Cêwîkê Johnny Depp yê kurd*

”Cara yekem beriya 3 salan dema ez bi hevalek xwe re li bareke Brûkselê rûniştîbûm, li hemberî maseya me, komek kes li maseyeke din di nava xwe de diaxivîn. Dema berê kesek ji wan bi min ket, ji nişka ve rabû ser piyan û ber bi min ve hat. Li ber maseya me sekinî û bi germahiyeke ji dil ‘derdê’ xwe weha bi min re parve kir: ‘Biborin, ez dixwazim tiştekê bipirsim. Hûn dişibin Johnny Depp. Gelo haya we ji vê yekê heye an na?” 

Xwediyê vê vegotina jorîn Ferît Alphan e. Ferît, kurdek ciwan yê Anatolîya Navîn e. Di sala 1984an de li gundê Kurduşağı yê navçeya Yunakê ku li ser Konyayê ye hatîye dinê. Li dibistana seretay ya heman gundî dest bi xwendinê kiriye. Dûre li bajarên din yên Tirkîyê, li Bûrsa û Eskîşehirê li xwendina xwe berdewam kiriye. Dema di sinifa duwem ya lîseyê de bûye, ji ber ku di sinifê de maye û dubare kiriye ji dibistanê hatiye avêtin. Dema deriyê xwendinê lê tê girtin, bavê wî yê ku wê demê li Belçîkayê wek karker dixebitî digihîje hawara wî. Beriya 14 salan bi hinceta hatina cem hev ya malbatê Ferît tîne cem xwe. Ji bo Ferît li Brûksela paytexta Belçîkayê êdî jiyaneke nû destpêdike. Li welatê xwe yê nû bi salan di aşxane û beşên din yên sektora gastronomiyê de dixebite. Di dawiya dawiyê de dibe xwediyê dikaneke donerê û niha wê dide şixulandin. 

 

Ka em dîsa vegerin ser berdewamîya çîroka şibandina Ferît ya stêrkê Hollywoodê Johnny Depp û guh bidin wî: ”Şibandina kesan ya min û Johnny Depp wisa destpêkir. Heta wê demê min Johnny Depp qet nas nedikir, fîlmek wî temaşe nekiribû û tu fikrek min jî der barê wî de tune bû. Min ji wî kesê ku cara ewil ez şibandî Johnny Depp pirsî, ‘Ew kesê ku hûn min dişibînin wî merivek baş e an xirab e?’ Camêr got, ‘li ser vê yekê mixabin tu agahiyek min jî nîn e, lê aktorekî pir pir baş e, lîstikvanekî sînemayê ye û li seranserê cîhanê tê naskirin. Ji bo cîhanê kesekî girîng e.’ Min jî jê re got, ‘temam wê demê, hûn dikarin min bişibînin wî. Ji bo min jî ev yek sedemê kêfxweşîyê ye ku ez dişibim kesekî baş.’ Dûre dûre êdî hema bê herkesê ku Johnny Depp nas dikir, ez şibandim wî.”

Hevşibiya Ferît û Johnny Depp dibe sedem ku di jiyana wî de hin tişt biguherin. Ji aliyê derdora xwe ve rastî eleqeyeke wisa tê ku mêyl û meraqa wî ber bi hunera sînemayê ve diherike. Di dawiyê de biryar dide ku bibe lîstikvan. Niha perwerdahiya sînema û lîstikvaniyê dibîne. Mamosteyek wî ya derhêner ji bo fîlmeke xwe yê nû ew vexwendiye castîngê. Heger biserkeve dê bi awayek profesyonel dest bi lîstikvaniyê bike. Li ser vê yekê Ferît dibêje ku berê hewesek wî ya bi vî rengî tune bû û herçiqas ew dê nikaribe wek Depp bibe lîstikvanekî navdar jî, dê ew mijûliyet coş û kêfeke mezin bide wî. Li ser hest û biryardayîna xwe ya lîstikvaniyê Ferît weha diaxive: ”Mişterîyên ku dihatin cihê ez lê dixebitîm çavên xwe ji min nedigirtin. Dixwestin bi min re wêneyan bikşînin. Piştî kurtedemekê ez li derûdora xwe gelekî meşhûr bûm. Lê tişta girîng ewe ku dema ez wan kesên ku min dişibînin Johnny Depp dibînim, enerjiyeke pozîtîv ji wan digrim û wê demê dixwazim bibim lîstikvan. Bila Johnny Depp sax be. Bi saya wî ez bala qîzan, xortan, pîran, hema bê ya herkesî dikşînim. Ev şibandin min qet aciz nake, tersî wê, ji bo min sedemê şanaziyê ye. Min dixwest hevnasiya me jî hebûna.”  

Li kêleka van qewimînên xweş, Ferît dibêje ku hin hevalên wî yên ‘zikreş’  hene û carna bela xwe lê didin. Tinazên xwe pê dikin û vê rewşa wî wek nexweşiyekê bi nav dikin. Jê re dibêjin ku ‘tu bi zanîn û qestî xwe dişibînî Johnny Depp, por û stîla xwe li gor wî diguherînî’. Lê Ferît dibêje ku ew ji bo vê yekê tu tişteke taybet nake û îmaja wî îmajeke xwezayî ye. 

Ferît, li ser kurdayetî û binemala xwe jî tîne ziman ku qasê ewî ji mezinên malê bihîstî, beriya 300 salan ji hêla Meletî an jî ji Semsûrê bi sedemeke ku ew bi xwe pê nizane hatine Anatoliya Navîn.

*Ev nivîs di rojnameya Rûdawê de hatîye weşandin.

Yado CiwanFerit Alphan 11.jpg görüntüleniyor

Derbar Çand Name

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply