Min Bêhna Serxwebûna Kurdistanê ji Zankoya Zaxo Kir

Zankoya Zaxo: Em vegerin ser nîrê zêrîn Zankoya Zaxo û çima min bêhna serxwebûna jê kiriye? Erê ew serxwebûna ku xewna bav û kalên me bû, mirin û ew serxwebûn nedîtin.. Raste ew serxwebûn ji ber gelek sedemên siyasî û ciyopolotîkî nedîtin, pêre jî bandora eşîtiyê, cehalet û nezaniyê mezin bû, ew kor kiribûn.. Dûrbûna ji xwendin û ilm û zanînê ew paşketî hiştibûn.. Girêdana wan bi rêçikên misilmantiya wek (Qadirî û Neqişbendî..) mejiyê wan sekinandibû.. Jixwe bandora dagîrkeran, welatê me di paşketineke zor mezin de hiştibû, nexasim di warê ilm, zanîn û qedexekirina zimanê me ve.
Di roja 14’ê Nîsanê de, dema ku min xwe li ber dergehê Zankoya Zaxo dît, sê-çar Alên Kurdistanê li ba dibûn û di hundirê Zankoyê de çav bi lehiyekê ji qutabiyên ji keç û xortan ketim, heyecanekê ez girtim û yekê ez berdam, ji kêfa re hêsir di çavên min de kom bûn.. Ew keç û law temenê wan di navbera 18-25 salî de bûn, di hundirê zankoyê de diçûn û dihatin, tev bi zimanê kurdî xeber didan, ne bi zimanê erebî, ne bi tirkî û ne bi farsî zanîbûn, wan şahiya min dubare dikirin, hêviyên min mezin dikirin û ez ecêbmayî dihiştim..! Hingê min di dilê xwe de digot; Kurdistan li vir e..!

Di hisiyam ku wê zankoyê û wan qutabiyan hevsarê me kiriye destên me de û xewin û hêviyên Mîr Celadet Bedirxan kirine rastî.. Mîr Celadet Bedirxan ê ku gotiye:
“Bavo li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene tevde bûne dewlet û hikûmat, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em miletê kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, Nezan, belengaz di destê xelkêde lihîstok… Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe li gor kêf û menfîeta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojave dide rojhilê, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê..” Hawarê, hejmar: 27/ 1941.
Di pêşangeha pirtûkan de wan qutabiyan li pirtûkên ku bi kurdiya latînî di nav weşanên Sîtavê, Avesta, Nûbihar, Azad, Enstîtuya Stenbolê de hatibûn çapkirin û di zankoyê de raxistîbûn ji bo firotinê, mêze dikirin û digotin; em nizanin bi pitên latînî bixwînin..!

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply