Min Bêhna Serxwebûna Kurdistanê ji Zankoya Zaxo Kir

Werhasil, çendî em kurd ber bi serxwebûn û dewletbûnê ve herin em ê karibin alfabeya xwe bikin yek.. Di baweriya min de alfabeya latînî ji ya alfabeya Aramî/ Erebî, bêtir li bejin û bala dengên zimanê me tê kirin.. Ez bawerim em ê jî rojekê wek Mustafa Kamal ê ku di sala 1928’an de alfabeya Osmanî ji tîpên erebî kir latînî, em ê karibin a xwe jî di seranserî Kurdistanê de bikin latînî, bi hêvî me ew roj ne dûr be..

Herwiha di wan rojan de çav bi gelek mamoste û pisporên zankoyê û nivîskaran ji xelkên Zaxo û mêvanên wê ketim wek; Dr. Lazgîn Ebdê, Prof. Hogir, Dr. Saniya Cebar, mamoste Şîlan Yûnis, Dr. Faxir Hesen Gulî, Dr. Şewket Sindî, Dr. Hesen Osman Abdulrehman, Dr. Şêrzad Zekeriya, Dr. Abdulfettah Botanî, Dr. Elî Mîranî, Dr. Ebdê Hacî, Ehmed Kurdî, Musedeq Tovî, Hecî Haris, Kovan Xankî, Şêx Merwan, Ibrahîm Gurbuz, Seîd Veroj û Roşan Lezgîn ji Amedê.. Û gelekan ji wan pirtûkên xwe diyarî min kirin.. Her wiha min gelek ronakbîrên Kurd, Tirk û Ereb yên ku hatibûn konferansê dîtin û me sihbetên xweş digel hev derbas kirin, ji wan Prof. Ismaîl Beşikçî, Dr. Abdulbasit Seyda ku ji Swêdê hatibû û Dr. Mehmûd Zayid ji Misrê hatibû û gelekên din yên mêvan.. Mixabin di vê derheqê de navê tevan nayê bîra..

Bi rastî yên ku bala min kişandin û bi min xweş e ku ez navê wan dubare bikim ev herdû mamostayên ji Bakurî ne; (Ferdî Sak ji Şernexê û Yusif Başargan ji Hekarî), herdû li zankoyê di beşê ziman û wêjeyê de kar dikin û wek pirekê ne di nav rewşenbîr û nivîskarên Bakur û Başûr de, digel hevalê wan Hebîb Kaya.. Kêfa min gelekî ji wan re hat.
Ev zankoya ku di di sala 2005’an de bingehê wê hatiye danîn û di sala 2010’an de bi rengekî fermî hatiye damezirandin û dergehên wê li ber qutabiyan hatiye vekirin. Roja îro hejmara qutabiyên wê dor 5-6 hezar qutabiyên ji keç û law heye.. Gelo piştî 10 sal din, wê çiqas kadiroyên pispor di warên ilm û zanînê de li me zêde bibin û çiqas mirovên jîr û zana ji vê zankoyê xwendina xwe xelas bikin.. Xwedê wan bistirîne.. Ev zankoya ku herî dawî li zankoyên Kurdistana Azad zêde bûye û dergehên wê li ber qutabiyan vekiriye.
Belê cihê daxê ye ku min kurdiya latînî li Kurdistana azad nedît! Sed mixabin min di wan rojan de rojnameyeke bi kurdiya latînî nedît! Ew nivîskar û rewşenbîrên ku ji bakrî Kurdistanê têne Başûr, di wan rojên xwe de wek ker û lalan dimînin! Nizanin bi alfabeya Aramî û tev weşanên Başûr bi alfabeyê erebî ne, vêca di wan rojên Kurdistana azad de heyirî dimînin, nizanin çi heye, çi nîne..! Di baweriya min de, wek rêzgirtin ji kurdên Bakur û Rojava re pêwîste wezareta rewşenbîrî bi kêmayî rojnameyeke rojane an heftnameyekê bi kurdiya latînî biweşîne..
Di encamê dîtina Zaxo, Zankoya Zaxo û qutabiyên zankoya Zaxo ji keç û lawan û ku zimanê Kurdî, zimanê dersdan û xwendinê ye, min hilm û bêhna serxwebûna Kurdistanê kir.

Konê Reş/ Qamişlo

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply