Qêrînek di gewriya şevê de

Balindeyên dilhênik vê carê lap şerîdine, bûne qêrîn ketine gewriya şevê: Bi rêwiyê şoreşker, bi tramvayê takekesî, malbatî û civakî, şerê hebûnê, xîzanî, bêzarî, tunebûn û wundabûn. Her çîrokek portreya hêleke civakî û rewşa welêt e. Dibe ji ber wê ye berhem serdan tijî tirs û xof û bêzariye. Nepenî an jî eşkere, di pişt perdê de babeta sereke şerê Îran û Iraqê û yê Kendavê ye.

Aliyekî bandora wan şerê giran a li ser Kurdan: tekoşerê kurd ê ku hatine desteserkirin ê ku hatine windakirin. Aliyekî din va hevokên xwe wek tevneke tingûz, arxaîn lê kirî, xwîner wetrê hevokekî jê derxe nexş û nemûşê tevnê têk here. Xwîner bi şayesandin remze û metaforên (reqema 8, neynîk, tezên, wêne) cihêreng wusa kaşî nav atmosfera çîrokan dibe. Destê xwîner dinya li derve diqete. Çawa ku Kurdistana me azade, tu dert û kulên me’y netewî tune ne. Em jî wek hemî xelkê dinyayê ketine derd û keserê takekesî. Bawerim cara yekemîne ku ez wek xwîner ketime nav van xem û xeyalan. Hesteke pir xweş û balkêş e. Bi min axiriya van herdu hêmanan xwe gihande “Berxwedan jiyane” ye.
Nehayî wek her car çîrokên xwe bi hêmanên çandî (Porê xwe yê spî bi diyarî dihûnim. Bi kes, kar û xelkê nîşan didim ku bêbavtiya wan tê dernakeve, bê Fetah nînin.) xemilandiye. Bi karanîna ziman dîsa hêmaneke din a balkêşe
(Kî bawer dike kudika hirçê, ji pişta bizinê û ji pêşa pêz ketibe xwarê?!)(r.80)

Di çîroknûsiya Eta Nehayî de yek ji a herî berbiçav û kêfa min jî pir jê tê nediyariya dem, cîh û rewşê ye. Yekî zêdetir vêbêjer heye rêbaza dahatu (lashforward) û a rabirdû (flashback) dem û dewran dikevine rêzikeke xweser û rastiya efsûnî çavan diqirpîne. Heta vê carê karakter bi miriyan re jî xeberdide (Nekromansi)

Di nava van hêmanan de Çîrokbêj ev çîrokbêj be, çawa û çima divê filankesê got nizam bêvankesê got. Ev jî pir balkêşe.
Em, li ser kesayeta Gulçîn ê werin meselaya jinê. Niviskar di çîroka Qêrinek di Gewriya Şevê de rasterast li ser meselaya jinê sekiniye pêşî bala xwe daye nêrîna civatê (Xelkê got: “Bo jinebiyeke ciwan û cahil ewqas jî kiriye, zêde ye”…. “Jinebî nehlçeya sola wê zêr be jî, bi hîç naçe”.) (r, 50) Paşê jî hurehur li ser jinê de tê. Gulçîn jineke bedew, cîwan û bî ye. Gotegot û buxtanên cîvakê zexteke mezin tîne ser jiyan û malbata wê. Ji bo hebûna xwe û ya qîza xwe, ji bo kur û mêrê wê bêrûmet nemine tiştekî ne li rê tîne serê Nazê .

Gulçîn bi awayekî eşkere di bin bandora hişmendiya baviksalarîyê û wek jinêkê tola xwe dîsa bi jinekê (bi Nazê) distine.
Îca em werin li ser veguhestinê. Ev berhema Eta Nehayî ya çaremîne min xwend. Min Eta Nehayî di Pêşengeha Pirtûkan a Wanê de jî bi zindî guhdarî kir. Lê Eta Nehayî qet weha kompleks min nehati bû. Ez cîbicî disekinîm. Gelo ev berhem ne Kurdî ye an min Kurdî ji bîr kirîye. Piştî vê veguhestinê an divê ez sond bixwim êdî veguhestinê Rizgar Elegez nexwînîm, an jî ezê hinê zaravayê soranî bibim.

Şanyar Adir

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *