hem ji ber “peyvên çêkirî û tenê çêker dizane” û wergerandina navên taybet û têgehan, xuya ye dê wekî “bîranîneke rehmetî” bimîne di pirtûkxaneyan de û dewama weşandina wergerên mayî neyê.

 

Rewşa Niha û ya Bê di Xebatên Wergerê de

Ji ber ku van du salên dawî jî du werger hatin çapkirin (Bnr: Tablo) em dikarin bibêjin di vê rîya dûrûdirêj a wergerê de niha tevî destgiranîyê du weşanxane/rêwîyên hilgir dixuyin: Zehra û Envar. Lê belê ji ber ku nexşerêyeke aşkera, bi raya giştî re parvekirî û bi pîr û pergal nîne, em nikarin ji bo xebatên dahatûyê tiştekî zelal bibêjin ji xeynî dilxwazîyên temamkirina Kullîyatê. Lêbelê ev jî heye, hin wergerên em dibîhîzin (û yên pê nizanin jî) divê ji tûrikê wergêran derkevin, ku ew dilxwazî zûtir pêk bê. Bo nimûne: Zilkîf Xweşhêvî di dawiya nivîs/teblîxa xwe de behsa gelek wergêran û wergerên wan ên çapnebûyî dike. Bi rastî piraniya wan piştî wê nivîsê hatin çapkirin. Lê hê jî ‘Sozler û Mektûbat’a ku Mele Îbrahîm Xelîl Azarkan wergerandine nehatine çapkirin.[19]

 

Hin Astengên Wergera Rîsaleyên Nûr

Astengên ji ber ziman, şêwaz û naveroka rîsaleyan

Bedîuzzeman di “Îfadeya Meramê û Mazereteke Dûvedirêj” a berhema Munazeratê de, heft sedemên dijraberiya edebiyatê, bi taybetî ji bo berhemên “Munazerat û Muhakematê” rêz dike lê em vê yekê di berhemên wî yên di heyama Seîdê Berê de û di piraniya Rîsaleyên Nûr de dibînin. Em ji wan sedemên ecêb wekî nimûne li ya şeşan binihêrin: “Ji ber ku di tebîetê min de îfrat heye û ez bi wî awayî difikirim, di tercumeya mutercîmê xeyalî de, li ser rastnivîsa xettatan, di çapa çapgeran de di fêma xwîneran de carcaran xeletî çê dibin û heqîqeteke xweşik, ne xweşik dibe.[20] Yanî astenga rîya dirêj a ku ji mejîyê muellif heta fama xwîneran… Her wiha Bedîuzzeman di “Şueya Heftan” a bi navê “Ayeta Kubra” de jî pênc sebebên din rêz dike. Ji van jî yê sêyem bînin vê derê: “Ji ber ku her meseleyek bixwe heqîqeteke mezin û dirêj e, ji bo ku heqîqet neyê parçekirin carinan rûpelek an pelek dibe/bûye tek hevokek. Tê de gelek muqaddeme hene ku di hukmê tek delîlekî de ne.”[21] Ango astengîya hevokên dirêj…

Li gorî van du sebebên ku me wek mînak anîn û yên din em dikarin bibêjin çawa ku ji bo têgihîştina rîsaleyan divê hay ji van sedeman hebe wisa jî di xebatên wergerandinê de jî ev sedem dikarin bibin rênîşandêr ji bo wergêran.

Birayê Seîdê Kurdî Ebdulmecîd Nûrsî ku yekemîn wergêrê rîsaleyan û pisporekî kêmbînayî yê zimanê Erebî bû di Mesnewiya Nûriyeyê de digel vegotina kêfxweşiya xwe ya bi qedandina wergerê, dijwariya wergera rîsaleyan wisa tîne ziman: “Lê belê min nekarî balayî, zexmî û cezaleta di eslê berhemê de biparêzim. Belê min tu herf û lefzekê ku ji wan heqîqetên gewherbiha re bibin zerf nedîtin. Ji ber ku zimanê wergerê bixwe jî mîna fikra min nuqsan û kêm e, min ancax ji wan heqîqetên mezin ên îmanî û gewre yên Quranî re wisa kiraseke teng û kin peyde kir… Belê mirîşkek bi firîna xwe nikare firîna teyrê bazê yan eyloyê teqlîd û tercume bike. Ev (werger) bi rastî jî ne wergereke guncan û layiqî eslê wê ye…”[22] Di wê serdemê de ji bo ku Rîsale bêtin wergerandin bal bi Erebî ve ji alimine mezin ên Îslamê re hatine pêşniyazkirin. Wisa tê neqilkirin ku hinek ji wan, dema ku “Berhevoka Asayê Mûsa” xwendiye, gotiye: “Ancax Bedîuzzeman bixwe, dikare berhemên xwe wergerîne. Em neçar in û jê heq nayên ku wê belaxata bala û fesahet û îcaza bêhempa ya Rîsaleyên Nûr di wergerê de biparêzin û em nikarin ilmê wî bi temamî têbigêjin.”[23]

Em çend astengên ji ber wergêran û zimanê kurdî jî bêyî ku bi kitekitî qal bikin wisa rêz bikin:

– “Erênaya bikaranîna Kurdiya klasik/jîndar/navgel û nûjen” wekî bendek e li pêşiya wergera rîsaleyên ku bi Tirkiya klasik hatine nivîsandin. (Hem ji bo vê alîkarîya çareya vê astengê hem jî ji bo ferhengsazîya kurdî divê ferhengine taybet ji bo têgih û zimanê rîsaleyan, bi mînakine ji rîsaleyan bên amadekirin.) Wekî din şaşwazîya di navbera devokekê û kurmancîya nivîskî/standartkirî de.

– Ji hêla vegotin û hevokên dirêj lawaziya Kurdî li hember wergera[24] Tirkî “dixuye”, ya ku ji ber fikirîna bi Tirkî ya wergêran û wekî li jorê jî derbas bû ji ber hevokên dirêj ên di rîsaleyan de.

– Hem bi ya jorîn re têkildar hem jî bêyî wê gellek caran di hevokan de navbera pêşdaçek û paşdaçekan bi gelek peyvan tê dagirtin lewma jî vegotin lawaz dibe.[25]

– Çi ji ber dilê saf/î (pîrozdîtina metnê rîsaleyan, ji ber tirkîzanîna piranîya kurdên Bakur, qîmpêanîna bi wergerên heyî û hwd.) çi ji ber tesîra derdora civatên ku tê de ne gelek/hin nûrcîyên Kurd pêdivî nedidîtin/nabînin ji bo wergerê. Yên pêdivî dibînin û hema hema wekî pisporekî rîsaleyan in jî yan kurdînezan an kêmzan in an jî kurdînenûs in. Yên ku piştre kurdîya xwe pêşde birine jî xwe zêde nexistin bin vî karî tevî ku ji xeynî wergerandina rîsaleyan bi kurdî dinivîsin û li ser kurdî dixebitin.!  Û wekî din gelek nivîskar û wergêrên jêhatî jî ji ber ku ne aşînayê rîsaleyan in yan ji wan ra nayê teklîfkirin yan jî nikarin lihev bên lewma li ser wergera rîsaleyan naxebitin.

Ango tunebûn yan kêmanîya lijneyeke berfireh a pisporendam ji hêla Rîsaleyan û Kurdî ve.

– Digel van bendên neyînî, em bala xwe bidin tiştekî gellek balkêş û erênî jî: Seîdê Kurdî bi Kurdî difikire û piştre bi Erebî û/yan Tirkî dinivîse[26] lewma gelek caran hewce nîne wergêr vê pirsê bikin “Ka gelo ev nivîskar Kurd bûya dê çawa vegotiba? (Ji peyva Nurullah Ataç a ku “Bu yazar Türk olsaydi nasil ifade ederdi/Heke ev nivîskar Turk bûya dê çawa vegotiba?”[27]) Li gorî qeneatên nûrperweran ên derbarê nivîsandina rîsaleyan ku bi “îlhamê” ye û “Ji ber raza rîayetkirina mertebeya Kurditiya tercumanê Rîsaleyên Nûr (Bedîuzzemanî) tu sûnitî/çêkiritî nakeve vegotinên wî.” wergêr pêdivî nabînin bi pirsa jorîn. Bi gotineke din, ji zimanê Seîdê Kurdî tê famkirin ku ew bixwe ne Tirk e û bi rêzimana Tirkî nizanîbû, Kurdî difikirî û bi Erebî yan Tirkî dinivîsî[28]. Wekî mînak wî bi kirpandinê pirs diyar kirine, biwêjine di mejiyê wî de wekî Kurdî ne rasterast wergerandine, gihaneka “û”yê zêde bi kar aniye.[29]

 

(Çend nîşe li ser teşeya tabloyê: 1- Heta ji me hat me bala xwe da rêza kronolojîyê 2- Me navên

kitêbên mezin/bergîn, girdek nivîsandin 3- Me navên weşanxayan bi pûntoyên cihê nivîsandin û

rengîn kirin 4- Yên bi elfabêya erebî û/yan du elfabêyî îtalîk hatine nîşandan.)

Tablo 1: Wergerên Rîsaleyên Nûr ên ku Heta Niha Hatine Kirin

Navê Berhemê Wergêr Cî û Dema Çapê Weşanxane Rave
1- Rîsala Biratiyê Abidînê Âmedî 1992, İstanbul Nûbıhar Bi tîpên Erebî
2- Rîsala Bıratiyê Abidîn ê Âmedî 1992, İstanbul Nûbıhar Yekemîn werger e. Tîpa “ı”yê hatiye bikaranîn.
3- Peyivên Biçûk Dr. Hamza Yetim &

Süleyman Çevik

1992, İstanbul Nûbihar Pêşgotinek û danasîna Seîdê Kurdî lê hatine zêdekirin.
4- Peyiva Bîst û Sêyemîn Sabah Kara 1992, İstanbul Nûbihar
5- Peyvên Biçûk Abdulkadir Badıllı 1992, İstanbul Envar Neşriyat Bi herfên Erebî ye. Kurtejiyana Bedîuzzemanî lê hatiye zêdekirin.
6- Xutbeya Şamê Ayhan Meretowar 2009, İstanbul Zehra Yayıncılık
7- Mûcizeyên Qur’anê Ayhan Meretowar 2009, İstanbul Zehra Yayıncılık Di 2010an de çapa duyem derketiye.
8- Mûcizeyên Ehmedî Ayhan Meretowar 2009, İstanbul Zehra Yayıncılık
9- Dîwana Herba Urfî Merdan Newayî 2009, İstanbul Zehra Yayıncılık
10- Munazerat Ayhan Meretowar 2010, İstanbul Zehra Yayıncılık
11- Rîsaleya Munacatê Ayhan Meretowar, Nevzat Eminoğlu 2010, İstanbul Zehra Yayıncılık
12- Rîsaleyên Îxlasê Nevzat Eminoğlu 2010, İstanbul Zehra Yayıncılık
13- Rîsaleyên Remezan û Îqtisad û Şukrê Ayhan Yıldız 2010, İstanbul Zehra Yayıncılık
14- Rîsaleya Mîrac û Şeqqa Qemerê Ayhan Yıldız 2010, İstanbul Zehra Yayıncılık
15- Rîsala Aborîyê Dilazad 2010, Nisêbîn Zanîngeh.net Tenê wek e-pirtûk hatîye weşandin.
16- Rîsaleya Nexweşan Vehbî Vural 2011, İstanbul Zehra Yayıncılık
17- Peyvên Biçûk – Peyva Bîst û Sêyemîn – Mektûba Bîstemîn (Molla) Feyzi Güzelsoy 2011, İstanbul RNK Hatiye vezarkirin û digel kitêbê wek dîyarî dvd jî dane.
18- Rîsala Nixumandinê Zîwer Îlhan 2011, Nisêbîn Zanîngeh.net Tenê wek e-pirtûk hatîye weşandin.
19- Rîsala Nixumandinê Zîwer Îlhan 2012 Stenbol Zanîngeh.net Ev jî e-pirtûk e, digel metnê tirkî (du zimanî) ye.
20- Munazarat Adilê Etmanî 2012, İstanbul Nûbihar Ev werger jî bi awayê du zimanî hatîye amadekirin.
21- Rîsaleya Siruştê Ramazan Çetin Mart 2012, İstanbul Hizmet Vakfı Yayınları Ferhengokek lê hatiye zêdekirin di dawiyê de.
22- Kelîmeya Bîst û Sisêyan Ayhan Yıldız Mart 2012, İstanbul Hizmet Vakfı Yayınları Hatiye xwendin/vezarkirin.
23- Rîsaleya Nexweşan Ayhan Yıldız Haziran 2012, İstanbul Hizmet Vakfı Yayınları Hatiye xwendin.
24- Sî û Sê Pencere Metîn Dilxêrî 2012, İstanbul Zehra Yayıncılık
25- MESNEWIYA NURİYE Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî Nîsan, 2012, İstanbul Zehra Yayıncılık Yekemîn wergera rîsaleyeke mezin e, bi cild e.
26- Dîwana Herba Urfî Aydın Üneşi Kasım 2012, İstanbul Hizmet Vakfı Yayınları Di 2009an da ji W. Zehrayê derketibû. Ev wek çapa duyem û serastkirî ye.
27- Rîsaleya Uxuwwetê Ayhan Yıldız Kasım 2012, İstanbul Hizmet Vakfı Yayınları
28- DERSÊN CIVAKÎ Ayhan Yıldız,

Aziz Samur,

İbrahim Halil Azarkan

2013, İstanbul Zehra Yayıncılık Beşa Lema’etê tê de nîne.
29- Rêbera Ciwanan Ayhan Yıldız Haziran 2013, İstanbul Hizmet Vakfı Yayınları
30- MEKTÛBAT Abdulkadir Bingol, Ayhan Meretowar, Aziz Samur,Suat Orak 2013, İstanbul Zehra Yayıncılık
31- RÊBERA XIZMETÊ Selman Dilovan 2013, Stenbol Zehra Yayincilik
32- Leme’at Aydin Uneşi – Ayhan Meretowar Şubat 2014 Hizmet Vakfı Yayınları
33- Mû’cîzatê ‘Ahmedîye Selamî Sevîm (Bilêyderî) Tebax 2014 Banga Heq
34- Rîsaleya Siruştê                    (Bi xetta Quranê) Ramazan Çetin  2016 Envar Neşriyat Wek çapa duyem û serastkirî ye jî.

Tg: Abdulkerim Dag

35- Rîsaleya Uxuwwetê    (Bi elfabêya erebî) Ayhan Yildiz 2016 Envar Neşriyat Wek çapa duyem û serastkirî ye jî.

Tg: Abdulkerim Dag

36- Dîwana Herba Urfî    (Bi elfabêya erebî) Aydin Uneşi            2016 Envar Neşriyat Wek çapa duyem û serastkirî ye jî.

Tg: Abdulkerim Dag

37- KOMA GOTINAN Muhemmed Zahidê Gunehkar 2016, Stenbol Zehra Yayıncılık
38- Peyva Bîst û Sisêyan (Bi tîpên erebî) Ayhan Yildiz 2017 Envar Neşriyat Wek çapa duyem û serastkirî ye jî.

Tg: Abdulkerim Dag

39- Rîsaleya Nexweşan   (Bi tîpên erebî) Ayhan Yildiz 2017   Envar Neşriyat Wek çapa duyem û veguhertî ye jî.

Tîpguheztin: Abdusselam Bêcirmanî

40- Rêbera Ciwanan        (Bi tîpên erebî) Ayhan Meretowar 2017 Envar Neşriyat Wek çapa duyem û veguhertî ye jî.

Tg: Kenan Boztepe

41- Ayeta Kubra Ramazan Çetin Temmuz 2017 Envar Neşriyat
42-Rîsaleya Heşrê Ayhan Meretowar Temmuz 2017 Envar Neşriyat
43- Peyvên Biçûk Aydin Uneşi Şubat 2018 Envar Neşriyat
44- RÎSALEYA LEM’EYAN Abdulkadir Bingol Temmuz 2018 Zehra Yayıncılık
45- Rîsaleya Îctîhadê Ali Sirma

 

Nisan 2019 İstanbul Envar Neşriyat

 

Ji bilî van xebatan li ser hinek malperan hin rîsaleyên din û beşên ji rîsaleyan jî hatine weşandin. Em ê çend heban wekî nimûne bidin: www.kurdinur.com  www.nuradilan.com http://kurdinur.blogspot.com/   http://can-welat.tr.gg/

Her çendî me nekarî bi xweşkî piştrast bikin ka li Başûr bi devoka Badînî çend kitêb hatine wergerandin lê belê Tehsîn Îbrahîm Doskî çend gotarên tehlîlî digel wergera Dîwana Herba Urfî, bi sernavê “Seîdê Nûrsî û Kitêba wî Bawernameya Min ji Herdu Medreseyên Belayê” weşandîye. Û Îdrîs Xazî jî “Peyvên Biçûk” wergerandîye û bi navê “Çend Peyvekên Biçûk li dor Peristinê û Eqîdê” hatîye weşandin.

Ji bo ku em dirêj nekin ji behsa çîrok û serborîyên wergerên zaravayên Kirdkî û Soranî vediqerin lê belê heger em navê wan xebat û xizmetên hêja yên zarokên welatê xwe[30] jî bi bîr neynin dê mijar nîvco bimîne:

Tevî pirbûna wergerên kurmancî, dildayên rîsaleyan ji ber êşa tunebûna kullîyatê û kesera wê, bi xêra “Kulliyata Soranî” dilê xwe aşt dikin. Ew kullîyat, bi temamî ji alîyê mamoste Farûq Resûl Yehya ve hatine wergerandin. Ji xeynî wî, kesek du kesên din jî çend kitêb wergerandine.

KITÊBÊN MEZIN: Witekan (Sozler/Rîsaleya Peyvan), Mektûbat[31], Birîskekan (Rîsaleya Lem’eyan), Tîjkekan (Rîsaleya Şu’eyan), Paşbendekan (Pêvekên Rîsaleyan/Lehîqe), Dawerîyekan (Wek Asarê Bediîyye û Dersên Civakî), Jîyannamey Bedîuzzeman Seîdî Nûrsî le Nûsînî Xoy û Qutabiyanî (Tarîxçeya Heyatê, Ji Nivîsên B. Seîdê Nûrsî û Şagirdên Wî), Amajekanî Î’caz (Îşaratu’l-Î’caz), Mesnewîy Nûrî (Mesnewîya Nûrîye)

KITÊBÊN Piçûk: 1– Peyamî Bîmaran (Rîsaleya Nexweşan) 2– Peyamî Pîran (Rîsaleya Pîrûkalan) 3– Wite Biçûkekan (Peyvên Biçûk) 4– Siruşt Huner e yan Hunermend[32] (Rîsaleya Siruştê) 5– Melaîket û Jiyanî Diwaroj (Melaîke û Heyata Axretê ango Peyva 29an) 6– Peyamî Remezen (Rîsaleya Remezanê) 7– Hîkmetî Xopenadan le Şeytan (Rîsaleya Hîkmeta Îstîazeyê/Lem’eya 13an) 8– Peyamî Îxlas û Birayetî (Rîsaleyên Îxlas û Biratîyê) 9– Zilley Mîhrebanî (Şîmaqên Şefqetê/Lem’eya 10an) 10– Berî Dirextî Îman (Fêkîya Dara Îmanê /Rîsaleya Meyweyê/Şueya 11an) 11– Mu’cîzatî Ehmedî (Mûcîzeyên Ehmedî) 12– Mu’cîzatî Quran (Mucîzeyên Quranê) 13– Pencerekan (33 Pencere/Peyva 33yan) 14– Peyamî Heşr (Rîsaleya Heşrê) 15– Munazerat 16– Raberî Xuşkan (Rêbera Xaniman) 17– Raberî Lawan (Rêbera Ciwanan) 18– Raberî Xizmetguzaranî Qur’an (Rêbera Xizmetê) 19– Rastîy Tewhîd yan Tewhîdî Rasteqîne (Heqîqeta Tewhîdê/Peyva 22yan) 20– Witarî Şam (Xutbeya Şamê) 21– Rastîyekanî Îman (Heqîqetên Îmanê) 22– Bînînekanî Geştyarêk (Ayeta Kubra/Şueya 7an) 23- Çareserî Weswese (Rîsaleya Tasewasê/Ji Peyva 21ê) 24- Mirov û Îman (Peyva 23yan) 25- Îctîhad lem Serdeme da (Rîsaleya Îctîhadê) 26- Birwanamey Herdu Qutabxaney Musîbet yan Dadgay ‘Urfî Serbazî û Seîdê Kurdî (Dîwana Herba Urfî) 27- Kilîlêk Bo Cîhanî Nûr (Mifteyeke Alema Nûrê) 28- Nûrekanî Heqîqet (Nurên Heqîqetê) 29- Şukranebijêrîy (Rîsaleya Şukir) 30– “Min” ‘Xudî’y Mirov û Bizutnî Gerdîlekan le Nêwan Felsefe û Ayîn da (Rîsaleyên Ene û Zerre / Peyva 30î) 31- Munacat (Rîsaleya Munacatê / Şueya 3yem) 32- Sunnetî Pêxember Pilîkane û Rêbaze (Rîsaleya Mîrqet û Mînhaca Sunneta Pêxember) 33- Mî’racî Pêxember (Rîsaleya Mîrac û Şeqqa Qemerê) 34- Peyamî Birayetî (Rîsaleya Biratîyê)  35- Gizingekan, Amajekan, Hêmakan (Sunûhat-Tulu’at-Îşarat) 36- Sinûhat û Şeş Hengawekan (Sunûhat û Şeş Pengav)

 

WERGERÊN ZAZAKÎ/KIRDKÎ:

1- Vateyê Qijekî                     Serdar Bedirxan         2010, İstanbul (ç.1ê)   Nûbihar

2- Vateyê Qijekî                     Serdar Bedirxan         2014, İstanbul (ç.2yê) Zehra Yayıncılık

3- Rîsaleya Nêweşan              Bedirxan Îslamoğlu    2014, İstanbul             Zehra Yayıncılık

4- Rîsaleya Birariyê                Serdar Bedirxan         2014, İstanbul             Zehra Yayıncılık

5- Mucîzeyê Ehmediye          Mehmet Yergin          2014, İstanbul             Zehra Yayıncılık

6- Rîsaleyê Îxlasî                    Serdar Bedirxan         2014, İstanbul             Zehra Yayıncılık

 

Wekî encam: Herçiqas ev karê wergera Kullîyata Rîsaleyên Nûr maweyeke dirêj e di hizr, proje û prosesa nûrcîyên kurd de ye û ji ber gellek sebebên dijwar, zêde û cihê li Bakurê Kurdistanê bi Kurmancî û Zazakî ev kar nehatiye temamkirin lê belê em dibînin ku gellek ber û berhemên vî kar û xebatê bişkivîne û derketine; bengînûrên kurd hem ji bo xizmeteke dînî hem ji bo xizmeteke neteweyî û zimanî gellek hewl dane û dîyar e tevî hinek giranbûnê hê jî ber xwe didin. Bi vî awayî nîşan dane û didin ku ew bi rengên xwe yên taybet wek neteweyekî xweser in û dixwazin li pey şopa Seîdê Kurdî yê welatîyekî xwe bimeşin û hebûna xwe bipeyîtînin û biparêzin. Jixwe tablo û lîsteyên jorîn vê yekê bi zelalî destnîşan dike û meriv li gorî vê wêneyê bi hêsanî dikare bibêje ku nûrcîyên kurd (jî) gellek kitêb jî li pirtûkxaneya kurdî zêde kirine.

 

   Remezan Binetarî-Çandname

[1] Serekanîya vê gotarê projeya qedandinê ya mastera bêtez a Zanîngeha Dîcleyê ye, ku min di Tebaxa 2013an de pêşkeş kiribû. Kesê bixwaze dikare ji vê lînkê temamê projeye daxîne: https://drive.google.com/file/d/1TXajFqlVVht-DqxQkiESMjTiOo0LZWoB/view?usp=sharing

[2] Raveka Rîsale-î Nûr bi awayê Rîsaleyên Nûr belav bûye di kurdî de, lewma carinan di hevokan de tevî pirjimarîya ravekê pêveber yekjimar tê. Ev, çendîn wekî şaşîya rêzimanî û alozî (xuya bi)be jî ya rast hem ji ber herikbarî û zelalîya hevokê hem jî ji ber hizirîna raveberine veşarî yên yekjimar e. Bo nimûne: Ji xeynî ya belav “ ‘Kullîyata’ Rîsaleyên Nûr” “ ‘Xizmeta’ / ‘Tefsîra’ / ‘Civata’ Rîsaleyên Nûr” û hwd. Tika ye ji cenabê xwîneran, ku vê xalê bidin ber çavan.

[3] Bediüzzaman Said Nursi, Şualar, weş. Envar Neşriyat, İstanbul 2006, r. 675

[4] H.b., r. 516

[5] Bediüzzaman Said Nursi, Tarihçe-i Hayat, weş. Envar Neşriyat, İstanbul 2005, r, 692

[6] h.b. r, 700

[7] h.b. r, 20

[8] Bediüzzaman Said Nursi, Sözler, weş. Envar Neşriyat, İstanbul 2005, r. 764

[9] İslam YAŞAR, Risale-i Nur’dan Edebi Yansımalar, (Sîtavên Edebî yên ji Rîsaleyên Nûr) weş. Nesil Yayınları, 2007

Servet Armağan, Risale-i Nur’un Dil Özellikleri, (Taybetiyên Zimanî yên Rîsaleyên Nûr), weş. Nesil Yayınları, 2009

Muhammed KALKIŞIM, Risale-i Nur’un Poetik Özelliği (Taybetmendiya Poetîk a Rîsaleyên Nûr), teblîxek e di Sempozyûma Bedîuzzemanî ya Navneteweyî de hatiye xwendin.

[10] Bediüzzaman Said Nursi, Tarihçe-i Hayat, weş. Envar Neşriyat, İstanbul 2005, r, 710

[11] Necatê Zivingî, Dîwana Mele ‘Elî ‘Ilmî, weş. Bangaheq, 2012, r, 141

[12] Seîdê Kurdî, E. Yegîn ji bo xizmetê şandîye Rihayê. Wî jî di sala 1954an da ji ber kurdbûna piranîya kesên ku dihatin medreseyê û tirkîya wan a hindik (Baldarî: Rewşa kurdî ya Rihaya wê demê jî nîşan dide) ji E. Badillî çend caran xwestîye ku wergerê bike. Ji bo berfirehî: Abdulkadir Badıllı, Hayat-i Nuriyem, Îttihad Yayinlari, 2010, r. 85-86

Û her wiha “Di dawîya salên 70yî da Ebdullah Yegîn, Husnu Bayramoglu û çend kesên din dema li Rihayê di medreseya Debaxanê da bûne, H. Bayram gotîye “Birayê min! Rojek berî rojekê Rîsaleyan wergerînin Kurdî, zeman derbas dibe (ango hûn dereng dimînin). Bnr: Abdulkadir İkbal, Nurculuğu Biraz da Benden Dinleyin, Kent Işıkları, 2016, r. 198

Îca heger nêrîna li Kurdî di nav nûrcîyan da wisa erênî bûya/dom bikira û tenê bi gotinan nemaba dê rewş çendîn bi erênî û xweşî biguherîyaa!! Yan jî gelo çima ew nerîn guherîn!??

[13] Etmanî di Pêşgotina wergera xwe ya Munazeratê de behsa du wergerên destxet ên du kesên din dike dibêje di sala 1980î de hatine çêkirin û wî bixwe jî di 1993an de Munazerat dubare wergerandîye di 1996an de dîsa lê vegerîyaye û dawîya dawî çapa vê wergerê di 2012an de bûye nesîb. B. Seîdê Kurdî, Munazerat, wer. Adilê Etmanî, Nûbihar, 2012, r. 5-6

Digel ku em qîma xwe bi vê mînakê tînin lê bi vî awayî gelek çîrok û serpêhatîyên ecêb ên wergerên nîvco, destxetmayî û liberçapê asêmayî û windabûyî û hwd hene.

[14] Nûbihar, her çendî li ser pirs, çand, huner û edebîyata hemî Kurdan, bêtir bi tevlîbûna kurdên dîndar hatibe weşandin (û digel ku nivîsgeheka her kurdînûsî ye) lê belê nexasim bi halan û hewlên rehmetî kek Îzzeddîn Yildirimê pakrewan ê nûnerekî kurdên nûrcî û di bin sîbera Weqfa Zehrayê de dest bi weşan û civînan kiriye lewma me wisa bi “şagirdî” wesifand.

Bnr:  Osman Tekin, Mazlum Bir Şehidin Adanmışlık Öyküsü İzzettin Yıldırım, Gündönümü Yayınları, 2015 ç.2yem, r. 70

[15] Li gorî nivîsa wê dema destpêkê me bi awayê Nûbıhar nivîsî.

[16] Seîd Norsê, Rîsala Bıratîyê, wer, Abidin ê Amedî, weş. Nûbıhar, Stenbol, 1992  r.7-8

[17] Tevî ku serê çend salan e, peyva “nûrcî/tî”yê zêde bikar naynim û îca di axaftin û nivîsandina kurdî de tercîha min bêtir li ser “nûrperwer” yan “bengînûr”ê ye lê belê ji ber bikaranîna belav ya vê peyv û pênaseyê ez ê jî wisa bibêjim.

[18] Herçiqas Weşanên Enwarê ku têkildarê/girêdayî Weqfa Xizmetê ye û di 1992yan de Peyvên Biçûk weşandibûye lê belê wek nûrcîyên kurd û kurdîperwer nedihatin nasîn û ew wergera destpêkî jî ji ber bandora wergêrê wê Abdulkadir Badillîyê telebeyekî Bedîuzzeman pêk hatibû û bi kurdîya erebî hatibû weşandin, tevî ku gellek pêgir û dildayên wan ên kurd hebûn jî di qada pirsa kurdî û xebatên kurdî de hê derdor û weşanxaneyeke cihê dixuya/e.

[19] Zilkîf Xweşhêvî, Zimanên Rîsaleyên Nûrê û wergerên wê yên Kurdî, Di 50 Saliya Wefata wî de Sempozyûma Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya Navneteweyî, weş. Nûbihar, 2012, r, 539

[20] Ji bo temamê wan sebeban bnr: Bediüzzaman Said Nursi, Dersên Civakî (Munazerata tê de), wer. Ayhan Meretowar, weş. Zehra Yayincilik, İstanbul 2013, r.78-79 (Me li ser wergerê hin guherîn kirin.)

[21] Bediüzzaman Said Nursi, Ayeta Kubra, wer. Ramazan Çetin, Envar Neşriyat, 2017,  r. 8

[22] Bediüzzaman Said Nursi, Mesnewiya Nûriye, weş. Envar Neşriyat, İstanbul 2004, r. 5

[23] Bediüzzaman Said Nursi, Tarihçe-i Hayat, weş. Envar Neşriyat, İstanbul 2005, r. 697

[24] Samî Tan, Rêzimana Kurmancî weş. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, İstanbul Adar 2011, çapa berfirehkirî, r. 153

Baldarî: Ne ku bi Kurdî meriv nikare risteyên dirêj birêse, lê ji ber neperwerîyê, fikirîna bi Tirkî û bandora wî û wergera ji Tirkî mixabin gellek caran ev alozîya navborî xuya dibe.

[25] Ev xala hanê bêguman bala gelek kurdîxwîn û kurdînûsan dikişand/dikşîne û me jî dema wergerê de ji vê pirsê gazind dikir û di amadekirina projeyê de jî piçek destnîşanî wê kir. Piştre ez bawer im nivîsa tehlîlî ya Öpengin ji bo gelek kesan bû/dê bibe rênîşandêr û mînakeke ji çareserîyê: Ergin Öpengin, Repertûra Zimanî û Afirandina Edebî: Nirxandineke Zimannasî li Ser Edebîyata Kurmancî ya Hevçerx, Tîr û Armanc, Remezan Alan-Ergin Öpengin, Peywend, 2014, r. 173-208 û her wiha ev gotara Umran Aran jî bo çareserîyê mînakên xweş dihewîne: https://diyarname.com/news.php?Idx=42006

[26] Eva ku ji wan sebebên di Munazeratê da ji bo fêmkirina Tirkan a ji Tirkîya wê wek dijwarîya vegotinê hatîye rêzkirin lê belê hem ji bo fêmkirina kesên kurdîhizr û bo wergera kurdî ev ne dijwarî ye bereks dibe sebebê hêsanîyê.

[27] http://www.mature.com.tr/ceviri.htm Süha Sertabiboğlu İngilizce çevirmeni Çeviri ve Çevirmenlik Üzerine Tezler

[28] Ji xeynî gotareke wî ya bi kurdî ku di berhevokên bi navê Asarê Bediîyye, Reçeteyên Civakî û Dersên Civakî de weşandî û navdar e, çend kitêb û nivîsarên din ên bi kurdî jî hebûne lê mixabin ji ber egerên cihê di rûpelên tarîxê de mane: Yek jê li ser Cebîrê, ya din li ser Qederê du rîsaleyên biçûk, ji ber şewatekê û berzebûnê negihîştine roja me; û destnivîseka Hebîbê feqîyekî Seîdê Kurdî, ku wek nîşe wergirtibû ji dersa tefsîra Quranê û bûbû wekî jêder û çavkanîya kitêbeke wî ya navdar Îşaratul Îcazê, ji ber xirecira şerê cîhanê yê yekem negihîştiye destê me. Abdulkadir Badıllı, Mufassal Tarihçe-i Hayat, weşg. l’Amicale des Musulmans d’Europe, İstanbul 1998, r.161; B.  Said-i Nursi, Mesnevi-i Nuriye, ter: A. Badıllı, weş. İttihad, r. 229 B. Said Nursi, İctimai Dersler, Zehra Yayıncılık, 2004, r. 591

[29] Ev yek bala gellek xwînerên/nûrcîyên kurdîzan û wergêrên rîsaleyan dikşand. Ji bo mînakên zêdetir bnr. projeya navborî û Hayreddin Kizil, Destpêkek bo Çanda Kurdan di Kulliyata Rîsaleyên Nûr de, Kürdoloji Akademik Çalışmalar, Yargı Yayınları, Ankara 2016, r. 302-326

[30] Jêgirî ye ji Xatîmeya manifestoyî ya wek bangewazîyeke li Kurdan. Seîdê Nûrsî, Dîwana Herbê Urfî, wer. Aydın Üneşi, Hizmet Vakfı Yayınları, 2013, r. .

[31] Çapa/ên pêşî bi navê Nameyekan derçûye lê belê li gorî nîşeya wergêr ji ber ku kitêbên wek berhevoka nameyan e, di zimanên Erebî, Farisî û Tirkî de jî bi navê Mektûbatê belav e û bûye wek navekî taybet êdî wergêr biryara xwe guhertîye û navê wê kiriye Mektûbat.

[32] Ji ber ku têbinî ye derveyî mijarê be jî hêjayî lêborînê ye û yek ji rêbazên wergera rîsaleyan e ku divê li ber çavan bê girtin: Bi rastî dema ku min cara pêşî ev werger dît û ji ber navê binî (Siruşt huner e yan hunermend?) wisa hizirîm ku ev nav ne li gorî rêbaza Seîdê Kurdî ye her çendî bi fikra balkêşîyê be jî. Yanî Seîdê Kurdî di mijarên îmanî de pirsên şikberîyê nake û nabêje “Xwedê heye yan na?” “Axret heye yan na” û hwd. Di şûna van de wekî rêbaz dibêje “Filan ruknê îmanê heye, heq e, em ê ji sedan/hezaran delîlên wî/wan çend heban vebêjin û rêz bikin.” Lewra bi ya min xwezî bi awayê “Siruşt huner e hunermend nîye!” yan “Siruşt huner e, ne zîyatir!” bûya.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply