ŞAŞ: HINEKÎ DIBIŞIRE Û DI HUNDIRÊ XWE DA DIBÊJE… (BIRAZ GÜLÜMSÜYOR VE IÇINDEN DÎYOR KI.)
RAST: Dibişire û di dilê xwe da dibêje.
ŞAŞ: GUNEH GIRAN E LÊ VÊ XERABÎYÊ ANCAX DIKARE ZAK BIKE… (GÜNAHI AĞIRDIR, BU KÖTÜLÜĞÜ ANCAK ZAK YAPAR.)
RAST: Gunehekî giran e, lê vê xerabîyê dibe ku yekî wek Zak bike.
ŞAŞ: HER WEKÎDIN GELEK KIRINÊN RONÎ PÊK BIANÎYANA… (VE BAŞKA BIRÇOK AYDINLIK EYLEMLER YAPACAKTI.)
RAST: Her wekîdin dê gelek karên baş bikirina.
ŞAŞ: FRAŞAOŞTRA Û JAMASPA SEKINÎ MAN, DENG JI WAN ÇÊNEBÛ… (FRAŞAOŞTRA VE JAMASPA ÖYLECE DURDULAR, SES ÇIKMADI ONLARDAN.)
RAST: Fraşaoştra û Jamaspa bûn kevir û man, nema deng ji wan derket. Fraşaoştra û Jamaspa lal bûn, deng ji wan bilîya. Fraşaoştra û Jamaspa sar sekinîn û gotin ji wan çênebû.
ŞAŞ: TU NABÊJÎ JI BER BARANÊ REVÎYAYE BER ZÎPIKÊ… (DEMEK YAĞMURDAN KAÇIP DOLUYA TUTULMUŞTU.)
RAST: Tu nabêjî, ji ber şirikê çûn ber mezrîbê. Tu nabêjî, ji ber baranê revîn xwe dan ber şirikê. Tu nabêjî, ji baranê revî li teyrokê qelibî. Çima tu nabêjî ji ber baranê çû xwe da ber mezrîbê.
ŞAŞ: LI CEM MALA WÎ MÊVANDAR MA… (ONLARIN YANIN DA KONUK KALDI.)
RAST: Li wî bû mêvan. Bû mêvanê wî.
RAVE: Gelo mirov çawa “mêvandar” dimîne? ☺
ŞAŞ: ME HER ÇARE CERIBAND… (BIZ HER ÇAREYI DENEDIK.)
RAST: Çi ji destê me hat me kir. Me texsîr nekir, çi ji destê me hat me kir.
ŞAŞ: GER MIROV YEKÎ DILVEKIRÎ BE PIR HÊSAN E KU GOTINEK KINIK AN JÎ TIŞTEKÎ BIÇÛCIK BIBE SEDEM KU MIROV BAWER BIKE… (EĞER INSAN AÇIK YÜREKLI BIRI ISE KISA BIR SÖZ YA DA KÜÇÜCÜK BIR ŞEY INSANIN KOLAYCA INANMASINA SEBEP OLUR.)
RAST: Ger mirov dilsoz be, gotinek yan jî tiştekî biçûk dikare bi rehetî bibe sebeb ku mirov bawer bike. Ger mirov ji dil be gotinek yan jî tiştekî biçûk dikare bibe sebeb ku mirov bawer bike…
ŞAŞ: JI ÇI DIQEWIME EV NEFRETA MIN? (BU NEFRETIM NEDEN KAYNAKLANIYOR? )
RAST: Ev nefreta min ji çi ye? Ev nefreta min ji ber çi ye?
ŞAŞ: TU NE EZ IM, TU JI MIN Î, LÊ TU EZ IM… (SEN BEN DEĞILIM, SEN BENDENSIN, AMA SEN BENIM.)
RAST: Tu ne ez î, tu ji min î, lê tu ez î.
ŞAŞ: WÎ EZ ZINDAN KIRIM… (O BENI HAPSETTI.)
RAST: Wî ez xistim zinadanê. Wî ez avêtim hepse.
ŞAŞ: BIQASÎ SERÊ NEYNÛKA WAN JI WAN RA NE GIRÎNG E… (ONLAR IÇIN TIRNAĞIN UCU KADAR ÖNEMLI DEĞIL.)
RAST: Biqasî serê derzîyê jî ji wan ra ne girîng e. Ji bo wan nake serîyek pîvaz. Bi qasî neynûka wan jî qîmetê wan li ber çavên wan tune ye.
ŞAŞ: EZ NÊZÎKÎ WÎ ME; WÎ DIÇAVDÊRIM… (BEN ONA YAKINIM; ONU GÖZLEMLÎYORUM.)
RAST: Ez nêzê wî me û çavdêrîya wî dikim. Ez nêzê wî me; bala min li wî ye.
ŞAŞ: YA WÎ YÊ TU XELAS BIKIRAYÎ YA JÎ XWE BIDA GIRTIN JI BO KU ÊŞA TE PARVE BIKIRA… (YA SENI KURTARACAKTI YA DA KENDINI DA TUTUKLATACKTI SENIN ACINI PAYLAŞMAK IÇIN.)
RAST: Yan wî yê tu xilas bikira yan jî xwe bidaya girtin ji bo ku bibûya hevalê te. Yan wî yê tu xilas bikira yan jî xwe bidaya girtin ji bo ku êşa te sivik bikira.
ŞAŞ: EW PIRR BAŞ TEMÎN KIRIN Û EW XISTIN RÊ Û RAST BERÊ WAN DA MEDYAYÊ… (ONU ÎYI TEMIN ETTILER, ONU YOLA KOYDULAR VE YÖNÜNÜ MEDYAYA ÇEVIRDILER.)
RAST: Ew pir baş temîn kirin, ew bi rê kirin û rast berê wan da Medyayê.
ŞAŞ: GAVA KU ZAROKAN LI BAVÊ XWE BIPIRSÎYA WÊ ÇÎROKEK ÎCAD BIKIRA Û EW BIXAPADANA… (ÇOCUKLAR BABALARINI SORDUĞUNDA ONLARA BIR ŞEY UYDURUYORDU.)
RAST: Gava ku zarokan li bavê xwe bipirsîya, dê tiştek li hev bianîya û ew pê bixapandina. Gava ku zarokan li bavê xwe bipirsîya dê derewek bikira û ew pê bixapandina.
ŞAŞ: Jamaspa ligel ciwanîya xwe karîbû ewqasî xwedî zanîn kesayeteka bilind bûya. (Jamaspa genç olmasına rağmen, bilgi sahibi ve yüksek bir kişilik olabilîyordu.)
RAST: Jamaspa ligel xortanîya xwe yekî kemilî û zana bû. Jamaspa ligel ciwanîya xwe xwedî zanîn bû û şexsîyetekî mezin bû.
ŞAŞ: EV JÎ JI WAN CARÊN XAPÎNOK YEK BÛYA… (BU DA O YALAN ANLARDAN BIRISI OLSAYDI.)
RAST: Ew jî yek ji wan gotinên xapînok bûya…
ŞAŞ: PEL DI NAV TILÎYA XWE YA SERÎ Û YA ÎŞARETÊ DA RAST Û ÇEP FITILAND… (YAPRAĞI BAŞ PARMAK VE IŞARET PARMAĞI ARASINDA SAĞA SOLA ÇEVIRDI.)
RAST: Pel di nava tilîya xwe ya mezin û ya şehadetê da bir û anî.
RAVE: Ev hevok, ji alîyê sentaksê va jî li Kurmancî nake. Gelo bi Kurmancî dibêjin tilîya “serî” û ya “îşaretê?” Xelkê, “Qilîç-qilîçik, mamelîç-babelîç, dergevan-natorvan-silima dizan, eşhedok, spîkuj-tilîya mezin-beranî-girêkî…” gotîye, lê awayê “serî” û “îşaret”ê nîn e.
ŞAŞ: JAMASPAYÎ BERSIVA XWE STENDIBÛ… (JAMASPA CEVABINI ALMIŞTI.)
RAST: Jamaspayî bersiva xwe girtibû.
ŞAŞ: KU REWŞA SPÎTAMAYÎ BAŞ BÛYA Û EW DI EWLEKARÎYÊ DA BÛYA… (SPITAMA’NIN DURUMU ÎYI OLSAYDI VE GÜVENLIKTE OLSAYDI.)
RAST: Ku rewşa Spîtamayî baş bûya û tu bela li ser sera tune bûya… Ku halê Spîtamayî baş bûya û star bi serê wî ketibûya…
ŞAŞ: Di demên pêş da Maîdyo carinan di nav ra hat Baktrîyayê… (Ileriki zamanlarda, Maidyo bazen Baktrîya’ya.)
RAST: Piştî wextekî Maîdyo carinan dihat Baktrîyayê.
ŞAŞ: MÛCÎZE, JI BO KU MIROV BAWERÎYA XWE TALOQ Û ASTENG BIKE HINCETEK E. (MUCIZE INSANIN INANCINI ERTELEYIP SORUN YAPMASI ININ BIR BAHANEDIR.)
RAST: Ji bo ku mirov bawerîya xwe pê neyîne, mûcîze hincet in.
ŞAŞ: HER TIŞT DI RONAHÎYEKA MEZIN DA BÛ… (HER ŞEY BÜYÜK BIR AYDINLIK IÇINDEYDI.)
RAST: Her der ronî bû. Ronahîyê, her tişt kiribû bin hikmê xwe.
ŞAŞ: DERFETÊN WÎ PIRR FIREH BÛBÛN… (OLANAKLARI ÇOK GENIŞLEMIŞTI.)
RAST: Derfetên wî pir bûbûn.
ŞAŞ: DIJMINÊN SPÎTAMAYÎ ÊDÎ EW GIRÎNGTIR DIGIRT Û WAN BÊTIR HESABÊ WÎ DIKIR Û BI ÇAVEKÎ MEZIN LÊ DINÊRÎ… (SPITAMA’NIN DÜŞMANLARI ARTIK ONU ÖNEMLI TUTUYORDU VE ONUN DA HESABINI YAPIYORLARDI VE ONA BÜYÜK BIR GÖZLE BAKIYORLARDI.)
RAST: Dijminên Spîtamayî êdî bêtir hesabê wî dikir, li ber çavên wan bûbû yekî mezin.
ŞAŞ: ROJÊN WÎ XWEŞ Û MIŞT DERBAS DIBIN. (GÜNLERI GÜZEL VE DOLU DOLU GEÇÎYORDU.)
RAST: Rojên wî xweş û geş derbas dibûn.
ŞAŞ: TEMENÊ XWOWÎYÊ YÊ LI BAKTRÎYAYÊ XWEŞ Û BEXTEWAR DERBAS DIBÛ… (XWOWI’NIN ÖMRÜ BAKTRÎYA’DA GÜZEL VE MUTLU GEÇÎYORDU.)
RAST: Jîyana Xwowîyê li Baktrîyayê xweş û bextewar bû.
ŞAŞ: PALEYEKÎ NAVÊ WÎ VARAZA HEVPEYVÎNA HERDUYAN DIBIRRE… (VARAZA ADINDA BIR TARIM IŞÇISI, ONLARIN KONUŞMASINI KESTI.)
RAST: Paleyekî bi navê Varaza xeberdana wan birî. Paleyê ku navê wî Varaza bû, peyva wan birî.
ŞAŞ: LÊ BILA DI NAVBERA ME DA BIMÎNE… (AMA ARAMIZDA KALSIN.)
RAST: Bila ji xeynî me kes pê nezane. Bila di nav me da bimîne.
ŞAŞ: AQILMENDEKÎ WÎ YÊ BAŞ NÎN E KU WÎ JI KIRINÊN WÎ YÊN ÇEWT VEGERÎNE. (IYI BIR AKIL INSANI YOK KI ONU YANLIŞ EMELLERINDEN ÇEVIRSIN.)
RAST: Mirovekî aqilmend li balê nîn e ku wî ji şaşîyên wî vegerîne. Mirovekî zana li balê nîne ku wî ji rêya şaş vegerîne.
ŞAŞ: TÊKILÎYÊN XWE JI MEDYAYÊ BIRRÎN Û PIŞTGIRÎYA XWE SEKINAND. (MEDYA ILE ILIŞKILERINI KESTI VE DESTEĞINI DURDURDU.)
RAST: Bi Medyayê ra neda û nestend û êdî piştgirîya wê nekir. Nema bi Medyayê ra da û stend û nema piştgirîya wê kir.
ŞAŞ: HEVALBENDÎYEKA PIRR BAŞ BI DEWLETA BABÎLÊ RA AVA KIRIBÛ… (BABIL DEVLETÎYLE SIKI BIR ARKADAŞLIK KURMUŞTU.)
RAST: Bi dewleta Babîlê ra dostanîyeka baş çêkiribû. Bi dewleta Babîlê ra dostanîyek baş, danî.
ŞAŞ: WEK EŞÎRA HÛYAONAYAN EŞÎREKA PIRR TARÎ Û KEVNEPEREST Û BI BAWERÎYÊN BERÊ PIRR JIDÎYAYÎ GIRÊDAYÎ YE… (HUYAONAYAN AŞIRETI GIBI KARANLIK VE GERICI VE ESKI INANÇLARA SIKI BAĞLIYDI.)
RAST: Wek eşîra Hûyaonayan pir tarî û kevneperest û pir bi ser bi bawerîyên berê ve ye.
ŞAŞ: Divê her qirik tehma şûrê me binase… (Her boğaz kılıcımızın tadını tanımalı.)
RAST: Divê her qirrik şûrê me tahm bike.
ŞAŞ: EV ŞERR NE ŞERREKÎ JI RÊZÊ YÊ NAVBERA DU DEWLET. (BU SAVAŞ IKI DEVLET ARASINDA GEÇEN SIRADAN BIR SAVAŞ DEĞIDIR.)
RAST: Ev ne şerekî sivik e ku di navbera du dewlatan da diqewime. Ev ne şerekî virde wê da ye ku di navbera du dewlatan da diqewime.
ŞAŞ: BARANA KU DO BARÎYABÛ LI ERDÊ HÊ BAŞ ZUHA NEBÛBÛ… (DÜN YAĞAN YAĞMUR, YERDE DAHA KURUMAMIŞTI.)
RAST: Ji ber barana ku do barîya bû erd hîn jî şil bû.
ŞAŞ: SPÎTAMAYÎ ERÊ WEK TEMEN DI SALÊN XWE YÊN ŞÊSTÎ DA BÛ Û HINEKÎ KAL BÛ… (EVET, SPITAMA YAŞ OLARAK ALTMIŞLI YAŞLARDAYDI FAKAT BIRAZ YAŞLANMIŞTI.)
RAST: Spîtama, di şêst salîya xwe da bû lê hinekî kal bû.
ŞAŞ: ARTÊŞA WÎ HER KU DIHERE WINDAHÎYÊN MEZIN DIDE… (ORDUSU GÜN GEÇTIKÇE AĞIR KAYIPLAR VERÎYOR.)
RAST: Her ku diçe leşgerên wî bêtir tên kuştin. Eskerên wî her ku diçe kêm dibin.
ŞAŞ: GAVA KU ALÎKARÎYA WAN TÊRÊ NEDIKIR Û REWŞA WAN TENIK DIBÛ Û DIKET XETEREYÊ… (YARDIMLARI YETMEDIĞINDE, DURUMLARI ÇOK HASSAS OLUP TEHLIKEYE DÜŞÜYORDU.)
RAST: Gava alîkarîya wan têrê nedikir, rewşa wan xirab dibû û diket talûkê.
ŞAŞ: CENG PIRR GERM BÛBÛ. (SAVAŞ ÇOK SICAKTI, ISINMIŞTI.)
RAST: Şer pir giran bûbû.
ŞAŞ: DI VÊ NAVBERÊ DA JAMASPAYÎ JI ZÛ DA PIRSA KU LÊ DIFIKIRÎ ARASTEYÎ SPÎTAMAYÎ KIRIBÛ… (BU ARADA, JAMASPA DA ÇOKTANDIR ÜZERINE DÜŞÜNDÜĞÜ SORUYU.)
RAST: Jamaspayî jî ji zû da pirsa ku lê difikirî ji Spîtamayî kiribû.
ŞAŞ: LI FRENÎYÊ DINÊRE Û ALÎKARÎYEKA HISÎ DIDE JINA XWE… (FRENÎYE BAKIYOR VE ONA HISSI BIR ŞEKILDE YARDIM EDÎYOR.)
RAST: Li Frenîyê dinêrî, hêvî û bawerî didayê…
ŞAŞ: ZAK ÎCAR FIRSEND E, SPENTO-DATA TUNE YE, TEQEZ EZ Ê WAN TÊK BIBIM. (ZAK BU SER FIRSATTIR, SPENTO-DANTE YOK, ONLARI KESIN YENECEĞIM.)
RAST: Zak îcar keysa me lê hat, Spento-data ne li wir e, ez ê wan perîşan bikim.
ŞAŞ: NIHA HERDU LI KÊLEKA HEV LI SER PIŞTA HESPAN DIÇÛN Û DIPEYIVÎN. (ŞIMDI IKISI YANYANA, AT SIRTINDA GIDIP KONUŞUYORLAR.)
RAST: Niha herdu li kêleka hev li ser hespê xwe bûn û dipeyivîn.
ŞAŞ: BAJAR DI DEMEKA KIN DA ŞIKEST Û KET DESTÊ ARTÊŞA ARJATASPAYÎ. (ŞEHIR KISA BIR SÜREDE KIRILDI VE DÜŞTÜ VE ARJATASPA ORDUSUNUN ELINE GEÇTI.)
RAST: Bajêr li ber xwe neda zû şikest û ket destê artêşa Arjataspayî.
ŞAŞ: JAMASPA WEK ÇAREYA DAWÎ XWE VEDIZÎ. (JAMASPA SON ÇARE OLARAK KENDINI SAKLADI.)
RAST: Jamaspa herî dawî mêze kir nabe, xwe vedizî.
ŞAŞ: “NE JI BO XWE Û ME Û BAVÊ XWE, JI BO WÎ PÊXEMBERÊ KU DI DEMÊ DA BAVÊ TE, WEK TE EW ZÎNDAN KIRIBÛ WERE ŞER BIKE SPENTO…” (KENDIN IÇIN, BIZIM IÇIN, BABAN IÇIN DEĞIL, ZAMANINDA BABANIN SENIN GIBI HAPSETTIĞI PEYGAMBER IÇIN GEL SAVAŞ SPENTO.)
RAST: Ne ji bo xwe û me bavê xwe, ji bo xatirê wî pêxemberê ku zemanekî bavê te ew wek te avêtibû zindanê were şer bike Spento…
ŞAŞ: NIHA WEK WÎ, EYNÎ BÊÇARETÎYÊ DIJÎ. (ŞIMDI ONUN GIBI AYNI ÇARESIZLIĞI YAŞIYOR.)
RAST: Niha ew jî wek wî bêçare ye.
ŞAŞ: LÊ SPENTO-DATA BI ŞÛRÊ XWE ÊRÎŞA WÎ VALA DERDIXE. (AMA SPENTO-DATA KILICIYLA HÜCUMUNU BOŞA ÇIKARDI.)
RAST: Lê Spento-Data bi şûrê xwe, nehîşt derba xwe cî bigire.
ŞAŞ: DIVÊ WÎ JI ŞANSÊ RA NEHIŞTA… (ŞANSA BIRAKMAMASI LAZIMDI.)
RAST: Ev ne îşê şansê bû, divê tiştek bikira.
ŞAŞ: ÊDÎ JÎYANA TE YA DINYÊ DIQEDE… (ARTIK DÜNYADAKI YAŞAMI SONA ERÎYOR.)
RAST: Êdî nan û ava wî li dinyayê qedîya.
ŞAŞ: MIRINEK DUBARE Û DU QAT BÛ. (TEKRAR EDEN IKI KAT BÜYÜK BIR ÖLÜM.)
RAST: Mirineka giran û zor bû.
ŞAŞ: Ji ber ku êşa wî mirîyî ewqasî zor e û tehemul nabe mirov mecbûr dimîne ku wî mirîyî dîsa di hundirê xwe da bikuje… (O ölünün acısı o kadar zor ki, tahammül edilmîyor, insan mecburen o ölüyü içinde yine öldürmek zorunda.)
RAST: Ji ber ku êşa mirina kesê ku mirov jê hez dike ewqasî zor bû û mirov tehemûl nedikir, mirov ji mecbûrî ew kesê mirî dîsa di dilê xwe da dikuşt.
Herwiha hinek hevokên ku gumanên mirovî ji wan hene ev in:
ŞAŞ: MIROV JI DÛRANÎ JÎ DIKARE BAWER BIKE… (INSAN UZAKTAN DA INANABILIR.)
ŞAŞ: HESP ÇÛYE LI QERAXA ÇÊM LI SER GÎYÊ DIÇÊRE… (AT DERE KENARINDA ÇAYIRDA OTLUYOR.)
ŞAŞ: EZ DI DILÊ WÎ DA MÊVANEKÎ MAYÎNDE BÛM… (BEN ONUN GÖNLÜNDE KALICI BIR MISAFIRDIM.)
ŞAŞ: EZMAN ZELAL BÛ, EWRÊN WEK BERFÊ SPÎBOZ LI EZMÊN XUYA DIBÛN… (GÖKYÜZÜ AÇIKTI, KAR GIBI BEYAZ BULUTLAR GÖKYÜZÜNDEYDI.)
ŞAŞ: NEFRETA BÊKONTROL ÎNSÊN TÊK DIBE… (KONTROLSÜZ NEFRET INSANI MAHFEDER.)
ŞAŞ: HEMÛ PÊWÎSTÎYÊN WÎ BIBERSIVÎNE… (BÜTÜN IHTÎYAÇLARINI CEVAPLA.)
ŞAŞ: LÊ EW BERSIVÊ NADIN VÊ HEZKIRINA TE… (AMA ONLAR SENIN BU SEVGINE CEVAP VERMÎYORLAR.)
ŞAŞ: EV HEZKIRIN VAJÎ DIBE Û VEDIGUHERE NEFRETÊ… (SEVGI TERSINE DÖNÜYOR VE NEFRETE DÖNÜŞÜYOR.)
ŞAŞ: EV JI BO WÎ PIRSGIRÊK E YAN NA… (BU ONUN IÇIN SORUN MUDUR YOKSA.)
ŞAŞ: LI HEWŞA XÊNÎ BI GAVÊN SIVIK DIMEŞÎYAN… (EVIN AVLUSUNDA HAFIF ADIMLARLA YÜRÜYORLARDI.)
ŞAŞ: DEM Û SEBRÊ TELKÎNÎ MAÎDYO DIKE… (ZAMANI VE SABRI MAIDYO’YA TELKIN EDÎYOR.)
ŞAŞ: PIŞTÎ KU EW LI HEV DIKIN Û GOTINA XWE DIQEDÎNIN DIÇIN ALÎKARÎYA… (ONLAR ANLAŞTIKTAN SONRA, SÖZLERINI BITIRIP YARDIMA.)
ŞAŞ: Û WÎ LI HEMBERÎ CIVAT Û CIVAKÊ MAFDAR DERXIM… (VE ONU TOPLULUK VE TOPLUM KARŞIŞINDA HAKLI ÇIKARAYIM.)
ŞAŞ: AVÊ VEDIXWE, AVA KU BI SER RIHA WÎ DA DIRIJE DI TAVÊ DA DIBIRIQE… (SUYUNU IÇÎYOR, SAKALINA DÖKÜLEN SU GÜNEŞTE PARLIYOR.)
ŞAŞ: EV JI BO ME ERÊNÎYEK E… (BU BIZIM IÇIN OLUMLU BIR ŞEYDIR.)
ŞAŞ: FRAŞAOŞTRA BI VÎŞTASPAYÎ RA BI AWAYEKÎ PIRR KONSANTRE XAL BI XAL, MÛ BI MÛ LI SER PLANSAZÎYA HERBÊ DAQÛL DIBÛ, HÛR DIBÛ… (FRAŞAOŞTRA, VIŞTASPAY’LA KONSANTRE BIR ŞEKILDE, MADDE MADDE SAVAŞ PLANI ÜZERINE EĞILDI.)
ŞAŞ: VÎŞTASPA KETÎYE XETÊ Û QEBÛL NAKE… (VIŞTASPA HATAYA DÜŞMÜŞ VE KABUL ETMÎYOR…
RAVE: Ev biwêj, heger ji bo “rik”ê hatibe bikaranîn rast e, lê ji bo “şaşkirin”ê hatibe gotin şaş e.
ŞAŞ: MIN CIDDÎ NAGIRE. (BENI CIDDÎYE ALMIYOR.)
RAST: Min bi tiştekî nahesibîne. Ez ne tiştek im li ber çavên wî.
ŞAŞ: SPAS, JI BO BIHÎSTÎYARÎYA WE. (DUYARLILIĞINIZ IÇIN TEŞEKKÜRLER.)
RAST: Ji bo bîrbirîya we, mala we ava. Ji bo eleqedarîya we, mala we ava.
ŞAŞ: DIKARE BÊ XWENDIN. (OKUNABILIR.)
RAST: Mirov dikare vêya bixwîne. Pirtûkeka ne xirab e. Tê xwendin.
ŞAŞ: CIXAREKIŞANDIN QEDEXE YE. (SIGARA IÇMEK YASAKTIR.)
RAST: Kişandina cixareyê qedexe ye. Li vir, cixare nayê kişandin. ???
RAVE: Di ferhengên biwêjan de, biwêj bi piranî li gorî mantiqa Tirkî hatine şirovekirin. Ji dêvla ku bibêjin, “Lîstina li ber defa yekî”, gotine, “Li ber defa yekî lîstin”
ŞAŞ: DESTÊN WE DERD NEBÎNIN. (ELLERINIZ DERT GÖRMESIN.)
RAST: Destê we ter be. Destê we sax be. Dest û pîyê we sax be.
ŞAŞ: BERNAME, DI SAET 21.00’AN DA YE. (PROGRAM, BU GECE SAAT 21.00’DE.)
RAST: Bername, bi şev di seet 9’an da ye. Bername di 9’ê şevê da ye.
ŞAŞ: BI DEMÊ RA, DÊ BIGUHERE. (ZAMANLA DEĞIŞECEK.)
RAST: Hêdî hêdî dê biguhere. Bere bere dê biguhere. Pê da pê da dê biguhere. Berêva dê biguhere.
ŞAŞ: WAN CIVÎN STAND. (ONLAR TOPLANTI ALDI.)
RAST: Wan civîn li dar xist. Ew li hev civîyan.
ŞAŞ: EM WAN BI RÊZ, BI BÎR TÎNIN. (ONLARI SAYGIYLA ANIYORUZ.)
RAST: Ew ê tim û tim di bîra me da bin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin. Em ê wan tucaran ji bîr nekin.
ŞAŞ: BIJÎ YEK GULAN! (YAŞASIN BIR MAYIS!)
RAST: Bijî yekê gulanê! Mala yekê gulanê ava!
ŞAŞ: BÛZÊN DI NAVBERA WAN DA HELÎYAN. (ARALARINDAKI BUZLAR ERIDI.)
RAST: Ew li hev hatin. Wan li hev kir. Ew aşt bûn.
ŞAŞ: CENAZE, HAT OXIRKIRIN. (CENAZE UĞURLANDI.)
RAST: Cenaze hat verêkirin. Cenaze spartin axê. Cenaze birin Amedê.
ŞAŞ: EW ASTENGÎ DIJÎ. (O SORUN YAŞIYOR.)
RAST: Bela, li ser serê wî ne. Derdên wî he ne.
ŞAŞ: ŞAREDARÎYÊ, PIRR RAZEMENÎ KIR. (BELEDÎYE, ÇOK YATIRIM YAPTI.)
RAST: Şaredarîyê, mesrefekî giran kir. Şaredarîyê, gelek pere xerc kirin.
ŞAŞ: JÎYANA XWE WENDA KIRÎYE. (HAYATINI KAYBETMIŞ.)
RAST: Konê xwe ji vir bar kir. Koça dawî kir. Mir. Gîyanê/canê xwe ji dest da. Rehmet kir.
ŞAŞ: EV, ŞERRÊ MIRIN Û MAYÎNÊ YE. (BU ÖLÜM KALIM SAVAŞIDIR.)
RAST: Ev şerê man û nemanê ye.
ŞAŞ: GIRTÎ, DI SÎNORÊ MIRINÊ DA NE. (TUTUKLULAR, ÖLÜM SINIRINDA.)
RAST: Girtî, li ber mirinê ne. Girtî, dikin bimirin.
ŞAŞ: ÇAV AVÊT PIRTÛKÊ. (KITABA GÖZ ATTI.)
RAST: Çav li pirtûkê gerand. Çavê xwe li pirtûkê gerand. Li pirtûkê nêrî.
ŞAŞ: Çawa diçe? (Nasıl gidîyor? )
RAST: Çawa yî? Çi dikî çawa yî? Kêf û halê te çawa ye? Kêfa te li cî ye? Tu di çi halî da yî?
ŞAŞ: ÇEPIKEKÎ MEZIN JI CAMÊR RA! (ADAMA BÜYÜK BIR ALKIŞ!)
RAST: Ka ji camêr ra baş li çepikan bixin. Ji camêr ra kefa destê xwe biteqînin.
ŞAŞ: DEMA ME, KIN E. (ZAMANIMIZ KISADIR.)
RAST: Dema me têrê nake. Dema me hindik maye. Wextê me qîm nake. Wext li me teng bû.
ŞAŞ: ÇANDA VEXWARINÊ, LI CEM WAN NÎN E. (ONLARDA IÇME KÜLTÜRÜ YOK.)
RAST: Li cem wan ev tişt peyda nabe. Ew ji araqê hez nakin. Ew araqê venaxwin. Li gorî wan araq heram e/guneh e. Tiştên wisa di nav wan da tune ne. Ew bi araqê emel nakin.
ŞAŞ: DERENG ŞÎYAR BÛM, LOMA MIN EREBE REVAND. (GEÇ UYANDIM, O YÜZDEN ARABAYI KAÇIRDIM.)
RAST: Dereng şîyar bûm, loma negihîştim ser erebeyê. Ez dereng şîyar bûm, loma negihîştim erebeyê.
ŞAŞ: DERSA ME, VALA YE. (DERSIMIZ BOŞTUR.)
RAST: Dersa me betal e.
ŞAŞ: POLÊ PAQIJ BIHÊLIN. (SINIFI TEMIZ BIRAKIN.)
RAST: Polê qirêj nekin. Li pola xwe miqate bin.
ŞAŞ: DI ENCAMÊ DA, EM Ê GOTINA WÊ QEBÛL BIKIN. (SONUÇTA ONUN SÖZÜNÜ KABUL EDECEĞIZ.)
RAST: Talîya talî em ê bên ser gotina wê. Talîyê em ê dîsa bi gotina wê bikin. Dawîya dawî em ê bên ser gotina wê.
ŞAŞ: DIKARE BÊ GOTIN. (SÖYLENEBILIR.)
RAST: Mirov dikare bibêje.
ŞAŞ: DIKARE WISA BIBE. (ÖYLE OLABILIR.)
RAST: Dibe ku wisa be.
ŞAŞ: DI SEATÊN ŞEVÊ DA, HAT GIRTIN. (GECE SAATLERINDE TUTUKLANDI.)
RAST: Bi şev hat girtin. Derengîya şevê bû, ew girtin.
ŞAŞ: EV ZAGON, DIKEVE MERÎYETÊ. (BU KANUN, YÜRÜRLÜĞE GIRECEK.)
RAST: Ev zagon dê li dar be.
ŞAŞ: EM Ê CIVÎNÊN GEL BIGIRIN. (HALK TOPLANTILARI ALACAĞIZ.)
RAST: Em ê bi gel ra li hev bicivin.
ŞAŞ: EM, KONFERANSÊ DI SÎYA WÊ DA NEHÊLIN. (KONFERANSI ONUN GÖLGESINDE BIRAKMAYALIM.)
RAST: Em ji ber wê, konferansê ji qîmet nexin. Em konferansê nekin qurbana wî tiştî.
ŞAŞ: EM, DIÇIN KONGREYÊ. (KONGEREYE GIDECEĞIZ.)
RAST: Em ê kongreya xwe çêbikin. Em ê kongreya xwe li dar bixin. Em ê ji bo kongreya xwe çêbikin, li hev bicivin.
ŞAŞ: EM, VÊ MIJARÊ BIGIRIN DEST. (BU KONUYU ELE ALALIM.)
RAST: Em bên ser vê mijarê. Em qala vê mijarê bikin. Em li ser vê mijarê bisekinin. Em bala xwe bidin vê mijarê.
ŞAŞ: EV MIJAR, DI ROJEVA ME DA YE. (BU KONU BIZIM GÜNDEMIMIZDEDIR.)
RAST: Ev mijar jî di bala me da ye. Bala me li vê mijarê ye jî. Em hay ji vê mijarê hene.
ŞAŞ: EV SLOGANA AVÊTINÊ NÎN E. (BU ATILACAK SLOGAN DEĞIL.)
RAST: Ev ne dirûşmaya ku mirov berz bike/hilde.
ŞAŞ: EV, TIŞTEKÎ JI RÊZÊ YE. (BU DA SIRADAN BIR ŞEYDIR.)
RAST: Ev tiştekî bêqîmet e. Ev ne tu tişt e. Ev tiştekî tewş e. Ev nake dendikek sîr.
ŞAŞ: EZ DÊ AVEKÊ BIRIJÎNIM. (BIR SU DÖKECEĞIM.)
RAST: Ez dê destmêja xwe bişkînim. Ez ê herim destavê. Ez ê firek av birijînim. Ez herim hebkî şil bikim.
ŞAŞ: EZ JÎ TEV LI TE DIBIM. (BEN DA SANA KATILIYORUM.)
RAST: Ez jî bi te re. Ez jî wek te difikirim. Destê min ji te re.
ŞAŞ: EZ WE, SILAV DIKIM. (SIZI SELAMLIYORUM.)
RAST: Merheba ji we ra! Silava Xwedê li ser we be. Sibeha we bi xêr! Selam û eleykum!
RAVE: Wextê mirov tê civatekê, mirov silav dide. Awayê li jor, rewşa silavdayînê nîşan dide. Ev ji bo gelek awayan tê gotin, “Ez te ji xewa te nekim.” “Ez ji xwarina te nekim.”
ŞAŞ: EZ WE, DUBARE SILAV DIKIM. (SIZI TEKRAR SELAMLIYORUM.)
RAST: Cardin merheba ji we re. Dîsa merheba!
ŞAŞ: EZ TE NEGIRIM. (SENI TUTMAYAYIM.)
RAST: Ez te ji karê te nekim. Ez te belasebeb neşitexlînim. Ez te mijûl nekim. Ez te pê negirim.
ŞAŞ: FILÎM, XWEŞA MIN ÇÛ. (FILM HOŞUMA GITTI.)
RAST: Kêfa min ji filîmî ra hat. Ev filîm ket serê min. Dilê min li filimî rûnişt.
ŞAŞ: GEREK EM VAN BÛYERAN ÇAWA BIXWÎNIN? (BU OLAYLARI NASIL OKUMALIYIZ?)
RAST: Ev bûyer tên çi maneyê? Em van bûyeran çawa ji hev derxin?
ŞAŞ: HER YEK, LI TÊLEKÊ DIXE. (HER BIRI, AYRI TELDEN ÇALIYOR.)
RAST: Her yek bi awayekî ye. Her kes tiştekî dibêje. Ji her serîyekî dengek derdikeve.
ŞAŞ: ÎMZE BIAVÊJE. (IMZA AT.)
RAST: Îmze bike.
ŞAŞ: JÊ RA MEYDAN XWEND. (ONA MEYDAN OKUDU.)
RAST: Meydan xwest. Qeb xwest. Fort lê kir. Halan di hev dan.
ŞAŞ: JI DEVÊ MIN REVÎYA. (AĞZIMDAN KAÇTI.)
RAST: Ji devê min şihitî. Min bêhemdî got. Ji devê min filitî. Ji devê min bêhemdî derket.
ŞAŞ: JI ŞERR RA NA! (SAVAŞA HAYIR! )
RAST: Em şer naxwazin!
ŞAŞ: JI XWE RA, ROJA XWE ROJ DIKIRIN. (GÜNÜNÜ GÜN EDÎYORLARDI.)
RAST: Ji xwe ra kêf dikirin. Kêf kêfa wan bû.
ŞAŞ: JOR JÊR, EV YEK WISA YE. (AŞAĞI YUKARI BU BÖYLEDIR.)
RAST: Kêm zêde ev wisa ye.
ŞAŞ: LI AMEDÊ, BINÇAVÎ ÇÊBÛN. ( AMED’TE GÖZALTILAR OLDU.)
RAST: Li Amedê gelek mirov girtin. Li Amedê gelek mirov li nezaretê ne.
RAVE: Gelo “binçavkirin” li gorî “gözaltı”ya Tirkan hatîye çêkirin. Mirov çawa dikeve bin çavan?
RAVE: Ji bo xwirînîyê jî bêtir dibêjin, “Me xwirînîya xwe kir.” “Em xwirînî bûn.” “Me xwira xwe şikand.”
ŞAŞ: LI SÊRTÊ JÎYAN DIKE. ( SIIRT’TE YAŞIYOR.)
RAST: Li Sêrtê dijî. Li Sêrtê dimîne. Mala wî li Sêrtê ye.
ŞAŞ: BASK, AMEDÊ SILAV DIKE. (BASK AMED’Î SELAMLIYOR.)
RAST: Bask, silavan li Amedê dike. Bask silavan ji Amedê ra dişîne.
ŞAŞ: ME, TAŞTÊ KIR. (KAHVALTI YAPTIK.)
RAST: Me taştê xwar.
ŞAŞ: NIVÎS NIVÎSÎ. (YAZI YAZDI.)
RAST: Nivîsek lê kir. Wê tiştek nivîsî. Wê nivîsî.
ŞAŞ: MIN, PEYAM AVÊT. (MESAJ ATTIM.)
RAST: Min peyam şand. Min peyam hinart.
ŞAŞ: MIN, HEBEK AVÊT. (BIR HAP ATTIM.)
RAST: Min hebek xwar.
ŞAŞ: EV NÛÇE, AQILÊ MIROV DIDE ZORÊ. (BU HABER INSANIN AKLINI ZORLUYOR.)
RAST: Ev nûçe nakeve serê mirov. Ev nûçe dûrê aqilan e.
ŞAŞ: PIRSGIRÊKA JIN, ÇI YE? (KADIN SORUNU NEDIR? )
RAST: Pirsgirêkên jinan çi ne? Çi pirsgirêkên jinan he ne? Derdê jinan çi ye?
ŞAŞ: PIRSGIRÊKA KURD, ÇARESER NAKIN. (KÜRT SORUNUNU ÇÖZMÜYORLAR.)
RAST: Pirsgirêka/kêşeya Kurdî çareser nakin. Derdê Kurdî derman nakin.
ŞAŞ: PIŞTÎ VAN NEYÎNÎYAN, BASKÊ WÎ ŞIKÎYA. (BU OLUMSUZLUKLARDAN SONRA KANADI KIRILDI.)
RAST: Piştî ewqas teşqeleyan per û baskên wî şikestin. Piştî ewqas tiştên nebaş hêvîşkestî bû. Piştî van tiştên ku bi sera da hatin bêmecal bû.
ŞAŞ: POLÊSÊN BI HESP, LI KUÇEYÊN ENQEREYÊ NE. (ATLI POLISLER, ANKARA SOKAKLARINDALAR.)
RAST: Polêsên siwarî, li kuçeyên Enqereyê ne.
ŞAŞ: RASTÎ DERKETIN SER AVÊ. (GERÇEKLER SU YÜZÜNE ÇIKTI.)
RAST: Rastî derkete meydanê/holê. Rastî bi ser bêjingê ket. Rastî xuya bû.
ŞAŞ: TE SERÊ TA REVAND. (IPIN UCUNU KAÇIRDIN.)
RAST: Ji destê te çû. Tu negihaştîyê. Werîs kin bû negihîşt te.
ŞAŞ: TU PIRSGIRÊKÊ NAJÎM. (HIÇBIR SORUN YAŞAMIYORUM.)
RAST: Çi derdekî min tune ye. Vêga serê min rehet e.
ŞAŞ: TU RÊZÊ NÎŞANÎ WAN NADE. (ONA HIÇ SAYGI GÖSTERMÎYOR.)
RAST: Çi hurmetê nade wan. Li hemberê wan bêhurmet e.
ŞAŞ: TU MERAQ MEKE, GIRÊDANÊN ME HE NE. (MERAK ETME, BAĞLANTILARIMIZ VAR.)
RAST: Meraq neke, destê me dirêj e. Meraq neke, nas û dostên me he ne. Meraq neka destê me digihîje hinek cîyan.
ŞAŞ: TU YÊ PÊ RA HESABEKÊ BIBÎNÎ. (ONUNLA HESABINI GÖRECEKSIN.)
RAST: Tu yê hesab jê bipirsî. Tu yê bi şilika stûyê wî bigirî. Tu yê bi qilpika wî bigirî.
Nivîskar: Mazda Pola
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…
Silav
Min nivîsên we xwendin
Nivîskar zimanekî resen bi kar tîne
Min hizra zimanên biyanî tê nedîtine
Pîroz dikim
Ji bilî vê yekê min daxwazek a heye ,
Ew nav û nîşanên we li tiliyan kirine hindek jê min nebîhistibûn
Ji kerema cenabê xwe
Hûn dikarin awayekî destnîşankirî li gel me parve bikin ?
Em dikarin têkilî danîn bi hev re
Heger we jî dil heye