Jarbûna Bazên Dil: Dil, xwe li gor tevgera bedenê dilivîne û dipîve. Beden çiqasî di kefteleftê de be, dil jî hevqasî dixebite û zorê dide xwe. Xebat û stresa zêde ya laş dil jî bi xwe re diwestîne. Gava dil jar dibe, di reh û damaran de xwîn kom dibe û baş nagere.
Gava xwîn baş negere, zorê li damaran dike û tadê dighîne wan. Wî çaxî xwîn dinuqute nav lebatên hundurîn. Ji ber vê jî lebat dinepixin û diêşin. Carna ev êş û jan zêde dibin û dibin sedema avgirtina zik. Wê çaxê bêhngirtin zehmet dibe û kuxik destpêdike. Ji vêna re Astim’a dil tê gotin.
Înşamatîona Bazên Dil (Miyokardît): Sedema wê, nexweşiyên mîna Romatîzma, Tîfo, Dîfterî û hwd in. Sedemek din jî ev e ku, înşamatîona kîsê dil dikare xwe çeng bike ciyên din. Bi jehrîketina ji alkol û fosforê jî sedemek ji wan e. Nexweşiyek kirêt e. Ji vê nexweşiyê, bêhnçikandin, çelqa dil, westan, jihaldeketin û astim çêdibe.
Tevgera zêde bi zirar e. Heyecan nebaş e. Qehwe, çay û tutûn qedexe ye.
(Xalidê Hekarî, Zerzewatên Şîfadar)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…