ŞAŞ: WÊ, PIRS PIRSÎ. (O SORU SORDU.)
RAST: Wê tiştek pirsî. Wê pirsek kir. Wê pirs kir.
ŞAŞ: XWE, ERZAN XERC KIR. (KENDINI, UCUZ HARCADI.)
RAST: Bîlesev xwe kêm kir. Belheq xwe ji qîmet xist. Belasebeb xwe bêqîmet kir. Xwe erzan firot. Li ber bê çû.
ŞAŞ: XWENDEKAREKÎ JI RÊZÊ NÎN E. (SIRADAN BIR ÖĞRENCI DEĞIL.)
RAST: Ew xwendekarekî virde wêde nîn e. Ew xwendekarekî tewş nîn e. Ev ne xwendekarekî hindik e.
ŞAŞ: XALO EV EREBE, JI DESTÊ DIDUYAN KIRRÎYE. (DAYI, BU ARABAYI IKINCI ELDEN ALMIŞ.)
RAST: Xalo ev erebe ji destan kirrî. Xalo ji xwe ra erebeka xilmetkirî kirrîye.
ŞAŞ: BILA OPERASYONAN DALEQÎNIN. (OPERASYONLARI ASKIYA ALSINLAR.)
RAST: Bila operasyonan bisekinînin. Bila operasyonan rawestînin.
ŞAŞ: PITIKA ME HÎN ÇÊNEBÛYE, DI RÊ DA YE. (BEBEĞIMIZ HENÜZ DOĞMAMIŞ, YOLDADIR.)
RAST: Pitika me hîn çênebûye, îro sibê ye. Pitika me hîn çênebûye, zikê dîya wê li ber poza ye. Pitika me li benda wextê xwe ye. Pitika me dike çêbibe.
ŞAŞ: Wendayîyên canî çêbûne. (Can kayıpları olmuş.)
RAST: Gellek însan mirine.
ŞAŞ: BI INYAD AŞTÎ BI INYAD HDP! (INADINA BARIŞ INADINA HDP!)
RAST: Dîsa aştî dîsa HDP!
ŞAŞ: ASTEK HATÎYE GIRTIN. (BIR SEVÎYE TUTTURULMUŞ.)
RAST: Kelek lê ketîye. Heta cîyekî hatîye. Heta merhelekê hatîye.
ŞAŞ: PIŞKÎYA Û GOT BAŞ BIJÎ! (HAPŞIRDI VE ÇOK YAŞA DEDI.)
RAST: Pişkîya û got, îlla xêr. Pişkîya û got, a bi xêr! Pişkîya û got, bi xêr be!
ŞAŞ: EZ DEQAKÊ DIKARIM TE BIGIRIM? (SENI BIR DAKIKA ALABILIR MÎYIM?)
RAST: Ka deqakê lo/lê! Tu dikarî çend deqe guh bidî min? Hela dikarî mêze bikî? Deqakî mêze dikî?
ŞAŞ: EM BÊHNOKEKÊ DAYÎNIN VIR. (BURAYA BIR VIRGÜL KOYALIM.)
RAST: Em li vir hinekî bêhna xwe bidin. Em li vir hinekî bisekinin. Em ê navberê bidin karê xwe. Em hinekî pal bidin.
ŞAŞ: VÊ STRANÊ MERYAMXAN NAXWÎNE. (BU ŞARKIYI MERYAMXAN OKUMUYOR.)
RAST: Meryemxan vê nastre. Vê stranê Meryemxan nabêje. Ev strana, ne ya Meryemxanê ye.
ŞAŞ: DAXUYANÎYÊ ÇAWA PÊŞWAZÎ DIKIN? (AÇIKLAMAYI NASIL KARŞILIYORSUNUZ? )
RAST: Li gorî we daxuyanî çawa bû? Ji daxuyanîyê çi ket serê we?
ŞAŞ: JI BO AKADEMÎSYENAN ZINDAN TÊ XWESTIN. (AKADEMISYENER IÇIN HAPIS ISTENÎYOR.)
RAST: Dixwazin, ceza bidin akademîsyenan. Dixwazin, akedemîsyenan tê xin hepsê.
ŞAŞ: DI OPERASYONÊ DA DU KES HATIN DESTESERKIRIN. (OPERASYONDA IKI KIŞI ELE GEÇIRILDI.)
RAST: Di operasyonan da, du kes hatin girtin.
ŞAŞ: EV FERHENG, VÊ HEFTÊ DI ERZANÎYÊ DA YE. (BU SÖZLÜK, BU HAFTA INDIRIMDE!)
RAST: Ev ferheng, vê heftê erzantir e.
ŞAŞ: KA TITÛNÊ BIPÊÇE JI BIRAYÊ XWE RA. (KARDEŞINE BIR TÜTÜN SAR.)
RAST: Ka ji min ra cixarekê bipêçe.
ŞAŞ: HIŞMENDÎYA MILÎTARÎST, DI DEWRÊ DA YE. (MILITARIST ANLAYIŞ DEVREDE.)
RAST: Feraseta mîlîtarîst li ser kar e. Feraseta milîtarîst karîger e.
ŞAŞ: RISTEM TUNE YE MAMOSTE. (RÜSTEM YOK HOCAM.)
RAST: Ristem nehatîye mamoste. Ristem îro ne li vir e mamoste.
ŞAŞ: EM Ê BIBÎNIN BÊ KÎ, KÊ TÎNE SER ÇOKAN. (KIM KIMI DIZE GETIRECEK, GÖRECEĞIZ.)
RAST: Em bibînin bê kî berx e kî beran e. Em ê bibînin bê kî ji pişta bavê xwe ye. Em ê sihêtîya hevdu bikin.
ŞAŞ: EM Ê SERÊVARÊ BIÇIN. (AKŞAMÜSTÜ GIDECEĞIZ.)
RAST: Em ê berêvarî biçin. Em ê mexrîbkî biçin. Em ê ber destê êvarê biçin.
ŞAŞ: TU TUNE YÎ TU! (SEN YOK MUSUN SEN!)
RAST: Tu heyî ya tu! Tu jî bi têra xwe heyî ha! Tu jî ne hindik î.
ŞAŞ: ME TILILÎ KIŞAND. (BIR ZILGIT ÇEKTIK.)
RAST: Me lîrand.
ŞAŞ: EZ DÊ ÇEND ROJAN TUNE BIM. (BIRKAÇ GÜN OLMAYACAĞIM BURALARDA.)
RAST: Ez dê çend rojan ne li vir bim. Çend rojan min ji guhê xwe biavêje.
ŞAŞ: TAYÎNA MIN DERKET. (TAYINIM ÇIKTI.)
RAST: Tayîna min rabû.
ŞAŞ: EZ JÎ LI PIŞT GOTINA XWE ME. (BEN DA SÖZÜMÜN ARKASINDAYIM.)
RAST: Ez li dû gotina xwe me. Ez ji gotina xwe danakevim.
ŞAŞ: TIŞTEKÎ WISA MEWZÛ BAHÎS NÎN E. (BÖYLE BIR ŞEY MEVZU BAHIS DEĞIL.)
RAST: Tiştekî wisa li ser bala me nîn e. Em qet qala tiştekî wisa nakin. Bila tiştekî weha neyê ber dilê te.
ŞAŞ: TE PLANA ME VALA DERXIST. (PLANIMIZI BOŞA ÇIKARDIN.)
RAST: Te plana me xirab kir. Te plana me pûç û vala kir. Te plana me serobin kir.
ŞAŞ: XWE ÎNTÎXAR KIR. (INTIHAR ETTI.)
RAST: Xwe kuşt. Întîxar kir.
ŞAŞ: NAVA MIJARÊ HAT VALAKIRIN. (KONUNUN IÇI BOŞALTILDI.)
RAST: Berê peyvê da dereka din. Mijar ji hemdê wê xistin. Kakil kir qurbana qalik. Tirr li kû das li kû? Mijar kir gûza pûç.
ŞAŞ: EW JÎ DI VÊ HIŞMENDÎYA VÊYA DA YE. (ODA BUNUN BILINCINDEDIR.)
RAST: Ew jî hay jê he ye. Ew jî bîra vêya dibe.
ŞAŞ: DÊ XWEST TIŞTEKÎ BÊJE DA KU DILÊ KURÊ XWE PÊ BIKIRE. (ANNESI OĞLUNUN GÖNLÜNÜ ALMAK IÇIN BIR ŞEY SÖYLEMEK ISTEDI.)
RAST: Dêya wî ber dilê kurê xwe da. Dayikê xwest tiştekî bibêje ji bo dilê kurê xwe pê xweş bike.
ŞAŞ: BILA BARÊ MALÊ DI STÛYÊ ME DA BIMÎNE. (EVIN YÜKÜ BIZIM BOYNUMUZDA KALSIN.)
RAST: Bila toqa malê di stûyê me da be. Bila karê malê, barê me be.
ŞAŞ: WEXTA ÎNTERNET TÊ GOTIN “BÊDAWÎTΔ, BÊSÎNORΔ TÊ HIŞA MIROV. (INTERNET DENILDIĞINDE, INSANIN AKLINA SONSUZLUK VE SINIRSIZLIK GELÎYOR.)
RAST: Wextê dibêjin înternet… Wextê qala înternetê tê kirin…
ŞAŞ: BI SALAN BERÊ EZ LI VIR ÇÊBÛM. (YILLAR ÖNCE BEN ORDA DOĞDUM.)
Nayê bîra min, ez li vir çêbûme. Ez li vir çêbûme.
ŞAŞ: WÊ XWEDÎ HEMÛ EWLEYAN BE. (BÜTÜN GÜVENLIK ÖNLEMLERINE SAHIP OLACAK.)
RAST: Ew ê baş bê parastin.
ŞAŞ: WÊ ÇAXÊ EZ Ê KEVIME RÎSKÊ DE. (BEN O ZAMAN RISKE GIRMIŞ OLACAĞIM.)
RAST: Ew ê ev tişt belayê bîne ber derîyê min. Ev talûke ye ji bo min.
ŞAŞ: EM HINEKÎ RÊ BISTÎNIN. (BIRAZ YOL ALALIM.)
RAST: Em hinekî pê da herin. Bila destê me bigihîje ber devê me.
ŞAŞ: LI BER DESTÊ WÎ PERWERDE BIDÎTA. (ONUN YANINDA EĞITIM GÖRECEKTI.)
RAST: Dê li ber destê wî perwerde bibûya. Dê li ber destê wî bixwenda.
ŞAŞ: PIŞTÎ MAWEYEKÊ LÊNÊRÎNA XWE BIRRÎ. (BIR SÜRE SONRA BAKMAYI KESTI.)
RAST: Piştî wextekî berê xwe da cîyekî din. Piştî wextekî bala wî çû ser tiştekî din.
ŞAŞ: JIXWE EZ JÎ DIHATIM WIR SPÎTAMA, TE NEHIŞT EZ BÊJIM… (ZATEN BEN DA ORAYA GELECEKTIM SPITAMA.)
RAST: Jixwe min ê jî qala wî bikira Spîtama, te nehişt ez bêjim.
ŞAŞ: BAVÊ WÎ RAST KET MESELÊ. (BABASI DOĞRUDAN KONUYA GIRDI.)
RAST: Hema di nig da ket nava meselê. Hema di carekê da ket nava meselê. Hema di carekê da xwe li meselê qeliband.
ŞAŞ: DI HUNDIRÊ XWE DA DIBÊJE. (IÇINDEN SÖYLÜYOR.)
RAST: Di dilê xwe da dibêje.
ŞAŞ: DEREW GOT. (YALAN SÖYLEDI.)
RAST: Derew kir.
ŞAŞ: JI BO MIJARÊ BIGUHERE Û HEWA NEXWEŞ JI HOLÊ RABE … (KONUNUN DEĞIŞMESI VE KÖTÜ HAVANIN ORTADAN KALKMASI IÇIN…)
RAST: Ji bo berê gotinê bikeve cîyekî din û tefil dûman rabe… Ji bo qala tiştekî din bike û rê bi gotinê bixe…
ŞAŞ: MIN Ê EW WEK MÎNAK BIGIRTA. (ONU ÖRNEK ALACAKTIM.)
RAST: Min ê ew ji xwe ra bikira rêber. Min ê bidaya pey şopa wî. Ez ê li dû wî biçûma.
ŞAŞ: EZ VÎ TIŞTÎ NAXWAZIM, GOT. (BU ŞEYI ISTEMÎYORUM, DEDI.)
RAST: Got, ez vî tiştî naxwazim.
ŞAŞ: EV TIŞT, HAT JÎYÎN. (BU ŞEY YAŞANILDI.)
RAST: Ev tişt hat serê me.
ŞAŞ: HER ROJA DIÇE XIRABTIR DIBE. (HER GEÇEN GÜN KÖTÜLEŞÎYOR.)
RAST: Her ku diçe xirabtir dibe.
ŞAŞ: TU ÇIMA FIKRA MIN NAGIRÎ? (NÎYE BENIM FIKRIMI ALMIYORSUN?)
RAST: Tu çima bi min naşêwirî? Tu çima bê min weha dikî?
<<<
Balkêşî: Ji kerema xwe hûn jî li vê belgeyê zêde bikin şaşîyên ku hûn bi ser ve bûn û li ser malperên xwe yên darîherkesî raxin ber çavan.
Rêzenivîs Qedîya
ÇAVKANÎ:
http://www.zazaki.net/file/tirkifikasyon-.pdf
http://www.knnc.net/kr/ArticleDetail-2699-153#.V2JHUqJ_qUk
http://hurbakis.net/content/axaftina-kurdîya-zelal
http://dîyarname.com/news.php?Idx=157
http://abdulkadirbingol.blogspot.com.tr/2010/10/ji-kurdîya-tirki-ber-bi-kurdîya-kurdi.html
http://www.nucehaber.com/haber/ziman/kurtceyi-dogru-kullanma-egzersizleri/2123.html
http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=36&RubricNr=&ArticleNr=6230
https://tr-tr.facebook.com/Dilkul.Ciziri/posts/853363334733683
http://hurbakis.net/content/sasbikaranina-peyvika-awire
http://hurbakis.net/content/sasbikaranina-peyvika-awire
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/kurmanc%C3%AE_%C3%BB_mantiqa_tirk%C3%AE
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/sp%C3%AEtama_%C3%BB_mantiqa_tirk%C3%AE_1
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…