Rastnivîsa Hevokan – 5

Hevok hîs, raman, xwestik û xeberan tîne ziman. Rastnivîsa hevokan ( eger meriv ji wateya tiştên ku bixwaze bîne ziman dûrnekeve ) vegotina raste. Vegotina rast bi çi awayî dibe bila bibe ji hevokên biserûber û sazîdar çê dibe.

  • Dibe, hevok kurt û dirêj bin. Lê belê hevok çiqas kurt û zelal be ewqas hêsanîya têgihiştinê çê dibe.
  • Hevok bi kîjan şêwazê dibe bila bibe pêwistîya herî girîng vegotina daxwazî û ramanê ye.
  • Destpêka hevokan bi tîpên gir çê dibe.
  • Li dawîya hevokan nîşanên dawîn ( xal, nîşana pirsê, nîşana baneşanê ) tê danîn.
  • Hevok bi bêjeyan saz dibe; lê belê bêje jî wek hêmanên hevokê divê rast li cîyê xwe bên bikaranîn.
  • Hevokên ku tê de wateya pirsê û baneşanê he be û hîs û raman tam nehatibe ziman, li pê nîşanên pirsê û baneşanê du xal ( li cîyê sê xalan ) tê danîn.

 

               Çima çû ?..Çawa çû ?..Bila yek bibêje !

               Wek şêrê birîndar, har !..Emana wî tunebû.

 

 

Rêza bêjeyan bidistûr be hevok jî bi aheng û reng tê xwendin û gotin. Sazîya hevokan bi gelemperî bi rewşên jêrîn hatine ziman çê dibe:

 

  1. Bi lêkerên têper ( gerandî )

 

Kirde, bireser-têrker, pêveber

 

Min pirtûk dinivîsand.

Gulê li te mêze dikir.

Pîrê kûçik digerand.

 

  1. Bi lêkerên têneper ( negerandî ) yên ku hereketan tînin ziman ( çûn, ketin, hatin…)

 

Kirde, lêker, têrker

 

Ez hatim mala xwe.

Qiza min çûye dibistanê.

Ez vegerîyam bajarê mezin, Amedê.

Pisîk hilkişîya darê.

 

  1. Di hevokan de cîyê hêmanên alîkar û kirdeyê bi gorî kirpandinê û teqlê dibe bê Lê miqabil cîyê pêveberê xênjî gotinên helbestî tu car nayê guherandin.

 

Pîrê sibe sibe kûçik digerand.

Sibe sibe pîrê kûçik digerand.

Pîrê kûçik sibe sibe digerand.

 

RASTNİVÎSA VEGOTINÊ

 

Dema ku meriv hîs û ramanên xwe tîne ziman divê bi awayekî vekirî , herikbar , watedar û bi rêzik û qeydeyên rêzimanî bîne ziman. Çewtî di qadên vaca gotinê, hêmanên hevokê, awanîya lêkeran, bikaranîna bêje, bivêj û  gotinên pêşîyan de û di rêzik û qeydeyên ergatifîyê de çê dibe. Bi vî awayî hêsanîya fêm û tegihiştinê giran û dijwar dibe. Rastnivîsa vegotinê meriv dikare di tabloya jêrîn de bi çend mînakan wiha şîrovebike û binimîne.

 

Çewt Rast
Wan min dît. Wan ez dîtim.
Agir disekine, av disekine tu nesekine ! Av disekine, agir disekine tu nesekine !
Teşî û tevna xwe kir. Tevn û teşîya xwe kir.
Keç û qîzen gund çûn bêrîyê. Qîzen gund çûn bêrîyê.
Dibe ku ji sedî sed hatibe. Dibe ku hatibe / ji sedî sed hatîye.
Pirsgirêkên me bi dawî hat. Pirsgirêkên me dawî bûn ( dawî lê bûn ).
Pir xweşa min çû. Pir kêfa mi jê re hat.
Herkes hat, li wir nema. Herkes hat û tu kes li wir nema.
Min ji wan re got û rexne kir. Min ji wan re got û wan rexne kir.
Ez te diecibînim û hezdikim. Ez te diecibînim û ji te hezdikim.
Pirtûk hat nivîsîn… Pirtûk hat nivîsandin…

 

RASTNİVÎSA JİMARAN

 

Jimar bi gorî rastnivîsê bi rêze tên nivîsandin. Lê belê di nivîsê de jimar çawa tên bikaranîn, di kîjan rewşê de bi reqeman û bi tîpan tên nivîsandin, wek jêrîn meriv dikare şîrove bike.

 

  • Jimarên li ber kurtenavên pîvanan bi reqeman, yên dinê bi tîpan tên nivîsandin. Her wiha demjimêr jî bi reqeman dîyar dibin.

 

12 m               dozdeh mêtre

13 kg              sêzdeh kîlo

34 lt                sîh û çar lître

 

Îro saet 21’ î de civîn çê dibe.

 

  • Jimar ne girîng be heta yazdehan bi tîpan, ji dozdehan berjor ji bi reqeman tên nivîsandin. Jimarên mezin yên bêkêr û texmînî jî bi tîpan tên nivîsandin.

 

Di newrozê de li Amedê bi sed hezaran meriv hatin qada Newrozê.

Ji sedî kêmtir ez nadim.

 

  • Di rewşên ku divêtîya jimaran ( dîrok û balkêşîya jimaran ) werin ziman de bi reqeman tên nivîsandin.

 

Ez di 2008’ an de çûm Fransayê.

Li Somayê di bin axê de 302 kes mane.

 

  • Di xebatên matematîkê, tablo, lîste û rêzên bijimar, encamên sporê de…hemû jimar bi reqeman tên nivîsandin.

 

23+21=44

60/30= 2

 

½=0,5

¼ =0,25

 

Kelem :                       5 Kîlo

Sêv      :                       2 Kîlo

Tirî      :                       3 Kîlo

 

Amedspor 2—Wanspor 1

Galatasaray 3—Fenerbahçe 3

 

  • Di nimre dayînê de reqem tên dîyarkirin.

 

Unîtê 3

Kolana Ber Avê 56

Pol 7

 

  • Jimarên bi dehek bi reqeman tên nivîsandin.

 

12,234

123,01

0,78

 

  • Jimarên mezin ji ber ku zelal werin xwendin divê ji sedî ber bi jor bên senifandin û cuda bên nivîsandin.

 

345

        567 789

             324 654 456

          1 340 600 002

        98 000 098 678

                  658 346 000 000…

 

  • Wek jêrîn navên jimaran tên bilêvkirin û bi reqeman tên dîyarkirin.

 

 

1 –        yek

 

2 –        du

3 –         sê

4 –         çar

5 –        pênc

6 –        şeş

7 –        heft

8 –        heşt

9 –        neh

10 –      deh

11 –      yazdeh

12 –      dozdeh

13 –      sêzdeh

14 –      çardeh

15 –      pazdeh

16 –      şazdeh

17 –      hevdeh

18 –      hejdeh

19 –      nozdeh

20 –      bîst

21 –      bîst û yek

22 –      bîst û du

23-       bîst û sê

24 –      bîst û çar

25 –      bîst û penc

26-       bîst û şeş

27 –      bîst û heft

28 –      bîst û heşt

29-       bîst û neh

 

30 –      sî

40 –      çil

50 –      pêncî

60 –      şêst

70 –      heftê

80 –      heştê

90 –      nod

100 –    sed

101-   sed û yek

200 –    du sed

300 –    sê sed

400 –    çar sed

500 –    pênc sed

600 –    şeş sed

700 –    heft sed

800 –    heşt sed

900 –    neh sed

1 000 -hezar

1 001 -hezar û yek

10 000 – deh hezar

100 000 –                    sed hezar

1 000 000 –                 mîlyon-ek

1 000 001 –                 mîlyon û yek

1 000 000 000 –          mîlyar-ek

1 000 000 001 –          mîlyar û yek

1 000 000 000 000-    trîlyon-ek

1 000 000 000 001-    trîlyon û yek

 

 

2 345 321 678 987 – du tirilyon sê sed û çil û pênç mîlyar sê sed û bîst û yek mîlyon şeş sed û heftê û heşt hezar neh sed û heştê û heft.

 

  • Tewandinên jimaran wek jêrîn çê dibin.

 

  1. Yek qertafa « »  digire û bê qertaf dimîne.

 

Ji min re yek-î bîne.

Ji min re yek ket.

 

  1. Jimarên ji duyan heta nozdehan ji ber ku pirjimarin qertafa « -an » ê digirin ;

 

Ji min re du ( du )-y-an bîne.

Ez çar-an berjor dijimêrim.

Wî nozdeh-an kêmtir qebûl nekir

Ji min re dudu ket ( in ).

 

  1. Ji bîstî berjor jimar qertafa « -an » û « –î »  

 

Ji min re bist-an bîne.

Ez bist( bist-an ) berjor dijimêrim.

 

  • Jimarên di navbera dehan û bîstan de wek taybetmendîya Kurmancîyê « 11- yazdeh, 12 – dozdeh, 13 – sêzdeh, 14 – çardeh, 15 – pazdeh, 16 -şazdeh, 17 – hevdeh, 18 – hejdeh, 19 – nozdeh » tên gotin ( deh û yek, deh û du… nayên gotin ).

 

JIMARÊN RÊZKIRINÊ Û RÊZÊ

 

Jimarên rêzkirinê bi qertafên « -em, –emîn, –an, û -î » tên çêkirin. Qertafa «  –an » xênjî jimara «  yek » ê li pê hemû jimarên din; qertafa « –î » yê li pê jimarên «  bîst û ji bîst » î berjortir tê bikaranîn. Qertafên «  –em û –emîn » jî li pê hemû jimaran tên bikaranîn. Her wiha bi van qertafan jimarên rêzê bidestdikevin û rêza navan û tiştan tê kifşkirin.

 

  1. yekem-yekemîn
  2. duyan-duyem-duyemîn
  3. sêyan-sêyem-seyemîn
  4. çaran-çarem-çaremîn
  5. pêncan-pêncem-pêncemîn

…..

  1. yazdan-yazdehem-yazdehemîn
  2. bîstî-bîstan-bîstem-bîstemîn
  3. bîst û yekî-bîst û yekan-bîst û yekem-bîst û yekemîn

…..

  1. nodî-nodan-nodem-nodemîn
  2. sedî-sedan-sedem-sedemîn
  3. sed û yekî-sed û yekan-sed û yekem-sed û yekemîn

 

Mînak :          Rûpela sed û yekî (sed û yekan-sed û yekem-sed û yekemîn ) min xwend.

                                   Emê îsal salvegera yazdan ( yazdehem-yazdehemîn ) pîroz dikin.

 

 

Çavkanî                  :

 

  1. Emir Djeladet Bedir Khan et Roger Lescot, Grammaire Kurde ( Dialecte Kurmandji ), Paris 1970
  2. Celadet Alî Bedir-Xan, Elfabêya Kurdî&Bingehên Gramera Kurdmancî, Stockholm, NEFEL, 2002
  3. Samî Tan ,Rêzimana Kurmancî ,Stenbol, Weşanên Instîtuya Kurdî Ya Stenbolê çapa 2., Adar 2011
  4. Samî Tan, Waneyên Rêzimanê Kurmancî, Istanbul, Weşanên Welat-Ziman, 2000
  5. Hasan Kaya, Zana Farqînî, Sami Tan, Em Zimanê Kurdî Binasin, Stenbol, Weşanên Instîtuya Kurdî Ya Stenbolê, 2001
  6. Arif Zêrevan, Bingehên Rastnivîsandina Kurdî ( Kirmancî ), Stockholm,NEFEL,1997
  7. Qanatê Kurdo,1991 ,Gramera Zmanê Kurdî kurmancî-soranî,İstanbul,Weşanên Roja Nû çapa 2,335 rûpel
  8. Joyce Blau-Veysî Barak,Manuel de Kurde-Kurmanjî,Paris,L’Harmattan,1999
  9. Îzolî, D. Ferheng Kurdî-Tirkî Türkçe-Kürtçe, İstanbul, Deng Yayınları,1992
  10. Kamîran Alî Bedirxan, Xwendina Kurdî, Şam, Çapxana Tereqî, 1938
  11. DENİZ, Hasan Huseyin, Rêşînêra Vegotina Kurdî, Istabul, Weşanên Do, çapa yekemîn, 2008
  12. TÎGRÎS, Amed,Pêşkît û Parkît,Stockholm,WeşanênMedya çapa yekemîn 2001
  13. TAS, Çetin, Waneyên Rêziman û Rastnivîsa Kurmancî, İstanbul, Diwan-çapa duyemîn, Eylül 2013
  14. Mûrad Cîvan, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi ( Kurmanc Lehçesî )Weşanên Jîna Nû,çapa yekemîn,Swed 1992
  15. Qertafa nekifşîyê û nivîskarê Kurd, Xelîl Birînî ( http://www.kovarabir.com/xelil-biriniqertafa-ne-kifsiye-u-niviskaren-kurd-6/-20.09.2011 )
  16. KEMALOGLU, Nasir, Dengên Kurdî Yên ku Bê Nasname Mane ( http://www.basnews.com/index.php/kr/reports/243555 ).
  17. http://artuklu.org/gotinen-pesiya-kurt-atasozleri/gotine-pesiya(19/03/2012)
  18. Gotinen navdaran , Firat Ceweri, 1995,Wesanen Nudem , Capa 1.
  19. Enstîtuya Kurdî, Kürt Dilini Tanıyalım, Stenbol (16.11.2012)

 

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply