Rêwîtîya Nivîskar Lord Kinross Ya Li Bakurê Kurdistanê

✍️ Lokman Polat

Ji dîroka qedîm heta dema Împaratoriya Osmaniyan gelek misyonerên xaçperest yên Ewropî li rojhilata navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê rêwîtî kirine, geriyane, di bajar, navçe û gundên kurdan de mane, bi civaka kurd re jîyane û derbarê kurdan de dîtinên xwe anîne zimên, nivîsîne, pirtûk weşandine.

Gelek mîsyonerên Ewropî li ser civaka kurd pirtûkên sosyolojîk, civakî, dîrokî nivîsîne, di gernameyên xwe de behsa civaka kurd kirine. Çend pirtûkên mîsogeran ji alî hinek weşanxaneyên kurdan ve hatine wergerandin û bi tirkî li Stenbolê hatine weşandin. Li Ewropayê ji berhemên mîsyoneran şaxeke edebiyatê ya gernameyê hatibû pêkanîn. Dîtinên cure mîsyonerên Ewropiyan yên derbarê kurdan de, dîtinên hevbeş dibêjin; Kurd mêvanperwer in, mêrxas in, aryan in, xwedî dîrokekî qedîm in, li cîhanê împaratoriya beriya mîladê împaratoriya herî mezin a yekem wan damezrandiye û hwd.

Ji dema sala 1923-an heta sala 1950’yî tu mîsogerekî ewropî li bakurê Kurdistanê negeriyaye. Sedemên vê jî ev e ku; dewleta Kemalîst a nîjadperest rêwîtiya li Kurdistanê, ger û çûyina wir qedexe kiriye. Mistefa Kemalê nîjadperest ji roja ku komara Tirkiyê damezrandiye, di serê xwe de, di heş û mejîyê xwe de plana qetlîama kurdan amade kiriye û lewre jî rêwîtiya çûyina bakurê Kurdistanê ji temamê biyaniyan re, ewropîyan re qedexe kiriye. Ji sala 1923-an heta sala 1950-an ji Sêwasê wirdetir, anku çûyina Kurdistanê bi fermana dewleta nîjadperest a tirk hatiye qedexekirin.

Dema mirov li salên 1923 heta 1950-yî dinêre dibîne Kemalîstên xwînxwar li bakurê Kurdistanê li dijê netewa kurd qetlîaman pêk anîne. Ji serîhildana Şêx Seîdê nemir bigir hetanî serîhildana Dêrsim û Agrîyê, ji Koçgîrê hetanî gêlîyê Zîlana Serhedê xwîna gelê kurd hatiye rijandin, qetlîamên jenosîdî hatine pêkanîn. Dewleta Kemalîst hetanî sala 1950-yî tim û tim kurdan qetil kiriye, sirgûn kiriye. Di sala 1950-yî de di helbijartinê de partîya Kemalîst CHP têk diçe û partîya Adnan Menderes DP (Demokrat Partî) tê ser hikûm û êdî hinek nermahî çêdibe. DP bi saya kurdan, bi rayên kurdan di hilbijartinê de bi ser dikeve û dibe desthilatdar.

Di sala 1950-an de qedexebûna gera li bakurê kurdistanê tê rakirin û dîsa gelek misoger, rojnameger û nivîskarên Ewropî berê xwe didin Tirkiyê û Kurdistanê û bi taybetî jî li Kurdistanê rêwîtîyên dûr û dirêj pêk tînin, li gelek bajarên kurdistanê digerin û di encama gera xwe de pirtûk dinivîsin, berhem diafirînin. Yek ji wan nivîskarên ku di sala 1950-an de li Bakurê Kurdistanê geriyaye nivîskar Lord Kinross e. Ez ê di vê nivîsa xwe de behsa pirtûka wî û gera wî ya li bakurê Kurdistanê bikim ku di sala 1950-an de li Kurdistanê rêwîtî kiriye.

Pirtûka nivîskar û dîroknasê Îngilîz Lord Kinross bi navê ”Axên Pîroz Yên Anadoluyê” li tirkî hatiye wergerandin. Pirtûk di nav weşanên ”Nokta Kîtap” ê de di sala 2004-an de li Stenbolê hatiye weşandin. Pirtûk 230 rûpel e û ji yanzdeh beşan pêk tê. Di pênc beşên pêşîn de nivîskar behsa herêma behra reş, gel û neteweyên ku li wir dijîn –Laz, gurcî, rum- dike. Ji beşa şeşan pêve êdî behsa kurdan û bajarên Kurdistana bakur dike.

Nivîskar Lord Kinross pêşî diçe Lazîstanê û ji wir derbasê Kurdistanê dibe. Ew diçe navçe û bajarên kurdan Agrî –Ararat- Erzurum, Wan, Axlat, Tatwan, Diyarbekir û Urfayê. Sernavê beşa şeşan ya pirtûkê ”Ararat û Kurd” in. Sernavê beşa heftan ”Kela Erzerumê” , beşa heştan ”Gola Wanê” , beşa nehan ”Li başurê Anadoliyê Kurd û Arab” e. Di beşa yanzdan de nivîskar behsa neteweyeke wendayî ”Hîtît”an dike. Ew dibêje ev netewe Aryan anku Îndo-Ewropî bûne û zimanê wan jî Îndo-ewropî bûye. Di beşa yanzan de jî behsa ”Kapadokya û Yunanî –Grekî-” yan dike.

Ji bo ez nivîsê dirêj nekim, min behsa naveroka beşên pirtûkê nekir. Xwendevanên ku ji pirtûkên gerê, rêwîtîyê hez bikin yan jî kurdên ku bixwazin di sala 1950-yî de bajarên kurdan Agrî, Erzurum, Wan û Amed çawa bûne û rewşa kurdan wê demê di çi halî de bûye, bila vê pirtûkê bixwînin.

Ez ji vê pirtûkê fêr bûm ku tirkan di dîroka xwe de tenê yek bajarek ava kirine. Ew her tim talanker bûne û bajarên xelkê talan kirine, dagir kirine. Li tevahiya Tirkiyê û Kurdistanê Tirkan –anku Tirkmenan- di sedsala 18-an de tenê yek bajareke ava kirine. Ew jî bajarê ”Yozgat”ê ye. Eşîreke tirkmenan ku navê wan ”Çapanoglu” bûye vê bajarê ava kirine û vî navê ecêb lê danîne. Ji derveyê bajarê ”Yozgat”ê tu bajareke din ji alî tirkan ve nehatiye ava kirin.

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *