Di wê rojê de jî mamoste Seîd Rezvan yê ku pirtûkek bedew li dor dîroka Zaxo berhev û çapkiriye hat hotêlê serdana min.. Min jî pirtûkek xwe bi zimanê erebî li dor dîroka Cizîra Rojava û bajarê xwe Qamişlo diyarî wî kir û pêlekê em li dor dîroka Zaxo axifîn..
Bajarê Zaxo: Sebaretî bajarê Zaxo û gotina Zaxoka Bahdînan, ez dibêjim Zaxoka Bota ye, berî ku Zaxoka Bahdînan be. Ji ber ku dema mîrnişîniya Botan hebû, ya Behdînan nebû û Zaxo bi cografiya xwe ve bêtir bi ser Botan ve ye. Li gor dîrokê, gelek ji eşîrên Zaxo di bin desthilatdariya Mîrê Botan de şer dikirin, wek êla Sindiyan ya mezin.. Ta niha di nav me kurdên Rojava de belave, kalemêr dibêjin; Zaxoka Botan.
Zaxoka ku bi geliyê xwe navdar e, ev geliyê ku yekemîn car nivîskarê Yûnanî (Zînofon) di pirtûka xwe ya bi navê (Anabasîs an Vegera 10000 Leşker) de navê kurdan (Kurdux) aniye ziman, dema ku di sala 401’ê berî zayînê de vedigeriyane welatê xwe û di geliyê Zaxo re derbas bûne. Hingî kurd di Geliyê Zaxo de ketine pêşiya wan de û gelek serêşandin ji wan re çêkirine..
Zaxo; ev bajarê ku berî serhildana 1991’ê wek gundekî bû, îro wek bajarekî modern û pêşketî li dor Çemê Xabûr, Pira Delal û çiyayên derdorê de xuya dike. Avaniyên wê ber bi asman ve bilind dibin.. Bi ponijandina di bajarê Zaxo de, bajarê Batmanê li bakurî Kurdistanê hat ber çavên min. Zaxo jî wek bajarê Batmanê gavên mezin ber bi şaristaniyê ve davêje.. Belê di warê parastina zimanê Kurdî û kurdewariyê de Zaxo bi gelekî ji Batmanê pêşketîtire; Xelkên Zaxo tev bi kurdî xeber didin, jiyanek kurmanciya orjînal derbas dikin, lê beşekî mezin ji Batmaniyan bi zimanê tirkî xeber didin.. Tevî ku Batman bajarê Axayên kurda ye, bajarê hozên kurmanc yên dêrîn e, yên ku stran li ser wan hatine gotin û ew stran ketina nav zargotina me de wek: Rema, Sînka, Receba, Reşkota, Pecînara.. Lê mixabin zimanê wan yê danûstandinê û bazarê roja îro, bêtir bûye bi tirkî..!
Hem jî di wê ponijandinê de ew xelkên Zaxo ji cihû, xiristyan û misilmanan hatin bîra min û pêre jî navê wan malbat û kesayetiyên wê, wek malbata Saadellah û malbata Şemdîn û yên ku min bihîstine hatin bîra min.. digel navdarên wê yên ku xebat û bizav di ber hebûna kurdatiyê de kirine, di ber çavên min re derbas bûn wek: helbestvan û siyasetmedarê şehîd Salih Elyûsifî, nivîskar Selah Saadelleah, siyasetmedar Hemza Abdullah, têkoşer Issa Siwar, Hazim Şemdîn Axa..Hwd.