Li Zozanên Qazaxistanê Pîramîd Hatin Vedîtin

Şûnwarnas li deşt û zozanên Qazaxistanê vedîtina pîramîdeke nû kirin. Pîramîd bi şêweya pîramîdên li Misirê hatiye çêkirin, lê pîramîda li Qazaxistanê ji pîramîdên li welatê Fîrewûn/Faraoyiyan 1.000 sal kevintir e. Heya vê demê jî pîramîda Zoser (pîramîda bipêling an pîramîda bigav) pîramîda herî kevn bû û li Saqqaraya Misirê ye. 

Di sedsala 27an a beriya Zayînê de hatiye çêkirin. Lê ji vê pîramîdê bi qasî 6.000 kîlometre dûr li deşt û zozanên Qazaxistanê pîramîdeke nû hate vedîtin. “Pîramîda Begazin” ji pîramîda Zoserê 1.000 sal kevintir e. Vedîtina pîramîda Begazinê sala par pêk hatibû lê şûnwarnas heya vê rojê ji bo ewlekariya lêkolînê cihê lêkolînê eşkere nekiribûn û şûnwarnas dê çend rojên din şûnda xwe bigihêjînin gora di nav pîramîdê. 

Şûnwarnas Viktor Novozhenov wiha dibêje; “Pîramîda Begazin ji bo Fîrawûneke ji wê deverê, bi qasî 3.500 sal berê li deşta Saryarkayê hatiye çêkirin. Şêweya çêkirina vê pîramîdê, pîramîda binavûdeng Zoserê ya li Misirê tîne bîra me, û vedîtineke pirr balkêş û girîng e.” 

Dema Yekitiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst li Qazaxistanê serwer bûye, ji devera Qaraxandayê re “navenda bêder û bêkesiyê” hatiye gotin û westgeha dawîn ya qedexeyên siyasî bûye. Lê ji vê pîramîda vedîtî tê dîtin ku demekê li wê derê mirov jiyane û wargeha çandekê bûye. Tevahiya pîramîdê ji 27 avahiyên ji heyamên cuda pêk tê. Avahiya mezin ji 5 qatan û pêlingên kevirîn e. Çapa avahiya ku tê de gor heye, bi qasî 7 metreyan e.

Metîn Eser

felsefevan.org

Çavkanî: Daily Mail

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply