Wê rojê dostekî min ji min re telefon vekir û bi tirkiyeke xerabe ji min re got: “Ev çi ye te bi kurdî girtiye û tu dibêjî divê em bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsînin?” Gotina wî hevalî bû sedema ku ez çend rêzan ji bo Azadiya Welat binivîsim û bi vê hincetê bixêrhatin û pîrozbahiyê lê bikim. Carinan mirov wilo difikire, “Ji bo çi kurd bi zimanê xwe napeyivin û nanivîsînin?”
Ez bawer im, mafê her miletî ye ku bi zimanê xwe bipeyive û binivîsîne. Lê li welatê me, ev mafê me yê xwezayî ji destê me hatiye girtin. Dijminê me xwestiye me lal û ker bihêle. Bi riya asîmîlekirin û jinavêrakirina zimanê me, xwestiye me bike parçeyek ji xwe, xwestiye me ji ezîtî û nasnava me bi dûr bixe. Dijminê me înkarkirina me, bi zimanê me ve girê daye. Loma jî hebûna me bi zimanê me ve girêdayî ye. Her çiqas ziman ew çend girîng nayê dîtin jî, ji ber ku zimanê me bi salan hatiye qedexekirin, ji bo her gotineke kurdî cezayê pereyan û lêdanê hariye dayîn û ji bo ku ev ziman bûye nîşana hebûna me, divê em jî bi her awayî li vî zimanî xwedî derkevin, vî zimanî mîna çekekê li dijî neyarên xwe bi kar bînin. Loma, ya ku em ji bo wê şer dikin, ev ziman e. Ev ziman nîşana hebûna me ye, nişana nasnava me ye, nîşana rûmet û bi serbilindiya jiyana me ye.
Ger neyarên me zimanê me qedexe dike, divê em kûr û dûr li ser bifikirin û bi bîr bînin ku ger zimanê me ji bo hebûna me ne ew çend girîng bûya, dê dijminê me pêwistiya qedexekirina zimanê me nedita. Erê, ez dibêjim zimanê me nîşana hebûna me ye. Zimanê me, nîşana rûmeta me ye. Zimanê me qilçixeke di çavên dijminê me de. Ger em bixwazin bibin xwedî rûmet, divê em li benda reform û dilnermiya neyaran ranewestin, tavilê dest biavêjin zimanê xwe û bigihijin şexsiyet û nasnava xwe.
Ez dizanim, bi taybetî li Tirkiyeyê, gelek caran ziman girîng nayê dîtin. Û dîsa tiştê ku ez dizanim, divê em bi taybetî li Tirkiyeyê ziman pir girîng bibînin. Ger em kurd hemû, an ji piraniya me gotina xwe bikin yek, di hin waran de zimanê tirkî protesto bikin, li Kurdistanê kovar û rojnameyên bi zimanê tirkî nekirin, kaset û sêlik û CDyên bi zimanê kurdî derxin; di civîn, civat, dawet û şînên kurdan de bi kurdî bipeyivin, ez bawer im wê çaxê bê ku dijmin tu mafî bide me, emê mafê xwe bi xwe bi dest bixin.
Divê em, nivîsandin û peyivandina bi kurdî bi nasyonalizmê ve girê nedin. Ger hin kes peyivîn û nivîsîna bi zimanê kurdî bi nasyonalîzmê ve girê bidin jî, divê em guh nedinê, em vê mîna çekeke herî mezin ya xweparêziyê li dijî neyaran bi kar bînin. Ez bawer im, di arenaya navneteweyî de jî, wê dengên alîkarî û piştgiriyê ji bo me bilindtir bibin.
Loma ez dibêjim; werin kurdino, em destên xwe bidin hev, em bi hev re, strana azadî û serbestiya xwe bistirên.
28 Rêbendan – 4 Reşemî 1996 / Azadiya Welat 5
✍️Firat Cewerî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…